MAM ... LI ŞAM (1-50)

MAM ... LI ŞAM (1-50)

Nivîsîn: Elî Şemdîn

MAM …LI ŞAM (1)

"Derbasbûna Mam Celal di Şamê re"

Piştî ku Kurdistan hate parçekirin di encamê rêkeftin û peymanên kolonoyalî‘de, mîna peymana (Çaldêran), ku di sala (1415)‘de, di navbera Sefwiyan û Osmaniyan de hatibû imzekirin, û peymana (Sayikis Pîko), ku di sala (1916)‘ de di navbera Ferensa û Birîtaniya de hatibû imzekirin, û Kurdistan li gor van peymanan hate dabeşkirin di nav (Îraq, û Turkiye, û Îran, û Sûriya)‘de, êdî rehendên (Netewî, û Niştimanî), ew bûn ku herdû aliyên hevkêşeya siyasî kurdî ya serekî dirust kirin, herwiha xebata miletê kurd jî li her başekî bi rêve birin û sîma û taybetmendiyên serkî yên pirsa kurdî ya rewa li wan beşan  diyar û nîşan kirin.

Lewma, hûrbînî di ragirtina hevsengiyê‘de di navbera herdû rehendan de, mercekî serekî bû ji bo serkeftina miletê kurd di xebata xwe de ji bo bi destxistina mafên xwe yên netewî û mirovî, û bi destxistina armancên xwe di jiyaneke azad û bi rûmet‘de, wate rehendê netewî ku li gor dîrokê ew beşeke ji kurdistan mezin û gewre, û rehendê niştimanî ku di eynî dem de ew beş hatiye girêdan û likandin bi sînorê dewleteke dinê ve, diyare ku şikestinên dîrokî yên li dû hev ku tevgera kurdî li wan rast hatiye di van beşan de ew bi naverûka xwe vedigerê ser dûbare têkçûna vê hevsengiyê di navbera herdû rehendan de, çi bi riya xwirtkirina rehendê netewî di beramberî yê niştimanî de ku di encam de tevgera kurdî dihate gunehbarkirin bi tûndrewiyê û bi cudaxwaziyê û bi parçekirina wela, yan jî bi riya xwirtkirina rehendê niştimanî di beramberî yê netewî de ku dîsan ew di hate binavkirin bi xwefiroşiyê û bi xweradestkirinê û bi kosmopolîtiyê.

Li vir, ya balkêş ewe ku rêjîmên desthilatdar di wan welatên ku Kurdistan di nav xwe de dabeşkirine, ew ji aliyê xwe ve bêdeng nemane û ewan dewletan zû piştgîriya wan tabûr û girûpên ser bi xweve kirine, û ji pişt perdê hana xelkê jî dane, çi bi xweşî yan bi nexweşî û bi darê zorê, û ew xelik li dor wan girûpan û li dûv wan silogan û diruşmên berîqdar û beloq kom kirine, bi mebesta ku wan bajon ber bi dervî gorepana netewî rasteqîne ya xebata wan, û bi armanca nehiştina û têkbirina pirsa wan û bazdane ji pêwîstiyên çareserkirina vê pirsê, ev ji aliyekî û ji aliyê dinê ve jî ew rêjîm pişta xwe di bestin bi van siloganan û wan bi kar tînin wek behane ji bo lêxistina miletê kurd ku diwem pêkhateya neteweyî‘ye di welat de, û gunehbar kirina tevgera kurdî ya niştimanî bi cudaxwaziyê û bi damezrandina Isra’îla diwem û guneh û tometên din yên ku wek behane bikar tînin û di bin siya wan de pirojeyên xwe yên nijadperestî û siyasetên xwe yên şovînî cîbicî dikirin.

"Pêwendiyên tevgera Kurdî li Sûriya"

Û bi awirdaneke bilez ji astê pêwendiyên tevgera kurdî li sûriya bi hevşêweyên wê re li beşê kurdistanê yên dinê, gelek mexabin emê bibînin ku mîna pêwendiyên (zordest û bindest)’in, yan jî di baştirîn ast de mîna pêwendiyên (birayê piçûk li gel birayê mezin)’in, bê ku taybendmendiyên her beşekî û serxwebûna biriyara wan ya siyasî, li ber çavan bigirin, ew pêwendiyên ku girêdayî ne bi helûmercên xweyetî û babetî ve ku peymanên navdewletî ew helûmerc dane peydakirin, ne veşartiye ku derbasbûna diruşima (Rizgar kirin û Yekxitina Kurdistan), nav gotara siyasî ya yekem rêxistina kurdî li sûriya, piştî ku di sala (1957)’de hatibû damezirandina, û ev yek bû kilîta rasteqîne ku balansa di navbera herdû aliyên wê hevkêşeya siyasî’de têk bir, rehenda netewî û ya niştiman, û koda nehînî ku dergeh li ser piştê vekirin li pêşiya birayê mezin ku çarenivîs û pêşeroja biray piçûk nîşan bike, û taybetmendiyên wî jî bê dûdilî binpêbike, û geşkirina ruhê koletiyê û paşkoyetiyê li cem wî xurt bike bi riya belavkirina siloganên kurdistanî yên ne guncaw bi helûmercên wan yên xweyîtî û babetî’re, û diyardeya parçebûnê gur û geş kirin di nav rêzên tevgera kurdî de li sûriya, û di encam de vê diyardeyê gelek girûp û dûvik dirust kirin ku girêdayî’ne bi ecindeyên derekî ve û li gor bercewendiyên wan kar dikin, û bi gelek şêweyan û bi gelek nvên (Çînayetî, û Kurdistanî), hatin meydanê, û hewil dan ku bala xelkê bikişînin ber bi xweve, û çavê wan kwîr bikin ku êdî taybetmendiyên tevgera siyasî ya xwecihî nebînin.

Derbasbûna Mam Celal di Şamê re ji bo biçe beşdarî bike di kongireyê xortan yê navdewletî li Warso di sala (1955)’de, û dîtina wî ji (Osman Sebrî, û Ebdul Hemîd Derwîş)’re, li mala (Rewşen Bedirxan), li taxa Rukinel Dîn li Şamê, û handan û navtêdana Mam Celal ji wan re ku yekem rêxistina netewî bi nasnameya niştimanî damezirînin mîna partiya kurdî ku li kurdistana îraqê heye, ev hevdîtina wan li şam bû guhertineke bingehî di astê pêwendiyên kurdistanî de, û ew bû çirûska pêşî ku hêza xebatê di dilê wan ronakbîran de xurt û gur û geşkir, ku êdî bibin xwedî rêxistina xwe ya taybet û pabend bi hevsengî û hevkêşiya di navbera herdû rehendên (Niştimanî, û Netewî)’de, û ew hevdîtin bû dergehê serekî ku ew ronakbîr têre derbasî qonaxeke nû û taze bibin ji xebata netewî, li ser bingiha li ber çava girtina rewşa dabeşbûna kurdistanê li ser xakê, û bi eşkere dan bi taybetmendiyên her beşekî bidin li gor helûmercên xweyetî (zatî) û babetî (mewdû’î), yên ku hene û ew rewiş têre derbas dibê.

Lewma, me weke dilsoziyekê û wefadariyekê dît ku em bi riya zincîreyek ji gotaran li dû hev bi navnîşana (Mam li Şam), bi nivîsin li ser wê destpêşxweriya Mam Celal ya dîrokî ku di nîvê salên pêncî’de ji sedsala bîstan, ku wê çaxê dendika vê bîrokê di serê çend ronakbîrên kurd yên sûrî de çand, ku di encam de bîr û hişekî siyasî rêkxistî berhem da ew jî bi riya ragihandina damezirandina yekem rêxistina siyasî kurdî li sûriya di (14/6/1957)’de bû, herwiha berdewamiya Mam Celal di piştgîriya wê partiyê de di hemî waran de, û serkeftina wî di damezirandina pêwendiyên kurdistanî yên hevseng û balanskirî ku taybetmendiyên herbeşekî bi rêz li berçavan digirt, û ciyê amajêye jî ku ew pêwendiyên dîrokî yên (Mam Celal), û (Kak Hemîd), gihandbûne hev, û pêwendiyên herdû partiyên wan, (Yekîtî Niştimanî Kurdistan) û (Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), ku berdewam bûn di seranserê bêtir ji (65) salan ve, birastî ev pêwendî bûne nimûneyke rast û dirust ji pêwendiyên kurdistanî  yên saxlem û hevseng re.

MAM LI ŞAM..(2)

(Bîrokeya yekem partiya Kurd li Sûriye)

Serdana Mam Celal bo (Şam), di havîna sala (1955)‘de, ya yekem bû ku, û ew jî bi mebesta çûna (Warso)‘bû, ji bo ku beşdariyê bike di (Kongirê xort û xwendekarên cîhanî)’de, ev kongir mîna dergehekî mîjoyî bû ji Mam Celal’re ew derbasî Cîhana derve kir, û asoyek jî li ber wî vekir ku ferehtirîn pêwendiyên (Navdewletî, û Erebî, û Kurdistanî), avabike.

Dema ku Mam Celal di Şamê‘re derbas bû û ber bi Warso’ve çû, her li Şam (Osman Sebrî, Ebdul Hemîd Derwîş, Hemza Niwêran), dîtin û bîroka damezrandina yekemîn partiya siyasî kurdî li sûriya bi wan re gengeşe kir, ji ber ku ta wê çaxê jî hina partiyeke weke vê partiyê li sûriya tunebû, û ew pêşniyara wî berhem da û di encam de (partiya demoqrata kurdî li sûriya), di (14/6/1957)‘de, bi fermî hate ragihandin, paş ku her yek ji (Nûredîn Zaza, Ceger Xwîn, Reşîd Hemo, Şewket Henan, Mihemed Elî Xoce, Xelîl Mihemed, Şêx Mihemed Îsa), derbasî nav partiyê bûn, û bûne endam di serkirdayetiyê’de.

Serdana Mam Celal ya diwem bo Şamê di sala (1957)‘de bû, ew jî ji bo çûna Mosko bû bi mebebesta beşdarîkirinê di kongireya xort û xwendekarên Cîhanî‘de bû, ku di vê serdandê‘de wî gelek astengiyên dijwar li ser sînor dîtin çaxê ku bi nehînî ji Îraqê derbasî sûriya bû, ji ber ku ne bi pasporta xwe ya fermî derbas bûbû, lewma ew li ser sînorê di navbera sûriya û îraqê de hatibû girtin, û ji wir hatibû veguhestin bo Qamişlo, û diwê rojê de jî ew ji wir ber bi Zîndana Hesekê ve birin, û Mam Celal ji wir pêwendiyê bi (Rewşen Bedir Xan)‘re dike, û bi hewildanên wê di wê şevê de wî azad dikin, û ew ji wir li ser pişta kemiyoneke barhilgir ya çewalên genim û ce, di Helebê‘re ber bi Şamê’ve diçe.

Di wê demê de birek ji kesayetiyên kurdistanî yên dinê li Şamê diman, Mam Cela jî li wir bûbû xala hevbeş ku ew kesayetî hemî li xwe komdikirin û di civandin, ew kesên ku di salên pênciyî de ji sedsala bîstan, roleke karîger û giring lîstine di pêşeroja tevgera kurdî de li sûriya, û rêgirtine li pêşiya pêla kosmopolîtiyê, û di encam de pirtûka Ebdul Rehman Zebîhî bi navê (Bersivdan li ser kosmopolîtiyê), ku di sala (1956)‘de, li Şamê hatiye çap kirin, ji ber ku kurdên sûrî bi piraniya xwe’ve piştgîriya partiya komonîsta sûrî di kirin û alîgirên wê partiyê bûn, wan kesayetiyan, û di pêşiya wan de Mam Celal, karkirin ji bo avakirina yekem rêxistina siyasî kurdî li sûriya, herwiha hewil jî didan ku pirsa kurdî bidin nasîn di nav komelgeha erebî de, û xebat kirin ji bo avakirina pêwendiyan di navbera kurd û ereban’de, û diyartirîn kesayetî di nav wan kesayetiyan de ku li Şamê diman çi bi sedema xwendinê yan koçberiyê yan jî bi sedema çûna welatên derve, ji ber ku di wê çaxê de sûriya ta astekî rêjeyî baş di rewşeke demoqratî’de di jiya, ev bûn: Mam Celal, Ebdul Rehman Qasimlo, Ebdul Rehman Zebîhî, Hejar Mukiriyanî, kemal Fû’ad, Fû’ad Me’isûm, Izedîn Mustefa Resûl, Ehmed Tewfîq.. ev ji bilî wan kesayetî û malbatên kurdî yên din ku paş hilweşandina şoreşa Şêx Se’îd Pîran di (1925)’de, ku ji ber zordariya rêjîma turkî reviyane û hatine li Şamê cîbicî bûne, mîna: Malbata Bedir Xan Beg, û Malbata Cemîl Paşa, û Malbata Haco, û Memdûh Selîm Beg, û Qedrî Can..

Û di dema ku Mam Celal li Şamê bû, wî herdû hevalên xwe (Ebdul Rehman Zebîhî, Kemal Fî’ad), dîtin, û hersê bi hevre li Şam dihatin jimartin wek desteya pêwendiyên derve ya partiya dîmoqratî kurdistanî, ku pêwendî bi hemî partî û aliyên siyasî re dikirin û ew li wir didîtin, û bi taybet yên erebî, û piştî ku her yek ji Sedîq Şenşil (serokê partiya serxwebûn ya îraqî, ew jî partiyeke erebî netewî bû), û Fayiq Samura’î (cîgirê wî bû), Mam Celal û hevalên xwe bi riya wan herdiwan karîbûn serokê perlemana sûrî yê wê çaxê (Ekrem Horanî), bi bînin, û serokê partiya be’is ya erebî sosiyalistî (Mîşêl Efleq), û serokê dezgihê istixbaratên siyasî (Ebdul Hemîd Serac)’jî dîtin.

 Û bi vî şêweyî Mam Celal dest pêkir pêwendî avakirin li gel misriyan bi riya Ebdul Rehman Zebîhî ku pêwendiyên wî yên xurt û bihêz hebûn li gel wan, ku karîbû pêwendiyan li gel efserê misrî yê herî nêzîk ji Cemal Ebdul Nasir’re, di wê çax de (Kemal Rif’et) çêbike û hevdîtinê li gel bike, û Zebîhî bi serkeftî karî bû misriyan razî bike bi vekirina dezgihê radiyo ya kurdî li Qahîre (1957- 1968), û ji kesên ku wê çaxê di wê dezgihê de kar dikirin (Dr. Fû’ad Me’isûm, Şêx Ednan Heqî..) bûn.

herwiha Zebîhî û bi hemahengî li gel Mam Celal di kongirê yekem yê miletên Asiya û Ifrîqiya, ku li Qahîre hatibû li darxistin di (1957)’de, amade bibe, û bi hemî karîbûna xwe hewil dabû wan bide razîkirin ji bo şandekî kurdî bi fermî beşdarî vê kongirê bibe lê mixabin hewildanên wî berhem nedan, û Zebîhî her li wê kongirê (Enwer Sadat), dît û hin kesên dîtir jî yên navdar li wir dîtîn, û komelek çalakiyên giring kirin ku pirsa kurd bi beşdaran dabû nasîn.

Her di wê demê de, Mam Celal bi alîkariya Rewşen Bedir Xan mafê penaberiya siyasî li sûriya werdigire, bi riya naskirina efserekî Kurd bi navê (Mihemed Zilfo), ku Rewşen ew bihev dabûne naskirin, wî efserî hemî belgeyên pêwîst amade kiribûn, û biriyara fermî bi dest xistibû, û Mam Celal êdî bûbû penaberekî siyasî, û mûçeyek jî jêre hatibû terxan kirin bi birê (300) lîreyên sûrî, ku wê çaxê ew pere gelek bûn, û bi vî şêweyî Mam Celal li Şam demekê dimîne bi sedema ku hukmê şahinşahî li Îraqê bi dûv‘de di geriya ku wî bigirin û zîndanî bikin, lewma li Şam xebata xwe ya siyasî berdewam kir li tenişt berdewamiya wî di xwendina xwe de li kolêca yasa.

Bi vî rengî Mam Celal û Zebîhî, di dema ku li Şam diman, roleke karîger û serkî lîstibûn di avakirina yekem partiya kurdî de li sûriya, û bi hemî karîbûna xwe û bê dûdilî piştgîriya damezrêneran, û alîkariya wan dikirin.

MAM ...LI ŞAM..(3)

(Rola Mezin û bi bandor ya Serok Mam Celal)

Dema ku Mam Celal li Şamê bû, wî roleke karîger û giring lîstibû di avakirina rêxistineke siyasî’de ku taybet be bi kurdên sûriya, bi mebesta rizgarkirina pirsa wan ya netewî ji hewildanên piştguhxistin û tunekirinê ku ji aliyê şofînistan‘ve dihate meşandin li dijî kurdan, û bi taybet ji aliyê (Partiya Be’sa Erebî ya Solsiyalistî)’ve, ku di got: herkesekî bi erebî bi axive, ew erebe, û kurd bi cudaxwaz û bi avakirina Isra’îla diwem tawanbar dikirin, her wiha (partiya Komonîsta Sûrî) jî bîra kosmopolîtî dinav kurdên sûriya de xwirt û belav dikir, û her bîreke netewî bi nejadperestiyê tawanbar dikir, ev ji bilî aliyên musilman, û bi taybet (Partiya Ixwan El’muslimîn), ku ji aliyê xwe’ve çareseriya dawî ji pirsa kurdî’re di islamê de di dîtin, û her çareseriyeke din bi guneh di jimart û daxwaziya binbir kirina wê dikirin.

Lewma,Mam Celal û Ebdul Rehman Zebîhî û hevalên xwe yên dinê, berdewam bûn di alîkariya damezrênerên pêşîde (Osman Sebrî, Ebdul Hemîd Derwîş, Hemze Niwêran), û piştgîriya wan kirin ji bo cîbicîkirina bîrokeya damezirandina partiya wan bi navê (Partiya Kurdên Demûqrat yên Sûrî), û beşdarî jî kirin li gel wan di nivîsandin û çapkirina bernameya wê ya siyasî’de, ku di sala (1956)‘de, bi zimanê kurdî (zaravê kurmancî), li Şamê hatibû çapkirin, ew bername ji sê beşan pêk dihat (Siyasî, Kultûrî, Civakî), têde hatibû: Çi gava ku welatê me sûriya ji bin destê kolîdar derkeve û rê li pêşiya destdirêjiya derve were girtin, Partiya Kurdên Demûqrat yên Sûrî ji bo (400 000) Kurdên ku li (Cizîrê, Kaniya Ereban û Çiyayê Kurmênc) dijîn, dê rewşeke taybet ji wan re bixwaze da ku pê heqên wan yên (siyasî, civakî û zanistî) di nav welatê sûriyê de were parastin.

Piştî salekê ji damezirandina vê partiyê, wate di (14/6/1957)‘de, girûpa (kurdaxê), derbasî nav partiyê bû, ku pêk hatibû ji (Reşîd Hemo, Şewket Henan, Mihemed Elî Xoce, Xelîl Mihemed), ev girûp ji (Partiya Komonîsta Sûrî), cuda bûbû bi sedema ku wê partiyê daxwaziyê wan yê girêdayî bi zimanê kurdî ve ret kiribû û cîbicî ne kiribûn, û ew tawanbar jî kiribûn bi nijadperestiyê, ji ber wê mebestê ew ji komînistan cudabûn û hatin nav rêzên partiya kurdî û bûne endam di serkirdayetiya wê de, wê çaxê rêkeftibûn ku navê partiyê ji (Partiya Kurdên Demûqrat yên Sûrî), bi guherin ser navê (Partiya Dîmoqrata Kurdî li Sûriya), û ew roja tevlîbûna vê girûpê nav desteya damezrêneran, hate destnîşan kirin wek roja damezrandina fermî ya vê partiyê.

Ciyê amajêye ku Mam Celal ji bilî piştgîriya wî ya moralî (manewî), ji damezrandina partiyê’re, wisa di kiryarê de jî pêwendiyên xwe yên berfireh li gel kesayetî û girûpên kurdî bi kar anîn ji bo komkirina wan li dor vê partiya nû, û ew razî kirin ku derbasî nav rêzên wê bibin.

Roleke Mam Celal ya serekî hebû di razîkirina helbestvanê kurdî Ceger Xwîn’de, ku rêxistina xwe ya bi navê (Partiya Azadî), hilweşîne û derbasî nav partiya nû bibe, û were destnîşan kirin wek endam di serkirdayetiya wê partiyê de, herwiha Mam Celal bi xwe çûbû Qamişlo û pêwendî bi (Komela Yekîtiya Xortên Dîmoqrat yên Kurd)‘re, kiribû û ew jî razî kirinbû ku xwe hilweşîne û derbasî nav partiyê bibe, û bi vî şêweyî Dr. Nûredîn Zaza jî razîkir ku tevlî partiyê bibe û were destnîşan kirin wek serokê partiyê, û bi vî rengî Şêx Mihemed Îsa jî bû endamê wê serkirdayetiyê, û dema ku Mam Celal çûbû Mosko ji bo beşdariyê di Kongirê Xort û Xwendevanên Cîhanî de bike di sala (1957)‘de, Mele Mistefa Berzanî li wir dibîne û wî bi damezrandina partiya kurdî sûrî agahdar dike û wî jî razî dike ku piştgîriya vê partiyê bike, û piştî ku Mam Celal vedgere Şamê serkirdayetiya partiyê bi razîbûna Berzanî agahdar dike.

Tevî ku efserên leşker li paş perdê desthilat bi dest xwe girtibûn, lê tevî wê jî welat di wê çaxê de ta radeyekê di rewşeke dîmoqratî de dijiya, lewma Mam Celal û hevalên xwe (Ebdul Rehman Zebîhî, Kemal Fû’ad..), karîbûn Eqîd (Ebdul Hemîd Serac), bibînin ku di dawiya hevdîtina xwe de Serac helwîsta xwe derbarê kurdên Sîrî ji wan re dibêje: (Hûn Kurd tiştê ku dixwzin bikin li kurdistana Îraq û Îran û Turkiya, lê dev ji kurdistana Sûriya biqerin û berdin, ji ber ku ew beşeke ji kurdistana Turkiye, emê alîkariya we bikin bi hemî şêweyî, lê tu kêşeyan ji Sûriya re çênekin..t.d), û bi rastî jî helwîsta hikûmetên li dûhev ku li sûriya desthilat bi rêve birin her di bazinê vê nerîna şofînî de digeriya ku dan bi hebûna pirsa kurdî li sûriya ne didan, û her hewil jî didan ku berê miletê kurd li sûriya ber bi dervî sînor ve bajon, û di encam de dergeh jî vekirin li ber belavbûna siloganên kurdistanî yên berîqdar, herwiha dergeh vekirin li ber diruşmên çînayetî jî yên ku istiratîçiya rêjîmên şofînî cîbicî dikirin ya ku hebûna pirsa kurdî li sûriya tune dikirin, û wisa jî berê kurd didane dervî meydana xebata wan ya rasteqîne, û ev yek nîşandide çima piştî demeke kurt navê partiyê ji (kurdî) bû (kurdistanî), û nîşan jî dide çima silogana (rizgarkirin û yekxistina kurdistan), ji paş perdê hate hildan û belavkirin bê agahdariya serkirdayetiya partiyê û bê hîç biriyareke fermî ji dezgihên wê, û bê ku taybetmendiyên her beşekî ji beşên kurdistanê were girtin li ber çavan.

Bi vî şêweyî, Mam Celal û hevalên xwe bi saya ezmûna xwe ya siyasî û rêxistinî û bi riya pêwendiyên xwe yên kûr û berfireh li tenişt damezrênerên pêşî yên partiyê sekinîn û alîkariya wan kirin di dariştin û hûnana gotara wan ya siyasî û rasteqîne de, û parastina wê gotarê ji siloganên çewaşekar û bêhişker yên (Kurdistanî, û çînayetî), yên ku bi bername di hatin belavkirin di çarçewê istiratîciya rêjîmên desthilatdar de li welêt, û li gor helwîsta aliyên şofînî.

MAM … LI ŞAM (4)

(Rûbirûbûna Kosmopolîtiyê û hestê netewî yê Kurd)

Di rastiyê de, biqasî ku Mam Celal û hevalên xwe alîkarbûn bi damezrênerên pêşî’re ji bo avakirina laşê rêxistinî yê partiya wan, ewqasî jî ewan kêmasî nekirin di avakirina bîra wan ya netewî’de, û herwiha di şiyarkirina wan bi pirsa wan ya netewî û bi taybetmendiya xebata wan, û bi biriyara wan ya serbixwe jî, û ev piştgîriya Mam Celal û hevalên wî ji miletê kurd re li sûriya û ji pirsa wî ya netewî re gihişt bû astê herî bilind dema ku Ebdul Rehman Zebîhî ew pirtûka xwe derxist bi navnîşana (Bersivdan ji Kosmopolîtiyê’re), û ev yek rola Mam Calal û hevalên wî dide nîşandan di şiyarkirina bîra netewî li cem kurdên sûriya, û navtêdana wan li ser xebatê ji bo bi destxistina mafên xwe yên niştimanî û netewî, û bi xwe jî tê xwiyakirin bi riya xwendina vê pirtûkê di nav şan û komîteyên rêxistinî yê (Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya)’de, di wê çaxê de, li gor ku Umer Şêxmûs di pirtûka xwede gotiye, ya bi navnîşana (Perengek di bin xweliyê de).

Di nîvê dawî de ji salên pênciyî ji sedsala bîstan, û di dema ku Mam Celal li Şamê bû (1955- 1958), Partiya Komonîst ya Sûrî xwedî bandoreka bi hêz bû di nav tevaya sûriya de, û bi taybet di nav komelgeha kurdî de li sûriya ku ta wê çaxê di valahiyeke siyasî de dijiya bi sedema tunebûna partiyeke kurdî ku xebata miletê kurd di warê netewî û niştimanî’de bide meşandin, herwiha kurdbûna emîndarê giştî yê Partiya Komonîst ya Sûrî (Xalid Begdaş),  ew jî bandoreke yekser xistibû ser beşekî berfireh ji komelgeha kurdî de û li dor xwe kom kiribûn û dabûne hev, û bala wan kişandibûn ser silogana (Mafê çarenivîsî ji miletan’re), û bi taybet dinav çînên zehmetkêş û rêncber de, ku ji ber zulim û zor û nezaniyê dinalandin, ta astê ku helbestvanekî ronakbîr bi mezinbûna (Ceger Xwîn)’jî, ketibû jêr bandora wan nerînên Kosmopolîtî de, ev li gor ku Mam Celal di bîrhatinên xwede di bêjê, ku ew di sala (1955)’de, bûbû endam di (Tevgera alîgirên aştiyê)’de, û bi dîtina wî hîç pêwîstiyek tuneye ji avakirina partiyeke kurdî re, ji ber ku xelkê sûriya hemî birane û divê em wan li ser daxwaziya kolîdaran ji hev cuda nekin, lê ew didawî de ji vê nerîna xwe vegeriya di sala (1957)’de, û xwe ji wan nerînan rizgar kir û riya xebata netewî girt û berneda, û ma endam di serkirdayetiya (Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya)’de, ta roja dawî ji jiyana xwe.

Û her di vî warî de, Ebdul Rehman Zebîhî di sala (1956)‘de, bi navê xwe yê nehînî (Mihemed Hesen Şinoyî), ew pirtûka xwe li Şamê belavkir, û têde rola nîgetîv ya wan kurdên komonîst ku li dijî pirsa miletê xwe û li dijî tevgera wî ya siyasî didane meşandin, û divî warî de Ebdul Hemîd Derwîş di bîrhatinên xwe de dibêje: (Di dema ku Zebîhî li Şam bû roleke mezin û berbiçav lîstibû li dijî diyardeya kosmopolîtiyê ku di orta salên pênciyê de ji sedsala derbasbûyî, belav bûbû di nav rêzên herdû Partiyên Komonîst yên (Sûrî, û Îraqî)’de, û beşdarbû di tazîkirina wê diyardeyê de bi mêranî û azayetî).

Lewma bersiva partiya komonst gelekî tûnd bû li dijî damezirandina (Partiya Dîmoqrata Kurdî li Sûriya), û komonîstan, endamên vê partiya kurdî bi hemî tawan û tometan gunehbar di kirin, mîna tomete nijadperestiyê û kevneperestiyê û nokerê impiryalistan, û di beramber de hana kurdên komonîst didan li ser helwîsta kosmopolîtî û dûrketin ji bîra netewî û dijatiya netewa xwe ya kurdî.

Bi rastî jî piraniya komonîstên kurd ketin jêr bandora vê êrîşa ku Mam Celal û Zebîhî li dijî kosmopolîtiyê bê dûdilî di nava Şamê de bi rêve di birin, û dest pêkirin xwe vekişandin ji nav rêzên partiya komonîst, û derbasî nav partiya kurdî ya nû bûn, ku rêxistinên wî biberfirehî belavbûn û gihiştin hemî deverên hebûna kurdan li sûriya.

Ev helwîsta nîgetîv ji aliyê (Partiya Komonîsta Sûrî)’ve, li dijî (Partiya Dîmoqrata Kurdî li Sûriya), ku ew weke dujmin û dijberekî bi hêz ji xwere dihejmart di gorepana siyasî kurdî de, ku ta demeke nêzêk di jêr bandora wî de bû, û ev dijayetî berdewam bû ta ku yekîtiya Misir û Sûriya hate ragihandin, û hikûmeta wê yekîtiyê biriyara hilweşandina partiyan derxistibû, wê çaxê helwîsta (Partiya Komonîsta Sûrî), û helwîsta (Partiya Dîmoqrata Kurdî li Sûriya), bûbû yek di dijatiya vê biriyarê de, û herdû partî di yek bereyê de ketin ber êrîşên tûnd û sirt û serkutkirin û girtinê de ji aliyê hikûmeta yekîtiyê ve.

Di vî warî de pirofîsor Izedîn Mustefa Resûl ku ew jî wê çaxê li Şamê dijiya bi mebesta xwendinê, û li gel Zebîhî di yek odeyê de dijiyan, dibêje ku û Mam Celal alîkariya wan dikir di dana kiriya wê odeyê ya mangane, û peydakirina pêwistiyên wan yên jiyana rojane, û di vî warî de jî, û li gor ku di pirtûka (Çend rûpelek ji jiyana Zebîhî)’de hatiye, Izedîn Resûl di bêje: (Di wê çaxê de me hîç pereyek tunebû ji bilî wê alîkariya ku Mam Celal pêşkêşî Zebîhî di kir her serê demekê.. t.d).

 Bi vî rengî, partiya komonîsta sûrî gelekî ji Ebdul Rehman Zebîhî tore û aciz bûbû, bi sedema vê pirtûka wî ku li ser kosmopolîtiyê derxistibû, û Izedîn Resûl dibêje ku komonîstan biriyar dabûn ziyanê bigihînin Zebîhî eger ewan hana nebiribane cem Cemal Heyderî ku ew jî wê çaxê li Şamê bû, êdî Heyderî komonîst razîkirin ku wê kêşeyê jibîr bikin ya ku rûdabû bi sedema belavbûna pirtûka (Bersivdan ji Kosmopolîtiyê’re), ku Zebîhî bi piştgîriya Mam Celal nivîsî bû, herwiha Rewşen Bedirxan jî zimanê wê pirtûkê yê erebî serast kiribû û Izedîn Mustefa Resûl jî pêşgotina wê nivîsî bû.

MAM …LI ŞAM ..(5)

(Dergihê pêwendiyên derve)

Di destpêka (1958)‘de, vê navçeyê buyerên giring û karîger dîtibûn, ku guhertinên bingehî di rewşa siyasî ya giştî de bi xwere anîbûn, ewan guhertinan yekser bandora xwe dabûne ser pirsa kurdî li rojhilata navîn, nexasim li Îraq û li Sûriya, û diyartirîn guhertin jî ew bûn ku yekîtiya Sûriya û Misir bi rêberiya Cemal Ebdul Nasir hatibû ragihandin di (1958)’de, û kodeta Ebdul Kerîm Qasim jî li Îraqê rûdabû di (1958)’de, û nerîna wan herdû rêjîman ya pozetîv derbarê pirsa kurdî, evê yekê derfeteke zêrîn li pêşiya tevgera kurdî dabû vekirin ku qazncê jê bike, û hebûna Mam Celal li Şamê û pêwendiyên wî yên giring û berfireh ku di wê demê de avakiribûn, û bi dest xistina wî ji kilîla wan pêwendiyan re, lewma Mam Celal karî bû rolaeke dîrokî karîger û bandoreke bi hêz bilîze û wan pêwendian bixe di xizmeta berjewndiyên miletê kurd de, û pirsa wî ya netewî jî têxe bin ronhaiyê de.

