Bendewariya Şadiyê

Nivîskar: Konê Reş
Bendewariya Şadiyê:
Gelo! Hûn zanin; Çima şadî di rê de winda dibe?!
Navnîşanên ku ji mêj ve, me di kolan û çardiryanên welatê xwe de danîne rastin; Çira û Xetîr vêketîne..
Derî û pencere vekirîne.. Cil û bergên nû li me ne.. Û baş box û beranên me hatine serjêkirin..!
Mixabin! Çavên me qerimîn û şadî ne hat..!
Ne me ew ji bîr kir û ne ew winda dibe û wiha em di welatê xwe de, di nav êş, jan û sirgûnkirinê de, çavnêrên wê ne..
Her ku deriyek vedibe, em dibêjin; belkî şadî têre derbas bibe! Her ku mûmek vêdikeve, em bi hêvî dibin ku li ber ronahiya wê şadiyê bibînin..
Lê sed mixabin! Gelek sal û roj derbas bûn û me ew şadî nadît..
Belê hêj em çavnêriya wê dikin.. Û bi hêvî ne ku bi serbestê bi zimanê bav û kalên xwe bikenin û bigirîn..
Bê tirs çîroka (Memê Alan, Siyabend û Xecê û Derwêşê Evdî), Ji zarokên xwe re bêjin û wek netewekî azad, xwe di nav civaka netewên dinyayê de bibînin..
Erê her em ê bendewarê şadiya welatê xwe bin.
XELAT