"Em dixwazin di vê hilbijartinê de rêbaza Mam Celal biser bixin"

"Em dixwazin di vê hilbijartinê de rêbaza Mam Celal biser bixin"

Berpirsê mekteba ragihandinê û bîr û hoşyariyê ya YNK`ê Îmad Ehmed di gotareke xwe de ku ji bo malpera Xelatê re hatiye şandinê û em jî wek xwe belav dikin têde dibêje ku, ew dixwazin di vê hilbijartinê de rêbaza Mam Celal bi ser bixin.

Di berdewamiya gotara xwe Îmad Ehmed got jî: "Em wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) vê hilbijartinê ji bo gelê Kurd hilbijartineke çarenivîsaz diyarker dibînin. Em bi hemû hêza xwe hewl didin di vê hilbijartinê de bi ser bikevin da ku bi layiqî xizmeta gelê xwe bikin. Ji bo guhertinên di desthilatê de, her weha danîna kesên hêja li cihên guncaw, daku em giyanê şehîdên xwe şad bikin û rêbaza Mam Celal Talebanî ku rêbaza Kurdayetiya rasteqîneye bi ser bixin.

Îmad Ehmed bang li gelê Kurd kir û got; Werin em rêya kurdbûna resen bi ser bixin. Karê vê kampanyaya hilbijartinê, û karê buroya hilbijartinê û hemû YNKê ya vê carî cuda ye. Cûdaye berev baştir bûnê ye, Ji ber ku nifşekî nû derketiye pêş, ev nifş bi awayekî baş dimeşe û YNK`ê di destên ewle de ye.

XELAT