Mam Celal hest bi vê derfeta dîrokî dikir, û bi kûrî têdigihişt çendî pêwîste kar were kirin ji bo wergirtina sûdê ji vê derfetê, û ji ber ku ew endamê mekteba siyasî ya partiya demoqrata kurdistanî bû, wî komîteya derva avakir, bi serokatiya xwe û endamîtiya hevalên xwe (Kemal Fû’ad, Ebdul Rehman Zebîhî, Hejar Mukiriyanî..), ku wê çaxê ew jî li Şam bûn, ew komît bi mebesta avakirin û rêkxistina pêwendiyên xwe li gel hemî aliyên siyasî ku li şam bûn, û di vî warî de Zebîhî roleke karîger lîstibû, û ew bûbû pişteke bi hêz ji Mam Celal re, çi ji bo peydakirina pêwendiyan li gel hikûmeta sûrî, yan jî li gel hikûmeta Misrî, û dîtina wan ji Sedîq Şenşel û Wefîq Samûra’î re (Herdû serkirdeyên partiya Istiqlal ya erbî bûn), ew jî derfetek bû ku bi riya wan Mam Celal û hevalên xwe karî bûn derbasî nav gorepana siyasî ya erebî bibin, û bi riyan wan Ebdul Hemîd Serac (Serokê dezgehê ewlekariya siyasî), û Ekrem Horanî (Serokê perlemana sûrî ya wê çaxê), û Mîşêl Efleq (Emîndarê giştî yê partiya be’is ya erebî iştîrakî), dîtin, her wiha wezîrê misrî (Kemal Rifet), jî dîtin ji bilî beşdariya Ebdul Rehman Zebîhî di kongirê Asiya û Ifrîqiya de li Qahîre sala (1957), û belavkirina wî ji belavokên kurdî re li nav kongir ku Rewşen Bedirxan amade û çapkiribûn li ser pirsa kurdî, û her li wî kongirî Zebîhî Enwer Sadat û berpirsên misrî yên bilind jî bînî bûn, û di encamê van dîtinan de karî bûn misriyan razî bikin ku beşê kurdî di radiyoya misrî de vekin û bexiş bikin.

  Bê goman beşdariya Mam Celal bi riya Şamê di Mehrecana xort û xwendevanên cîhnî de li Warso di sala (1955)‘de, dergehê asoyeke geş li pêşiya wî vekir, ku karîbû torek ji pêwendiyan ava bike, û bazinê xebata xwe berfirehtir bike ji bo danasîna pirsa miletê xwe bi raya giştî, û ew mehrecan bûbû gorepanek (meydanek), kesatiya xwe ya karêzmî li wê bi çalakî danîşandan û bala beşdaran kişande bal xweve, û bi serkeftî karîbû xwe wek nûnerê miletê kurd bide nîşandan, ku miletekî xwedî taybetmendiyê xwe ye, ev tevî nerazîbûna şandên çend partiyên komonîst yên erebî li (Sûrî, Îraq, Libnan..), û hevdîtin jî kirin li gel nûnerên hemî dewletên beşdar di wê mehrecanê  de, û hevdîtin li gel komelek nûnerên tevgerên rizgarîxwazên cîhanî kirin, di nav wan de nûnerê tevgera felestînî (Yasir Erefat), û di wê çaxê de Mam Cela komcivînek li Warso li darxist û nûnerên çend welatên mezin xwestin wê komvivînê mîna (Yekîtiya Soviyêta berê, Emerîka, Birîtaniya, Firensa, Yaban, Endinûsiya, Hind, Berazîl, Misir..), her wiha helbestvanê turkî yê pêşverû yê mezin (Nazim Hikmet), jî beşdar bû li wê semînerê, û Mam Celal ew gelekî bi rêz û hurmet pêşkêşî beşdaran kir, û jê xwest ku ew jî gotarekê pêşkêş bike, bi dil germî wî jî gotineke karîger xwend têde piştgîriya miletê kurd kir, û gotina wî dengekî bilind û bi bandor bi dûv xwe de hişt, û li gor ku Mam Celal di bîrhatinên xwede dibêje, ku Nazim Hikmet di gotina xwe de gotiye: (Ez ji kurdan hezdikim.. û mafê miletê kurd yê çarenivîsî mafekî siruştiye.. û pêwîste kurd mîna hemî milet û neteweyên dinê di vê cîhanê de bijîn, û mafê xwe bidest bixin.. ez birayên xwe yên kurd sipas dikim ku wan ez xwestim vê civatê, lê daxwaziyeke min li cem wan heye ku min bixwazin werim serdana welatê wan dema ku ala kurdistana azad hildin û bilind bikin, ji bo ez jî beşdarî bikim li gel wan di wê cejna wan de..), û li paş wî re şanda Yekîtiya Soviyêt û şanda Çînê û şandên dinê jî gotinên xwe xwendin û piştgîriya xwe ji miletê kurd re têde nîşandan, tevî ku hinan ji wan her bi navê kurdistan ne bihîstibûn jî, û di dawiya wê komcivînê de serokê şanda Çînê ber bi Mam Celal ve hat û jêre got: (Ez bi navê 120 meliyon xortê Çînî piştgîriya xebata miletê we ji bo azadî û serxwebûn û mafê çarenivîsî, dikim), û paşî ji wî xwest ku were serdana welatê wan bike.

Her wiha beşdariya Mam Celal di kongirê xort û xwendevanên cîhanî de jî li Mosko di sala (1957)’de, ew jî roleke mezin lîstibû di fireh kirina baznê pêwendiyên vê kesayetiya karêzmî de ya xort û çalak, û diyartirîn karê ku Mam Celal li Mosko cîbicî kiribû di wê serdanê de, ji bilî gihandina nameya xwe ya netewî wek nûnerê miletê kurd di wê mehrecana navdewletî de, û danasîna beşdaran bi pirsa xwe ya netewî, wî karî bû Mele Mustefa Berzanî jî bibîne li Mosko, û bi vî rengî Şam bûbû dergehê serekî ji Mam Celal re ku derbasî nav cîhana pêwendiyan bibe û bi şarezayî bi kilîla wan pêwendiyan bigire.

MAM… LI ŞAM (6)

(Ruknel Dîn: Himbêza kurdî ya gerim)

Di orta salên pênciyî de ji sedsala bîstan, Şam di rewşeke dîmoqratî berfireh re derbas dibû, nexasim di jêr siya desthilata serokê sûrî yê hilbijartî de (Şikrî Qewetlî), lewma wê çaxê Şamê jimareyek kesayetiyên binav û deng li xwe girtibû, ew kesayetiyên ku di demên cuda de koçberî sûriya bûbûn, ewên ku ji ber zodariya desthilatên xwe yên xwînmij reviya bûn, û bi piraniya xwe ve hatibûn li taxa (Ruknel Dîn), cîbicî bûbûn, ji wan kesayetiyan hebûn ku ji kurdistana îraqê bûn (Mam Celal, Kemal Fû’ad, Izel Dîn Mustefa Resûl, Cemal Nebez), û hebûn ji kurdistana îran (Ebdul Rehman Zebîhî, Ehmed Tewfîq, Hejar Mukiriyanî), û ji kurdistana turkiyê jî hebûn mîna (Malbata Bedirxan beg, û Malbata Cemîl Paşa, û Malbata Haco..).

Taxa (Ruknel Dîn), ku hatiye avakirin di sala (1174)’de, ew tax dihate jimartin ji taxên Şamê yên kevnar, û di keve qontara çiyayê Qasiyûn de, piraniya xelkên wê taxê kurdin, lewma hatiye bi navkirin bi navê (Taxa Kurdan), û malbatên kurdî ku li wê taxê dijîn têkilbûne bi komelgeha Şamê re, lê tevî wê yekê jî ewan malbatan taybetmendiya xwe ya netewî û zimanê xwe yê kurdî parastine û winda nekirin, û diyartirîn malbatên kurdî li vê taxê (Eyûbî, Orfelî, Îzolî, Ale Reşî, Begdaş, Baravî, Berazî, Bozo, Cezmatî, Reşwanî, Zerkelî, Zilfo, Şemdîn, Zaza, Milî, Neqşebendî, Wanlî.. t.d), herwiha di orta sedsala bîstan de komelek ji kesayetiyên navdar ji vê taxê derçûne, yên siyasî mîna (Usmet Şerîf Wanlî, Xalid Begdaş..), û yên olî mîna (Ehmed Keftaro, û Mihemed Se’îd Botî..), û yên hunerî jî mîna (Ebdul Rehman Ale Reşî, û Xalid Taca..).

Ewan malbatan roleke karîger lîstine di rêvebirina welat de û beşdarbûne di hemî buyerên wî de, û ji nav wan hin kesayetiyên dîrokî û bi nav û deng hatine der, ku hebûna wan di dîroka welat de berbiçav û diyar bû, mîna kesayetiya (Elî Axa Zilfo), yê ku Nûredîn Zaza bi dirêjayî li ser axiviye di bîrhatinên xwede (Jiyana min ya kurdî), her wiha wan malbatan bê dûdilî ew kesayetiyên xebatker ku hatibûne Şamê hembêz kiribûn, û destê alîkariyê ji wan re dirêj kiribûn, û wan kesayetiyan jî ji aliyê xwe ve roleke karîger lîstibûn di şiyar kirina bîra netewî li cem wan malbatan û xurtkirina hestê wan yê kurdî, ta astê ku êdî taxa (Ruknel Dîn), bûbû mîna hêlîneke gerim ku bi dihan xebatkarên kurd li xwe girtibûn û alîkariya wan bi xwirtî û merdî dikirin, û mala (Rewşen Bedirxan), bi xwe jî bûbû mîna hêlîneke serekî giring ku ev kesayetî hemî lê wê malê di gihiştin hev û kom dibûn û hev didîtin û bi aramî di civiyan, herwiha ew mal bûbû dergehekî vekirî ku ew kesayetî têre derbasî nav wan malbatan bibin û pêwendiyan li gel wan malbatan çêbikin û yektir binasin, û di pêşiya wan de kesayetiya Mam Celal bû.

Ev yek diyar û eşkere bû di dema ku Mam Celal bi dîkomentên sexte û ne fermî derbasî sûriya bûbû di sala (1957)’de, ew li ser sînor hatibû girtin û ji wir wî dibin (Qamişlo), û her ji wir jî yekser dibine bajarê Hesekê (Hisiçe), êdî neçar dibe û ji rêveberiya zîndanê di xwaze ku bi telîfonê pêwendiyê bi Şamê re bike, û li gel (Rewşen Xan), di axivê û wê bi rewşa xwe agahdar dike, Rewşen Xan jî pêwendiyê bi efserê kurd yê naskirî (Mihemed Zilfo)’re, dike, ew jî bê dûdilî yekser Mam Celal berdide û azad dike, û her di wê şevê de li ser pişta bozinga barhilgir siwar dibe, ku wê çaxê genim û ceh di guheste Helebê, û ji helebê jî bi otombîlê diçe Şamê, bê ku hîç belgeyeke fermî didest de hebe.

Paş gihiştina wî bajarê Şamê, Mam Celal yekser pêwendiyê bi endamên şanda îraqî re dike ku ew jî di wê demê de li Şamê bûn, lê ewan mercê çûna Mosko jêre gotin ku pêwîste belgeyên fermî peyda bike mîna (Pasport), yan jî (Lîza Pas), yan jî ew nikare li gel wan biçe, lê dirastiyê de diyar bû ku ewan ne di xwestin li gel wan biçe Mosko, û li gor Mam Celal di bîrhatinên xwe de (Geştiya Temen), dibêje ku ewan her ne dixwestin ew bi wan re bibe hevalê rê, lewma hîç riyek li pêşiyê nema ji bilî ku pêwendiyê bike li gel efserê kurd (Mihemed Zilfo), ji bo ku him sipasiya wî bike ku ew ji zîndana hesekê azad kir, û him jî wî agahdar bike ku kêşeyeke wî ya din jî heye, Zilfo soz dayê kû wê kêşeya wî çareser bike, û roja dinê bi otombîla xwe ya ku ala sûrî pêve daleqandî bû diçe Mam Celal li gel xwe hildigire û diçine dezgihê derxistina (Lîza Pas)’ê, li wir efserekî sûrî pêşwaziya wan dike û yekser (Lîza Pas)’ê, ji Mam Celal re derdixe, û Zilfo ji wî efserî re dibêje: (Celal wê daxwaznameyekê ji tere binivîse ji bo wergirtine vê belgeyê, û ezê bi xwe daxwaznameya wî bi destê xwe bibim serokatiya komarî û ezê wî bi fermî bikim penaberê siyasî!).

Bi vî rengî, Mihemed Zifo hemî belgeyên Mam Celal zû pêkanîn û (Lîza Pas), jî sitand û xiste bêrîka xwe de, û ji wê kêlîkê de êdî karîbû her dema ku bixwaze ji sûriya derkeve, lê Mam Celal endamên şanda îraqî yên komonîst agahdar nekirin bi vê yekê, ji tirsa ku ew kêşeyeke din jêre dirust bikin, ji ber ku ewan bawer ne dikirin Mam Celal karibe bi hesanî vê belgeyê bi dest xwe bixe, ewan jî nizanîbûn ku Mam Celal (Lîza Pas), wergirtiye ta kêlîka ku bi rêketin ji Laziqiyê biçin Mosko li ser pişta Gemiyê, wê çaxê êdî Mam Celal Lîza Pasa xwe derdixe û pêşanî wan dike, û dibêje: (Başe, fermon vaye Lîza Pasa min jî), êdî hemî matmayî dimînin, û dibêjin: (Te çawa ev belge peyda kiriye Mam Celal?).

Li vir jî hêjayî gotinêye, ku Mam Celal û li gor ku di bîrhatinên xwe (Geştiya Temen)’de, dibêje: (Min hewil da ku ez Sînem Celadet Bedir Xan, û helbestvan Hejar Mukiriyanî, û Ebdul Rehman Zebîhî, û Ebdul Hemîd Derwîş jî li gel xwe bibim wê Mehrecana Mosko, lê mixabin herdû partiyên komonist, yê îraqî û yê sîrî, nehiştin û razî nebûn..).

 

MAM …LI ŞAM (7)

(Endeziyarê pêwendiyan li gel ereban)

Mam Celal didît ku yek ji mercên rizgarkirina Îraq û Kurdistan, ewe ku tevgera rizgarîxwaza kurdî pêwendiyên xwe yên kûr li gel tevgera rizgarîxwaza erebî avabike, lewma di sala (1955)‘de, û di dema ku ew li Şamê bû, gelekî hewil dabû ku pêwendiyan bike bi partiyên netewî erebî re, ku di wê çaxê de li Şam diman, û gava yekem di vî warî de ku pêwendiyên wî derbasî bazinekî berfireh kirin, ew bû ku Mam Celal û Ebdul Rehman Zebîhî di sala (1957)‘de, li Şamê rastî Sedîq Şenşel (Sekretêrê partiya Istiqlal ya Îraqî), bûn, ku ew jî hatibû Şamê li gel şanda partiya xwe ji bo ku beşdarî bikin di (Kongirê qitrî yê erebî)‘de, û pêştir jî pêwendî di navbera Zebîhî û Şenşel de hebûn.

Û di wê hevdîtinê de, û li gor ku Mam Celal di bîrhatinên xwe de dibêje, ku Şenşel ji wan di pirse: (Çima hûn pêwendiyan ava nakin li gel hêzên netewî yên erebî?), Mam Celal bersiva wî da û got: (Em gelekî pêşwaziyê li van pêwendiyan dikin, lê birastî em nizanin ji kû dest pêbikin?), Sedîq Şenşel lê vegerand û got: (Vî karî li benda me bihêlin, emê ji were berdest bikin), û bi rastî jî Şenşel soza xwe bire serî, û zincîreyek civat û hevdîtin ji Mam Celal û hevalên wî re amade dike li gel çend kesayetiyên erebî yên giring li Şamê, û hevdîtina Mam Celal ya yekem li gel Ekrem Horanî bû (Serokê perlemanê sûriya yê wê çaxê), û di vê hevdîtinê de her yek ji (Ebdul Rehman Zebîhî, û Kemal Fû‘ad), ew jî li gel bûn, û diyar bû ku zaniyarên Horanî li ser miletê kurd baş hebûn, û pêwendiyên wî jî baş bûn li gel kurdên bajarê (Hema)’yê.

Piştî hevdîtina Mam Celal li gel serokê perlemanê sorî, êdî (Ebdul Hemîd Serac), jî dîtin, ku wê çaxê berpirsê istixbaratê sûrî bû (Mekteb Sanî), û Serac bi xwe wê çaxê yek ji efserên azad yên desthilatdar bû, û piştgîriya yekîtiya Misir û Sûriya dikir û bû wezîr di wê hikûmetê de, û paşî bû cîgirê (Cemal Ebdul Nasir), û pêwendiyeke xwirt avakiribû li gel malbatên kurdî li Şamê, û di encamê wan pêwendiyan de jineke kurd jî anî, ew jî (Kewser Zilfo Axa)‘bû, û piştî ku kodeta li dijî hikûmeta yekîtiyê rûda bû, Serac çûbû xwe li mala (Rewşen Bedirxan), veşartibû.

Mam Celal di bîrhatinên xwe de dibêje ku Serac di hişê xwede pilanek danîbû ji bo pêkanîna şêweyekî ji şêweyên tevkariya (kuedî- erebî), û dibêje: (Me pêşniyar kir ji Serac re ku hewil bide serok Cemal Ebdul Nasir razî bike, ku ewê biçe serdana Mosko, eger ew li wir karibe Mustefa Barzanî bibîne wê gelekî baş be, ji bo ku bi hevre rêbikevin li ser tevkariyê..), û Mam Celal berdewam dike û dibêje ku Serac pêşwazî li pêşniyara me kir, û ew jî bersiva wan dide û dibêje: (Ezê vê pêşniyarê bigihînim Misrê..), û Mam Celal dibêje ku helwîsta Serac derbarê kurdê sûriya nîgetîv û cîwaz bû ji helwîsta wî derbarê kurdên beşê din.

Mam Celal di bîrhatinên xwe de li ser helwîsta Serac derbarê kurdên îraqê, dibêje: (Serac piştgîriya xwe nîşanda ji xebata me ya çekdarî re, û amadbûna xwe nîşanda ji bo pêşkêşkirina çekan, û fêrkirina çekdarî ji endamên me re, lewma em rêkeftin ku em vegerin û hewil bidin şoreşê vêxin li dijî hikûmeta Nûrî Se’îd, û sûrî û misrî jî wê alîkariya me bikin, û bi hûrî axivîn li ser hêzên pêşmerge û pêwistiyên wan ji çekan û peran, û Serac ji mere got ku ewê her tiştî ji mere pêşkêş bikin, û qaçaxçî jî hene dikarin wan alîkariyan bigihînin nav xaka şraqê, ji xwe em ji aliyê xweve razî bûn bi van pêşniyaran, û me Zebîhî rasipart ku bibe nûnerê me ji bo pêwendiyan bi sûriyan û misriyan re bike..).

 Mam Celal di dema mana wî li Şamê ew li cem vî sînorî ji çalakiyan ne sekinî, û wî Rewşen Bedirxan weke nûnera miletê kurd şande konfiransa miletên ne serbixwe ku li yewnan hatibû li darxistin di sala (1956)‘de, û di wî konfiransî de Mîşêl Efleq jî wek nênerê sûriya beşdar bû, û Rewşen Xan naverûka gotara Mîşêl Efleq veguhest û got ku Efleq bi şêweyekî posetîv li ser pirsa kurdî axivî, û di sal din de (1957), li Qahîre jî kongirek tê li darxistin bi navê (Kongirê tevkariya Afro Asiyewî), carek din Mam Celal biriyar dide û (Ebdul Rehman Zebîhî), di şîne Qahîre ji bo ku weke nûnerê kurd beşdarî wî kongirî bibe, Zebîhî beşdar dibe wek kesayetî lê nikarîbû wek nûnerê kurd beşdar bibe, û Zebîhî hevdîtinê dike li gel serokê Kongir (Enwer Sadat), û li gel nûnerê çendîn welatên din jî yên beşdar di wî kongirî de, û ji wan re li ser daxwaziyên miletê kurd û rewatiya doza wî di axivê, her wiha belavokan jî li ser pirsa kurdî di nav hola kongir belav dike.

Û her di wê salê de, sala (1957), Mam Celal û hevalên xwe dest bi pêwendiyan kirin li gel berpirsên Misrî, û karîbûn li gel wan pêwendiyan ava bikin, û wan (Kemal Eldîn Rifet), jî dîtin, ku ew bi xwe jî yek ji wan efserên azad bû yên gelekî nêzîkî Cemal Ebdul Nasir bû, û di encamê wan pêwendiyan de karîbûn beşê kurdî di radiyoya Qahîra de damezirînin û bexiş bikin, û ev jî gaveke berfireh bû di warê pêwendiyan de li gel ereban, û vê hingavê dengekî mezin û bilind li dûv xwe hişt bû di warê belavkirina silogana biratiya (kurdî- erebî)‘de, û danasîna pirsa kurdî erebî, û ev pêwendî bûne dergehê serekî ku têkiliyan bi serokê misrê (Cemal Ebdul Nasir)‘re bikin, çimkî di wê çaxê de ew bûbû lehengekî netewî di cîhana erebî de piştî ku kenala siwês rizgar kiribû, lewma pirotistokirina wî ji şerê re li dijî kurdan, û piştgîriya wî ji hukmê etonomî re li kurdistana îraqê, û daxwaziya wî ji çareserkirina pirsa kurdî re bi şêweyê aştiyane û rewa, evan helwîstên wî bandoreke mezin dabû ser raya giştî ya erebî û cîhanî, û ew ber bi xebata miletê kurd ve kişandbûn.

 

MAM …LI ŞAM (8)

(Dayika dilovan.. Rewşen Bedirxan)

Em nikarin li ser mana Mam Celal bi axivin dema ku li Şamê bû di salên pênciyê de ji sedsala bîstan, eger em navê Emîre (Rewşen Bedirxan), di bîra xwe ne înin, ji ber ku mala wê di wê çaxê de bûbû mîna hêlîneke aram, û hemî kurdên ku dihatine Şamê li wir di civiyan û di hatin hembêz kirin, çi ji kurdên sûriya yan jî kurdên parçeyên kurdistanê yên dinê ku serdanî Şamê dikirin, û mala wê navendek bû ji hevdîtina kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û kultûrî yên kurdî û kurdistanî re, û di pêşiya wan de jî Mam Celal.

Lewma, her ji dema ku Mam Celal piyê xwe danî ser xaka Şamê di sala (1955)‘de, mala Rewşen Xan jêre bûbû penagihek, û ew ji wê malê nehate birîn ta ku li Şam bû, û li ser vê qonaxê Mam Celal li berdem komelek rewşenbîr di axivê, ku di (23.4.2004), li hevîngiha Dokan kom bûbûn bi boneya salvegera Rojnamegeriya Kurdî, û derbarê Rewşen Xan Mam Celal dibêje: (Çaxê ku em li Şamê bûn, mala Rewşen Bedirxan penagiha me bû, me pena dibire wir her dema ku me hest bi tirs û nîgeraniyê dikir, û hin carên dinê jî em diçûne mala wê dema ku me bêriya xwarina dayika xwe dikir, çimkî mala wê mîna mala her kurdekî bû, û wê jî xwe dayika her kurdekî didît..).

Rewşen Bedirxan xwe ji alîkariya her kurdekî ku pena biribane mala wê ne dida paş, û hewil dida ku hemî pêwendiyên xwe bi karbîne û sûd li wan pêwendiyan wergire di rêvebirina karûbarê wan kurdan de, û dema ku Mam Celal hate girtin di sala (1957)‘de, li ser sînorê (sûriya û îraqê), ji ber ku ew bi belgeyên sexte yên ne yasayî di derwaza (Til Koçe)‘re, derbas bûbû, û ew hatibû guhestin bo zîndana Hesekê (Hisiça), û piştî ku bêçare dimîne êdî pêwendiyê bi Rewşen Bedirxan re dike û rewşa xwe jêre dibêje, ew jî ji aliyê xwe ve yekser pêwendiyê bi Eqîd (Mihemed Zilfo)‘re dike û wî radispêre ku vê kêşeyê çareser bike, û bi rastî jî ew efserê kurd Mam Celal ji zîndanê azad dike, û piştî ku digihe Şamê pêwîstiya wî bi belgeyên fermî çêdibe ji bo ku biçe Warso beşdariyê bike di kongireyê xort û qutabiyên cîhanî de, û tevî ku hîç riyek tunebû Mam Celal wan belgeyan  bi dest bixe, lê Eqîd Mihemed Zilfo li ser daxwaza Rewşen Xan ev pirs li xwe girt û soz da ku çareser bike, ji ber ku pêwendiyên wî yên xêzanî hebûn li gel (Ebdul Hemîd Serac), ku ew bixwe zavayê malabata Zilfo Axa bû.

Rewşen Bedirxan, li gor gotina nivîskar (Dilawerê Zengî), gelekî guhdan bi Mam Celal dikir û ew weke yekî ji zarikên xwe di jimar, cilê wî di şûştin û xwarin jî jêre amade dikir, û ew cuda dikir ji hevalên wî yên dinê, û di got: (Bê goman gelek xebatkerên kurd yên çalak hene di warê rêxistinî de, lê Mam Celal ji bilî karê wî yê rêxistinî, ew di warê siyasî de jî siyasetmedarekî zîrek û jêhatiye, û pêşeroja wî ya siyasî wê gelekî geş û giring be..), û di vî warî de Sînem Xan (Keça berêz Rewşen Bedirxan‘e), jî ji mere di got ku: (Mam Celal berdewam di hate mala me, û ew her dihat yekser di pirsî: We çi xwarin çêkiriye? û carekê daiyka min jêre got ku xwarina me bi tenê nan û penîre, Mam Celal jî bi henekî lê vedgerîne: Eger wa bê, xwa hefîz !), Sînem Xan axaftina xwe li ser Mam Celal berdewam dike, û dibêje: (Bi rastî Mam Celal kesekî gelekî wefadar bû û dest vekirî bû li gel me, û piştî ku hevjînê min xaneneşîn bû, û Mam Celal zanî bû ku ew mûçeyê xaneneşînî beşê me nake, yekser mûçeyekî mangane û baş ji mere terxan kir, û ev alîkariya wî berdewam kir ta ku çû ser dilovaniya xwe, herwiha li Silêmaniyê qutabxaneyek vekir bi navê dayika min Rewşen Bedirxan, ev ji bilî ku wî ferhanga bavê min Celadet Bedirxan jî di sala 2009’de çapkir li ser erkê xwe yê taybet û erkê berêz Hîro Xan..).

Wek rêzgirtinekê ji bîrhatina Rewşen Bedirxan re, û wefadariyekê ji xizmeta wê re ji bo pirsa kurdî, Mam Celal bi alîkariya her yek ji (Ebdul Hemîd Derwîş, û Kemal Burqayê), di (30.4.1997)‘de, bi nûjen kirina aramgeha (Rewşen Salih Bedirxan), û ya hevjînê wê (Celadet Alî Bedirxan), û ya kalikê wê (Bedirxan Mîrê Botan), rabû û avakir, ku ew aramgih di keve nav goristana (Mewlana Xalidê Neqşebendî)‘de, li taxa (Ruknel Dîn), li Şamê.

Rewşen Bedirxan (1909- 1992), kiye? Ev jina kurd ya rewşenbîr û nivîskar û wergêr û perwerdekar, ew keça Salih Bedirxane, ji dayikbûya bajarê Istanbolê ye, ku ji wir hatiye veguhestin li gel malbata xwe bo Şamê di sala (1913)‘de, û li vir jî xwendina xwe ya (Xana Mamostayan), bi dawî aniye di sala (1923)‘de, û li gel kur mamê xwe Celadet Alî Bedirxan hewsergîrî kiriye û zewiciye di sala (1935)‘de, û bûye endam di yekîtiya jinên sûrî de, û nûneratiya wan kiriye di kongirê cîhanî yê jinan li Qahîre di sala (1944)‘de, û di radiyoya sûrî de karkiriye di sala (1947)‘de, û her wiha li gel girûpek rewşenbîrên kurd Komeleya Vejînkirina Kultûra Kurdî li sûriya damezirandiye di sala (1955)‘de, û ew ji aliyê Mam Celal ve hatiye şandin bo Yewnan ku nûneratiya miletê kurd bike di kongirê nehiştina kolîdar û regezperestiyê di sala (1956)‘de, û Rewşen Xan gelek ziman dizanîn li tenişt zmanê xwe yê dayikê, mîna zimanê Erebî û Firensî û Turkî û Ingilîzî û ta radeyeke baş jî zimanê Elmanî, û di dawî de li bajarê (Baniyas) koça dawî kir di sala (1992)‘de, û di goristana Mewlana Xalid de li taxa Ruknel Dîn hate veşartin.

Ev Emîra kurd ya rewşenbîr di wê qonaxê de naskirî bû bi bîra û ramanên xwe yên netewî yên kûr, û bi hestên xwe yên bilind derbarê xelkên kurd, û ew mîna konekî bû ku bi dihan rewşenbîr û siyasetmedarên kurd xwe di binde komdikirin, û ew bûbû dayika hemiyan ya dilovan.

 

MAM …LI ŞAM (9)

(Ûleme.. wek nûnerê kurdên sûrî)

Çaxê  ku Mam Celal li Şam bû di salên pêncî de ji sedsala bîstan, komelek rewşenbîr û ronakbîrên kurd weke bazinekî li dor wî kom bûbûn, alîkariya wî dikirin û li gel wî bûbûn wek tîmekî karîger di nav aliyên erebî de, bi armanca danasîna wan aliyan bi pirsa kurdî ya rewa, û avakirina pêwendiyan li gel wan di jêr diruşma xurtkirina (Biratiya Kurd û Ereb), her wiha vî tîmî kar dikir di nav kurdên sûriya de bi armanca navtêdana wan û şiyar kirina bîr û hestê wan yê netewî, û avakirina partiya wan ya siyasî, û mamoste Ebdul Rehman Zebîhî (Ûlema), di pêşiya wan rewşenbîran de bû ku her di wê demê de li Şam cîbicî bûbû, û bi hemî karîbûna xwe li tenişt Mam Celal di sekinî û mil bi mil li gel wî ew berpirsiyaretiya dîrokî hildigirt.

Mam Celal li Şamê, û li mala Rewşen Bedirxan (Ebdul Rehman Zebîhî), di bîne, ku ew jî nû gihiştibû Şamê di sala (1955)’de, û ewan êdî bi hevre dest bi kar kirin ji bo damezrandina yekem partiya kurdî sûrî, û di vê derbarê de Mam Celal di bîrhatinên xwe de (Dîdara Temen), di bêje: (Çaxê ku em ji sûriya derçûn ber bi Ewrûpa ve sala (1955), me wê çaxê dendika damezirandina partiyeke kurdî çandibû mîna partiya me..), herwiha Mam Celal di hevdîtineke xwede li gel Elî Kerîmî di pirtûka (Jiyan nameya Ebdul Rehman Zebîhî)’de, li ser rola Zebîhî di damezirandina vê partiyê de li sûriya, di axive û di bêje: (Wê çaxê mamoste Ebdul Rehman Zebîhî karîbû navtêdana xortên kurd yên sûrî bide ji bo avakirina partiya xwe, û bi taybet mamoste Osman Sebrî, û Ebdul Hemîd Derwîş ku wê çaxê ew xortekî gelekî çalak bû, û mamoste Zebîhî karî bû li gel wan bîrokeya damezrandina partiya demoqrata kurdî li sûriya bi meyîne û avabike, û Zebîhî di vî karî de destê wî dirêj bû.. ).

Zebîhî bi hemahengî li gel Mam Celal karîbû di ruyê Kurdên Kosmopolîtî‘de, bi sekine û pirtûkekê li ser vî babetî bi nivîse dibin navê (Bersivdan li ser Kosmopolîtiyê), û li dijî wan belav bike di sala (1957)‘de, û wê çaxê ev pirtûk bangek bû di nav aliyên siyasî de, û qîreke bilind bû di ruyê wan kesan de ku hebûna netewî ya kurdî tunedikirin û xwe ji kurdîtiya xwe dişûştin, û vê helwîsta Zebîhî bandoreke mezin hişt li cem damezrênerên pêşî yên partiya kurdî li sûriya, û bû navtêdanek ji wan re ku bi wê gava xwe ya dîrokî rabibin, û Mam Celal jî vê yekê tekez dike û di bîrhatinên xwe de dibêje: (Çaxê ku em ji sûriya çûne Ewrûpa di sala 1955’de.. Bîra Kosmopolîtî li wir gelekî belav bûbû, û di vî warî de Zebîhî bi navê Mehmod Ehmed Şinoyî namilkeyek li dijî Kosmopolîtiyê belav kir, naverûka wê namilkeyê ew bû ku em tev kurdin, û tev mirovin, lê mafê her miletekî heye ku xebata xwe ya serbixwe bike ji bo rizgarkirina xwe ya netewî, û miletê kurd jî yek ji wan miletane..).

Ebdul Rehman Zebîhî, ew kilîl bû ku Mam Celal bi alîkariya wî karîbû dergihê pêwendiyan li gel aliyên erebî veke, û derbasî cîhana erebî bibe, û di vê derbarê de jî di bîrhatinên xwe de dibêje: (Em, mamoste Zebîhî û Dr. Kemal Fû’ad û Ez, rojekê em bi hevre li Şamê di meşiyan, û me ji nişkave heryek ji Sedîq Şenşil ku sekretêrê partiya rizgarîxwaza erebî bû, û cîgirê wî Fayiq El’samurayî dîtin, û ji ber ku mamoste Zebîhî ew herdû kes pêştir nasdikirin, li rewşa wî pirsîn, wî jî em bi wan dane naskirin, êdî bi riya wan me karîbû hevdîtinê bikin li gel serokê perlemanê sûrî Ekrem Horanî, herwiha li gel serokê partiya Be’is Mîşêl Efleq jî me hevdîtin kir, û li gel serokê dezgihê hewalgeriya siyasî Ebdul Hemîd Serac jî em rûniştin..).

Û bi vî rengî, Zebîhî bi alîkariya Mam Celal karîbû bibe wek baliyozê doza kurdî di nav aliyên erebî de li sûriya û li misrê, nexasim piştî ku navê serok (Cemal Ebdul Nasir), wek simboleke netewî di cîhana erebî de hatibû bihîstin piştî ku wî Kenala Siwês vegerandibû di sala (1956)’de, û helwîsta wî jî ta radeyekê baş bûbû derbarê kurdan, êdî Zebîhî karîbû bi riya pêwendiyên xwe yên kesayetî beşdarî bike di kongirê yekem de yê miletên Asiya û Efrîqiya ku li Qahîre hatibû li darxistin di sala (1957)’de, û karî bû (Enwer Sadat), bibîne, ku wê çaxê wî serokatiya vî kongirî dikir, û piştire (Kemal Rife’t), jî dît, û bi riya wî karîbû misriyan razîbike bi vekirina beşê kurdî di radiyoya Qahîra de (1957- 1968).

Bê goman, di wê çaxa ku Ebdul Rehman Zebîhî li Şam bû di orta salên pêncîde ji sedsala bîstan, wî bi alîkariya Mam Celal karîbû roleke serekî û karîger bilîze di damezirandina yekem partiya siyasî kurdî de li sûriya, lewma em dikarin wan herdiwan ji damezrênerên pêşî yê yekem partiya siyasî kurdî li sûriya, bi hejimêrin, ewên ku bikiriyar beşdarbûn di damezirandina vê partiyê de, herwiha bi hevre kar kirin ji bo avakirina pêwendiyên giring li gel aliyên erebî, yên fermî û ne fermî li misir û sûriya, ew pêwendiyên ku rêxweşker bûn ku Cemal Ebdul Nasir helwîsteke posetîv ji pirsa kurdî bigire, û bi taybet li îraqê, û herwiha rêxweşker bû ku Cemal Ebdul Nasir pêşwaziya serkirdayetiya kurdî bike, û ji bo amadakariyên vegera Barzanî piştî serkeftina şoreşa Ebdul Kerîm Qasim di sala (1958)’de.

Ne ji xwede bû ku Ebdul Rehman Zebîhî (Îsa Zebîhî), nûneratiya kurdên sûrî li bexdadê bike, û di wê çaxê bi xwede Mam Celal jî nûneratiya qutabiyên kurdistana îraqê bike, û bi hevre pîrozbahiya Ebdul Kerîm Qasim bikin bi boneya serkeftina şoreşa wî û wergirtina wî ji postê serok wezîrê îraqê re, lê vê nûneratiyê bi xwe bandor û karîgeriya wan ya rasteqîne li cem serkirdayetiya partiya demoqrata kurdî li sûriya dida nîşandan, û rola wan diyar dikir di pêşwaziya vê buyera mezinde ya li îraqê rûdaye ku ji qazanca pirsa kurdî didîtin, û rojnameya fermî ya îraqî ev nûçe li ser sînga rûpelê xwe yê pêşî belav kir bû, dibin navnîşana (Şanda qutabiyên kurdistana îraqê, û şanda kurdên herêma bakur ya komara erebî ya yekbûyî, li gel berêz serok wezîr civiyan di avahiya wezareta bergiriyê de, di roja pêncşemê de 18.9.1958), û deqa wê nûçeyê eve: (Berêz pêşewa Ebdul Kerîm Qasim serok wezîrê îraqê, sibiha doh li avahiya wezareta bergiriyê pêşwazî kir li şanda qutabiyên kurdistana îraqê, li gel şandekê ji kurdên herêma bakur ya komara erebî ya yekbûyî, û mamoste Celal Talibanî ku yek ji endamê şanda qutabiyên kurdistana îraqê bû gotineke xweş pêşkêş kir, û mamoste Îsa Zebîhî ku yek ji endamên şanda herêma bakur ya komara erebî ya yekbûyî bû, wî jî gotinek xwend têde hestê xwe yê rasteqîne derbirî di derbarê komara îraqî de..).

 

MAM …LI ŞAM (10)

(Li Qamişlo di nav heval û kesûkarên xwede)

wek me di xelekên berê de jî gotiye, Mam Celal di dema ku li Şamê bû di salên (1955- 1958)‘de, bi hemî karîbûna xwe piştgîriya damezrênerên Pêşî (Osman Sebrî, Ebdul Hemîd Derwêş, Hemza Niwêran)’kir û nav di wan dida ku partiya xwe ya nû avabikin, her wiha pêwendiyên xwe yên berfireh xiste xizmeta danûsitandinê de li gel rêxistinên kurdî yên ku di wê demê de hebûn, mîna (Civata Ykîtiya Xortên Dîmoqrat yên Kurd li Sûriya, Rêxistina Azadî..), û li gel kesayetiyên niştimanî, mîna (Dr. Nûredîn Zaza, Ceger Xwîn û Şêx Mihemed Îsa..), û bi serkeftî wî ew komkirin li dor (Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya ).

Mam Celal dest bi pêwendiyan kir li gel Dr. Nûredîn Zaza, ku di sala (1956)‘de, ji ewrupa vegeriya bû sûriya û dîploma dektora di Zanistên Civakî de bi dest xistibû, û Mam Celal hewil dida wî razî bike ku were nav vê partiya nû, û postê serokê wê wergire, û di vî warî de Dr. Nûredîn Zaza bi xwe di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Jiyana min ya kurdî), dibêje: (Tevî mijûlbûna min wek mamosteyê perwerde û civakê li zankoya Şamê, lê min dest bi cîbicî kirina erkê xwe kir, û di vî warî de Mam Celal alîkariya me dikir..).

Bi rastî, Mam Celal dûdilî nedikir di alîkariya Dr. Nûredîn Zaza de ji bo cîbicîkirina erkê xwe yê dîrokî, û zû pêwendî kirin bi rêxistina (Azadî)‘re, ku helbestvanê kurd (Ceger Xwîn), bi xwe serokatiya vê rêxistinê dikir, û wî jî ji aliyê xwe ve zû daxwaza Mam Celal cîbicîkir û rêxistina xwe hilweşand û tevlî rêzên (Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya)‘ bûn, û ji endamên wê yên xwiya û naskirî ku li gel Ceger Xwîn hatibûn nav partiyê, ev bûn: (Zubêr Hesen, Mecîd Haco, Mihemed Fexrî, Osman Osman, Beşîr Mele Sebrî..), lê yên ku bi vê biryara Ceger Xwîn razî nebûn û erê nekirin, ev bûn: (Şêxmûs Qerqatî, û Şêxmûs Şêxê..)‘bûn. Herwiha Mam Celal û Nûredîn Zaza ji Şamê berê xwe dane bajarê Qamişlo ji bo ku raya giştî ya kurdî li dor partiya nû kom bikin û bi civînin, û Mam Celal bi amade bûna Dr. Nûredîn Zaza li wir civînek li mala (Dr. Ehmed Nafis), li darxist di (30.11.1958)‘de, li gel (Samî Namî, û Derwêşê Mele Silêman), ku herd nûnerên (Civata Yekîtiya Xortên Demoqrat yên Kurd li Sûriya)‘bûn, ya ku di (21.4.1954)‘de, hatibû damezrandin, û di vê derbarê de Samî Namî di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Dîmenin ji Dîroka Winda), ji Mam Celal re dibêje: (Hûn dizanin ku Civata Yekîtiya Xortên Demoqrat yên Kurd li Sûriya, li gor dîtina me, ew yeke ji rêxistinên siyasî yên gelekî zengîn bi çalakî û bi jimara endamên xwe, lê tevî vê yekê jî me li ser daxwaza we biriyar xwe daye ku em civata xwe hilweşînin û têkevin bin sîwana Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya.. û ji îro bi şûnde çi ji me jî were xwestin emê bikin..).

Hêjayî gotinê ye ku Mam Celal û Nûredîn Zaza ji Şamê hatibûn Qamişlo bi behana beşdarîkirinê di şahiya veguhestina bûka (Samî Ehmed Namî)‘de, ku ew aheng hatibû li darxistin di (28.11.1958)‘de, û komelek kesayrtiyên kurd yên diyar û naskirî jî beşdarî di vê ahengê de kiribûn, ji wan (Ehmed Nafis, Arif Ebas, Silêman Haco, Ebdê Têlo, Hesen Huşiyar, û helbestvan Tîrêj..), û Samî Namî di vê pirtûka xwe de dibêje ku di destpêka Ahengê de Silêman Haco gotinek pêşkêş kir û bi xêrhatina Mam Celal kir ku îro di nav wande beşdar û amadeye, û ew bi vî rengî pêşkêşî beşdaran kir: (Ev heval û birayê me Celal Talebanî ye, mêvanekî meyî ezîze, ji kurdistana Îraqê hatiye û bi me re beşdarî vê şahiyê bûye. Em dibêjin ser çavan hatî û bi navê we ez doza gotinekê lê dikim..), herwiha Samî Namî di pirtûka xwe de dibêje ku Mam Celal bûk û zava pîroz kirin, û gotinek pêşkêşî beşdaran kir, û got: (Ez ne mêvanim, ez îro li mala xwe me, di nêv gel û hevalên xwe de me. Gava kurdek ji parçeyekî kurdistanê diçe parçeyekî din, wek ku mirovek di mala xwe de, ji odeyekê têkeve odeyeke din..), herwiha di wê şahiyê de Dr. Nûredîn Zaza jî gotinekê pêşkêş dike û dibêje: (Em bi vê hevdîtinê gelek kêfxweşin.. Ez ji xort û keçên kurd di xwazim ku bi xwînin û tevlî tevgera miletê xwe bibin, xwendine ya ku şopa azadiya gelan ronî dike û wan serfiraz dike..).

Bi vî rengî ew şahî bû weke mehrecaneke netewî. Bi rastî destekî Mam Celal yê dirêj hebû di hilweşandina wan rêxistinên kurdî ku di wê demê de hebûn, û di komkirina wan di jêr sîwana (Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya)‘de, her wiha roleke wî ya berbiçav jî hebû di destnîşan kirina Dr. Nûredîn de wek serok ji vê partiyê re..

MAM … LI ŞAM (11)

(Komîta Amadekar û Şanda Kurdî li Mehrecana Mosko)

Piştî ku Mam Celal pilêta (Lîza Pas)‘ê bi destxist, ku karibê ji Şamê biçê Mosko ji bo beşdariyê bike di mehrecana cîhanî ya xwendevan û xortan ku di sala (1957)‘de, li Mosko hatibû li darxistin, êdî wî hewil da ku karibê her yek ji (Sînem Bedirxan, Ebdul Rehman Zebîhî, Hejar Mukiriyanî û Izedîn Mistefa Resûl), jî li gel xwe bibe wê mehrecanê, û ew bi fermî hatin xwestin ku beşdar bibin, lê komîta amadekar ya mehrecanê li Şamê erê nekir û li dijî beşdariya wan rawesta, nexasim li dijî beşdariya (Izedîn Resûl), ku wê çaxê ew endam bû di partiya komonista îraqî’de, lê pêwendiyên wî yên xurt hebûn li gel Mam Celal û hevalên wî.

Û ew bi xwe li ser babetê dûrxistina wî ji beşdarîkirina di vê mehrecanê de, di hevdîtinekê de li gel (Elî Kerîmî), ew di bêje: (Çaxê ku min pilêta xwe bire cem komîteya mehrecanê ya amadekar li Şamê, kesekî bi navê Mihemed Salih ku endamê mekteba siyasî ya partiya komonista îraqî bû, wî wê çaxê yekser li min vegerand û got: Eger me bi xwestane te bişînin mehrecanê, me bi asanî karîbû te bi şînin..), her wiha Izedîn Resûl derbarê hersiyên dinê jî, dibêje: (Dr. Ebdul Rehman Qasimlo pêwendî kiribû bi baliyozxzna Çîkî re û vîsa wergirtibû ji Sînem û Zebîhî û Hejar’re.. lê ji ber ku hersê ne bi riya komonistên sûrî’re çûbûn lê bi riya Qasimlo çûbûn, êdî gelekî tore û aciz bûbûn, lewma komonistan baliyozxana Çîkî agahdar kiribûn ku rê nedin wan biçin Mosko..).

Herwiha Hejar Mukiriyan, ku Mam Cela navê wî jî xistibû nav lîsta şanda kurdîde, û ew wê çaxê li bajarokê (Tirbespiyê), rûniştbû, wî bi xwe jî li ser vê bûyerê di pirtûka xwe ya bi navê (Çêşta Micêwir), yan jî (Xwarina Feqehan)’de, gotiye ku nameyek ji Mam Celal gihiştiye destê wî di havîna sala (1957)’de, û têde hatiye: (Li ser biriyara kongirê partiya komonista îraqî ku di payîza sala 1956’de hatiye li darxistin, ewan erêkirine ku şanda kurdistan serbixwe beşdar bibe di mehrecana Mosko de û bi azadî bi axive li ser pirsa kurdî, û Mam Celal ji min xwestiye ku ez xwe amade bikim ji bo beşdarî kirinê di mehrecanê de..), û di vî warî de jî Hejar di pirtûka xwe de di bêje ku komîta xwecihî ya partiya komonista sûrî li bajarê Qamişlo wê jî ragihandibû ku her kesekî bixwaze beşdarî bike di Mehrecana Mosko de, pêwiste navê xwe li cem vê komîtê bi nivîse û (600) lîreyê sûrî bibexşê ji bo partiyê, û dibêje: (Min dest pêkir bi daneheva wanpereyê pêwist, û ya rastir min dest bi parsê kir ta ku min karîbû nêzîkî şesed lîreyê sûrî bidim hev ji bo çûna xwe..).

Û piştî ku Hejar gihişte Şamê û çû serdana komîta amadekar ji bo wergirtina piştgiriyê û bi destxistina vîzayê, di bêje: (Dema ku min ji wan re got ku kurd wê bi şandeke serbixwe başdarî bikin di vê mehrecanê de, weke şêt û dînan yekser gotin ku ev yek her nabê, û çaxê min ji wan re got ku partiya komonist bi xwe ev biriyar daye, yekî ji endamê wê komîtê bi tore bûn bersiva min da û got: Bere biriyarê wan serê wan bixwe).

Derbarê ku komonistan nehiştin (Sînem, Zebîhî û Hejar), biçim Mosko, Mam Celal di pirtûka (Dîdara Temen)’de, di bêje: (Tu kesî li ser çûna wan hersiyan erê nekir, ne şandakomonist ya îraqî û ne jî ya sûrî, lewma ewan biriyar da ku li gel Sînem Xan bi riya Elmaniya biçin Mosko, lê rê bi wan ne hate dan ku ji Elmaniya derbasî Mosko bibin, êdî ew neçar ji wir vegeriyan Şamê, piştî ku gelekî westiyan û mandû bûn..).

Bê guman, ne bi dilê herdû partiyên komonist li sûriya û li îraqê bû ku kurd ser bixwe beşdarî di wê mehrecana cîhanî de bikin, û wê çaxê bi wan ne xweş bû ku hestê netewî di komlgeha kurdî de bi pêşve biçe û xurt bibe, ji ber ku ew komelgeh bi bê rikaber di jêr bandor siyasî ya herdû partiyan de bû, lewma helwîsta nîgetîv ya komîteya amadekar ne ji valahiyê dihat, û Hejar vê yekê tekez û dûpat dike di pirtûka xwe de, û di bêje ku partiya komonista sûrî pêncî kes tevlî şanda xwe birin mehrecana Mosko û di beramber de heriyekî ji wan (600) lîreyên sûrî sitandin ji bo partiya komonist, û piştî vegera wan, dest bi gazinan kirin û gotin: (Di yekem roj de ku em gihiştin Mosko, bi navê heval Xalid Begdaş, ji mere bi eşkere gotin qet nabê bi bêjin ku hûn kurdin, û ji me xwestin em cilê erebî li xwe bikin, û desmal û igalê li ber xwe bikin, û pêwiste em bi bêjin ku em ji erebên sûriyane, gef û hereşe jî li me xwarin ku divê bi bêjin em erebên sûriya ne, û gotin ku her kesê ji vê gotinê derkevê ewê berdin wan û ji nav xwe wan der bikin..).

Wek bersivadanekê li dijî vê helwista wan ya kosmopolîtî, ewan endaman piştî ku ji Mosko vegeriyan dest bi gilî û rexneyan kirin li dijî partiya xwe, lê tu guhdan bi gazin û rexneyên wan ne hate kirin û partiya komonist ew endamên ne razî zû ji nav rêzên xwe derkirin, û di pêwendiyeke telîfonî de li gel parêzerê kurd (Osman Osman), ku ew wê çaxê endamê partiya komonist ya sûrî bû, û herwiha endamê şanda wê partiyê bû, wî ji bi zelalî ji mere got: (Osmanê Biro jî li gel me bû dema ku em li ser pişta gemiyê ber bi mehrecana Mosko ve diçûn, ew jî berpirsekî komonist bû û bi regeza xwe jî kurd bû, naskirî bû bi helwistên xwe yên kosmopolîtî li dijî kurdan, wê çaxê wî gef li me xwarin û li me qedexekir ku em pêwendiyê bikin li gel herdû şandên beşdar di vê mehrecanê de, şandê kurdî û şandê israîlî, bi behana ku divê em Be’isiyan aciz nekin û wan ne xeyidînin, lê ez pabend nemam bi gotina wî ve, û min yekser pêwendî kirin li gel şanda kurdî û li gel Mam Celal ku di wê mehrecanê de ew gelekî diyar û çalak bû, û ciyê rêzgirtina tevan bû, û ew car yekem bû ku min ew dît û min gelek wêne li gel wî girtin..).

Her wiha Osman Osman çîrokeke xweş anî bîra xwe ku ew bi xwe şahid bû li ser, û got: (Li Odîsa em beşdarî semînerekê bûn, di wê semînerê de serokê şanda îraqî ji Mam Celal xwest ku ew gotina şanda îraqî bi bêje, û çaxê ku Mam Celal li ser kurd û pirsa wî ya rewa di axivî, xortrekî ereb ji nav beşdaran nerazîbûna xwe ji gotina wî nîşandan dida û xeber jêre di dan, û di got ku bê guman evê di axivê kurde, û li hev hatibû ku Qedrî Can jî li pişt wî xortî rûniştî bû û dengê wî hatibû guhê wî, lewma piştî bi dawî hatina semînerê yekser Qedrî Can bi herdû destan bi sînga wî xortî girtibû, ku navê Selah El’dihnî bû û vê paşiyê bûbû rexnegirekî sînemayî bi nav û deng li sûriya, û Qedrî di xwest wî pîs bikê, û her di got: (Vî kûçikî xeber ji Mam Celal’re didan..).

Osman Osman berdewam dike di axavtina xwe ya telîfonî de û di bêje: (Piştî vegera me ji Mosko, me êdî dest bi rexna kir li dijî helwista nîgetîv ya şanda partiya komonist ya sûrî ku beramberî şanda kurdî nîşan dida, û me nerazbûna xwe nîşanda li dijî wê helwistê, û her bi wê sedemê me bi hevre destê xwe ji endamîtiya partiya komonist kişand..).

Bi vî şêweyî, û tevî astengiyên ku li Pêşiya bêşdariya Mam Celal û şanda wî derketin di mehrecana Mosko de sala (1956), ku ew astengî hatibûn dirustkirin jî aliyê hin endamên şanda partiya komonist ya sûrî û ya îraqî, lê tevî vê yekê jî Mam Celal serkeftin bi dest anî di cîbicîkirina erkê xwe de, çi di warê beşdarbûna wî ya aktîv û çalak di karûbarê wê mehrecan de ku wek şandeke kurdî serbixwe çalakî dikirin, yan jî ku bi serkeftî karî bû Mele Mistefa Barzanî bibînê, ew dîtina ku bûbû dergihekî serekî ji bo vegera Berzanî piştî serkeftina şoreşa Ebdul Kerîm Qasim li îraqê di sala (1958)‘de.

MAM …LI ŞAM (12)

(Beşê Kurdî di Radiya Qahîra de)

Di nîvê dawî de ji salên pênciyan yên sedsala bîstan, Mam Celal, ew xortê nûhatî ku li Şamê penaber bû, di wan guhertinan de gihiştbû ku navçe bi giştî û bi taybet Misir û Sûriya dabûne ber xwe, û bi zîrekiya xwe ya xwezayî û jîrbûna xwe ya tûj bîra metirsiya wê qonaxê dibir li ser pêşeroja miletê kurd, û bîra giringiya dagirtina wê valahiyê dibir ku serokê partiya wî Mele Mistefa Barzanî li şûna xwe hiştibû bi sedemê nebûna wî di meydana siyasî de, êdî wî dûdilî nekir di hewildanên xwe de ji bo ajotina pirsa kurdî nav bazinê vê nakokiyê û dijberiyê, nexasim piştî ku Mam Celal piştgiriya Mele Mistefa Barzanî bi xwe jî wergirtibû di çaxê ku ew li Mosko dîtibû di sala (1957)’de, ew dijberiya ku gihiştibû astê dawî bi pêkanîna Hevbendiya Bexdadê di sala (1955)’de, ji ber ku armanca vê hevbendiyê ew bû zinareke bergiriyê avabikin û navçeyê bi parêzin ji destdirêjiyên Soviyêt û wê ji bandora komonistan jî dûr bixin, ev pîlan pêştir ji aliyê wezîrê derve yê Emerîkî (Foster Dalas), bi xwe ve hatibû hûnan û dariştin, ku naverûka wê hevbendiyê tekeze dikir li ser bergiriya hevbeş di navbera wan dewletên endam de li dijî her yaxîbûn û êrîşekê ku li dijî (Îraq, Turkiye, Îran û Pakistan..) were rûdan di pêşerojê de, û di rastiyê de mebest ji naverûka vê gotinê her tevgera rizgarî xwaza kurdî bû.

Û li ser bingeha xwendina wî ya hûr ji wan helûmercan re ku navçe dabûne ber pêlên xwe, û li ser bingeha têgihiştina wî ya kûr ji şêweyê dijberiyê re ku baskên xwe berdabûne ser deverê, Mam Celal ji Şamê destpêkir bi avakirina pêwendiyan li gel serok Cemal Ebdul Nasir ku wê çaxê ew bi tûndî li dijî hevbendiya Bexdadê disekinî û bi hemî karîbûna xwe kardikir ji bo wê beravêtî bike û hilweşîne, û bi vê mebestê Mam Celal li Şamê di sala (1957)’de, hevdîtenek kir li gel Kemal El’dîn Rif’et (Wezîrê Karûbarê Serokatiya Komara Misrî), û bi riya wî çend daxwazek pêşkêşî serok Cemal Ebdul Nasir kir, û jê xwestibû ku beşê kurdî di radiya Qahîra de vekê, û şandeke kurdî li Qahîra pêşwazî bike, her wiha di çaxê serdana xwe de ji bo Mosko hewil bidê hevdîtinekê li gel Mele Mistefa pêkbîne, û di dema ku Mam Celal sala (1988), hevdîtina rojnamevanî li gel Xesan Şerbil kir bi navnîşana (Mam Celal di bîra xwe tîne), Mam Celal dibêje: (Piştre me bersiv wergirt ku Ebdul Nasir ew daxwaziyên me erê kirine, û bi rastî jî beşê kurdî di radiya Qahîra de vekir di sala 1957’de).

Mam Celal di giringiya hebûna radiyokê bi zimanê kurd gihiştbû, ji bo danasîna pirsa kurdî ya rewa di nav raya giştî de, di çarçewê vî şerê ragihandinê de yê ku bê sînor di navbera (Misir û Îraq)’de rûdaye, û di vî warî de nivîskar (Ebdul Celîl Salih Mûsa), di pirtûka xwede ya bi navnîşana (Cemal Ebdul Nasir û Pirsa Kurdî li Îraqê), dibêje: (Miletê kurd wê çaxê pêwîstiya wî gelekî hebû bi hebûna radiyokê bi zimanê kurdî ku daxwaz û hest û hêviyên wî nîşan bide, ji ber ku ta wê çaxê ragihandina kurd tenha belavok bûn, û nîşana vê yêkê jî ewe ku Mam Celal di sala 1957’de, nameyek şandibû ji berêz Berzanî re dema ku li Soviyêt dijiya, û di naverûka wê nameyê de jê dixwaze ku hewil bide ji bo hikûmeta Soviyetî razî bike ku radiyokê bi zimanê kurdî veke..), û kak Mes’ûd Berzanî bi xwejî deqa vê nameyê di pirtûka xwede belavkiriye, ya bi navnîşana (Şoreşa Barzan sala 1945- 1958).

Bi rastî, bersiva her yek ji (Îraq, Turkiye û Îran), gelekî tûnd bû li beramberî wê destpêşxeriya Mam Celal ku pêşkêşî Ebdul Nasir kiribû derbarê vekirina beşê kurdî di rdiyo’ya Qahîre de, wê nerazîbûnê giringiya wê gava dîrokî bi zelalî nîşan dida, ku nerazîbûna serok wezîrê Îraqî yê wê çaxê (Nûrî Se’îd), gihiştbû astekî bilind, li gor ku (Ebdul Celîl Salih Mûsa), di wê pirtûka xwe de dibêje ku ji Cemal Ebdul Nasir daxwaze kiriye wê radiyo’yê bigire, û wî hayedar dike ku bi kerta kurdî nelîze, ji ber ku wê ew kert wî bi xwe bi (şewitêne).

Herwiha nivîskarê kurd Şoreş Derwîş jî di gotareke xwede bi navnîşana (Ebdul Nasir û kurd û têgihiştinên cuda), li ser zimanê Umer Şêxmûs (yek ji damezrênerên Yekîtî Niştimanî Kurdistan), û Xesan Şerbil (sernivîserê rojnameya El’heyat), çîroka baliyozê Turkî vediguhêze ku xwestiye serokê Misrê (Cemal Ebdul Nasir), bibîne, û nerazîbûna welatê xwe derbarê radiyo’ya kurdî û daxwaza girtina wê bigihîne guhê wî, û dibêje: (Serok Ebdul Nasir bi şarezayî bersiva baliyozê Turkî dide, û dibêje: Ev radiyo hatiye arastekirin ber bi Îraq û Sûriya ve, û li gor ku ez dizanim hûn dibêjin kurd li Turkiyae tunene, lê baliyoz neçar dibê û bibêje: Belê kurd li Turkiya hene, êdî serok Ebdul Nasir rûpelekî derdixe û li ber baliyoz dadinê û jê dixwaze binivîse ku kurd li Turkiya hene, wê çaxê hertiştê pêwiste be ezê bikim derbarê wê radiyo’yê).

 Îranê bi xwe jî nerazîbûna xwe nîşanda li ser vekirina beşê kuedî di radiyo’ya Qahîra de, û bilez radiyoke kurdî bi fermana Şah Mihemed Riza Behlweî li Kermenşah vekir, li beramberî radiyo’ya kurdî li Qahîre.

Lê derbarê helwîsta Sûrî ji wê radiyo’yê, pirofîsor Îzedîn Mistefa Resûl ku wê çaxê li Şam dijiya, di gotarekê de ku hatiye belavkirin di hijimara (249), berwara (27.12.1997)’de, ji rojnama (El’itîhad), bi navnîşana (Rûpelin ji bîrhatinên radiyo’ya kurdî li Qahîre), ew dibêje: (Ji tiştên balkêş û nayab ku desthilatdarên Misrê bernameyên radiyo’ya kurdî li Qahîre zaz û amade dikirin, lê di eynî çax de dezgehên Ebdul Hemîd Serac li Sûriya her kesê li wê radiyo’yê guhdarî kiribane ew bin çav dikir û seza dida li Cezîrê û li Efrîn..), û Izedîn Resûl di pêşgotina çapa diwem de ji pirtûka (Pirsa Kurdistan), ya nivîskar Qedrî Cemîl paşa (Zinar Silopî)’de, dibêje ku: (Dema vekirina radiyo’ya kurdî li Qahîre, em diçûn, Ez û Qedrî Can, baregehê baloyoza Misrê, ku bi karûbarê desteya hemangiyê ya hikûmeta yekbûyî radibû, û me bernameyên radiyo’yê li wir tomar dikirin, û me heroj dişandin Qahîre).

Bê goman, Mam Celal di wê çaxê de bi serkeftî torek ji pêwendiyên berfireh avakiribûn li gel aliyên erebî, ku bi şarezayî sûd lê werdigirt ji bo danasîna pirsa kurdî û xistina wê nav bazinê roniyê de, ku êdî ew pirs bibe hijmareke giring û bihêz dinav hevkêşeya nakokî û dijberiya ku di rojhilata navîn de birêve diçû, û ev serkeftin bi zelalî diyar bû dema merasîmên vegera Barzanî ji Mosko bi riya Qahîra ve, û pêşwaziya wî ji aliyê herdû serokên karêzmî (Cemal Ebdul Nasir, û Ebdul Kerîm Qasim)’ve.

 

MAM LI ŞAM 13

(Ji Şam ta Şam)

Di nîvê dawî de ji salên pêncî ji sedsala bîstan, Şam bûbû bingeha dîrokî ya pêşî ku Mam Celal ji wê dest bi riya xebatê kir ber bi Cîhana derve’ve, ku di Şamê bi xwede kesayetiya wî ya karêzmî hin bi hin hate avakirin, û rehendên wê yên xebatgêriyê bi hêminî hatin gihiştin, û behreyên wî yên dîblomasî zû hatin eşkere kirin, û pêşengiya wî bi zelalî hate xwiyakirin, her wiha hêza wî ya dahêneriyê û destpêşxeriyên wî yên kesayetî, hemiyan bi hevre ew wek nûnerekî têgihiştî ji bo miletê xwe yê bindest pêşkêşî raya giştî kirin, û ew wek berevaniyeke tûj di ber pirsa xwe ya rewa nîşandan.

 Mam Celal ji Şamê di sala (1955)’de, yekem car gava xwe ber bi cîhana derve’ve avêt, ku serokatiya şandekê bi navê (Yekîtiya xwendevan û xortên kurdistana îraq), di kir, ji bo ku beşdariyê bikin di (Fistîvala xwendevan û xortên cîhanî)’de bikin li paytexta Poloniya (Warso), ew jî hîna xortekî nûhatî (22)’bû, û karîbû xwe bi dijwarî bigihîne Warso, tevî wan astengiyên ku komîteya amadekar li şam li pêşiya duristkiribû, û tevî wan kêşeyên ku rûdabûn di encama rewşa ewlekariyê de li Îraq, û encamê tunebûna belgeyên derçûna yasayî ji welêt, û herwiha jî tevî wan rêgiriyên ku rûbirûyê wî hatibûne dirustkirin ji aliyê herdû şandên (Sûriya, û Îraq)’ve, ku di hatin birêvebirin ji aliyê herdû partiyên komonist yên Sûrî û Îraqî, ku li dijî beşdariya şanda kurdistana îraq radiwestan, û nedihiştin bi ku ew bi şêweyekî cuda ji şanda îraqê, û serbixweyî beşdarî wê fistîvalê bibe .

 Mam Celal û şanda li gel wî, ewan xwe nespartin vî mêjiyê kosmopolîtî ku razînabin bi beşdariya kurd ya serbixwe di fistîvalê de, ev mêjiyê ku di serê wan komonistên kurd de hatibû çandin û cîgirkirin, ewên ku endam bûn di herdû şandan de, lê Mam Celal bi tûndî berevanî kiribû ji bo nasnameya netewî ya şanda xwe di fistîvaleke navdewletî giring de mîna vê fistîvalala ku li warso hatiye li darxistin, lewma li gel komîtaeya amadekar di ortêde gihişte çareseriyeke hevbeş, ew jî ewbû ko şanda kurdî azade pêwendiyan bikê li gel şandên navdewletî yên beşdar di fistîvalê de, û bi serbestî dikare pirsa kurdî bi wan şandan bide nasandin, herwiha dikare bê astengî bi çalakiyên xwe yên siyasî û hunerî jî rabibe, bi şêweyekî ser bi xwe, di bin navê şanda (Yekîtiya xwendevan û xortên kurdistan).

Êdî her li vir Mam Celal wek kesayetiyeke siyasî karêzimî li pêşiya wan şandên beşdar hate naskirin, û wek dîblomatkarekî çalak hate diyarkirin, ku karîbû di wê fistîvalê de bi serkeftî nûneratiya miletê kurdî bike, ev miletê  ku dibin hemî rengê zordarî û sitemkarî û tunekirinê de dijî, û xwe wek parêzerekî jîr û têgihiştî pêşkêş bike ji bo bervaniya rewatiya pirsa xwe ya netewî bike, û ew semînera siyasî ku Mam Celal û şanda xwe li wê fistîvala navdewletî amadekirin, mîna bûmbeyeke ragihandinî giring bû, ku Mam Celal di wê qonaxa dîrokî de teqandibû ku pirsa kurdî di wê çaxê de di nav pencên dorpêçkirinê û piştguhxistinê û tunekirinê de dinalî li ser destê wan rêcîmên şovînist û nijadperest yên ku bê dudilî mijûlbûn bi lêdan û kuştina miletê kurd û tevgera wî ya rizgaîxwaz,di bin siya şerê sard’de ku herdû cemserên (Sosiyalistî, û Sermeyadarî), ew bi rêve dibirin, û bêdengî hilbijartibûn derbarê van rêcîman, û ew pirs bi navxweyî di hijmartin û li qelem didan.

Nûnerên hemî şandan hatibûne vexwendin ji bo vê semînarê, û di pêşiya wan de yên (Soviyetî, û Çînî, û Erebî, û Îranî, û Firensî, û Îtalî, û Elmanî, û Birîtanî, û Hindî û Endinûsî.. ), herwiha helbestvanê turkî yê pêşverû yê mezin (Nazim Hukmet), jî hatibû vexwendin ji bo vê semînarê, ku di wê çaxêde bûbû kesayetiyeke pêşverû diyar li cem raya giştî ya navdewletî.

Mam Celal bi gotineke karîger derbarê miletê kurd û pirsa wî ya rewa dest bi vekirina semînerê kir, û di gotina xwe de li ser şêweyên zulim û zordariya netewî sekinî ku tê meşandin ji aliyê rêcîmên dîktator ve bi armanca nehiştina hebûna kurdî, û bang li şandên beşdar kir ku piştgîriya pirsa vî miletê ku dijêr gefên kuştin û wêraniyê de destvala dijî, û didawiya gotina xwe de Mam Celal sipasiya beşdaran dike, û bi taybet sipasiya helbestvanê turkî yê binavûdeng (Nazim Hukmet), dike ku beşdarî fistîvalê bûye, û jê dixwaze ku gotinekê pêşkêşî beşdaean bike, û di gotina xwe de wî bi zelalî basa zulim û zordariya ku li dijî kurd tê meşandin, ew sekinî, û wek ku Mam Celal di (Dîdara temen)‘de, dibêje, ku Nazim Hukmet gotina xwe ya giring bi vê daxwaznameya dîrokî bi dawî anî,  ku dibêje: (Ez sipasiya xortên kurd dikim ku ez xwestim vê semînerê, û hêviyeke min ji wan heye ku wê cîbicî bikin, ew jî ewe ku min bixwazin beşdarî wê rojê bibim ku ala kurdistana azad têde were hildan, û ez jî li gel wan di vê cejnê de beşdar bibim).

 Bê goman ew gotina ku wê kesayetiya navdewletî ya rêzdar (Nazim Hukmet), pêşkêşî beşdaran kiribû bandoreke yekser dabû ser gotinên şandên din ku li paş wî hatin pêşkêş kirin di wê semînerê de, ku ewan jî ji aliyê xwe de piştgîriya xebata miletê kurd û mafê wî yê çarenivîs kirin, û Mam Celal bi xwe jî vê yekê di (Dîdara temen)‘de, dibêje: (Beşdariya helbestvanê turkî Nazim Hukmet di vê semînerê de helwîsteke mezin û giring bû ji bo me, ji ber ku di wê çaxê de gelek hebûn ku pêwendiyên li gel wî tiştekî pîroz didîtin û di xwestin bi tenê imzekê jê wergirin, wî di wê gotina xwede got: Mafê çarenivîsî, mafekî siruştiye ji miletê kurd re, û divê kurd wek hemî miletên vê serdemî bijîn û mafê xwe bidest xwe bixin..).

Bi vî rengî etmosfêra fistîvalê bi tevayî ji qazanca şanda kurdî hate guhertin, mîna ku Mam Celal di bîrhatinên xwe de dibêje: (Dawiya vê semînerê serokê şanda Çînî hate cem min, û ji min re got: Em bi navê 120 meliyon xortên Çînî piştgîriya xebata miletê we dikin ji bo bi destxistina azadîiyê û serxwebûnê û mafê çrenivîsî.. ).

Û di encama vê serkeftinê de, şanda Çînî daxwaznameyek pêşkêşî Mam Cela kir ku serdana welatê wan bike, û ji îraqê tevî bi tenê du kes hatibûn xwestin ji bo vê serdanê, kesê yekem ew bi navê (Yekîtiya xortên demoqrat yên îraqî)‘bû, û yê din jî Mam Celal bû, ew jî bi navê (Yekîtiya xortên kurdistan), hatibû destnîşan kirin, û di riya vegerê de Mam Celal du hefteyan li Mosko dimîne, û hewil dide li wir pêwendiyê bike bi serokê partiya xwe (Mele Mustefe Barzanî), û hevalên wî re, lê ew hewildanên wî bê sûd bûn, û li wir gotarekê belav dike bi riya radoya Mosko, di wê gotarê de êrîşê berdide ser pirojeyên kolîdaran ku hikûmeta paşayetî li Îraqê cîbicî dikirin ji peyman û kongiranç

Êdî Mam Celal ji Mosko jî carek din vedigerê Şamê, piştî ku di riya vegerê de di Moslo û Çînê re jî derbas dibe, ji bo ku xwe amade bike ji gereke din re ji gerên berevaniyê di ber pirsa miletê xwe de.

 

MAM …LI ŞAM (14)

(Kurdistan Maleke bi Çar Odaye)

Di nîvê salên pênciyê de ji sedsala bîstan, dema ku Mam Celal li Şam bû, bi hevaltiya heryek ji Ebdulrehman Zebîhî û Kemal Fû’ad (ku ewan wê çaxê nûneratiya Partiya Demoqrata Kurdistan, û serokê wê Barzanî dikirin), hevdîtin kirin li gel komelek kesayetiyên erebî, yên fermî û ne fermî, yên diyar li ser astê sûriya, û di wan dîtinan de pirsa kurdî dihate gengeşekirin, û Mam Celal hewil dida wê pirsê biwan kesan bide erê kirin û wan bi dadmendiya wê bidine razî kirin, û hewil dida piştgîriya wan bi dest bixe ji bo çareserkirina wê pirsê bi şêweyekî dîmoqratî dirust, û Ebdul Hemîd Serac bi xwe jî yek ji wan kesayetiyan bû ku Mam Celal ew li Şam dîtin di wê çaxê de.

Ebdûl Hemîd Serac di wê çaxê de berpirsê dezgihê hewalgerî (istixbarat), ya sûrî bû, û yek ji efserên herî bi hêz bû di wê demê de, û pêwendiyeke wî li gel kurdên Şamê jî hebû, ku jina wî ji mala (Zilfo Axa)’bû, û roleke wî ya tirsinak di rêvebiriya welat de hebû di çaxê yekîtiya (Sûrî- Misrî)’de, û karîbû miletê kurd li sûriya û tevgera wî ya siyasî bi tûndî serkut bike, û hemî şêweyên zulim û zorê li dijî wan bi kar bîne.

Mam Celal di pirtûka (Dîdara Temen)’de, dibêje ku Serac di wê hevdînê de ku di sala (1957)’de, li gel wî htibû li darxistin, wî bê dûdilî amadaekariya xwe dabû nîşandan ku piştgîriya xebata kurdî bike li (Îraq, û Îran û Turkiya), û gotibû ku pilanek di serê wî de digerê ji bo pêkanîna tevkariyeke (Kurdî- Erebî), li van welatan, û Mam Celal di gotina xwede berdewam dike û dibêje: (Lê di derbarê sûriya de pêşniyareke wî ya dinê hebû, ew jî ewe ku kurd li sûriya xaka wan ya cugrafî yekparçeyî tuneye, û ew belavin li vir û li wê.. û hijmara wan jî kêm û hindike, û Serac hebûna Partiyeke Kurdistanî Turkî baş û giring didît, û ne li dijbû ku baregehên wê partiyê li nav sûriya jî hebin ji bo ku kurdên sûriya li dor xwe kom bike, û ev partî dikare alîkariya sûriya bike û piştgîriya siyaseta wê jî bike..).

Di dema ku aliyên şofînî bi pilan hewil didan, bi xweşî yan jî bi nexweşî, ku nehêlên kurd alava xwe ya xebatê ya taybet ava bikin û bi dest xwe bixin, û bi hemî karîbûna xwe wan aliyan kardikirin ji bo ku çavê kurdan ber bi dervî sînor ve bibin, ew jî li gor pilana Serac û li ser şopa wî, di vê çaxê ku Mam Celal gihiştibû Şamê sala di (1955)’de, û li wir wî her yek ji (Osman Seberî, û Ebdul Hemîd Derwîş)dîtin, yekser Mam Celal ew handan ku kesayetiya miletê kurd ava bikin, û bi hemî karîbûna xwe alîkariya wan di kir ku taybetmendiya xwe ya netewî û serbixwe bi parêzin, û  piştgîriya damezrênerên pêşî kir ku damezirandina partiya xwe bi fermî ragihînin di (14.6.1957)’de, bi berûvajî pilana ku Serac û neviyên xwe bi rêve dibirin, û her divê çarçewê de Mam Celal di hevdîtina xwe de li gel (Elî Kerîmî), ku hatiye belavkirin di pirtûka (Jiyan Nameya Ebdul Rehman Zebîhî)’de, dibêje ku: (Di wê çaxde- mebest salên pêncî ji sedsala bîstan-bi tenha yek kes li Şamê hebû kar ji bo kurdayetiyê dikir ew jî bi rehmet bê Osman Sebrî bû, û di nav xortên Qamişlo de jî xortekî çalak hebû.. navê wî Ebdul Hemîd Derwîş bû, bi rastî ew jî yek ji wan kesan bû ku bi çalakî di vî warî de kar dikir..).

Mam Celal û hevalên xwe, û bi taybet (Ebdul Rehman Zebîhî), kêmasî nekerin di navtêdana damezrênerên pêşî de û nav diwan didan ku partiyekê damezirînin nûneratiya miletê kurd bike li sûriya, û xebatê bike ji bo nehiştina zilm û zora netewî li ser vî miletî, û pêkanîna daxwaz û hêviyên wî, di ava kirina sîstemeke demoqratî li ser bingiha azadî û dadwerî û wekheviyê, dûr ji zulim û zor û zordestiyê, ji ber ku kurd ta wê çaxê hîç emrazeke xebatê di dest wan de tunebû ku nûneratiya daxwazên miletê wan yên netewî û niştimanî bike, lewma vî miletî di nav herdû kevirê aşde di naland, kevirê helwîsta kosmopolîtî ya partiya komonîsta sûrî, û kevirê aliyên şovîniya erebî- çi dinav desthilatê de û çi jî li dervî wê- ku kurd bi tenê di hijmartin wek koçber ji turkiya hatine sûriya bi armanca avakirina (Isr’îla Diwem), û di vî warî de Mam Celal di (Dîdara Temen)’de, dibêje: (Di nav kurdên sûriya de hîç tevgereke siyasî wê çaxê tunebû, û kurd bi piraniya xwe ber bi partiya komonîst ve diçûn, ku wê partiyê jî ji aliyê xwe ve qet rê nedida damezirandina partiyeke kurdî, û me jî bi riya Apê Osman Sebrî karîbû çend xortan razî bikin ku partiya xwe damezirînin mîna: Ebdul Hemîd Derwîş, û Nûredîn Zaza  û hin kurdên din jî..).

Di destpêkê de Mam Celal nerîneke wî kurdistanî ya zelal hebû, ku dihate kurtkirin di alîkarî û piştgîriya miletê kurd li her beeşekî bê ku dest dirêjî bike nav karûbarê wî beşî, û bi xurtî li tenişt tevgera wî ya siyasî disekinî ku karibê kesayetiya xwe ya netewî avabike, û armancên xwe bi dest xwe bixe, û em dikarin vê nerîna Mam Celal ya istiratîcî di vê serpêhatiya wî de bixwînin, ku Smaî Ehmed Namî di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Dîmenek ji Dîroka winda), gotiye ku Mam Celal di (1958)’de, ji Şamê hatibû Qamişlo bi hevaltiya Nûredîn Zaza (Serokê partiya demoqrata kurdî li sûriya), ji bo ku rêxistin û kesayetiyên kurdî yên ku wê çaxê di nav kurdên sûrî de hebûn, razî bikin ku werin nav rêzên vê partiya nû, û li Qamişlo, di (28.11.1958)’de, li mala helbestvanê kurd yê naskirî (Ehmed Namî), Mam Celal û Dr. Nûredîn komelek kesayetiyên diyar yên rewşenbîrî û civakî kurdî wê çaxê dibînin û li gel wan dicivin, û her di wê civatê de pêşwazî li Mam Celal tê kirin ku mêvanekî bûhaye ji kurdistana îraqê hatiye, Mam Celal jî di gotineke kurt de sipasiya wan dike li ser vê pêşwaziyê û bixêr hatina gerim, û dibêje: (Ez ne mêvanim li vir, ez îro li mala xwe me, di nav kesûkar û hevalê xwede me, û dema ku kurdek ji beşekî kurdistanî diçê beşekî din, mîna ku ji odeyekî ji mala xwe biçê odeya din..).

Lewma Mam Celal di pêwendiyên xwe yên kurdistanî de pabend bû bi nerîna xwe ya istiratîcî ta roja dawî ji jiyana xwe, û di wê dema ku xwe ne didît kesekî xerîb ji (Mala) xwe û kesûkarê xwe, her di wê demêde jî rêz li taybetmendiyên her (Ode)’yekê û li daniştiyên wê, û li kesayetiya wan digirt.

MAM ...LI ŞAM (15)

(Ebdul Nasir: Ez we wek Talbanî dibînim)

Di wê dema ku Mam Celal li Şam bû, di nava salên pênciyî de ji sedsala bîstan, di wê demê de çend guhertinên bingihî li rojhilata navîn rûdabûn, û hebûna Mam Celal li wir derfeteke dîrokî jêre dapeydakirin ku pirsa xwe ya netewî bajoyê nav bazinê wan guhertinan, û hevdîtinên wî li Şam li gel hejmarek ji kesayetiyên ereb yên navdar di wê demê de, bûbûne dergehekî serekî ku êdî bi riya wan pêwendiyan roleke karîger di vî war de bilîze, ku di encam de karî bû li Qahîra di sala (1963)’de, Cemal Ebdul Nasir bibîne, û wî bide razîkirin ku li kêleke mafê miletê kurd bi giştî, û li kurdistana îraqê bi taybet bi sekine.

Ji wan guhertinên ku di wê demêde rûdabûn, peymana Bexdê (1955), bi dest xistina Kenala Siwês (1956), destdirêjiya sêqolî li ser Misir (1956), û kodeta ku Ebdul Kerîm Qasim li dijî hikûmeta Patîşahî li Îraqê (1958).. Evan guhertinan du karêzmayên erebî bi xwere anîne gurepana siyasî, ew jî (Cemal Ebdul Nasir, û Ebdul Kerîm Qasim)’bûn, û dem gelek derbas nebû yekser pêwendiyên wan têkçûn û ketin rikberî û dijberiyê de li ser rêberatiya cîhana erebî, û pirsa kurdî jî di wê rikberiyê de yek ji giringtirîn kertên fişarê bû di navbera herdû simbolan de, û Mam Celal zû têgihişt û bi serkeftî karîbû derbasî nav vê piroseyê bibe û pirsa miletê xwe deyne ser mêza giftûgoyê, û raya giştî li dor wê kom bike di bin siya diruşma (Biratiya kurd û ereb)’de, û ewan hewildanan encameke baş bi xwere anîn, ku Cemal Ebdul Nasir li Qahîre  serkirdeyê kurd Mele Mistefe Berzanî pêşwazî kir, çxê ku ji yekîtiya soviyêt ya berê vedigeriya di sala (1958)’de.

Di pêşîde, Mam Celal li Şam li gel (Ebdul Hemîd Serac), hevdîtin kir di sala (1957)’de, ew bi xwe efserekî ewlekariyê destdirêj bû li sûriya, û bû firmandarê wê yê rasteqîne piştî ragihandina yekîtiya Misir û Sûriya, û Mam Celal karîbû wî bide razîkirin bi giringiya pêwendiyan li gel Cemal Ebdul Nasir, û herwiha danûstandin li gel wî kir derbarê pirsa kurdî.

Di wê hevdîtinê de, bi qasî ku Serac li dijî pirsa kurdî li sûriya sekinî, ewqasî jî amadakariya xwe nîşan da ji bo piştgîriya vê pirsê li parçyên dinê, di vê derbarê de Mam Celal di pirtûka (Dîdara Temen)’de, dibêje: (Me karî bû bi serkeftî pêwendiyê bi Serac re ava bikin, ew bi xwe jî kesayetiyeke jîr bû, û efserekî Nasirî bi pileya Eqîd bû, em hersê bûn- mammoste Ebdul Rehman Zebîhî û Kemal Fû’ad û ez- û di wê hevdîtinê de Serac ji mere got: Hûn kurd tiştê dixwazin bikin li kurdistana Îraqê û Îranê û Turkiya, lê aniha dev ji kurdistana Sûriya bi qerin, ew beşeke ji kurdistana Turkiya..), û Mam Celal her di wê pirtûkê de berdewam dike û dibêje: (Derbarê kurdistana Îraqê, em rêkeftin ku emê vegerin û li ser pirsa vêxistina şoreşê li dijî hikêmeta Nûrî Se’îd bisekinin, û wê Sûrî û Misrî  alîkariya me bikin, û ji vê zêdetir jî ewan basa hûrguliyan ji kirin derbarê hêzên pêşmerge û pêdawistiyên wan ji çek û teqemenî û pera, û Serac got: Emê hertiştî ji were bidin peydakirin..).

Li ser bingiha vê hevdîtinê ku li gel Serac hate kirin, êdî Mam Celal û hevalên xwe di eynî sala (1957)’de, li gel Kemal Rif’et jî rûniştin û hevdîtin kirin, û pêşniyarên xwe dane wî ku bigihîne destê serok Cemal Ebdul Nasir, ji ber ku ew dotstê wî yê herî nêzîk bûç

Metirsiyên ku dihatin pêşiya çavên Ebdul Nasir derbarê erêkirina mafê miletê kurd, û rengda wê erêkirinê li ser mafê miletê kurd li sûriya jî,  lê tevî vê metirsiyê jî vaye nivîskar Ebdul Celîl Salih Mûsa di pirtûka xwede ya bi navnîşana (Cemal Ebdul Nasir û Pirsa Kurdî..)’de, li ser zimanê rojnamevan (Êrîk Rolo), vediguhêzê û dibêje ku: (Ebdul Nasir di got: Tu kes nikare hebûna miletê kurd tune bike, di encam de ew xwedî mafe, û yek ji wan mafan daxwaza mafê otonomiye..), ev ji bilî ku Ebdul Nasir biriyar dabû bi vekirina beşê kurdî di radiyoya Qahîra de, û guh nedabû nerazîbûna rêjîmên dîktator yên wê çaxê li (Turkiya, Îran û Sûriya).

Ebdul Nasir wê çaxê têdigihişt ku pirsa kurdî li rojhilata navîn bi tevayî û li îraqê bi taybetî çendî giringe, û bawer bû bi hebûna wê pirsê û pêwistiya çareserkirina wê bi riyên aştiyane, bi hêviya derxisitna vê kertê ji detê hevrikên xwe, lewma (Talib Şibîb), di pirtûka ku (Elî Kerîm Se’îd), di sala (1999)’de amadekiriye bi navnîşana (Bi dûvdeçûnek di nav bîreweriyên Talib Şibîb de), dibêje ku: (Ebdul Nasir li îraq temaşe dikir wek kerteke fişarê li ser hevpeymana Sinto û herwiha li ser Turkiye û Îrana patşahî jî, û hikûmetên wan welatan didîtin wek dûjminê hêviyên netewa erebî ji bo pêkanîna yekîtiya xwe, lewma dixwest Îraq her yek bimîne, û ji me xwest ku em ber bi şerekî navxweyî neçin li dijî kurdan..).

Têgihiştina Ebdul Nasir kûrtir bû bi giringiya kerta kurdî, nexasim piştî destpêkirina şoreşa kurdî li kurdistana îraqê di (1.9.1961), li dijî rêjîma Ebdul Kerîm Qasim ku sozên xwe yên ji bo çareserkirina pirsa kurdî nebirin serî, û hilweşandina yekîtiya Misir û Sûriya di sala (28.9.1961), û hatina Be’is ser desthilatê bi darêrê zorê li welatê Sûriya û Îraq di sala (1963)’de, Mam Celal jî amadebû ji van guhertinan re, û li hêviya derfetekê bû ku rojekê serok Ebdul Nasir bibîne, ku di wê demê de bûbû rêberekî karêzmî bê rikaber di cîhana erebî de li paş rûxana Ebdul Kerîm Qasim, êdî Mam Celal û Fû’ad Arif derbasî nav şanda îraqî di bin ku xweamade dikirin biçin Qahîre ji bo pîrozbahiyê li Ebdul Nasir bikin bi bîranîna damezirandina komara erebî ya yekbûyî di (23.2.1963)’ de, û paş gihiştina wan yekser Mam Cela û hevalê xwe xwestin serok Ebdul Nasir bi tenha bibînin, û di vê derbarê de Talib Şibîb di eynî pirtûkê de dibêje: (Piştî ku bi herdû nûnerên kurd re rûnişt, Celal Talbanî û Fû’ad Arif, êdî serok Cemal Ebdul Nasir em agahdarkirin ku pêwîste bi hêminî û bi henesiya dirêj û bi şarezayî û dûrbînî danûsitandinê bi wanre û bi mele Mistefa re bikin), û Şibîb berdewam dike û dibêje ku serok Ebdul Nasir razîbûna xwe ji Mam Celal, dabû nîşandan û ew wek nimûne ji mere pêşkêş dikir, û digot ku Ebdul Nasir ji wan re gotiye: ( Ez we dibînim, hûn xortên ereb yên şoreşgêr, mîna Celal Talbanîne), û wezîrê derve yê îraqî wê çaxê Talib Şibîb, dibêje: (Bi rastî eynî nerîn li cem min jî dirust bûbû li ser kesayetiya Celal Talbanî, ji ber ku hişê wî geş bû, vekirî bû, ew ne bikîn bû derbarê ereb û urûbiyan, her wisa dilsozê pirsa xwe ya netewî jî bû).

MAM …LI ŞAM (16)

(Ebdul Nasir: Ezê li ser nerîna Talbanî rawestim )

Di xelekên berê de, ji vê zincîra (Mam li Şam), hatiye diyar kirin çendî giring bû ku Mam Celal li Şam bû di wê qonaxa hestiyar de ya di navbera dawiya salên pêncî û destpêka salên şêstî de ji sedsala bîstan, ku bi rastî qonaxake dîrokî giring bû, û di wê qonaxê de navçeya rojhilata navîn bi giştî û heryek ji îraq û misir û sûriya jî bi taybet, guhertinên bingihî dîtin ku tabloya rikberiya siyasî di deverê de dabû nexşandin, û pirsa Felestînî jî di nîvê wê tabloyê ya istiratîcî de ciyê xwe girtibû, û ewan guhertinan çend kesayetiyên erebî yên karêzmî anîbûne meydanê ku karîbûn cemawerên erebî li seranserê welatên erebî bidin kom kirin li dora pirsa erebî ya yekem (rikberiya erebî û isra’îlî), dibin siya durişmên (yekîtî, azadî û sosiyalistî)’de, ku di encam de jî (komara erebî ya yekbûyî) hate damezirandin.

Û di nava pêlên wan guhertinên siyasî yên aloz û tevlîhev de, hebûna Mam Celal li Şam wek penaberekî siyasî, derfeteke dîrokî giring jêre dabû peydakirin, ku tevî temenê xwe yê piçûk karîbû bibe ciyê baweriya dost û hevalên xwe hemiyan û di pêşiya wan de serokê partiya xwe ku di wê çaxê de ew jî penaber bû li yekîtiya soviyêta berê, û bûbû ciyê razîbûna wan bi jêhatîbûn û zîrekiya xwe, û bi dûrbîniya xwe ya siyasî, û pabendbûna xwe bi pirensîbên netewî ve, û wî bi serkeftî karîbû rola xwe ya berbiçav bilîze û pirsa kurdî ya rewa derbasî nav dilê wan guhertinan bike ku navçe tev dabûne ber xwe, û karîbû bi mêranî biriyar xwe bide û ew bi xwe vî erkî bibe serî, û bi serkefî vê ezmûnê bi serbixe, ku di encam de wek xortekî aza û zîrek, û xebatkerekî dînamîkî çalak, û serkirdeyekî karêzmî diyar derkeve meydana siyasî û xwe bide nîşandan, û bi şarezayî karîbû wan bazinên bêdengiyê û pişguhxistin û tariyê ku li dora pirsa miletê wî hatibûn danîn, bişkîne û hilweşîne.

Û bi vî rengî Mam Celal karîbû roleke serekî bilîze di navtêdana damezrênerên pêşî de ku bê dûdilî yekemîn partiya xwe ya siyasî kurdî li sûriya damezirînin, û piştgîriya wan jî kir di nivîsandina dîkomentên wê de, û di pêkanîna serkirdayetiya wê de, û civandina kesayetiyên kurdî yên siyasî û rewşenbîrî û civakî li dora vê partiya nû, her wiha hwil jî da wan rêxistin û komeleyên kurdî ku hebûn bide razîkirin xwe hilweşînin û derbasî nav rêzên vê partiya nû bibin, ev piştgîriya Mam Celal gihiştibû astekî ku em dikarin wî weke yek ji diyartirîn damezrînerên vê partiyê bi hejmêrin.

Her wiha beşdarbûna Mam Celal di herdû mehrecanên cîhanî de, li Warso di sala (1955)’de, û li Mosko di sala (1957)’de, ku karîbû weke şandeke kurdî serbixwe beşdar bibe di wan herdû mehrecanan de, ev jî  mîna gaveke bingihî bû di warê derxistin û pêşandana pirsa kurdî de li pêş çavê raya giştî ya navdewletî, û beşdariya wî di çalakiyên wan mehrecanan de bûbû mîna dergehekî mezin wî karîbû wek nûnerê pirsa kurdî têre derbasî nav cîhana pêşverû ya wê çaxê bibe.

Û Mam Celal karîbû pêwendiyê jî bike bi raya giştî ya erebî re, çi ya fermî yan jî ya ne fermî, û bê dengiya wan bişikîne derbarê pirsa miletê kurd, û bi gotina xwe ya nerim û baweriyên xwe yên bi hêz hewil dabû ku wê wêneya nerast û zingar girtî bi guhere ku di mêjiyê ereban de hatiye neqişandin, ew wêneya ku pirsa kurdî wek (Isra’îla Diwem), nîşan dide, herwiha li gel tîmekî ji hevalên xwe yên ku wê çaxê li Şam diman (Ebdul Rehman Zebîhî, Kemal Fû’ad û Hejar Mukiriyanî..), bi hevre kar dikirin wek komîteya pêwendiyên derve ya partiya demoqratî kurdistan, hewil didan ku gotareke siyasî babetî û miyanrew bi hûnin ku giringiyê bide xalên hevbeş dinavbera herdû aliyên kurdî û erebî de, di çarçewê (biratiya kurdî û erebî)’de, û karîbû hevdîtinan bike li gel diyartirîn kesayetiyên siyasî û hikûmî li sûriya û li misir, mîna (Ekrem Horanî, Mîşêl Efleq, Ebdul Hemîd Serac û Kemal Rif’et..), ku di encamê wan hevdîtinan de beşê kurdî di radiyo’ya Qahîra de hate vekirin di sala (1958)’de, û rê jî hate xweşkirin ji bo pêşwazîkirina Mustefa Berzanî li Qahîre li ser riya vegera wî bo Îraqê.

Di paşî de ev rola Mam Celal bêtir hate xwiyanêkirin di wê demê de ku lidûv hev serdanên (Misr, û Ceza’ir û Lîbiya..) di kir, û hevdîtin dikirin li gel (Cemal Ebdul Nasir, û Ehmed Binbile û Qezafî..), ku karîbû di wan hevdîtinan de karîgeriyeke erênî û pozîtîv li cem wan bihêle, û pêwendiyeke xurt û bihêz li gel wan ava bike û nerîna wan serast bike derbarê pirsa kurdî, û ev yek jî bi eşkere diyar bû dema serdana wî ya diwem li gel Feû’ad Arif di nava şanda hikûmî ya îraqî de ku bihevre çûbûn Ceza’ir, û di riya xwere di Qahîra re derbas bûbûn di sala (1963)‘de, û li çûnê û li hatinê Ebdul Nasir jî dîtibûn û li gel wî civiya bûn û bi wan re li ser pirsa kurdî axivî bû, û Mam Celal jî bi zelalî helwîsta partiya xwe derbarê kurd û pirsa kurdî bi wî dabû agahdarkirin, û jêre tekeze kiribû ku ew parçebûnê ji Îraqê naxwazin, û ew ne li dijî netewa erebîne, û ne jî li dijî komara erebî ya yekbûyî ne, û Ebdul Nasir xwestibû ku roleke navcîtî bi lîze di navbera kurd û hikûmeta îraqî de ji bo bidestxistina mafê otonomî di çarçewa dewleta îraqî de.

Lewma, rojnamenivîsê erebî yê rojnama Şerq El’ewset (Me’ed Feyad), di pirtûka xwe de bi nav nîşana (Ji bîrhatinên serok Mam Celal), û li ser zimanê Mam Celal dibêje ku Ebdul Nasir ji wan re gotibû: (Min li we guhdar kir û ezê li ser tiştê we ji min re gotiye rawestim, û çaxê ku hûn ji Ceza’ir vegerin ezê li gel we rûnim û emê li gel hev hevdîtineke din jî bikin..), û piştî ku şand ji Ceza’ir vegeriya bû careke dinê li gel Ebdul Nasir rûniştibûn, û di vê derbarê de Mam Celal di pirtûka (Ji bîrhatinên serok Mam Celal)’de, vê yekê dibêje: (Dema ku em ji Ceza’ir vegeriyan em bi Ebdul Nasir re rûniştin, û wî ji mere got ku ew li ser wî babetî sekinî, û got ku em razîne bi mafê otonomî bi wî şêweyê ku Celal Talbanî ji mere gotibû,..), û ev yek bi xwe (Cemal El’atasî), jî di pêşgotina ku ji pirtûka Munzir Mûsilî (Ereb- Kurd- nerîneke erebî li ser pirsa kurdî)’re nivîsiye, têde dibêje helwîsta Ebdul Nasir li ser nerîna ku Celal Talbanî pêşkêşî wî kirbû eve: (Ebdul Nasir bi naverûka wê nerîna ku Mam Celal bi navê şanda kurdî pêşkêşî wî kirbû di dema wan danûsitandinên sê qolî di buhara 1963’de, ku têde daxwaziya mafê otonomî kiribû ji bo kurdên îraqê, yan jî kurdistan bibe herêmek di çarçewa komara erebî ya yekbûyî de, mîna îraq û sûriya..).

Ebdula Nasir li vir bi tenê ranewestiya, lê ji nûçevanê rojnameya Lomond ya Firensî (Êrîk Rolo)’re ragihand, û li gor ku Mam Celal di pirtûka xwe de (Kurdistan û tevgera netewî kurdî)’de, li ser zimanê wî dibêje: (Ebdul Nasir ji min re got ku kurd miletekî biraye ji ereban re, û helwîsta xwe jî nîşanda ku ew bi xwe raziye bi mafê otonomî ji bo kurd, mîna nêrîna ku Celal Talbanî li Qahîre ji mere şirûve kiribû, û ragihand jî ku ew li dijî çareserkirina pirsa kurdiye bi riya şer û kuştinê..) .

Bi vî rengî Mam Celal karîbû bi riya wan pêwendiyên xwe bandorê bide ser haelwîsta serok Cemal Ebdul Nasir, ku êdî ew bandor gihişte alîgir û hevalên wî di cîhana erebî de jî.. û di vî warî de nivîskar (Salar Osê), di pirtûka xwede (Celal Talbanî: Buyer û helwîst)’de, dibêje: (Mam Celal karîbû ta radeyekê bi serkeftin kunekê vekê di wî dîwarê girtî de di navbera kurd û ereban de, û pirsa kurdî jî danî ber çavê wan, û ew danîne ber rastiya hebûna pirsa kurdî û bi wan da nasîn ku ew jî xwediyê vê pirsê ne, û çareseriya wê ji wan jî tê xwestin, bi kêmanî li gor ku bercewendiyên wan yê netewî bi vê pirsê ve girêdayî ne..)

 

MAM …LI ŞAM (17)

(Rikberî Di navbera Be’isî û Nasiriyan de )

Çaxê ku Mam Celal li Şam bû, û danûsitandin bi gorepana erebî bi giştî, û bi simbolên wê yên siyasî re di kir bi taybet, wê çaxê têgihiştibû kêberkiya siyasî di çi astî de ye, ku di navbera Cemal Ebdul Nasir û partiya Be’is de rûdabû, û Mam Celal karîbû zû derbasî nav vê hevkêşeyê bibe, û helwîsta xwe yekalî bike bi arasteya avakirina pêwendiyan bi Ebdul Nasir re, ku Ebdul Nasir êdî destpêkiribû dibû simbolekî netewî bê rikaber di cîhana erebî de, û bi taybet piştî bidestxistina wî ji Kenala Siwês re sala (1956), û damezrandina komara erebî ya yekbûyî sala (1958), û biriyardana hilweşandina partiyan li sûriya di (12.3.1858)‘de, ew biriyara ku hîç partiyek jê nehate jibîr kirin ta partiya Be’is jî ketibû ber vê biriyarê de, û hêdî hêdî ev kêberkî di navbera herdû aliyan de bû rikaberiyek tûj û dijwar, nexasim piştî ku herdû tevgerên kodetayî rîdan û bi serkeftin, ku Be’is serpereştiya wan dikir li îraq di (8.2.1963)‘de, û li sêriya di (8.3.1963)‘de, û destpêkirina diyalogê li Qahîra di (17.4.1963)‘de, ji bo pêkanîna yekîtiya sêqolî (Misrî, Îraqî û Sûrî), vê yekê Ebdul Nasir xiste nav herdû kevirên aşê serkirdayetiya Be’is de li sûriya û li îraq, lewma wê çaxê pirsa kurdî bûbû giringtirîn pirs di vê rikberiyê de.

Ji ber vê yekê hevdîtinên Mam Celal di vî warî de, yên li dûv hev li gel Cemal Ebdul Nasir, di warê pêşkêşkirina pirsa kurdî li kurdistana îraqê di çarçewa wê ya rast de, ew jî bi zîrekbûna wî ya tûj, û bi bîrkirin û têgihiştina wî ya siyasî ya babetî û bi şêwazên dîblomasî yê nerim Mam Celal karîbû baweriya serok Cemal Ebdul Nasir bistîne, û wî têxe sûretê rasteqîne yê vê pirsê, û wî han bide ku li tenişt dadweriya wê bi sekine û doza çareserkirina wê bike bi şêweyekî aştiyane, zû Ebdul Nasir di giringiya pirsa kurdî de têgihiştbû ku wek kerteke fişarêye û karîgere di vê rikberiyê de, û kete bin bandora sûretê ku Mam Celal jêre pêşkêş kiribû di wan hevdîtinên wan de, û di vî warî de Cemal Atasî di pêşgotina xwe de ku ji pirtûka Munzir Mûsilî re (Ereb û Kurd), nivîsî bû, ev yek gotibû: (Ebdul Nasir, weke ku ez agahdarim, gelekî dilxweş bû bi nerîna Mam Celal, ji ber ku nerîneke istiratîcî û dûrbîn bû, û rêk bû bi nerîn û dîtina wîre, û pêwendiyên Talbanî û hevalên wî yên xweş, man berdewam piştre jî li gel Misira Ebdul Nasir..), û ev helwîsta serok Ebdul Nasir ya pozetîv derbarê pirsa kurdî li kurdistana îraqê, bandora wê gihiştibû alîgir û dost û heval û yên ku di jêr karîgeriya kesatiya wî ya karêzmî de bûn jî, piştî ku ev pirs ta wê çaxê di bazinekî qedexe û tirisnak de bû, û wek Isra’îla diwem di hate hijmartin.

Mam Celal di vê nerîna xwe de ji baweriya xwe ya kûr ku di pirtûka (Dîdara Temen)‘de, dibêje: (Ez di wê baweriyê de bûm û hîna jî di wê baweriyê de me, ku bilind kirina astê pirsa kurdî ji pirseke navxweyî ber bi astê derevî, û astê cîhanî jî, bê guman ev kar xizmeta pirsa me ya netewî dike, û gavên giring wê dajoyê ber bi pêş ve..). evê yekê hişt ku ew derfeta çûna Qahîre li gel Fû’ad Arif, di çarçewê şanda fermî ya hikûmeta îraqî de winda neke û ji destê xwe bernede, ji bo beşdarîkirinê di ahenga bîranîna salane ya damezirandina komara erebî ya yekbûyî di (22.2.1963)‘de, û pîrozkirina serokê wê Cemal Ebdul Nasir bi vê bîranînê, ku wî bi xwe li ser vê dîdarê di nameyekê de bi destê xwe nivîsiye, û şandiye ji bo mûşîr Ebdul Hekîm Amir ku wê çaxê ew li welatê Yemen bû, û Mihemed Hesenên Heykel kopiyekê ji vê nameyê di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Salên Kelandinê), ku têde serok Ebdul Nasir basa dîdara xwe li gel nûnerê Berzanî (Celal Talbanî), û wezîr (Fû’ad Arif)‘ dike, ku ew bi cuda ji şanda îraqî dîtibûn û li gel wan rûniştibû, û Ebdul Nasir vê yekê bi xwe di nameya xwe de dibêje: (Lê şanda kurdan pêk htibûn ji wezîr û ji nûnerê Berzanî, ewan ji min xwestin bi tenham min bibînin bi cuda ji endamên şanda îraqê yên din, û ewan jî razîbûn ez kurdan bibînim, kurdan di wê dîdarê de gotin ku ew baweriyê bi sozên hikûmeta îraqî nakin eger ne ez bi xwe gerentiyê bidim wan ku ewê wan sozan cîbicî bikin, ewan jî her doza hukimê otonomî dikirin, û ewan şer jî rawestandine piştî ku şoreşê rudabû, û pêwendiyên wan bi serkirdeyên şoreşê re hebûn berî rûdana şoreşê, û soz jî ji wan wergirtibûn, lê diyare ku hikûmet ji sozên xwe direve û cîbicî nake.. R933).

Û tiştê ku rola Mam Celal xurtir kiribû di wan dîdar û giftûgoyan de, ji bilî zîrek bûn, û behremendiyên wî yên kesayetî û pileyên wî yên partîtî, wisa jî bidestxistina wî bû ji baweriya Berzanî re, û baweriya kongirê kurdî yê berfireh jî bû ku li bajarokê (Koya), di dema (18-22/3/1963)‘de, hatibû li darxistin, û di wî kongirî de Mam Celal hatibû destnîşan kirin ku nûneratiya miletê kurd bike di danûsitandinên ku li bexdê bi rêve diçûn di navbera kurd û û hikûmetê de, û erk pê hatibû sipartin ku serokatiya şanda kurdî bike di giftûgoya yekîtiya sê qolî ku li Qahîre dest pê kiribûn, û wek em dizanin ku bêtir ji (2000), endam beşdar bûbûn ku nûneratiya hemî deverên kurdistana îraqê dikirin, di nav wan de jî nûnerê hoz û êl û yekîtî û sendîkayên rêxistinên gelêrî yên kurdî cûra û cûr, û aliyên ayînî û olî jî beşdar bûbûn li wî kongirî, û di vî warî de Munzir Mûsilî di pirtûka xwe de ya bi nav nîşana (Be’is û Kurd)‘de, dibêje: (Ew kongir ji aliyê cîgirê serok, Celal Talbanî’ve hatibû bi rêvebirin, û wî raporteke têrûtesel jî pêşkêşî kongir kiribû li ser rewşa siyasî û leşkerî, û têde danûsitandineke giştî li ser vê rewşê hatibû kirin, û komîteyek ji 35’kesan hatibû destnîşan kirin bi razîbûna kongir, û biriyar jî hate sitandin ku Berzanî nameyeka sipasiyê ji hikûmeta navendî re bi şîne ku daxwaziyên kurdî erêkiriy, û piştre şandek ji 14’kesan bi serokatiya Talbanî hatibû destnîşan kirin di kongir de ji giftûgoyê bike li gel hikûmetê..).

 Û bi vû rengî (Mam Celal), piştî kongireyê Koya êdî bûbû nûnerê fermî ji aliyê kurdî yê fermî re, ku bi şarezayî rola xwe di lîst û serkeftin jî bi dest anîbû di hevkêşeya rikberiyê de ku dinavbera Nasiriyan û Be’isiyan de  rûdabû û bi rêvediçû, û herwiha di çaxê beşdariya wî ya karîger di wan giftûgoyên çarenivîs de ku li gel hikûmetê birêve diçûn, û beşdariya wî di ganûsitandinên yekîtiya sê qolî ku di (14.4.1963)‘de, li Qahîra destpêkiribûn, û ev rol bi xwebû ku hiştibû wezîrê derve yê îraqî wê çaxê (Talib Şibîb), di pirtûka (Lêvegerek di bîrhatinên Talib Şibîb)‘de, dûpat bike û bibêje: (Celal Talbanî di erkê xwe de serkeftî bû, û baweriya me û ya mele Mistefa Berzanî jî bi dest xwe xisti bû û sitand bû..).

MAM …LI ŞAM ..(18)

(Kurd di nav pencê Be’is de li Sûriya û Îraq)

Ji wê dema ku Mam Celal piyê xwe danî bû ser xaka Şamê, di nava salên pênciyan de ji sedsala bîstan, ku wê çaxê Şam bûbû qonaxa serekî li ser riya xebata wî, û wî ji wir hewil dabû bi hemî karîbûna xwe ku derbasî nav cîhana derve bibe, û bi taybet derbasî nav cîhana erebî bibe, çimkî ew bawer bû bi giringiya derxistina pirsa xwe ya netewî ji bazinê wê yê xwecihî, tevî pêwistiya vî bazinê navxweyî ku wek Kelheke asê bû û hêlîneke gerim bû ji bo berdewamiya berxwedana miletê kurd û xebata wî, lê tevî vê yekê jî her berdewam hewil dida ku pirsa kurdî bigihîne raya giştî ya derve ku karibe wê jî li dor dadweriya pirsa xwe kom bike û bi civîne, û bi rastî jî Mam Celal karîbû torekê ji pêwendiyên çarenivîs û berfireh ava bike, ku şûna pencê xwe yê kûr li ser pêşeroja vê pirsê bi hêle.

Lewma dîdara Mam Celal yekem car di (22.2.1963)‘de, li gel serok Cemal Ebdul Nasir ku sitêra wî geşbûbû di azmanê cîhana erebî de, û ew bûbû sîmboleke netewî bê rikaber, nûneratiya hêviyên cemawerê erebî dikir di pêkanîna yekîtiya erebî de, ev hevdîtin mîna gaveke bineretî bû pirsa kurdî derbasî nav cîhana erebî kir, û bi serkeftî karî bû baweriya Ebdul Nasir bistîne, û awira wî bikişîne ser pirsa miletê xwe, û vaye bi hesanî em di karin vê baweriya Ebdul Nasir bi xwînin di wê nameya ku li ser hevdîtina xwe li gel nûnerê Berzanî (Mam Celal), û wezîr (Fû’ad Arif), ya ku bi destê xwe nivîsiye û şandiye ji mûşîr Ebdul Hekîm Amir’re, di (23.2.1963)‘de, û ev name Mihemed Hesenên Heykel jî di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Salên Kelandinê), belav kiriye, û têde razîbûna xwe ji şanda kurdî dide nîşandan, di dem ku têde bi xerabî li ser şanda îraqî di axivê, û dibêje ku endamê wê şanda erebî: (Hîna xortin û pêwistiya wan bi guhdan û perwerdekirinê heye, û min ew gelekî westiyayî dîtin, ta astê ku Elî Se’idî di civîna pêşî de radiza û di xewve di çû..), û Elî Se’idî yê ku di xew re çûbû di civîna pêşî de li gel Ebdul Nasir, ew bi xwe her serokê şanda îraqî bû, û emîndarê giştî yê partiya Be’is bû, û cîgirê serok wezîr, û herwiha wezîrê navxwe yê wê çaxê bû, ne kesekî dinê bû.

Û ev pêwendî di navbera Mam Celal û Ebdul Nasir de ber pêşde çûbû ta astê ku ji Ebdul Nasir xwestibû navcîtiyê dinav hikûmeta îraqî û serokatiya tevgera kurdî li kurdistana îraqê de bike, ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji pirsa kurdî re, û ya ku hiştibû giringiya vê gavê bêtir bibe ew bû ku Mam Celal bi xwe yarîzanê serekî bû ku nûneratiya miletê xwe û pirsa wî ya netewî dikir di wan giftûgoyan de, piştî ku serkeftibû di wergirtina baweriya serokê partiya xwe û baweriya serkirdayetiya wê ya siyasî, û her wiha baweriya nûnerên miletê xwe yên ku di kongirê Koya de civiyabûn di dema (18-22.3.1963)‘de, û ew giftûgo gihiştin lûtka xwe ya bilin dema ku Mam Celal daxwaznameyek bi navê miletê kurd pêşkêşî Ebdul Nasir kiribû di (17.4.1963)‘de, di dema destpêkirina giftûgoya yekîtiyê ya sê qolî li Qahira, ew daxwazname bûbû ciyê rezamendî û erêkirina Ebdul Nasir, lê kêşeya ku li pêşiya serkeftina wan giftûgoyan derketbû, û ew ajotibûn ber bi riya girtî ewbû ku Be’is li Sûriya û li Îraqê dezgihên desthilatê bi destê xwe girtibûn li dijberî pêla Nasirî, piştî ku Be’is li herdû welatan kodeta kirin, li îraqê di (8.2.1963)‘de, û li sûriya di (8.3.1963)‘de, û di vê dijberî û rikberiyê de her pirsa kurd xeleka ze’îf û lawaz bû, lewma yekser partiya Be’is li herdû welatan zû dest bi şerkirin û êrîş birine ser kurdistanê, û vê yekî rewş bi tevayî tevlî hev kir û têkbir.

Di dema ku Mam Celal ew daxwazname pêşkêşî Ebdul Nasir kiribû û bûbû ciyê erêkirina wî, em dibînin ku wezîrê derve îraqê yê wê çaxê (Talib Şibîb), di pirtûka bi navnîşana (Veger li bîrhatinên Talib Şibîb), helwîsteke berûvajî û li dijî helwîsta Ebdul Nasir dide nîşandan, û naverûka wê daxwaznameyê dixe jêr goman û pirsiyaran de, û dibêje: (Ev daxwazname ne rastûxo di xwaze qewareyeke kurdî dirûst bike, û ev yek wê ziyanê bigihîne pirsa wan, û wê astengiyan li pêşiya wê dirust bike û nahêle hîç armanceke kurdan bi cî were, û ji xwe ji ereban re tu qazanc têde tuneye, û nahêle îraq jî bi rola xwe ya durist û bi sûd rabibe, û me ev ji Ebdul Nasir re zelal dikir her ku me ew didît û bimere di axivî wek navcîçî yan jî wek alî..), ewan ne tenê goman birin ser wê daxwaznameya kurdî, lê di xwestin Ebdul Nasir şaşûmaûo jî bikin her ku ew didîtin, û ev berûvajî bûn di nav helwîstên Ebdul Nasir û partiya Be’is de li sûriya û îraqê, derbarê pirsa kurdî li îraqê, hiştibû herdû miletên kurdî û erebî baceyeke giran bidin.

Ew hevgirtina şofînî di navbera serkirdayetiya Be’is de li sûriya û îraqê zû hate xwiyakirin, piştî ku ewan desthilat bi hasin û agir li herdû welatan bi dest xwe xistibûn, û ew yekgirtin bi zelalî diyarbû di pîlana wan ya hevbeş de li dijî miletê kurd û pirsa wî ya netewî û rewa, û ew tevkarî di navbera wan de gihiştbû lûtka xwe ya herî bilind bi wê helwîsta kirêt, ku di (destpêka tişrîna yekê 1963)’de, hêzeke serbazî ji leşkerê sûrî bi hemî çekê xwe yê giran ve, bi navê (Lîwaya Yermûk), bi serpereştiya efserê sûrî (Fehed Şa’ir), derbasî nav xaka kurdistana îraqê bûbû, ji bo ku li gel leşkerê îraqê beşdar bibe di serkut kirina şoreşa kurdî de, û hewil bidin ku bi yekcarî wê şoreşê hilweşînin û bi dawî bînin, ew jî li ser daxwaza Ebdul Selam Arif  ku arasteyî serbazên sûrî kiribû, û bangî wan kiribû bi navê netewa erebî di dema ku li gel wan civiya bû di sengerê şer de li (Zaxo, û Dihok), ev li gor ku efser ewlekariya sûrî (Munzir Mûsilî), di pirtûka xwe de dibêje, ya bi navnîşana (Be’is û Kurd), û li ser zimanê (Ebdul Selam Arif), di axivê, û dibêje: (Gelî biran! Ez silavan bi navê netewa erbî li we dikim.. û we agahdar dikim ku ez bawerim hûnê bi hesanî van noker û cudaxwazan bi dawî bînin û ji nav bibin, û hûnê bi serkeftî vegerin welatê xwe..).

Lê di beramber de, siyasetmedarê nasirî Dr. Cemal Atasî di pêşgotina ku ji pirtûka Munzir Mûsilî re (Ereb û Kurd), nivîsiye û têde qerfê xwe bi wan bangewazên şerxwaz dike, ku navtêdan û handanê didin ji bo ji navbirina miletê kurd, ew bangewaziyên ku di bin siya diruşmên pûç û nezok de berz di kin: (Di navbera sûriya û îraqê de ne yekbûn pêkhat, û ne jî hîç yekîtiyek, û herdû rêjîmên Be’is li herdû welatan nikarîbûn gumrikê ji navbera xwe rakin û hilînin, lê karê mezin yê hevbeş ku karîbûn bikin ew bû ku hikûmeta sûrî ew hêza bi navê yermûk bi serpereştiya Fehed Şa’ir şandibû ji bo ku li kêleka leşkerê îraqê li dijî yaxîbûn û temeruda kurdî şer bikin li bakurê îraqê..).

 Di vî warî de, û wek kurtkirinekê ji sîsika nakokiyan re di helwîsta herdû aliyan de, Cemal Atasî di wê pirtûka (Ereb û Kurd)’de, dibêje, ku ew bi serdanekê li Bexdadê bû piştî ku kodeta Be’is li îraqê rûdabû, û emîndarê qitrî yê Be’isa îraqê (Elî Salih Se’idî), ku cîgirê serokê hikûmetê bû wê çaxê, û berê wî li Qahîra bû ji bo ku beşdar bibe di bîranîna yekîtiyê  de, di (22.2.1963)’de, lê wek me got li pêşiya ku bi rêkeve Atasî wî dibîne, û jê di pirse: (Hûnê çi bikin derbarê kurd û pirsa kurdî li îraqê?), Elî Se’idî lê vedigerîne û dibêje: (Ez ji te venaşêrim ku berî şoreş destpêbike min pêwendî bi wan re kiriye, û li gel rêberên tevgera kurdî axivîme ji bo ku em wan bê deng bikin di çaxê tevgera me ya kodetayê de, û me ji wan xwestiye ew piştgîriya şoreşa me bikin, û me jî sozek daye wan ku emê hêviya wan di hukimê otonomî de pêkbînin, û emê hinek ji daxwazê wan cîbicî bikin, û em sûrin li ser soza ku me daye wan, eger ew razîbûn başe, lê eger razî nebûn, ji xwe me amadekariya xwe kiriye ku em karibin di dema du hefteyan de yan jî sisiyan bi tenê emê wan ji nav bibin û nehêlin..).

Bi vî rengî ew dijberî diyar bû di helwîstên herdû aliyan de (Nasirî, û Be’isî), derbarê pirsa kurdî, û Atasî bersiva wî dide, û dibêje: (Gotina razîkirina wan bi hinek daxwaz ne bese û tu çareseriyê ji pirsa wan re peyda nake, û ev nerîna ku hûn dibêjin hûnê şoreşa wan hilweşînin û ji nav bibin ji xwe tiştekî gelekî şaşe, û ez bi xwe dibînim her ne mumkine jî ku di çend hefteyan de hilweşînin, û di çen nifşan de jî hûn nikarin, û ev bîrok qet kesekî dilniya nakê..), û Atasî berdewam dike û dibêje ku Elî Se’idî soz dayê û got: (ya xêr çiye? ewê bibe), û piştre Se’idî çû Qahîre, û berî ku ji wir vegere, carek din şer ji nûve hate ragihandin li dijî miletê kurd, û endamên şanda kurdî yên li Bexdadê mabûn ew hatin girtin, lewma Mam Celal jî neçar bû ku hatina xwe ya Bexdadê hilweşîne, û berê xwe bide firense ji bo ku ji wir vegere kurdistanê bi riya Tehranê, di encam de êdî kurd dîsan kete navbera herdû kevirên aşê herdû baskên partiya Be’is li sûriya û li îraqê.

 

MAM …LI ŞAM  (19)

(Kurdên Sûriya li dijî Ebdul Nasir)

Helwîsta serok (Ebdul Nasir), derbarê pirsa miletê kurd li rojhilata navîn bi giştî, û li îraqê bi taybet, û rola (Mam Celal), di avabûna vê helwîstê de bi şêweyê wê yê rast û durist ku pirsa kurdî bi şarezayî ajotbû nav bazinê roniyê, ev helwîst geveke bineretî û dîrokî bû hiştibû ev pirs bibe jimareyeke giring di hevkêşeyên siyasî de ku li navçeyê rûdabûn di dawiya salên pêncî û destpêka salên şêstî de ji sedsala bîstan, lewma ev helwîsta Ebdul Nasir derbarê pirsa kurdî li kurdistana îraqê û şêweyên çareserkirina wê, bi hesanî û bê kêşe û bê astengî derbas ne bû, lê gelek gengeşe û danûsitandinên kûr bi dûv xwe de hiştibû di nav cîhana erebî û ya kurdî de jî.

Di vê derbarê de, Fû’ad Arif di bîrhatinên xwe de ku dîroknas Kemal Mezher pêşkêş kirine, ev helwîsta Ebdul Nasir bi vî şêweyî kurt kiriye, û dibêje: (Cemal Ebdul Nasir nerîna xwe ji mere bi zelalî got, çaxê ku ez û Celal Talbanî em li gel wî li Qahîre civiyan, wî ji mere got ku mafê kurdan heye bi şêweyê ku ew ji xwere guncaw û mûnasib di bînin, ji ber ku ew cudabûn û parçebûnê ji îraqê naxwazin, û pêwîste hikûmeta îraqî maf bide wan ku ew ji xwe re şêweyê di xwazin di jiyanê de helbijêrin, û di vî warî de Ebdul Nasir piştgîriya bîroka hukmê otonomî ji miletê kurd re di kir..).

Di dema ku raya giştî ya erebî bûbû du beş, beşekî piştgîriya helwîsta Ebdul Nasir di kir, alîgir û hevalên wî li cîhana erebî nûneratiya vî beşî di kirin, ku ewan doza çareseriya pirsa kurdî di kirin bi riyên aştiyane û di bin siya dirûşma (Biratiya kurd û ereb)‘de, û dan bi mafê kurd didan ta astê bi destxistina mafê otonomî di çarçewa yekîtiya welatê îraq de, û bi vî şêweyî ewan karîbûn kerteke fişarê ji destê dewletên dewrûber derdixin, û îraqê jî bi parêzin ji dest dirêjiyên derekî, her di vê demê de beşê dinê di vî warî de li dijî Ebdul Nasir di sekinîn, û ev beş pêk dihat ji wan kesên ku hîç riyek ne didîtin ji çareserkirina pirsa kurdî re ji bilî çareseriya leşkerî‘ve, û ewan ev pirs mîna Isra‘îla diwem di dîtin, û di bînin ku çareserkirina vê pirsê tê wateya parçekirina îraqê, ew jî bi behaneyên şofînî yên derew û ne dirust ku dujminê miletê kurd û bi taybet Be’isiyan belav dikirin, ji bo ku karibin kiriyar û tawanên xwe yên hovana û tûndrew dibin siya wan behanan de li dijî miletê kurd bidin meşandin û cîbicî kirin.

Di beramber de jî raya giştî ya kurdî pêşwazî li vê helwîsta Ebdul Nasir dikir derbarê pirsa kurdî li îraqê, û Mam Celal bi xwe nûneratiya vê nerînê di kir bi saya piştgîriya partiya xwe û bi destxistina baweriya serokê wê Berzanî, û Mam Celal ji aliyê xwe ve jî karî bû helwîst û daxwaziyên miletê kurd bi zelalî bigihîne guh Ebdul Nasir ku wê çaxê rêberiya netewa erebî di kir bi bê rikaber, û karîbû wî têxe wêneyê zelal û dirusit yê pirsa kurdî, û wî bide bawerkirin bi pêwistiya çareserkirina vê pirsa rewa bi şêweyê aştiyane, û di vê derbarê de Dana Adem Şmêdit di pirtûka xwe de (Geştek ji bo mêrxasên aza li Çiyayên kurdistan), wisa dibêje: (Celal Talibanî karîbû ereban bi pirsa xwe ya netewî bide naskirin, û karîbû alîkariyê ji miletê xwe re wergire ji kesayetiyên erebî yên karîger mîna Ebdul Nasir û Bin Bila, û ev helwîsta Talibanî nîşana zîrekî û dûrbîniya wî bû..).

Lê tevî vê yekê, mixabin raya giştî kurdî ew jî bê par nema ji dengên ne razî ku li dijî serok Ebdul Nasir di sekinîn, û bi taybet (Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya), ku li gel (Partiya Komonist ya Sûrî), di yek bereyê de sekinî li dijî Ebdul Nasir û li dijî yekîtiya di navbera Misir û Sûriya de, û di vî warî de Ebdul Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Tevgera kurdî li sûriya di bin roniyê de), li ser helwîsta partiya xwe li beramberî Ebdul Nasir, dibêje: (Bi her hal, partiya me helwîsteke nîgetîv ji hukmê serok Cemal Ebdul Nasir sitandibû, û ev helwîsta partiya me nêzîkî helwîsta partiya komonîsta sûrî bû, û di jêr bandora wê de bû..).

Partiya demoqrata kurdî li sûriya, ew helwîsta Ebdul Nasir ya posetîv li ber çavan ne girt, tevî ku di karîbû qazancê jê wegire di warê sivik kirina zordariyê ji ser miletê kurd li sûriya, lê di encam de ew jî kete ber wê hovîtiya dijwar de ku Ebdul Hemîd Serac û dezgehên xwe yên dev bi xwîn li dijî miletê kurd dane meşandin, ku kadirên tevgera siyasî kurdî bi şêweyên dirinde hatin êşkence kirin û ew avêtin binê zîndanan, û hemî siyasetên şofînî û pirojeyên nijadperestî li navçeyên kurdî dane meşandin ji bo ku guhertina dîmografî û tunekirina hebûna kurdî li wan navçeyan bidin meşandin û cîbicî kirin, lewma Ebdul Hemîd Derwîş gotina xwe berdewam dike, û di wê pirtûka xwe de dibêje: (Ez bawer dikim ku partiya me şaşiyeke mezin kir di wê helwîsta xwe de ya nîgetîv derbarê desthilata serok Cemal Ebdul Nasir, û tevî ku komîta navendî danpêdan bi vê şaşiyê  nekir jî, lê partiya me karî bû bigihe li hevkirin û têgihiştinê li gel desthilata Cemal Ebdul Nasir yê ku ji dil di xwest hêvî û daxwaziyên miletê kurd nas bike û tê bigihe, û mafê wan yên netewî bi şêweyekî aştiyane erê bike, li şûna ku ev milet tê binpêkirin, mîna ku desthilatdarên îraqê yê wê çaxê dikirin..), û di encamê vê helwîsta şaş de, êdî serkirdayetiya partiyê û kadirên wê derbeyeke kujinde xwarin, û pişta partiyê hate şikandin, û ew şaşî bû sedemekî serekî ku ew nakokiyên berê hebûn û kom bûbûn bi yekcarê di hundirû zîndanê de derkevin, û partî ajote ber bijardeyeke tal û dijwar ku gelekî girantir bû ji karîbûna wê, êdî ew nakokiyên kirêt teqiyan di navbera serokê partiyê (Nûredî Zaza), û endamê mekteba wê ya siyasî (Osman Sebrî)‘de, li ser silogana (Rizgarkirin û yekxistina kurdistan), ew nakokî di dawî de bûne rêxweşker ji parçebûna partiyê re di sala (1965)‘de, û ew derbasî gereke kur kirin ji parçebûnên li dîv hev, ku di encam de tevger kurdî li sûrî baceyeke giran da û hîna jî dide.

Tevî ku helwîsta partiya demoqrata kurdî li sûriya di eynî dem de mîna helwîsta komonîstan û mîna helwîsta cudaxwazan jî bû, lê kurd ne hatin parastin ji xezeba wan, û bi berûvajî vê yekî helwîsta cudaxwazan dijwartir û hovanetir bû beramberî geşbîna rola partiyê di nav cemawerê kurdî de li sûriya, û li dijî ferehbûna bazinê partiyê yê rêxistinî û siyasî, û ew cudaxwaz bi xwe bûn jî ku leşkerê Yermûk bi serpereştiya efsrê sûrî (Fehed Şa’ir), şandin kurdistana îraqê ji bo serkut kirina şoreşa kurdî li wir, û her ew bûn jî  ewê ku herdû pirojeyên kirêt li dijî hebûna kurdên sûrî cîbicî kirin (Serjimêra awarte, û Zinara erebî), û vaye hîna jî neviyên wan berdewamin di pirojeyên xwe yên şovînî de ku armanc ew hebûna kurd gav bi gav tunebikin û nehêlin..

MAM …LI ŞAM (20)

(Esed: Dîdara te li gel Ebdul Nasir ez Dilxweş kirim )

Mana Mam li Şam derfetek dîrokî bû ku torek ji pêwendiyên giring li gel raya giştî erebî ava bike, û ew pêwendî gihiştine astê xwe yê herî bilind çaxê ku rêkeftê (sudfê), ew wek nûnerê kurd li gel Ebdul Nasir di sala (1963)‘de li Qahîre civand, û ji vê dîdarê û bi şûnde êdî gelek dîdarên din jî li dû hev kirin, û Mam Celal di wan civînan de karîbû bala serok Ebdul Nasir rakişînê bi alî xwe de , û bibe ciyê baweriya wî, û bandora xwe jî berde ser helwîsta wî derbarê pirsa kurdî li kurdistana îraqê, û wî bide razîkirin bi giringiya çareserkirina vê pirsê bi şêweyekî aştiyane li ser bingiha erêkirina mafê etonomî di çarçewa îraqa yekbûyî de, û vê yekê bandoreke kûr dabû ser hêzên siyasî û kultûrî erebî, û roleke berbiçav lîstbû di zelal kirina wêneya rasteqîne ya pirsa kurdî li ber çavê wan hêzan, û ew neçarkirin ku li helwîstên xwe yên nîgetîv derbarê pirsa kurdî vegerin, ku ev piris bi cudabûn û israyîla diwem binav dikirin.

Û di vê çarçewê de, Mam Celal di pirtûka (Dîdarê temen)‘de, dibêje: (Çaxê dîdara min li gel Ebdul Nasir, wê çaxê berpirsên sûrî hîna xortbûn, û li gor ku hinan ji wan vê paşiyê ez agadar di kirim ku gelekî ew dixweş di bûn dema ku ez li gel Ebdul Nasir civiyabûm, û di gotin ku ewan navê min di rojnameyan de dixwendin: Celal Talibanî li gel Ebdul Nasir civiyaye..), û her wê çaxê efserê hêza asîmanî yê sûrî, Mûqedem Hafiz El’esed (1930- 2000), ew yek ji wan xortan bû ku dilxweş bûbûn bi wê dîdara ku li Qahîra di navbera Mam Celal û serok Ebdul Nasir’de rûdabû, û ew cara yekem bû ku Hafiz Esed bi navê Mam Celal bihîstibû bi riya rojnameyên ku nûçeya vê dîdara dîrokî li ser sînga rûpelên xwe veguhestibûn û belavkiribûn, û Esed bi xwe di dîdareke xwe de li gel Mam Celal dibêje ku ew gelekî dilxweş bûbû bi vê nûçyê, û Mam Celal di bîrhatinên xwe de (Dîdara Temen)’de, li ser zimanê Esed dibêje: (Carekê ez li gel serok Hafiz Esed civiyam, û gote min: Ez efserekî bi pileya Mûqedem bûm di hêza asîmanî de, çaxê ku te serdana Ebdul Nasir kiribû û min jî ev nûçe di rojnameyan de xwend, tu dostê erebayî û pişitgîriya pêwendiyên erebî- kurdî dike, û tiştê tu dike wê bandoreke wê ya pozetîv hebe li ser pêwendiyên kurdî- erebî..).

Ta wê çaxê, hîna jî Mam Celal bi navê (Hafiz Esed), ne bihîstibû, ji ber ku ev nav ji nû hatibû bihîstin di çaxê buyerên cudabûnê di (28.9.1961)’de, dema ku li Qahîre li gel çend efserekî Be’isiyên sûrî hatibû girtin zêdetir ji mehekê, ku li wir bûn di wê demê de, bi sedema ku partiya wan (Be’is), li gel çend partiyeke sûrî li ser yadaşta cudabûnê imzekiribûn, û piştî ku hatibûn azadkirin û vegeriyane sûrî, ew efser hatibûn dûrxistin ji leşkerê sûrî û ew veguhestibûn xizmeta medenî di wezaretekê de bi sedema helwîsta wan ya li dijî cudabûnê.

Hafiz Esed wê çaxê, yek ji wan pênc efseran bû yên ku komîteya leşkerî ya şaxê Be’isa Erebî ya iştîrakî li sûriya durist kiribûn, û rêxistinên xwe saz û amade dikirin bi şêweyekî nehînî, û ew razî ne dibûn ku partiya wan were hilweşandin, û doza nûkirina yekîtiyê li gel Misrê dikirin, ta ku di dawî de karîbûn kodeta li dijî hikûmeta cudabûnê bikin di (8.3.1963)‘de, û di vê demê de dostê Hafiz Esed û hevalê wî di komîteya leşkerî de (Selah Cidîd), ew vegerand nav rêza leşkerî û pileya wî ya serbazî jî di sala (1964)‘de, yekser kiribû (Lîwa), û ew kiribû serokê hêza asîmanî û bergiriyê, û di dawîde jî ew di (16.10.1970)‘de, bi tevgera xwe ya çaksasiyê rabû.

Êdî dîdar û hevdîtinan destpêkirin di navbera Mam Celal û Hafiz Esed de, û her bi her pêwendî di navbera wan de kûrtir û xurtir bûn, û dîdara yekem di sala (1967)‘de, bilez û li ser piyan bû, bê ku nasîneke rû bi rû dinav wan de bibe, ew jî çaxê ku dinav şanda îraqî de ku ji civîna sosiyalistên ereb vegeriya bûn ku li Cezayir hatibû li darxistin, û wê çax Hafiz Esed dibînin ku hîna ew wezîrê bergiriyê bû li sûriya.. lê dîdara fermî ya yekem ew di sala (1970)‘de bû, û Mam Celal li ser vê dîdarê di bîrhatinên xwe de (Dîdara Temen), di axivê û dibêje: (Yekem dîdar dinavbera me de kurt û kin bû, ew jî bi rêkeft hatibû kirin di sala 1967’de, û yekem rûniştina fermî ji bo danûsitandin û axaftinê li gel yektir di sala 1970’de bû, ew jî di riya çûna min bo Beyrûtê de bû, dema ku ez li ser xala sînorê îraq û sûrî hatim sekinandin û nehiştin derbas bibim, min hêvî û rica ji wan kir ku bi tiranzît di sînorê wan re derbasî Beyrûtê bibim lê nehiştin, û gotin bimîne sibhê û veger îraqê..), û Mam Celal dibêje ku di wê dema ku li wir sekinî bû otombîlek hat ya Tevger Rizgarîxwaza Filestînî (Fetih)‘bû, û pizîşkekî filestînî têde bû wî Mam Celal naskiribû û hatibû  silav li wî kir bû û jê pirsî bû: (Tû li vir çi dike?!), Mam Celal bersiva wî dide û rewşa xwe bi hûrî jêre dibêje, û derfetê werdigrê û nameyekê pêre ji Hafiz Esed’re dişînê, ku wê çaxê hîna ew serok wezîr bû li sûriya, û jêre dinivîsînê ku ew li ser sînor hatiye sekinandin ji ber ku pêş çend salan ve hatiye qedexe kirin ji derbasbûna nav xaka sûrî, û hêviyê jê dike ku vê qedexeyê li ser wî rake û hilîne, ku êdî karibe çûna xwe ber bi Libnanê berdewam bike. 

Û Mam Celal çîroka xwe berdewam dike di pirtûka (Dîdara Temen)‘de, û dibêje ku ew li ser xala sînor maye rawestan ji sibihê ta piştî nîviro bê ku hîç tiştekî bixwe, û li ser piyan hatûçû dikir û çentê wî jî li ser erdê avêtî bû, û ne hiştin derbasî cem wan bibe û li ser kursiyekî rûnê, û Mam Celal di eynî jêderê de dibêje: (Ji nişkan ve zilamê berpirs hat ku pêştir bi hişkî û pozbilindî li gel min di axivî, bangî min kir û bi nermî got: Tu mamoste Celal Talbanî‘ye? Min naskir ku tiştekî nû rûdaye, û nameya min gihiştiye ciyê xwe, min jî êdî bi payebûn lê vegeran: Belê ezim, wî got: Serok Wezîr qedexekirin li ser te rakiriye, û gotiye bere li wir çavrê bike ezê otombîleke taybet jêre bi şînim ku wî hilgirê, û di demeke kurt de otombîleke Marsîdis hat û ez birim otêla Semîre Emîs li Şam danîm, û bûme mêvanê serok wezîr..), û di sibiha roja dinde Mam Celal li gel Hafiz Esed di civê, û bivî şêweyî ew civîna fermî ya yekem bû di navbera wan de, û Mam Celal berdewam dike û dibêje ku Esed got: (Tu bi xêr hatî, ez ji te dixwazim ku çend rojekî li vir bimîne, min jî sipasiya wî kir û lêbûrdin jê xwest ku hin karê min yên bi lez hene dive ez biçim, û min izin jê xwest û ji wir ber bi Beyrûtê ve ez bi rêketim û çûm, û ew bû cara fermî ya yekem ku li gel wî civiya bûm, û ew qencî bi min kir ku navê min ji lîsta qedexekiriyan rakir û hilanî..).

Bi vî rengî Mam Celal dest pêkiribû bi avakirina pêwendiyên kûr û bi hêz li gel serokê sûrî (Hafiz Esed), û her di bîrhatinên xwe de dibêje: (Yek ji qenciyên Hafiz Esed li ser me ew bû ku di yekem kongirê partiya Be’is de, ku piştî tevgera wî ya çaksaziyê hatibû bestin, danpêdan û erêkirina wî ji mafê netewî yê miletê kurdî bû li kurdistana îraqê, û razîbûna wî bi hukimê otonomî li kurdistana îraqê, ji ber ku berî wî tu kesî ne diwêra bû li ser mafê miletê kurdî yê rewa bi axive, û her digotin ku kurd cudaxwazin û di xwazin ji welatê îraqê veqetin, û dujminê neteweya erebî ne..).

MAM …LI ŞAM (21)

(Nasir: Me çareseriyek tuneye ji pirsa kurdî‘re)

Di dîdara yekem de di navbera wan de sala (1963), Cemal Ebdul Nasir ji serokê şanda kurdî, Mam Cela’re, dibêje: (Em neteweperestên ereb, tu çareseriyên amadekirî li cem me tunene ji pirsa kurdî re..), vê gotina Nasir pirseke mezin di mêjiyê Mam Celal de dirust kir, ew jî ewe ku çawa ewê bersiveke riyalist û zelal peyda bike ji vê pirsê re, û kula wî ya serekî: Çawa wê bikaribe raya giştî ya erebî bi rastiya pirsa kurdî bide nasîn? Lewma derfeta yekem ew bû çaxê ku li gel serok Cemal Ebdul Nasir civiya bû, û bi serkeftin karîbû bandora xwe bide ser helwîsta wî derbarê pirsa kurdî û piştgîriya wî wergire, ew jî bi riya yadaştnameya ku bi navê şanda kurdî pêşkêşî giftûgoyan kiribû, ku di (8.4.1963)’de, li Qahîra bi rêve diçûn ji bo pêkanîna yekîtiya sê qolî di navbera misir û îraq û sûriya de, û Dr. Cemal Atasî jî vê yek piştrast dike di pêşgotina xwe de ya ku ji pirtûka Munzir Mûsilî re nivîsiye, û têde li ser ziman Ebdul Nasir dibêje: (Serok Ebdul Nasir gelekî dilxweşbû bi naverûka wê yadaştnameya ku Celal Talbanî bi navê şanda kurdî pêşkêşî wan giftûgoyên yekîtiyê yên sê qlî kiribû di buhara 1963’de).

Birastî, bê agahbûna raya giştî ya erebî ji pirsa kurdî re, ciyê dilrawikî û nîgeraniya Ebdul Nasir bû jî, ji ber ku vê yekê ev pirs aloztir dikir û rê li ber çareseriya wê di girt, û wê çaxê ev nîgeranî bi xwe bûbû hokar û sedema ku nasir wê şîreta zêrîn li Mam Celal bike, û Mam Celal jî ta ku saxbû wî ew şîret ji bîr nekir, û di derbarê vê yekê de Mam Celal di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Kurdistan û Tevgera Netewî Kurdî), ev gotin gotiye: (Ez wê şîreta biratî ya giranbuha ku Ebdul Nasir li Qahîra ji min re gotibû di sala 1963’de, qet ji bîr nakim.. wê çaxê wî ji min xwestibû ku ez du tiştan ji netewa erebî re zelal bikim: Yekem- Tevgera netewî kurdî li dijî cudaxwaziyê ye, û na xwaze îraqê parçe bike.. Diwem- Kurd miletekî resene, û ji hezarê salan ve ew di welatê xwe kurdistan de dijî, û ew miletekî kevnareye, û kurd û ereb birane, û kurd ne dujminê erebane..).

Û ji ber giringiya vê şîretê, Mam Celal yekser çûbû Beyrûtê, û li wir kongireyekî rojnamevanî li darxist di (8.6.1963)‘de, û di wî kongirî de ew herdû xal bi zelalî ji raya giştî re şirûve kirin, ew jî wek birsivdanekê bû ji hikûmeta Bexdadê re, ku wê çaxê bi xurtî piropoganda û dengo belav dikirin û tevgera netewî kurdî wek tevgereke cudaxwaz û wek Isra‘îla diwem nîşan didan..

Bi vî şêweyî, Mam Celal karîbû gotareke babetî û zelal bide hûnan û dirust kirin, ku karibe wan tomet û derewan hilweşîne ku ji aliyê wan hêzên şofînî ve hatibûn belav kirin li dijî pirsa kurdî ya rewa, û Mam Celal bê rawestan hewil dida ku vê pirsê pêşkêş bike bi şêweyê wê yê rasteqîne û zelal dûr jî destkarî û xweşik kirinê, û di vî warî de (Kongirê sosiyalistî yê erebî li Cezayir), derfeteke din bû ji Mam Celal re, ku ew tenha kurd bû wek nûnerê (Partiya Dîmoqrata Kurdistan), li vî kongirî beşdar bûbû, û ew kongir wê çaxê minberekî siysî giring bû, hemî partiyên komonist û sosiyalist û Be’isî, û bijardeyeke berfireh ji kesayetî û serkirdeyên erebî yên bi navûdeng têde beşdar bûbûn, û di wî kongirî de Mam Celal sê babetên giring li ser sosiylistiyê û pirsa netewî, û li ser pirsa kurdî li îraqê pêşkêş kirin, û di derbarê wî kongirî de Mam Celal di pirtûka (Dîdara Temen)‘de, vê yekê dibêje: (Ew cara yekem bû ku li ser pirsa kurdî û mafê kurd yê otonomî û mafê çarenivîsî tê rawestan û axaftin, li welatekî erebî mîna welatê Cezyir, û rûbirû li pêşiya komelek ji hêzên sosiyalist yên erebî, ku hin ji wan li welatên xwe desthilatdarin, û li wir ez li ser mafê çarenivîsî û mafê otonomî sekinîm, û min got ku ev rêga baştirîn çareseriye ji bo dijberiya erebî kurdî, û dervî van herdû riyan pirsa netewî nayê çareserkirin..).

Êdî ev gotar di hêşê Mam Celal de hatibû avakirin, û bîroka belavkirina lêkolîneke zanistî derbarê kurdistan û tevgera netewî kurdî di mêjiyê wî de hatibû meyandin, bi mebesta danasîn raya giştî bi dîroka kurdistan û bi rastiya hebûna miletê kurd û rewabûna xebata tevgera wî ya rizgarî xwaz.

Di encam de, Mam Celal ev lêkoîna xwe di sala (1970)‘de, bi dawî anî û pirtûka xwe ya bi navnîşana (Kurdistana û tevgera netewî kurdî), belav kir, ev pirtûka wî mîna bersivekê bû ji wê şîreta serok Ebdul Nasir re, û di vî warî de Mam Celal di pêşgotina vê pirtûkê de dibêje: (Ji ber vê yekê min di gulana sala 1963’de, û dema ku ez li Qahîra bûm, min biriyar dabû ku ez bi hemî karîbûna xwe vê bîrokê cîbicî bikim, û min dest bi nivîsandina vê lîkolînê kir wek hewildanekê ji bo xurtkirina biratiyê di navbera cemawerê kurdî û erebî de, û ji bo zelalkirina rastiya pirsa kurdî ji raya giştî ya erebî re, ji ber ku têgihiştina wan ya dirust- ta astekî mezin- ew bi xwe dibe rêxweşker ji çareseriya aştiyaneye ji vê pirsê re, herwiha çareyeke ji yekîtiya niştimanî ya miletê me yê îraqî re, û ji bo pêşeroja biratiya kurdî û erebî re jî..).

Bê goman, ev gotara Mam Celal ya riyalist, û helwîstên wî yên babetî, û pêwendiyên wî yên karîger li gel Ebdul Nasir, hiştibû ku Mam Celal bibe kesayetiyeke geş di nav raya giştî ya erebî de, û bibe ciyê guhdana piraniya serkirdeyên erebî, û di pêşiya wan de serokê sûrî (Hafiz Esed), Mam Celal bala Esed kişand bû bi alî xwe de dema ku hîna ew efser bû bi pileya Mûqedem, û Esed dilxweş bûbû bi nûçeya civîna Mam Celal li gel Ebdul Nasir, û di vî warî de Salar Osê di pirtûka xw de ya bi navnîşana (Mam Celal: Dîtin û helwîst), dibêje: (Hafiz Esed ev rastî di kesatiya Mam Celal de dîtibû dema ku li gel civiya bû di sala 1970’de, û têgihiştibû ku wê Talibanî roleke giring bilîse di nav rêzên oposiyona îraqî de, û her wiha têgihiştibû ku wê di pêşerojê de bandoreke wî bi hêz û karîger hebe li ser nexşa siyasî ya îraqî, tevî ku Talbanî wê çaxê nûneratiya hîç rêxistineke siyasî ne dikir, lê belê nav û dengekî wî ya siyasî hebû û çalakiyên wî yê kesayetî diyar û ber bi çav bûn..).

Mam Celal jî ji aliyê xwe ve karîbû bi hûrî rastiya pêwendiyên di navbera herdû rêjîmên sûrî û îraqî de, û kurahiya nakokiyan di navbera herdû baskên partiya Be’is de li herdû welatan bi xwîne û durist têbigihe, û bi hemî karîbûna xwe dest bi avakirina pêwendiyên istiratîcî kiribû li gel Hafiz Esed ku xwe wek rêberê bereya (Bergirî û xweragiriyê), dida nasîn, û hewil dida ku wê valahiyê dagire ku (Ebdul Nasir), bi mirina xwe li şûna xwe di nav miletê erebî de hiştibû, li beramberî dujminê xwe yê dirinde (Sedam Husên), ev ji bilî ku Mam Celal berdewam bîr dikir li resen û rehendên serok Hafiz Esed yên tayifî û netewî ku bi vê yekê ew bi nerînên xwe vekirîtir bû ji Be’isiyên dinê, lewma Mam Celal di pirtûka (Dîdara Temen)’de, dibêje: (Ji ber ku Esed yek ji endamê tayifa Elwî ya bindeste, lewma mêjiyê wî vekirîtire ji hevalên wî yên Ba’isî, eger ew ne di serê desthilatê de be, û desthilat di destê şofîniyên ereb de ba, bê goman wê çaxê ewan qet ne dihiştin hîç tevgerek yan rêxistineke kurdî li sûriya were damezirandin, yan jî ti kar û çalakiyan bi navê kurdn encam bide..). 

MAM …LI ŞAM (22)

(Derçû û vengeriya ta ku bû rêber..)

Mam Celal, di dema ku li Şam bû di nava salên pênciyan de ji sedsala bîstan, wî karî bû pêwendiyên berfireh li gel navenda erebî ava bike, û gorepana serekî ji çalakiyên wî re her di navbera Beyrût û Şam û Qahîra de bû, ev ji bilî Lîbiya û Cezayir jî, û di vê gorepanê de Mam Celal bûbû kesayetiyeke karêzmî karîger, û yarîzanekî siyasî çalak û jêhatî di pêşkêşkirin û danasîna pirsa miletê kurdî de, û wergiritina alîkarî û piştgîriyê ji bo vê pirsê, ji ber ku ew ji vê gorepanê danebira ye ne qetiya ye û wî her pena biriye ber wê di her çaxî de ku şûn û cî lê teng bûye li îraqê û li kurdistana îraqê.

Paş imzekirina rêkeftina (11.3.1970), di navbera hikûmeta îraqê ya wê serdemê, û partiya demoqrata kurdistanî bi serokatiya (Mele Mustefa Berzanî), wê çaxê baskê mekteba siyasî yê partiya demoqrata kurdistanî jî piştgîriya xwe ji vê rêkeftinê re ragihand, û Ibrahîm Ehmed û hevalên xwe (Mam Celal, Elî Eskerî û Umer Debabe..), biriyar dan ku partiya xwe hilweşînin û tevlî rêzên partiya demoqrata kurdistanî bibin, û piştî ku herdû bask bûne yek, Mam Celal hestkir ku ew tê dûrxistin û piştguh xistin, lewma biriyara xwe dabû ku ji gorepana siyasî ya kurdistanî dûrkeve, û bi bêdengî û bi hîmenî derkeve dervî welat, êdî izin ji Berzanî wergirt ku li gel (Hîro Xan), biçe derve ji bo çareseriya wê ya tendirustî, û piştî ku Mam Celal gihişte Ferensa di avdara sala (1972)‘de, biriyar dide ku li bajarê (Liyon), bi mîne û li wir berdewamiyê bi xwendin û jiyana xwe ya normal bide, û di vê derbarê de Mam Celal di pirtûka (Dîdara Temen)‘de, dibêje ku wî nameyek ji Mele Mustefa re nivîsiye û têde jêre gotiye: (Ez di xwzim we agahdar bikim ku ezê li dervî welat bimînim, û ez şerê we jî nakim, û ezê mijûlî xwendin û jiyana xwe bibim, û hêviya min jî ji we ewe ku hûn her gotinekê bawer nekin ku li ser min were gotin, û eger derewçiyek hate cem we û derewek li ser zimanê min ji were veguhest, zû bawer nekin û lê bipirsin, ji bo ku hûn paşî poşman nebin.. bi min nexweşe ku li gel we nakok bim, lê we soz dabû ku di dema şeş mihan ta salekê bi hin guhertinan rabibin, lê vaye du sal jî derbas bûn û tiştek di vî warî de ne hate kirin, lewma ezê li derve bimînim, û çi karê ti û serkirdayetiya şoreşê ji min bi xwazin ezê bê dûdilî cîbicî bikim..).

Paş dû mihan Mam Celal ji Ferensa diçe Şam û ji wir jî diçe Beyrût, û li wir pêwendiyê li gel dostên xwe yên felestînî (Corc Hebeş, Nayif Hewatime û Ehmed Cibrîl..), dike û li cem wan dimîne, ji ber ku wî her ji sala (1967)‘ve, pêwendiyên bi hêz li gel wan dirust kiribû, êdî li Libnan dest bi kar kiribû li gel wan di hemî waran de, û bi taybet di warê ragihandinî de, û piştî binçavkirin, û hewildana kuştina wî bêtir ji carekê jî aliyê rêjîma îraqî û yên din ve, êdî dostên wî yên Felestînî amojgariya wî dikin û jê dixwazin ku Libnan bicî bihêle û jê derkeve, lewma Mam Cela ji wir çû li Qahîra cîbicî bû di buhara (1973)‘de, ku wê çaxê ew şûn aramtir bû di warê ewlekariyê de ji şûnê tir, û ji wir bi berdewamî hatûçûna Beyrût û Şamê jî dikir.

Û paşî Mam Celal ji Qahîra jî vegeriya Libnan di havîna (1974)‘de, ji bo ku kar bike di ofîsa karûbarê erebî ya partiya demoqrata kurdistanî de li Beyrût, û li wir berdewam kir ta ku şoreşa kurdî hilweşiya di sala (1975)‘de, êdî Mam Celal ji wir ber bi Şam ve diçe û li wir cîbicî dibe, û di vê derbarê de Mam Celal di (Dîdara Temen)‘de, dibêje: (Ez li Misir mam ta ku rojekê Ezîz Şêx Riza, hate cem min û nameyek ji Idrîs û Mesûd Berzanî ji min re anî bû, wan têde ji min xwestibûn ku ez li gel wan kar bikim, min jî bersiva wan da û min got: Ser çava, lê ezê çi karî li gel wan bikim? Gotin ku ewan ofîsek ji bo karûbarê erebî li derve damezirandine, ew ofîs pêk tê ji min û Dr. Fû’ad, û berpirsê me jî wê Ezîz Şêx Riza be, ez razî bûm û min got başe ser çava, û me dest bi karê xwe kir, û me wê çaxê karekî baş jî di vî warî de kir, me bi navê şoreşa kurdî pêwendî li gel misriyan avakirin, û ez li Libnan di ofîsa karûbarê erebî de mam ta ku şoreşa kurdî hêrivî û têk çû..).

Pêwendiyên Mam Celal li gel serokê misrî Enwer Sadat berdewam bûn bi riya Muhemed Hesenên Heykel, ku ew wê çaxê serokê rojnameya (El‘ihram) bû, û wî nû dev ji vî karê xwe berda bû û Ehmed Beha El’dîn li şûna wî dest bi kar bûbû, ew jî kesekî nêzîkî Enwer Sadat bû, û dostê Mam Celal jî bû, Mam Celal di (Dîdara Temen)‘de, dibêje ku wî pêwendî li gel Beha El’dîn kiribû û, Beha El’dîn jî jê xwestibû ku zû biçe cem wî ji bo karekî pêwîst, Mam Celal diçe cem wî, Beha El’dîn jî jêre dibêje: (Ez îro li cem serok Sadat bûn, wî pirsa te kir, û got: Hîna Celal li vire? Min jêre got: Belê hîna li vire, wî got: Başe wî agahdar bike ku pêwendiyên me li gel wî wê berdewam bibin, û ti li şûna Heykel di navbera min wî de bibe pir ji van pêwendiyan re, û ji Celal re bibêje ku wê îraq di demeke nêzîk de li gel îran haşt bibe, û îraq wê vê pirsê di lûtka erebî de bas bike û wê deynê ser mêza giftûgoyê, û pêşniyara min di vê derbarê de ewe ku şandeke kurdî were û yek ji kurên Berzanî di vê şandê de beşdar bibe, lewma serok got: Bere Celal û herdû kurên Berzanî werin, û ezê wan hersiyan li gel xwe bibime civîna komkara erebî, û eger îraqê ev pirs bas kir, ezê jî ji wan re bibêjim: Çima em ereb bi xwe li gel birayên xwe yên kurd haşt nabin? Û wê çaxê ezê ji wan re bibêjim vaye min şanda kurdî li gel xwe aniye, ka em li gel wan rûnin..), Mam Celal jî yekser bersiva Beha El’dîn dabû û gotibû: (Wele ev karekî başe..), û Mam Celal gotina xwe berdewam dike û dibêje: (Ez vegeriyam û min Ezîz Riza û Dr. Fû’ad bi vê yekê agahdar kirin, ew jî gelekî dilxweş bûn bi vê pêşniyara Sadat, û min jî derbarê vî babetî nameyek ji Idrîs û Mes’ûd re nivîsî, lê min ti bersiv ji wan wernegirt..).

Û di vê çarçewê de jî, Mam Celal di (Dîdara Temen)‘de, dibêje ku çaxê ew li Lîbiya bû di miha kanûna yekê de sala (1975), ji bo beşdariyê bike di kongireyê xortên nasirî de, wê çaxê Qezafî ji Mam Celal re dibêje: (Celal! Nûçeyeke ne xweş min ji tere aniye, ew jî ewe ku wezîrê derve yê îraqê Se’idûn Hemadî, li gel wezîrê derve yê îranê Xil’et Berî li Istenbolê wê bicivin, û rêkeftina wan jî gelekî nêzîke..).

Piştî hilweşandina şoreşa kurdî, Mam Celal ji Beyrûtê diçe Şamê, û ji wir dest bi qonaxa damezrandina ykîtî niştimanî kurdistan dike di (1.6.1975)‘de, û her ji wir jî piştî salekê ji damezrandina partiya xwe, wate di sala (1976)‘de, amadekariya vêxistina şoreşa nû jî dike, û êdî Mam celal di sala (1977)‘de, vedigere çiyayê kurdistana îraqê û şoreşê bi rêve dibe ta ku Sedam Husên di ruxîne, ku wê çaxê Sedam bi qerif û tinaz li ser biriyara Mam Celal derbarê vêxistina şoreşa nû, gotibû: (Eger darxurmeyek di serê Celal Talabanî de şîn were, ew nikare şeş çekdaran bibe ser çiya..).

MAM … LI ŞAM (23)

(Qezafî: Ez amademe ji her alîkariyekê re..)

Piştî wan guhertinên ku di encamê rêkeftina sala (1970)‘de, rûdabûn, û piştî yekxistina herdû baskê (Partî Dîmoqratî Kurdistan), Mam Celal hest kiribû ku êdî pêwîste xwe ji wê piştguhxistinê rizgar bikê ku wê çaxê wî li kurdistana îraqê gazin jê dikir bi sedema hilweşandina baskê mekteba siyasî û tevlîbûna wî nav baskê Berzanî, lewma biriyar da ku derkeve ewrupa di sala (1972)’de, ev biriyar di demekê de sitand ku hîç post û pileyeke wî ya rêxistinî nemabû ji bilî ku endamê serkirdayetiya di partiya yekxistî bû bi serokatiya Berzanî ku wê çaxê sitêra wî geştir bûbû, û hatibû naskirin weke rêberekî netewî piştî imzekirina wî ji rêkeftinê avdarê re li gel rêjîma îraqî, û Mam Celal dijayetiya şoreşa kurdî nekir, tevî ku ji karê serkirdayetiya wê partiyê ne razî bû jî, û ji wê zêdetir jî Mam Celal nameyek ji Berzanî re şand û têde amadekariya xwe nîşan dabû ji bo xizmeta wî û xizmeta şoreşê bike, meger li her ciyekî be.

Û ji ewrupa ber bi Şamê ve çû, û ji wir jî çû Beyrûtê, û li wir pêwendî li gel hemî dostên xwe yên filestînî kirin, û bi taybet li gel Bereya Gelêrî bi serokatiya dostê xwe yê nêzîk Corc Hebeş, û karîbû li gel wan bingiheke bi hêz ji pêwendiyên xebatgêrî ava bike, û piştî ku li Libnan jiyana wî ketibû metirsiyê de, wî xwe veguhestibû Qahîre sala (1973), û li wir pêwendî kiribûn bi (Enwer Sadat, Mu‘emer Qezafî û Hafiz Esed)‘re, û bawerî di nav wan de xurt bûbû ta astekî ku ewan ew gelekî zû agahdar kiribûn ku pîlanak tê amadekirin di pişt perdê de ji bo têkbirina şoreşa kurdî li kurdistana îraqê, ew pîlan jî bi riya Cezayir bû ku hewil dida herdû rêjîmên îran û îraqê haşt bike,  êdî Mam Celal di vê derbarê de pêwendiyê dike li gel serkirdayetiya şora kurdî ji bo bi hevre kar bikin ku rê bigirin li pêşiya cîbicî kirina wê pîlanê, lê ev hewildan bê encam bûn.

 Û li ser daxwaza serkirdayetiya şoreşa kurdî, Mam Celal vegeriya Beyrûtê sala (1974),  ji bo ku kar bike di ofîsa karûbarê erebî de, ya partiya demoqrata kurdistan, ev di dema ku rêjîma îraqî bi eşkere hewil dida xwe vedize ji cîbicî kirina naverûka rêkeftina avdarê, her di wê demê de jî Mam Celal gotarek di rojnameya libnanî (El‘sefîr)‘de, nivîsî û têde got: (Ez amojgariya hikûmeta îraqî dikim ku şer li dijî mele Mustefa neke, ji ber ku ew îro rêberê tevgera kurdiye, û ew li ser erdê heye û nayê windakirin, yan jî hikûmet nikare wî ji nav bibe, lewma ez ji hikûmetê di xwazim ku hinekî riyalist be, û bi vê serkeşî û mûxamereyê ranebe..), bi rastî vê gotarê vedengek berforeh dabû ku hikûmeta îraqî tore û aciz kiribû, û wê jî ji aliyê xwe de navtêdana tabûrê xwe yên ragihandinî kirbû û ji wan xwestbû ku bersiva Mam Celal bidin û êrîşê bibin ser bi gotinên pîs û kirêt, Mam Celal jî ji aliyê xwe ve han da jimareyek kesayetiyên erebî ku birûskan bişînin ji rêjîma îraqî re û di wan birûskan de daxwaz ji rêjîma îraqî dikirin ku vegerê ser hişê xwe û nekeve şerekî de li dijî miletê kurd, û rê bide çareseriya aştiyane ji vê dijberiyê re.

 Soviyêt jî dûrî van guhertinan neman, lê wan ji nêzîk ve di şopand, û divî warî de Yevxînî Birîmakov ku wê çaxê nûnerê rojnameya Piravda bû li rojhilata navîn û paşî bû wezîrê rûsiya yê derve û bû serok wezîr jî, bi lez hat li Beyrûtê Mam Celal dît û li gel civiya di sala (1974)‘de, Mam Celal di (Dîdara Temen)‘de dibêje ku Birîmakov got: (Dixwazim te agahdar bikim ku em te wek kesekî şoreşgêr û pêşketî dibînin, û em dibînin jî ku mele Mustefe şaşiyeke mezin kiriye ku tu dûr xistiye û daye aliyekî, min jî lê vegerand: Hevalê Birîmakov, îro hemî kurd li dor Berzanî kom bûne, û hewildana dijberiya wî karekî ne diruste, û li şûna vê yekê were em bi hevre pêwendiyên we xweşbikin li gel tevgera kurdî, ji ber ku ev yek ji me herdû aliyan re baştire.. Brîmakov jî pûşwazî li vê pêşniyarê kir, û got: Em hêvîdikin ku em karibin pêwendiyên xwe bi riya te tevgera kurdî xweş bikin, û em hêvî dikin ku tu hewil bide di vî warî de.. lê paş ku hilweşandina şoreşê hate ragihandina êdî hîç qazancek di hemî derfetên alîkariyê de nemabû..).

Di pirtûka (Dîdara temen)’de, Mam Celal dibêje ku Berzanî berî destpêka şer, bi riya nûnerê xwe li Beyrût Ezîz Riza, ji Mam Celal xwestibû ku bi geşteke dîblomasî rabibe li rojhilata navîn, ji bo piştgîriya şoreşê, û (10) pelên sipî imza Berzanî li ser wan pelan bû, ji Mam Celal re şandibû, û ew azad kiribû çawa wan pelan dabigire û ji kêre bişîne, û Mam Celal di vê derbarê de dibêje: (Pêwendiyên min li gel Berzanî gelekî başbûn ta astê ku ji min re li ser pelên sipî imze bike, û bi vê baweriyê me bi hev re dest bi kar kir, lê vê yekê dirêj nekir zû şoreş hilweşiya û derfe ji me windabûn û ji dest me çûn..).

Mam Celal bi riya pêwendiyên xwe yên berfireh agahdarî wan buyeran bû ku li paş perdê rûdidan, û her di vê pirtûkê de dibêje ku Qezafî jê pirsiye: (Ti çarenivîsa we çawa dibîne eger îraq û îran aşt bibin? Min jêre got: Bê goman emê şer berdewam bikin û emê bergiriya xwe bikin, êdî wî ji min pirsî: Aya tu dilniyayî? Min bersiva wî da û min got: Belê ez dilniya me, lê dibe ku pêwîstiya me bi alîkariya cenabê te çêbibe, wê çaxê em dikarin arasteya tevgerê bi guherin, û li şûna serçimandinê ji îranê re, wê çaxê em dikarin alîkariyê ji dostên xwe yên Lîbî û Sûrî wergirin, Qezafî bersiv da û got: Eger we arasteya xwe guhert bi vî şêweyê ku te got, ez jî wê çaxê amademe ji pêşkêşkirina her tiştê ku hûn bixwazin ji alîkarî û piştgîriyê, min jî jê pirsî: Mebesta te bi her tiştî hemî rengê alîkariyê ye? Wî got: Belê Celal, hemî rengê alîkariyê..).

Piştî vê hevdîtinê li gel Qezafî, Mam Celal ji serokatiya şoreşê re nameyekê di nivîse û bi riya Ezîz Riza di şîne, lê serokatiya şoreşê gotina Mam Celal bi çavekî giring temaşe nekirin, û sozên Qezafî wek piroboganda hijmartin, ne kêm û ne zêde, û piştî ku rêkeftin di (6.3.1975)’de, li Cezayirê hate imzekirin di navbera îran û îraq de, Qezafî xwest Mam Celal bibîne, û piştî ku Mam Celal hate cem, Qezafî jê xwest ku bi lez biçe cem mele Mustefa û wî agahdar bike ku wê hemî alîkariyê jêre pêşkêş bike, eger ew di şoreşê de berdewam bibe û li gel Komela Niştimanî Îraqî rêkeve, û Mam Celal dibêje ku ew ji cem Qezafî vegeriya Şamê, li wir dît ku hemî li bendî vegera wîne, û di nav wan de jî Umer Debabe û Ehmed Ezawî û komelek kesayetiyên dinê ji hemî hêzên opozisiyona îraqî, êdî li wir ew hemî li gel hev rêkdikevin li ser ku pêwîste tevgerekê bikin li dijî vê rêkeftina kirêt û rûreş, lewma Mam Celal bi lez Umer Debabe di şîne cem mele Mustefe ji bo wî agahdar bike ku Qezafî amadeye ji bo alîkariya wan bike, û jêre bibêje ku wî serok Hafiz Esed jî dîtiye, û ew jî ji aliyê xwe ve amadeye ji bo alîkariyê û bi taybet di warê çek û teqemeniyê de, û Mam Celal dibêje ku Umer Debabe bê bersiv vegeriya, yekser Mam Celal nameyeke din jî bi riya (Hîro Xan), dişîne, lê dema ku ew gihişt bû wir her tişt bi dawî hatibû, û hîç derfetek nemabû.

MAM.. LI ŞAM (24)

(Candar: Dilxweşbûm bi dîtina Mam Celal)

Paş ku Mam Celal ji kurdistanê vegeriya bû Şamê di sala (1972)’de, ew di navbera Şamê û Qahîre û Beyrûtê de hatûçû dikir, û li wir berdewam bû ta ku ji Şamê vegeriya bû kurdistana îraqê di sala (1977)’de, ji bo ku serpereştiya şoreşa nû bike ku di sala (1976)’de li çiyayê kurdistanê hatibû vêxistin, û ew hersê paytext bûbûne gorepana serekî ku Mam Celal xebta xwe ya dîblomasî têde bi rêve dibir û berdewam dikir ji bo pirsa xwe ya netewî bide nasîn û zelal kirin, û ji bo çalak kirina rola xwe ya siyasî di navenda erebî de û ji bo saxkirina kesayetiya xwe ya karêzmî ku geşbûna wê hinekî kêm bûbû di nîvê dawî de ji salên şêstî bi sedema wê parçebûna ku di partiya dîmoqrata Kurdistan de rûdabû.


Êdî Mam Celal rola xwe ya siyasî hin bi hin vegerand û xwirtir kir, û pêwendiyên xwe di navenda erebî de bi astekî bilindtir û bi hêztir sax kiribû, û ji bilî vê yekê jî, ew salên di navbera (1972- 1977)‘de, ku di nav wan hersê paytextan de derbas kiribûn, bûbûn mîna derfeteke dîrokî ji bo avakirina pêwendiyan bi hêzên çeprew û serkirdeyên wan re di navçeyê de, û dîdara wî li gel têkoşerê turkî yê pêşverû (Cengîz Candar), ew jî derfeteke zêrîn bû ku di dawî de Mam Celal bi riya wî gihiştibû cem serokê komara turkî (Torgot Ozal), û li gel wî kar kiribû ji bo sazkirina pirojeya aştiyê dinav wî û rêberê partiya karkerê kurdistan (Ebdule Ocelan)’de, û di encam de ragihandina yekemîn agirbesta dîrokî di navbera herdû aliyan de di (16.3.1993)’de.
Candar gêncekî nûhatî bû dema ku wî sînorê turkiya bi qaçaxî derbas kiribû û hatibû sûriya, û bi sedema êrîşên li dûv hev yên girtin û binçav kirin û zîndanî kirinê reviya bû, ew kiriyarên ku li turkiya dest pê kiribûn di encamê wê kodeta leşkerî ku di (12.3.1971)’de, li wir rûdabû, û di dawî de Candar bû yek ji navdarên nivîsandinê û nivîskarê goşeyên rojname û kovarên bi nerix mîna (Niyoyork Taymiz), û bû rawêjkarê siyasî yê Torgot Ozal, û piştire bû rawêjkarê Receb Teyib Erdogan jî, û di seranserê jiyana xwe de Candar her alîgirekî bi hêz bû ji bo miletên bindest û bi taybet ji bo miletê kurd, û her dijberekî dijwar bû ji rêjîmên dîktatorî’re, û di pêşiya wan de rêjîma Sedam Husên, û hevdîtina wî li gel Mam Celal derfeteke giring bû ji wî re, ku wê hevdîtinê roleke mezin listibû di guhertina arasteya jiyana wî de, û di vê derbarê de Cengîz Candar di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Şemendefira Mîzobotamiya ya bilez), dibêje: (Kurdên sûriya li Beyrûtê ez bi Mam Celal dame nasîn, ew rêberê kurd ku vê dawiyê bûbû yekemîn serok komarê helbijartî li îraq, û min jî ji aliyê xwe ve piştî çend salan ev serkirdeyê kurd yê îraqî bi serok komarê turkî (Torgot Ozal)‘re, dabû nasîn, êdî turkiya têgihişt ku ew nikare sînoran derbas bike û deriyan li ser rojhilata navîn veke eger ne bi riya kurdan be, û eger ne bi rûbirû bûna dîrokê be..).

Bi vî şêweyî Cengîz Candar temaşeyî pêwendiyên xwe dike li gel Mam Celal, ku pirsa kurdî xala serekî ya hevbeşe bû di nav wan de, û helwîsta wî zelal dibe derbarê pêwistiya çareserkirina vê pirsê, ne bi tenê ji ber ku pirseke giring û yasayiye, lê ji ber ku ew dergehê serekiye û turkiye nikare ji bazinê xwe yê teng û kujinde rizgar bibe, û derbasî rojhilata navîn bibe u xewna xwe ya osmanî cîbicî bike eger vê pirsê çareser neke, û Candar wê kilîla zêrîn bi hûrî destnîşan dike ku bi wê kilîlê vî derî veke, ew deriyê ku ta vê çaxê di ruyê vê pirsê de bi destê hasinî her girtî maye, û ev kilîl Celal Talibanî bi xweye ku wî li Beyrûtê yekem car Candar dîtiye bi riya dostê xwe yê hevbeş Ebdul Hemîd Derwîş, û ev derfeta dîrokî bi xwe bû ku Candar li ser axiviye di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Şemendefira Mîzobotamiya ya bi lez)’de, û gotiye ku vê derfetê rolek lîstiye di guhertina arasteya jiyana wî ya siyasî û ragihandinî de, û dibêje: (Eger kesek hebe ku rolek lîstibe di jiyana min de bê ku haya wî jê hebe, û me di seranserê çil saşî de hevdû nedîtibe, ew jî Ebdul Hemîd Derwîşe, ku ew yek ji kevintirîn serkirdeyên tevgerêye..).
Çaxê ku Mam Celal li Beyrûtê bû, heryek ji (Ebdul Hemîd Derwîş, û Cengîz Candar), jî li wir bûn, lewma carekê Hemîd Derwîş pêşniyarî dike ji Candar re, û jê di pirse: Tu di xwaze Mam Celal bibîne û xwarina taştê li gel wî buxe? Candar di wê pirtûka xwe de (Şemendefira Mîzobotamiya ya bi lez)‘de, dibêje: (Bi rastî ez gelekî dil xweş bûm û hêriz hatin min çaxê min ev pêşniyar bihîst.. û min xwest zû vê kesayetiya cîhanî bi nasim û xwarina sibehê jî li gel bixwim..), êdî Ebdul Hemîd Derwîş di miha nîsana sala (1973)‘de, wî dibe mala ku Mam Celal lê dijiya, ku di keve nêzîkî (gorepana sor), û piştî ku derbasî hundir dibin çavê wî bi kesekî bejin dirêj û xweşik û simbêl mezin dikeve, û ew kes bi nazikî û bi bêdeng li ser kursî rûnişt bû, Candar goman kir ku ew Mam Celale, û di wê çaxê de kesekî din jî hebû her serê kêlîkekê di hat ji Candar di pirsî: Ti hêkan çawa dixwê? lê Candar bi xwe her di xwest wî kesê li teniştê li ser kursî rûniştî bû nasbike, ji ber ku Candar goman dikir ew kesê rûniştî li ser kursî ew bi xwe Mam Celale, û ewê ku dihat ji Candar di pirsî li ser şêweyê çêkirina hêkan:Qelandî yan kelandî di xwe? Candar ew ji ser çavê xwe di kire der û jêre digot şêweyê çêkirina hêkan ku dixwaze, û Candar li gel wî kesê ku li tenişta wî rûniştî bû bi erebî di axivî, lê wî kesî qet bersiva wî neda û lê venegerand, û piştî xwarin hazir bû bangî Candar kirin û ew birin ser mêza xwarinê, Candar jî bangî wî kesê li ser kursî bê deng rûniştî bû ji bo li gel wî were ser mêza xwarinê, lê dîsan deng jê nehat û neçû ser mêza xwarinê, Candar ji xwe di pirsî: Ev çima nehat ser xwarinê? Ma ne ez hatime li gel Celal Talibanî xwarinê bi xwim? Çima ew bi min re nehat? Di dawî de Candar nas dike ew kesê ku hêk jêre amade dikirin û bi ingilîzî li gel wî di axivî ew bi xwe rêberê kurd Celal Talibanî ye.
Candar di pirsê: Başe, ewê dinê kiye ku li ser kursî rûniştî maye? Mam Celal bersiva wî dide û dibêje: Ew pasewanê min yê taybete, û ew nizanê ne bi erebî û ne jî bi ingilîzî bi axive, ew tenê bi kurdî di axive, û wî ji ber vê yekê bersiva Candar nedida, êdî ev buyer bûbû nûkteke xweş û watedar li ser dilxweşî û ruhê mirovatiyê li cem Mam Celal, meger ew nukte li ser wî bixwe be jî, mîna ku nivîskarê rojnameya Şerq El’ewset (Xalid Qiştînî), di gotara xwe de nivîsiye, ya bi navnîşana (Dema ku kurd qerfan bi hev dikin), dibêje: (Fexameta serok Celal Talibanî nukte tomar dikirin, û bi germî li wan guhdar dikir, û di hate gotin ku wî nukte ji kesên nêzîkî xwere di gotin, meger ew nukte li ser kesayetiya wî bi xwe be jî..).

MAM.. LI ŞAM... (25)

(Dengê Îraqê.. Ji Şamê)

Piştî windabûna wan derfetên ku hatibûne peydakirin ji bo ku şoreşa kurdî şerê xwe li dijî rêjîmê berdewam bike, û piştî şikestina wan hewildanên ku dihatin kirin ji bo têkbirina rêkeftina (6.3.1975), ku li Cezayirê hatibû imzekirin di navbera herdû rêjîmên îraqî û îranî de bi mercê ku îran alîkariya xwe bi şoreşa kurdî re bide sekinandin, êdî serokatiya şoreşê ragihandibû ku şoreş hilweşiya û nema, û di encam de jî kurd li kurdistana îraqê li ber xerabtirîn du riyan hatin rawestan, ew jî: Yan divabû pena xwe bibin nav xaka îranê û bibin penaber, yan jî divabû xwe radestî rêjîma îraqî bikin, û di wê çaxê de Mam Celal jî li Şamê bû, û wî hemî pêwendiyên xwe yên herêmî û navdewletî bi kar anîbûn ji bo ku karibe hinekî qebareya vê kareseta ku hatiye serê miletê kurd li kurdistana îraqê sivik bike, û ji bo parastina hestê berxwedanê û berdewamiya şoreşê.

Gelek derfet û destpêşxerî di vî warî de hatin pêşkêşkirin, û bi taybet ji aliyê her yek ji (Mû’emer Qezafî, û Hafiz Esed, û Enwere Sadat û Yefxînî Birîmakov..)‘ve, û ew derfet tev di ketin qazanca berdewamiya şoreşê de, li dijî rêjîma xwînmij ya Bexdadê, û ewan aliyan amadekariya xwe nîşan didian  ji bo pêşkêşkirina hemî rengê piştgîrî û alîkariya diravî û moralî û çekdarî, lewma serokê lîbî Mû’emer Qezafî, çaxê ku wî Mam Celal dît jêre amadekariya xwe dabû nîşandan ku alîkariya wan ya diravî ya pêwîst bike ji bo berdewamiya şoreşê li dijî rêjîma Sedam Husên, her wiha serok Hafiz Esed jî çaxê ku li gel Mam Celal civiya bû soz dabû ku çek û teqemenî ji wan re bi de peydakirin, û rê bide wan ku navendên serbazî û baregehên xwe li Şam û li Qamişlo û Dêrikê, bidin vekirin, û dergeh jî hatin vekirin li ber hatina serkirdeyên wan yên siyasî û serbazî ku serbest werin nav xaka sûriya, û Soviyêt bi xwe jî bi lez pêwendî bi Mam Celal re kirin û ew xwestin Mosko û zoz dane wî ku wê alîkariya wan bikin eger şer li dijî rêjîma Bexdadê berdewam bikin, û Mam Celal Yefxînî Birîmakov jî dît ku wê çaxê peyamnêrê rojnameya Piravda bû, û di vê derbarê de Mam Celal di pirtûka (Defterên şoreşa kurdî û îraqê)‘de, dûpat dike û dibêje: (Dema ku min Birîmakov li Beyrûtê dît, wî ji min xwest ku em di şerde berdewam bin, û xwe rdestî daxwaziyên şahinşah nekin, û got ku tevgera kurdî eger xwe radest bike wê li ser xwe tomar bike ku ew tevgereke noker û paşkoye, û bi saya berxwedana we em dikarin êdî navcîtiyê bikin dinav tevgera kurdî û bexdadê de..).

Tevî ku Mam Celal wê çaxê hîç partiyeke siyasî birêve ne dibir, û hîç postekî wî di rêveberiya şoreşa kurdî de tunebû, ji bilî ku ew bi tenê endam bû di ofîsa karûbarê erebî de li Beyrûtê, lê tevî wê jî wî hest bi pirsiyaretiya xwe ya dîrokî di kir, û bi dûrbînî ew buyer û pêşveçûn di xwendin, lewma wî biriyara xwe ya çarenivîs da û di demeke kin de karîbû arasteya buyeran bide guhertin, ew jî dema ku li Beyrûtê di (27.3.1975)‘de ragihand, û biriyara berdewamiya berxwedanê û dirêjedan bi şoreşa kurdî dabû li dijî xwînmijên Bexdadê, û soz dabû ku ew di nêzîktirîn dem de vedigere kurdistana îraqê bi armanca gurkirina hestê şervanan û geşkirina moralê wan, û tiştê ku bêtir ew handabûn li ser vê hingavê agahdariya wî ji wan çalakiyan re ku (Tevgera rencderên kurdistanê), dest bi wan kiribû û amadebûna wê tevgerê ji bergirî û berxwedanê re li hundirê kurdistana îraqê, ku bi dihan kadirên wê hatibûn bi darvekirin di zîndanên rêjîma xwînmij de li bexdadê, mîna (Şihab Şêx Nûrî, û Enwer Zorab û Ce’ifer Ebdul Wahid), ku Adil Murad di pirtûka (Yaranê Tuleytila)‘de, ew dabûne bi navkirin mîna: (Dînemoyê şoreşa nû..),.

Bê goman helwîstên posetîv yên her yek ji (Mû’emer Qezafî, û Hafiz Esed), û piştgîriya wan ya (Diravî û çekdarî), ya bê sînor ji Mam Celal re, roleke vê helwîstê ya serekî û çarenivîs hebû di guhertina arasteya berxwedanê ber bi piştgirêdana bi Esed û Qezafî û soviyêt ve, li şûna biştgirêdana bi şahinşahê îranê ve ku hêviyên şoreşa kurdî beravêtî kiribû û xiyanet lê kiribû di qonaxeke tirsnak û hestiyar de ji têkoşîna wê ya rizgarî xwaz, û bi taybet xwendina Mam Celal ji helwîsta li gel Hafiz Esed li ser bingiha nakokiyên tayifî û netewî û dijberiya istiratîcî ya bingehî ku di navbera herdû rêjîmên Be’isî de li sûriya û îraqê hebûn, ewê bingeha tayifî hiştibû ku şofîniyeta Hafiz Esed hinekî kêmtir be ji Be’isiyên dinê derbarê pirsa kurdî li îraqê, mîna ku Mam Celal di pirtûka (Dîdara Temen)‘de gotiye.

Piştî hilweşandina şoreşa kurdî, Mam Celal li Şamê cîbicî bûbû, û şam wek navendeke serekî bi kar anî ji bo damezirandina rêxistineke siyasî ku karibe wê qebareya mezin ji bêhêviyê û ji wêraniya ku rêkeftina Cezaiyr li şûna xwe hiştibû, tevî dorpêç bike û têxe bin baskê wê rêxistinê de, lewma Mam Celal pêwendî kirin li gel (Adil Murad, û Ebdul Rezaq Mîrza), û ji wan xwestibû ku ji Tehran werin Şamê, û ew jî yekser gihiştin şamê di (7.4.1975)‘de, her wiha Mam Celal ji Dr. Fû’ad Me’isûm jî xwest ku bi lez were şamê, ku ew wê çaxê nûnerê şoreşa kurdî bû li Qahîra, û piştî ku hersê gihiştin şamê, êdî li gel Mam Celal dest bi civînan kirin ta ku di encam de yekîtî niştimanî kurdistan li wir hate damezirandin, û di vê derbarê de Adil Murad di pirtûka (Yaranî Tuleytila)‘de, dibêje: (Mam Celal pêwendî kirin bi dihan kadirên miletê kurd re.. û piştî bi dihan danûsitandin û pêwendiyên telîfonî û şand û civînên rawêjkarî di navbera herçar damezrêneran de û li gel sedan kesayetiyên niştimanî yên kurdî û îraqî û erebî yên dost û hevbend, me civîna yekem ya fermî di 22.5.1975’de, li çayxana Tuleytila di nava şamê de li darxist bi serokatiya Mam Celal û amadebûna Dr. Fû’ad Me’isûm û Ebdul Rezaq Ezîz Mîrza û Adil Mûrad , û piştî gengeşe û guhertina nerînan me biriyar da ku em navê rêxistina xwe ya nû bikin Yekîtî Niştimanî Kurdistan..), û piştî vê hingavê Mam Celal pêwendî kirin li gel her yek ji (Dr. Kemal Fû’ad, û Noşêrwan Mustefa û Umer Şêxmûs), ku wê çaxê li ewrupa bûn, û ew razî kirin werin nav desteya damezrêner ya yekîtî niştimanî kurdistan, û bi vî rengî endamê wê desteyê bûne (7) kes.

Û piştî amadekirina daxwiyaniya damezirandina yekîtî niştimanî kurdistan ku Mam Celal li çayxana (Tuleytila), amadekiribû, û yekser radiyoya (Dengê Îraqê.. Ji Şamê), di (1.6.1975)‘de, ew daxwiyanî ji Şamê belav kiribû, û rojnameyên sûrî û libnanî jî bi berfirehî belav kirin, lewma vê daxwiyaniyê dengekî bilind dabû di nav miletê kurd de, ku ew hestê reşbînî û bêhêvîtiyê hilweşand bû, û ew daxwiyanî bûbû mîna qêrîneke tûnd û bi hêz di ruyê Sedam Husên de ku çekek nehişt û bi kar ne anî bû di komelkujiya miletê kurd de, û di pêşiya wan çekan de yê kîmawî, û ew daxwiyanî bangewaziyeke berpiris bû ji bo gurkirina hestê xebatker û pêşmergan, û ji bo geşkirina ruhê berxwedanê û avakirina hêviyan li cem miletê kurd ku sêdar û zîndan û derbiderî ew di nav pêlên xwînê de nuqim kiribû.

MAM.. LI ŞAM (26)

(Berxwedanê dikin.. Meger xwekujî be jî)

Ji ber bandora wêranker ya rêkeftina Cezayir sala (1975), û ji ber hilweşandina şoreşa kurdî li kurdistana îraqê bi wî şêweyê tiracîdî û dilêş, û ji ber qebareya reşbîniyê û bêhêviyê ku pencên xwe berdabûne ser moralê kadirên siyasî û ser hestê hêzên pêşmerge, ev ji bilî êş û nexweşiya ku cemawerê kurd têre derbas dibbû di navbera çakûçê rêjîma xwînmij, û sindana derbiderî û birçîbûnê li welatên penaberiyê, û ji ber van hokaran êdî hîç riyek nema bû li pêşiya Mam Celal û partiya wî, ya ku hîna saleke di ser damezirandina wê re derbas ne bûbû, ev ji bilî ku Mam Celal dixwest ku demê bidize, û lezê bike di amadekariyên pêwîst de ji bo saxkirin û aktîv kirina tevgera kurdî li kurdistana îraqê, û geşkirina şoreşê li dijî Sedam Husên û rêjîma wî ya xwînmij, çimkî Sedam Husên qet bawer ne dikir Mam Celal karibe careke din pêşmergan kom bike û wan  bibe ser çiyayê kurdistanê. 

Û ji wan amadekariyên pêwîst ji bo cîbicî kirina vî erkê dîrokî, erkê vêxistina şêoreşa nû li ser çiyaên kurdistanê, û şerkirin li dijî rêjîma dîktatorî li Bexdadê bi armanca sekinandina wê komelkujiya giştî ku li kurdistanê tê bi rêve birin, meger qurbanî çendî mezin bin jî, lewma gelekî giring bû ku serkirdayetiya (Yekîtî Niştimanî Kurdistan), hemahengiyê bike li gel serkirdayetiya (Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), û bi taybet li gel sekretêrê vê partiyê Ebdul Hemîd Derwîş ku pêwendiyeke kevin û bi hêz hebû di navbera wî û Mam Celal de, û giring bû ku wan agahdarî wan gavan bikin ku Mam Celal û hevalên xwe dixwestin di vî warî de bavêjin, û ji Hemîd Derwîş û hevalên wî were xwestin ku li gor karîbûna xwe li kêleka wan bisekinin di xebata wan de li dijî rêjîma Sedam Husên..


Lewma, piştî demeke kin ji damezirandina (YNK), sekretêrê (PDPKS), Ebdul Hemîd Derwîş û şanda li gel wî ku pêkhatibû ji (Reşîd Hemo, Temir Mustefa, Ezîz Dawid û Tahir Sifûk), gihiştibûn Şamê li ser daxwaziya Mam Celal ku ew vexwendibûn ji bo lidarxistina civîneke diqolî hevbeş dinavbera herdû partiyên bira de, bi mebesta gengeşe kirinê li ser hin pirsên siyasî yên giring, û ew civîn li Şamê hate li darxistin di baregehê (YNK)‘de, li taxa (Rukin El‘dîn), û şanda (YNK), pêkhatibû ji Mam Celal û (Noşirwan Mustefe, Fû’ad Me’isûm, Kemal Fû’ad, Kemal Xoşnaw û Kerîm Feylî), û di destpêka civînê de ku yekemîn civîn bû di navbera herdû partiyan de piştî damezirandina (YNK), Mam Celal li ser pêwendiyên diqolî di navbera herdû partiyên bira de axivî, her wiha li ser giringiya guhrtina nerînan û hemahengiyê di navbera wan de axivî, û di vî warî de Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Tevgera kurdî li sêriya di bin roniyê de), dibêje ku Mam Celal di wê civînê de ji wan re gotibû: (Me hûn xwestine vê civîna hevbeş ji bo em we agahdar bikin ku me biriyar daye em vegerin kurdistanê û dest bi xebata çekdarî bikin, û ji mere giring bû ku em we bi vê biriyarê agahdar bikin, û em li nerîna we jî guhdar bikin di vê derbarê de, herwiha pêwîstiya me jî heye bi piştgîrî û alîkariya we ji mere di vê qonaxa giring de..).

Û Ebdul Hemîd Derwîş di vê pirtûka xwe de dibêje ku ewan jî ji aliyê xw de piştgîriya xwe ji Mam Celal û hevalên wî re nîşandan, û gotin ku ewê li gel wan bisekinin di xebata wan de li dijî rêjîma dîktatorî ya desthilatdar li Bexdadê, û li dijî siyaseta bi erebkirin û helandin û komelkojiya ku ev rêjîm li dijî miletê kurd dide meşandin û cîbicî kirin, û dibêje ku wan ji Mam Celal re gotibû: (Em dibînin ku xebata çekdarî bê encam û bê sûde di van helûmercên îro de, çimkî tenha çar mih derbas bûne bi ser hilweşandina şoreşa Êlolê, û cemawerê kurdî jî hîna ji bandora wê ya xurt şiyar nebûye, û bi dîtina me ew xelk îro ne amadeye bi were yan bi her aliyekî din re bi sekinin di vî şerê çekdarî de, ev ji bilî hin hokarên nîgetîv yên din hene ku ne alîkarin ji vî şerî re..).

Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de berdewam dike û dibêje ku Mam Celal di wê civîna dîrokî de bersiva wan daye û gotiye: (Ev hokarên ku we amaje pêkirin rastin, û rewşa li ber çavan jî ne alîkare ji şerê çekdarî re, û em dizanin ku em nikarin vê rêjîma heyî bi ruxînin, yan mafê otonomî yê rasteqîne bi dest xwe bixin piştî vê karîseta ku bi serê miletê kurd hatiye li kurdistana îraqê, lê em di xwazin hûn bizanibin ku rêjîma îraqî siyasetekê dide cîbicî kirin ku kurdistanê vala bike û komelkujiyê li dijî xelkê wê bide meşandin, û wê rojek were ku miletê kurd li ser xaka kurdistana îraqê nemaye, eger em li dijî vê siyasetê nesekinin, û ev karê ku me destpêkiriye çendî karekî xwekujiye jî, lê armanc jê berengariye li dijî êrîşên bi erebkirin û wêrankirinê ye li kurdistanê..). 

Hemî helûmercan nîşan didan ku Mam Celal û hevalên xwe ew qet nikarin li dijî rêjîmeke dirinde û hov bisekinin ku çekek ne hiştiye û bi kar ne aniye ji bo nehiştin û binbir kirine miletê kurd li kurdistana îraqê, û hîç derfetek li pêşiya Mam Celal û hevalên wî nemabû ji bilî serkeşî û mûxamereya şoreşgêrî ku ew jî mîna xwekujiyê bû, û ew li ber du riyan bûn: Yan wê tev werin kuştin û bimirin, yan jî wê vê komelkujiyê bidin sekinandin ku li dijî hebûna miletê kurd tê meşandin, û li gorî ku Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de dibêje, ku Mam Celal di dawiya civîna xwe de li gel serkirdayetiya (PDPKS), bi wê dûrbîniya xwe ya siyasî ya naskirî tekeze kiribû û gotibû: (Derbarê vê rastiyê, serkirdayetiya YNK biriyar daye ku berxwedanê bike li dijî vê siyaseta şofînî bi hemî şêweyên ku li ber destê wan hene, û di pêşiyê de jî şêweyî xebata çekdarî, û dibe ku em karibin vê siyaseta faşî di astekî de bidin sekinandin, û em dizanin ku ev yek wê buhayekî wê yê giran hebe, lê em çi bikin hîç derfeteke din jî tuneye li ber me ji bilî şerê çekdarî..).

MAM.. LI ŞAM (27)

(Sûriya Em ji pêvedana Mar rizgarkirin)

Piştî damezrandina (Yekîtî Niştimanî Kurdistan), û piştgîriya berfereh ya miletê kurd bi vê partiyê re li nav kurdistan û li dervî wê jî, û serkeftina wê di rakişandina raya giştî û ya xwecihî û navdewletî ber bi bernameya xwe ya siyasî ve, ku di daxwiyaniya xwe ya damezrandinê de ragihandibû û li Şamê hatibû belav kirin di (1.6.1975)‘de, û her wiha bi destxistina wê ji alîkariya çekdarî û diravî û siyasî ji hin dewletên xwedî bandor û karîger di pirs îraqî de, mîna (Sûriya, Lîbiya û Yekîtiya Soviyêt ya berê.. ), û Yekîtî Niştimanî Kurdistan êdî destp bi xwe amadekirinê kir ji bo xebata çekdarî bi serokatiya Mam Celal ku di pirtûka (Dîdara Temen)‘de, dibêje: (Me pêwîst dît ku em dest bi xebata çekdarî bikin, û me didît ku xebata siyasî bi sernakeve û armancên xwe bi dest naxe eger tevgereke çekdarî li gel tunebe, û jiyana siyasî bi pêşve naçe bi bêyî xebata çekdarî, lewma me biriyar da ku em xwe amade bikin ji vê qonaxê re, û me çend binke û bargehên leşkerî vekirin ji bo rahênan û meşiqkirina çekdaran li sûriya..).

Di yekem civîna desteya damezrêner de ku bi serokatiya Mam Celal hatibû li darxistin di (17.12.1975)‘de, vê desteyê biriyara xwe ya çarenivîs sitand ku hemî dijberên rêjîma Be’is çaverêyî vê biriyarê bûn, biriyara destpêkirina xebata çekdarî û saxkirina şoreşê li çiyayê kurdistana îraqê, êdî gelekan gerew dikirin li ser şikestina Mam Celal û partiya wî di vê biriyara wan ya dîrokî de, û di gotin ku eger şoreşa êlûnê bi xwe tiştek bi dest nexist ji bilî ku Sedam Husên û Şahinşahê Îranê bi hevre aşt kirin û li hev anîn, ji xwe ev şoreşa nû jî nikare tiştekî bi dest bixe ji bilî aştkirina Sedam Husên û Hafiz Esed, û derbarê vê civînê Adil Murad  di pirtûka (Dostên Tuleytila)‘de, dibêje: (Piştî gengeşe û rawêjên berfireh di civîna yekem ya desteya damezrêner de ku bi serokatiya Mam Celal hatibû li darxistin, me komelek biriyarên giring sitandin mîna destpêkirina şerê partîzanî li dijî hêzên rêjîma Be’is, herwiha me biriyar jî dabû ku bi lez em kar bikin ji bo komkirina hêzên opiziyonê û hêzên niştimanî yên kurdistanî û îraqî ji bo ku em karibin bi hêztir li dijî rêjîma Be’is bi sekinin, û her di vê civînê de Mam Celal pilanek pêşkêş kirbû bi navê Pilana Rizarkirinê..), û di vê demê de Mam Celal karîbû li gel serokê sûriya (Hafiz Esed), kom bibe û bi cive, û di wê civînê de Esed bi germî amadekariya xwe nîşan dabû ji bo pêşkêşkirina alîkariyê û piştgîriyê ji Mam Celal re, ew alîkarî mezin bû bi qasî kûrahiya kîn û dijatiya dinavbera wî û Sedam Husên de bû, û soz dabû ku li pişt wan bisekine ta ku ew karibin li ser piyên xwe bisekinin û rêzên xwe rêkbixin û xurtbikin, û Mam Celal di vê derbarê de di pirtûka (Dîdara Temen)‘de, dibêje: (Sûriya di hemî waran de alîkariya me kir, warê siyasî û dirûnî û diravî jî, herwiha em bi çek jî kirin, û ew alîkarî ji mere gelekî bi nerix û buha bû.. bi rastî alîkariya sûriya ji mere mîna ku ew me ji pêvedana Mar rizgar bike di nav biyabaneke hişk û zuha de..).

Û giringtirîn gavên pêwîst ji bo xwe amadekirinê ji xebata çekdarî re, ew bû ku serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan dest pêkir pêşwaziya pêşmerge û xwebexşên ku hatibûn nav binkeyên meşq û rahênanê ku hatibûne avakirin li (Şam, û Qamişlo û Dêrîk), bi serpereştiya efserê endeziyar şehîd (Ibrahîm Izo), li gel çend efserekî din mîna (Seyid Kerîm, û Hesen Xoşnaw, û mulazim Fû’ad Çelebî û yadîderê polîs Cemal Xoşnaw..), û Mam Celal di (Dîdara Temen)‘de, dibêje ku ew efser: (Beşdar bûn di rahênan û meşiqkirina çekdaran de, û xûlên taybet saz di kirin ji bo meşqkirinê li ser şerê partîzanî û bi karanîna hemî cûreyên çek û teqemeniyan, û ji wan xûlan bêtir ji 200- 300 çekdarî derçûn..).

Û di dawiyê de jî (Şêx Husên Baba Şêx), jî gihiştibû nav wan, û ew bi xwe jî kesayetiyeke kurdî navdar bû di nav civaka êzîdiyan de, û hatina wî nav rêzên Yekîtî Niştimanî Kurdistan karîgeriyeke mezin dabû ser xelkên êzîdî li her derekê ku hebûn, û di vê derbarê de Ebdul Rezaq Feylî di hevdîtinekê de li gel lapera (Pukmedia), dibêje: (Rola Şehîd Husên Baba Şêx gelekî giring bû di avakirina pêwendiyan de li gel devera Şingal û Behdînan, û xelk di anîne nav rêzên Yekîtî Niştimanî Kurdistan..), her wiha hebûna Mîr Tehsîn Beg jî di wê demê de li sûriya, derfeteke giring bû ji Mam Celal re ku bi riya wî karîbû pêwendiyên xwe li gel navendên êzîdiyan dirûst bike, bi taybet li devera Cerahê ya ser bi navçeya Qamişlo ve, û rakişandina wan ber bi Yekîtî Niştimanî Kurdistan’ve, û di pêşiya wan de kesayetiya êzîdî ya naskirî di wê deverê de (Husênê Hewran).

Bi vî rengî, baregehên Yekîtî Niştimanî Kurdistan û binkeyên wan yên rahênanê li Şam û li Qamişlo û li Dêrîkê bûbne mîna şanê hingiv ku bi şev û roj kadir û çekdarên vê partiyê têde kar û xebat xwe bi xurtî dikirin û xwe amade dikirin ji bo şerê çekdarî, û ew barege û navend bûbne mîna wîstgehên serekî ji serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdista‘re, û di pêşiya wan de Mam Celal û Noşîrwan Mustefa û Fû’ad Me’isûm û Adil Murad û Ebdul Rezaq Feylî û Umer Debabe û yên din, ku ewan bi xwe serpereştiya wan amadekariyan dikirin, û ewan bi xwe pêdawistiyên çekdaran û çek û teqemenî amade dikirin û vediguhestin ber bi çiyayên kurdistana îraqê bi nehînî di wan sînorên metirsîdar û asê re, û di vî warî de Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya kurdî li Sûriya dûdilî nekir di piştgîriya Yekîtî Niştimanî Kurdistan’de, di wan helûmercên dijwar de, û bi hemî karîbûna xwe li pişt Mam Celal û partiya wî sekinî û bi hemî hêza xwe piştgîriya wan kir.

MAM.. LI ŞAM (28)

(Ji çirûskê agirek geş bû)

Guhdaneke berfireh û mezin hatibû dan bi daxwiyaniya damezrandina (Yekîtî Niştimanî Kurdistan), di nav raya giştî ya netewî û niştimanî de, ew daxwiyaniya  ku di radiyoya dengê îraqê di (1.6.1975)‘de, li Şamê hatibû belavkirin, û vê partiya nû bi serokatiya Mam Celal ew rêxistin û komeleyên siyasî û girûpên pêşmerge yên ku di encamê rêkeftina Cezayirê de hemî ji hev perş û belav bûbûn, her wiha paş ragihandina daxwiyaniya damezrandina (YNK), êdî (Ferîdon Ebdul Qadir) bilez ji kurdistana îraqê hate Şamê û biriyara hevalên xwe bi xwere anîbû ku (Komela Rencderên kurdistanê), wê derbasî nav rêzên (YNK) bibe û wê bibe beşek ji vê partiyê, her wiha jî di paş wîre (Umer Debabê), jî gihiştibû Şamê û ragihandibû ku wê (Tevgera Sosiyalista Kurdistanê), jî derbasî nav (YNK) bibe, û girûpên pêşmergan û serkirdeyên wan bi refan ji Tehranê hatin gihiştine Şamê, û pêwendî kirin bi rêzên (YNK)’re, û derbasî kampên serbazî bûn ku li sîriya ji wan re hatibûn avakirin, û di vê derbarê de Adil Murad di pirtûka (Yaranî Tuleytila)’de di bêje ku li Tehranê komelek heval hebûn penaber kom dikirin û ew ji mere di şandin sûriya, mîna Ednan Muftî û Mehmûd Osman û Şemsedîn Muftî û yên dinê, û dibêje: (Tê bîra min ku firokeyeke îranî hebû her înê du caran dihate Şamê, û di her geşteyeke xwe de girûpek ji endamên me bi xwere hildigirt û bi xwere di anîne cem me li Şamê, û me jî ew werdigirtin û me ew rêkdixistin û epartment û xanî ji wan re kirê dikirin, û ji nav wan me kesên serbaz di hilbijartin ji bo meşiq kirin û rahênanê.. û di geşta dawî de me pêşwaziya her yek ji Ednan Muftî û Dr. Mehmûd Osman jî kir..).

Piştî ku Mam Celal bi vî karê dîrokî rabû, êdî pêwistiya wî bi aliyên navdewletî û herêmî hebû ku piştgîriya wî bikin di dijberiya rêjîma xwînmij de ku dijatiya komelgeha navdewletî dikir û yasayên wê yê mirovî binpê dikir, û di vî warî de Mam Celal di giftûgoyekê de li gel nûçevanê rojnameya Şerq El’ewset (Me’ed Feyad), tekeze dike, ku çend dewletan bi germî piştgîriya wan ya (Diravî, û leşkerî û siyasî), di kirin, û Mam Celal dibêje: (Çaxê ku Yekîtî Niştimanî Kurdistanî hate damezirandin, me alîkarî ji Lîbiya û Sûriya wergirt, herwiha me  alîkariyeke siyasî ji yekîtiya soviyêt ya berê jî wergirt, piştgîriya Lîbî diravî bû, û ya Sûrî çekdarî bû, bi riya meşiq û çekdar kirinê bû, û du kampên me yên meşiq û rahênanê li Sûriya hebûn, yek ji wan nêzîkî Şamê bû, û yê dinê jî li Qamişlo bû, her wiha Sûriya yek caran piştgîriya me ya diravî jî dikir li tenişt alîkariya çekên bê beramber..). 
Ji Şamê desteya damezrêner bi lez dest bi xwirt kirin û bihêz kirina rêzên Yekîtî Niştimanî Kurdistanî kir, û dest bi avakirina rêxistinî û sazkirina pêwendiyên navxwe û yên derve, û avakirina kenalên ragihandinî, û meşiq û rahênana girûpên serbazî jî kir, bi armanca dorpêçkirina wê kareseta ku bi serê miletê kurd hatibû bi sedema rêkeftina Cezayirê ku di (6.3.1975)’de hatibû imzekirin, lewma desteya damezrêner civîna xwe ya yekem bi serokatiya Mam Celal di (17.12.1975)’de, li darxist û têde biriyar hate sitandin ku dest bi şerê partîzanî bikin li dijî hêzên rêjîma Sedam, û di vî warî de Adil Murad di pirtûka (Yaranî Tuleytila)’de, dibêje ku desteya damezrêner erkê xebatê bi vî şêweyî di nav xwe de dabeş kirin: (Erkê pirsiyaretiya pêwendiyên derve yên Yekîtî Niştimanî Kurdistan bi min- wate bi Adil Murad- hate sipartin, û erkê serpereştiya meşiq û rahênana operasiyonên serbazî bi Newşêrwan Mustefa hate sipartin û baregeha wî li bajarokê Dêrikê bû, li ser sînorê navbera îraq û sûriya, û Ebdul Rezaq Ezîz Mîrza û Dr. Xidir Me’isûm û jimareyek ji baştirîn efser jî li gel wî bûn, ji nav wan Neqîb Ibrahîm Ezo û Seyid Kerîm û Hesen Xoşnaw û komelek ji rewşenbên xort mîna Ferhad Şakilî û Dawid Caf û Ebdul Rehman Sincarî û Saman Germiyanî û Şiwan Salihî jî li gel wî bûn, û kar û barên rêxistinên nehînî û yên ramiyarî ji erkê Mam Celal bûn, ku ew ji nav wan hatibû hilbijartin wek berdevkê fermî yê YNK, û erkê ragihandin û hin kar û barên rêxistinên nehînî û pêwendiyên giştî hatibûne sipartin ji Dr. Fû’ad Me’isûm re, her wiha wê çaxê ew  li Şam berpirsê derkirin û çapkirina rojnameya El’şerare bû..).

Bi vê mebestê Mam Celal Şam ji xwe re kiribû bingehek serekî ji avêtina gavên xwe yên li dûv hev ji bo amadekariya vêxistina agirê şoreşê li çiyayên kurdistanê di nêzîktirîn dem de, û her ji wir dest bi xwe amadekirnê dikir ji bo şoreşê û komkirin hêzê li ser hemî astên (siyasî û serbazî û ragihandinî û rêxistinî..), bi hêviya ruxandina rêjîma bexdad ya xwînmij, di bin siya diruşma (Dîmoqratî ji bo îraqê, û mafê otonomî yê rasteqîne ji bo miletê kurd li kurdistana îraqê), û di demeke kinde YNK karîbû hêzên xwe yên rêxistinî û yên serbazî ava bike, ku ji bin xweliya karestê mîna cina hate der, di vî warî de Bilind Şalî di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Serhildana şoreşekê ji bin xweliya şoreşekê..), li ser zimanê Ednan Muftî dibêje: (Yekîtî Niştimanî Kurdistanî kampeke serbazî li Qamişlo vekir ji bo meşiq û rahênan û rêkxistina pêşmerge û kadirên ku pêwendî dikirin bi rêzên YNK’ê ve, û Neqîb Ibrahîm Ezo hatibû raspartin ku serpereştiya vê kampê bike, û wî yekser û bê dûdilî dest bi cîbicîkirina vê fermanê kir, û serpereştiya meşiq û rahênana wan pêşmerge û kadiran kir, û komelek kadir hebûn alîkariya wî dikirin di amadekirina wan kampan de û di peydakirina pêdawistiyên meşiq û rahênanê û fêrkirin û şiyar kirina kadir û pêşmergeyan de, û ji nav wan Mam Bozê Mîranî bû..).
Ji Şamê, û piştî salekê ji damezrandina vê partiya nû, careke din amadekarî hate kirin ji bo vêxistina şoreşê li çiyayê kurdistana îraqê, û ji wê çirûska ku Mam Celal li Şamê vêxistibû êdî agirê şoreşa nû li çiyayê kurdistanê vêket, û agirê wê bi xwîna sedan hezar şehîdên nemir geşbûbû, û di pêşiyê de şehîdên yekem mefrezeya serbazî bi serokatiya neqîbê endezyar (Ibrahîm Ezo), ku ji bajarê Qamişlo di (1.6.1976)’de, ji mala serbazê winda Xelîl Ebdê (Sor), bi rêketibû, û di vê derbarê de Xelîl Ebdê bi xwe di dîdarekê de li gel rojnamevan (Eyaz Herikê), dibêje: (Pêşmerge li mala min man ta roja 1.6.1976, ku roja bîranîna yekem bû ya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan, paşî ji mala min bi rêketin û çûn, û li gor zaniyariyan wan pêşmergan çemê dicla derbaskirin û çûne Cezîra Botan li bakurê kurdistanê, ew jî bi riya Mistê Simo bû, ji gundê Mezrê ku di keve nêzîkî gundê Eyin Dîwerê ya ser bi navçeya Dêrikê..).

MAM.. LI ŞAM (29)

(Mefrezeya yekem ji Qamişlo bi rêket)

Mîna ku Yekîtî Niştimanî Kurdistan daxwiyaniya xwe ya damezrandinê ya yekem ji Şamê belav kir di (1.6.1975)’de, wilo jî mefrezeya yekem ya çekdarên YNK ji bajarê Qamişlo bi rêket di (1.6.1976)’de, her wiha mîna ku Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, rola xw ya giring lîstibû di piştgîriya vê partiya bira de û li tenişta wê sekinîbû, ji roja ku hatiye damezrandin ta roja îro, wilo jî pêşverû rola xwe ya karîger lîstibû di pêşkêşkirina alîkariyê de ji bo (YNK), ta ku ji destê wê dihat, ji bo vêxistina şoreşa nû li kurdistana îraqê, û pêşkêş kirina pêdawistiyan çi di warê bicîhkirina endamên vê partiya bira û derbaskirina çekdarên wê di sînoran re bi çek û teqemeniyên wan ve, û li sudfe bû ku ew mala Mam Celal têde li Qamişlo li gel mefrezeya yekem ji çekdarên pêşmerge civiyabû berî ku ew mefreze bi rêbikeve û berê xwe bide çiyayê kurdistana îraqê bi armanca ragihandina destpêkirina şoreşa nû, ew jî mala kesayetiya niştimanperwer û navdar Xelîl Ebdê bû ku naskirîye bi navê (Xelîlê Sor), ku wê çaxê ew kadirekî pêşketî yê Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya bû, û vê buyerê di naverûka xwe de astê alîkariyê nîşan dida ku vê partiyê ji YNK û şoreşa wêre pêşkêş dikir, şoreşa nû ku arasteya şikestin û têkçûnê ber bi berxwedan û serkeftinê ve guhertibû, herwiha tekeze jî dike li ser wê baweriya hevbeş di navbera van herdû partiyên bira de.

Kurdên sûriya bi giştî û Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya bi taybet, roleke wan ya karîger û giring hebû di piştgîriya serkirdayetiya (YNK)’de, û di alîkariya şoreşa nû de ya miletê kurd li kurdistana îraqê di hemî warên siyasî û serbazî de, û bi rastî serbazê winda (Xelîl Ebdê), ew jî yek ji wan xebatkeran bû ku malê wan vekirî bûn li ber serkirdayetiya YNK, û li ber kadirên wê li bajarê Qamişlo, û wan xebatkeran li gor karîbûna xwe xizmeta wan dikirin, û di vî warî de Ebdul Rezaq Ezîz Mîrza (Feylî), di dîdarekê de li gel malpera (PUKmedia), dibêje: (Em nikarin çavê xwe bigirin ji wê rola ku kadirên partiyên kurdî li sûriya lîstibûn di pêştgîriya xebata şoreşgêrî ya YNK’de, û ez naxwazim di vî babetî de dirêj bi axivim, herwiha ez nikarim basa wê jina hêja diya Şoreş nekim, û ew bi xwe jina xebatker Xelîl Ebdê bû, ku mefrezeya yekem ji mala wê bi rêket di 1.6.1976’de..).

Adil Murad jî di vî warî de di pirtûka (Ji Toleytila ta Bexdad)’de, li ser çoniyeta damezirandina wê mefrezeya yekem ku ji mala (Xelîlê Sor), li Qamişlo bi rêketibû, dibêje: (Serkirdayetiya YNK û efserên wê li sûriya 40 çekdar ji nav pêşmerge hilbijartin ji bo avakirina mefrezeya yekem bi serokatiya şehîd Ibrahîm Ezo, ku êdî di dawî de çûne devera Behdînan ji bo ragihandina destpêka şoreşa nû ya çekdar, û ew mefreze hatibû bi navkirin bi navê mefreza pangeşeya çekdar, û li pêşiya ku pilanê ji van çekdaran re eşkere bikin, û wan bişînin kurdistana îraqê ku bi wî erkê giring rabibin ku arasteya buyeran guhêrî, ew di dawiya miha gulana sala 1976’de, li bajarê Qamişlo hatin xwestin ji bo civînê ku li şûna li baregehê YNK bi civin, ew li mala kesayetiya kurdî ya naskirî li Qamişlo Xelîl Ebdê Sor, kom bûn û civiyan..).

Û li ser hûr guliyên vê buyera dîrokî, Xelîl Ebdê bi xwe di dîdarekê de li gel rojnamevan Eyaz Herikî, ku ew dîdar di rojnameya (Kurdistanî niwê)’de, hatiye belavkirin, vê yekê dibêje: (Piştî bi dawî hatina meşiq û rahênana serbazî ji bo girûpek pêşmergeyên YNK, li bajarê Şamê bi serpereştiya Şehîd Ibrahîm Ezo, êdî Ebdul Rezaq Ezîz Mîrza ku serpereştiya pêşmerge û rêxistinên YNK li Qamişlo û li devera Cezîrê dikir, ji min xwest ku ez ciyekî taybet ji wan re peyda bikim, ji ber ku Mam Celal jî wê beşdar bibe û wê li gel girûpekê ji pêşmergên kurdistan bi cive, û piştre jî wê wan bi oxir bike ji bo biçin kurdistana îraqê, û ji ber ku li ber destê me ji mala min baştir tunebû ji vî karî re, lewma min jin û zarokên xwe şiyandin mala kurmamê xwe ku li wir çar rojan bimînin, û mala min wê çaxê dikete taxa rojavayî bajarê Qamişlo, nêzîkî baregehê YNK, û di 27.5.1976, Mam Celal û ew serkirdeyên ku wê çaxê li gel wî bûn, li mala min li gel girûpa pêşmergeyên şoreşa nû bi serperştiya Ibrahîm Ezo, civiyan û Mam Celal ji wan re axivî, û li gor tê bîra min Ebdul Rezaq Mîrza û şehîd Ibrahîm Ezo jî li vê civînê beşdar bûn, bi amadebûna nêzîkî 40 endamî ji pêşmergeyên çekdar bi nûtirîn çek, û amadebûn ku di 1.6.1976’de, ber bi çiyayê kurdistana îraqê birê bi kevin..).

Bi vî şêweyî, Xelîl Ebdê gotina xwe berdewam dike li gel Eyaz Herikî, û dibêje ku wî Mam Celal pêşwazî kir li mala xwe di roja (27.5.1976)’de, û got ku ew hatibû ji bo li gel pêşmergeyan li mala wî ewê bi cive, û berdewam dike û dibêje ku civîna Mam Celal li gel pêşmergan berdewam kir ta dema êvarî, bi mebesta amadekariya wan ji vegera mefrezeya pêşmergeyên kurdistanê ya yekem ber bi kurdistana îraqê bi serokatiya şehîdê neqîb Ibrahîn Ezo, û ragihandina xebata çekdarî û destpêkirina şoreşa nû li wir, û dibêje: (Mam Celal wê şevê li mala min mabû, û roja dinê çûbû baregehê partiya xwe li Qamişlo, lê pêşmerge li mala min man ta roja 1.6.1976, ko dikeve bîranîna yekem de ya damezrandina YNK, û di vê rojê de tevan mala min bicî hiştin û çûn, û li gor zaniyariyên min ewan pêşmergeyan çemê Dicle derbas kirin û ber bi Cezîra Botan çûn li bakurê kurdistanê, û ji wir çûne başûr..), û Xelîlê Sor dilxweşiya xwe bi vê dîtina dîrokî nîşan dide, û dibêje: (Ciyê şehnaziya mine ku girûpa yekem ya hêzên pêşmergeyên kurdistanê bi serokatiya Mam Celal rêberê şoreşa nû ya çekdar li başûrê kurdistanê, ji mala min derçû û birêket..).

Welatiyên rojavayê kurdistanê, û bi taybet hevalên Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, roleke giring lîstin di piştgîriya YNK’de, û alîkariya şoreşa nû bi serokatiya Mam Celal, û hemî alîkariyên berdest pêşkêş kirin ji kadir û xebatker û malbatên wan re ku penaber bûn li deverên kurdî li sûriya di encamê rêkeftina Cezayir de û hilweşandina şoreşa kurdî di (1975)’de, û deverên kurdî li sûriya bi giştî, û navçeya (Qamişlo, û Dêrîk), bi taybet, bingeheke serekî û aram bûn ji bo piştgîriya şoreşa nû bi serokatiya Mam Celal, û derbas bûna çekdar û çek û teqemeniyên wan bi aramî û bi bê astengî, mîna ku berê jî alîkarî kiribûn bi şoreşa Eylonê re bi serokatiya Mele Mistefa Berzanî, herwiha pêwendiyên Mam Celal yên berfireh hebûn li gel çîn û kesatiyên niştimanî di vê devrê de, û di vê derbarê de Ebdul Rehman Yûsiv Mîranî di hevdîtinekê de li gel Eyaz Herikî ku di kovara (Nwêbûnewe)’de, hatiye belav kirin, dibêje: (Min yekem car Mam Celal bînî çaxê ku serdana gundê Til Xenzîr kiribû li devera koçera ya ser bi bajarê Dêrîkê ve, û wê çaxê Noşêrwan Mustefa û Tehsîn Beg mîrê êzîdiyan û Husên Baba Şêx jî li gel bûn, ew serdan bi mebesta beşdarî kirinê bû di merasîmê wefata Ebdul Kerîm kurê Nayif Paşaya Mîran’de, ku di dawiya miha huzêrana sala 1976’de koça dawî kiribû, û her li mala Nayifê Paşê ewan bi hevre xwarina nîvro xwarin, bi rastî Mam Celal û hevalên xwe bi germî hatin pêşwazî kirin ji aliyê xelkê wê deverê ve..).

MAM.. LI ŞAM (30)

‏(Hêlîna Locistî Ji Şoreşa Nû Re)

‏Weke ku Şam hêlîna siyasî bû ji damezirandina (Yekîtî Niştimanî Kurdistanî)‘re, û piştgîr bû jêre ji bo peydakirina alîkariyên (siyasî û diravî û serbazî), wisa jî Qamişlo û Dêrîk bûbûne hêlîna locistî ya ku amadekariyên destpêkê ji bo vêxistina şoreşa nû hembêz kiribûn, mîna avakirina baregeh û bazgihên serbazî yên meşiq û rahênanê, û pêşwazî kirin li çekdar û xwebexşan, û himbêz kirina penaberên sivîl û kadirên siyasî, û her ji wir çirûska pêşî vêket ku ew şoreş geşkir, û agirê wê li hemî çiyayên kurdistana îraqê û newalên wê belav bû, û ew herdû bajar bûbûne pir û mefrezeyên pêşî yên pêşmerge bi hemî çek û teqemeniyên xwe ve di ser’re derbas bûn, û Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya di pêşiya wan aliyan de bû ku ew erik xistibû ser milê xwe, û malên endam û alîgirên wê li ber hemiyan vekirî bûn.

‏ Bi rastî ew alîkariya ku kurdên sûrî pêşkêş kiribûn ji vê şoreşê re li vir bi tenê ne sekinî, lê belê gihiştibû astê ku bi dihan ji kurdên sûrî derbas bûn nav rêzên (YNK), mîna Umer Şêxmûs (Endamê desteya damezrêner), û kesayetiya navdar mamoste Yûsiv Zozanî (Kadirê ragihandinê yê pêşketî), herwiha girûpên dinê derbasî nav hêzên pêşmerge bûn û bi wan re beşdarî şer bûn, û hin ji wan şehîd jî bûn, mîna(Ezîz Çerkes/Amûde, Hisên Ehmed/ Amûde, Şêxmûs Ibrahîm Ehmed/ Qamişlo, Xalid Xelîl/ Efrîn, Ebdul Hemîd Tehlo/ Dêrîk..), her wiha jî hin beşdarbûn di veguhestina çek û teqemenyan de di sînorên sûriya’re li gel îraq û turkiya ji bo şoreşa nû, mîna (Burhan Mûrad, Mihemed Mûrad û Ken’an Mustefa..).

‏Ev ji bilî ku Mam Celal jimareyek kesayetiyên kurdî sûrî li dor xwe komkiribûn, û bi taybet ew xwendekarên kurd yên sûrî ku li ewrûpa di xwendin di salên şêstî de ji sedsala bîstan, mîna (Umer Şêxmûs, Yûsiv Zozanî, Cum’a Se’îd, Ibrahîm û Mihemed Nayif Paşa..), ew jî çaxê beşdarbûna Mam Celal di kongireyê yekîtiya xwendekarên kurd‘de li ewrûpa, û pêwendiyên wî yên kûr li gel wan, û baweriya wan bi bîr û ramanên wî yên rast û miyanrew, û bi kesayetiya wî ya karêzmî û karîger, û di dîdarekê de ku Eyaz Herikî li gel Ebdul Rehman Yûsiv Mîranî kiribû, her wiha li gor pêwendiyeke telîfonî li gel berêz (Şilaş Nayif Paşa), ku me kiribû, ew dibêjin ku: (Ibrahîm û Mhemed, herdû kurên Na’yifê Paşê, serokê hoza mîran li devera mîran û koçeran, ew jî alîgirên yekîtî niştimanî kurdistanî bûn, ku ewan xwendina xwe li ewrûpa berdewam dikirin, û pêwendiyên wan yê baş hebûn li gel Mam Celal, û bi bîr û ramanên wî yên şoreşgêrî bwermend bûn, û ev yek bûbû sedema piştgîriya xelkê devra mîran û gundên wan li navçeya Dêrikê ji YNK’re..).

‏Li Qamişlo, Ebdul Rezaq Ezîz Mîrza (Feylî), ew hatibû destnîşan kirin ji bo berpirsiyaretiya pêşwazî kirina wan kesên ku ji îraqê di hatin sûriya, û piraniya wan jî xelkê koçberbûn ku hatibûn koçber kirin ji wan gundên li ser sînor yên ku rêjîma Sedam Husên ew bi ereb kiribûn, û Ibrahîm Ezo û çend hevalên xwe bi erkê hilbijartina çekdaran radibûn ji nav wan koçberan, û meşiq bi wan dikirin, û di vê derbarê de Ebdul Rezaq Feylî di dîdarekê de li gel malpera (Pukmedia), dibêje: (Ez naxwazim mafê kesekî winda bikim di vê dîdara kurt de, û naxwazim rola giring û buha ya şehîd Ibrahîm Ezo li pişt guh bixim, her wiha rola Ferhad Şakilî û Ibrahîm Ebid Elî jî gelekî giring bû di hilbijartin û perwerdekirin û meşiq û rahênana girûpekê ji xortên şoreşgêr ji nav wan koçberên kurd yên îraqê, û kes nikare wan şehîdan ji bîr bike, mîna: Ebdul Rehman Sincarî, û Izet Sincarî, û Qasim Mihemed Elî, û Ebdul Cebar Ebdûl Xenî û Sûlaqa Tûma û yên dinê ku bûna meşxela yekem ya şoreşa nû ku ji alî rojhilat ve hatibû geşkirin..).

‏Noşêrwan Mustefa jî wê çaxê li baregihê Dêrikê bû li gel Ferhad Şakilî û Elî Xan Sindî û Ibrahîm Qurban, serpereştiya çalakiyên çekdarên pêşmergeyên şoreşa nû di kirin, yên ku rojane derbasî devera Cizîra Botan û başûrê kurdistanê dibûn, û vaye Rêbiwar Salih li ser zimanê Adil Şekûr di guhêze û di pirtûka (Riya Azadiyê: Jiyan nameya şehîdê serkirde Ibrahîm Ezo..)‘de, dibêje: (Wê çaxê heryek ji Mam Celal, û kak Noşêrwan Mustefa, û Fû’ad Me’isûm, û şehîd mûlazim Kerîm, û şehîd mûlazim Hesen Xoşnaw, û mûlazim Fû’ad, û mûlazim Ebdule, û Dr. Xidir Me’isûm û girûpeke din ji biraderan.. herwiha dû baregihên me hebûm: Yek ji wan li Dêrikê bû, û yê din jî li Qamişlo bû, û baregihê Qamişlo ev heval li wir diman: Ferhad Şakilî berpirsê wî baregihî bû, û Hesen Feydele Kerkûkî, Saman Germiyanî, Şehîd Dawid Elî Germiyanî, û Re’ûf Dîzî ku naskirî bû bi navê Şiwane, û Sabir Hacî Pîre Zirarî ku naskirî bû bi navê Simko Hewlêrî, û Ferhan Hesen Badînî û Adil Şikûr naskirî bû bi navê Rizgar.. û baregihê diwem jî li Qamişlo bû, û Şehîd Ibrahîm Ezo berpirs bû li wir, û hêza li gel wî 20 çekdar ji pêşmergeyan bûn û ji kadirên pêşketî yên ku gelek xûlên meşiq û rahênanê derbas kiribûn..).

‏Bi rastî ew deverên kurdî bi giştî, û bajarên Qamişlo û Dêrikê bi taybet bûbûne mîna hêlîna locistî ji şoreşa nû re, ku ji wir mefrezeya yekem ya pêşmergeyên YNK bi rêketin û çûne ber bi çiyayê kurdistana îraqê ve, û rola Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, û sekretêrê wê Ebdul Hemîd Derwîş giring bû di peydakirin û dabînkirina hêlîna aram ku ew kadirên YNK hembêz kir bûn di xirabtirîn û dijwartirîn rewşê de, û di vî warî de berpirsê ofîsa ragihandina navendî ya YNK (Sitran Ebdule), di gotara xwe ya ku di Kurdistanî Nwê de hatiye belav kirin, dibêje: (Di xerabtirîn rewşê de ku YNK têre derbas dibû li nav kurdistanê, û di dema ku gelek partî û alî û kesayetî dilsoz nebûn bi Mam Celal re, di wê rewşê de kak Hemîd Derwîş di helwîstên xwe de dilsoz û wefadar bû li gel YNK..).

MAM.. LI ŞAM (31)

(Zozanî: Em xwedanê malê bûn, ne mêvan bûn)

Bê goman, Mam Celal çaxê ku li Şam bû wî karî bû pêwendiyên xwe yên berfireh li gel kurdên sûriya ava bike, û ewan jî ji alî xwe ve karî bûn roleke giring bilîzin di piştgîriya partiya (YNK)‘de, ku hatibû damezirandin di (1975)‘de, û ewan bi hemî karîbûna xwe li pişt Mam Celal sekinîn, û piştgîriya şoreşa nû kirin, herwiha mefrezeya vê şoreşê ya yekem ji Qamişlo derçû bû di sala (1976)’de, û ji wê zêdetir jî wek em dizanin bi dihan xwendevanên kurd yên sûrî wê çaxê çûbûne ewrûpa bi mebesta xwendinê, di salên şêstî de ji sedsala bîstan, û gelek ji wan li dor Mam Celal kom bûbûn û ketibûn jêr bandora kesatiya wî ya karêzmî û karîger de, nexasim çaxê ku Mam Celal beşdarî kongirê komeleya xwendevanên kurd li ewrûpa bûbû, ku li Beligrad hatibû Bestin di sala (1967)‘de, her di wê çaxê de girûpek kurdên sûrî li wir hebûn, û ew derbasî nav rêzên tevgera xwendevanên kurd li ewrûpa bûbûn, û vê paşiyê bûne beşek ji tevgera siyasî ya kurdistanî ku çalak bûbû di nav rêzên komeleya xwendevanên ewrûpa de, û mamoste (Yûsiv Zozanî), jî yek ji wan xwendevanan bû ku bi kesatiya Mam Celal ve hatibûn girêdan, û ketibûn jêr bandora nerînên wî yên siyasî de, û yekser derbasî nav rêzên (YNK) bûn dema ku hate damezirandin, û çûne nav rêzên şoreşa nû ya çekdar, û rola xwe ya berbiçav lîstin di nav rêzên xebatê de li çiyayên kurdistana îraqê bi rêberiya Mam Celal, û bûne ciyê bawerî û piştgîriya wî ya bê sînor, û ewbi xwe jî ciyê wê baweriyê bûn.

  Û di çarçewa bersivên wî de, li ser wan pêrsên ku me di vî warî de, di (4.8.2023)’de, arasteyî wî kiribûn, mamoste Yûsiv Zozanî li ser yekem dîdara wî li gel Mam Celal di axivê, û di bêje: (Piştî çûna min bo Yogislaviya sala 1966, bi mebesta xwendinê, kongirê xwendevanên kurd di sala 1967’de, li Beligrad hate bestin, û çaxê ku min beşdarî di amadekariyên kongir de dikir, Dr. Kemal Fû’ad ji min pirsî: Çiqasî otêla Silaviya ji vir dûre? Min bersiva wî da: Nedûre gelekî, bi pênc deqîqe meş ji vir dûre, wî got: Ka em biçine wir.. û paş derketina me ji holaê, min jê pirsî: Çi li wir heye? Wî bersiv da û got: Mam Celal gihiştiye otêlê, ew mêvanê Yogislava ye, emê herin wî bibînin, gelekî ez dilxweş bûm bi vê nûçeyê, nûçeya dîtina vî serkirdeyê ku min bi riya birayê xwe Salim navê wî û têgihiştin û zîrekbûna wî ya siyasî bihîstibû, û min ew wek simboleke nimûneyî herî bilind ji xwere didît, ev bû dîtina min ya yekem li gel Mam Celal, ku dikeve roja 27.12.1967’de).

Dr. Umer Şêxmûs jî yek ji wan xwendevanên kurd yên sûrî’ye  ku bi mebesta xwendinê çûne ewrûpa di destpêka salên şêstî de, û ketine jêr karîgeriya bîr û boçûnên Mam Celal de, û bawerî bi dîtinên wî yên siyasî anîn, ta ku yekîtî niştimanî kurdistan hatiye damezirandin, Mam Celal Umer jî destnîşankiriye ku bibe yek ji desteya damezrêner ji ber baweriya Mam Celal di hat bi rol û çalakiyên wî yên karîger di nav raya ewrûpî de, û Umer di pêwendiyeke telîfonî de ku min di (7.8.2023)’de, li gel wî kiriye, ew dibêje çaxê ku gihiştiye ewrûpa di destpêka salên şêstî de, ew yekser derbasî nav rêzên partî demoqratî kurdistanî îraq dibe, ew jî li ser bingeha rêkeftinkê de bû ku li Beyrûtê di payîza sala (1959), hatibû imzekirin di navbera hin partiyên kurdistanî de, û Umer di vî warî de dibêje: (Rêkeftinek hebû di navbera partî demoqratî kurdistanî îraq, û partî demoqratî kurdistanî îran, û partî demoqratî kurdî li sûriya, li Beyrûtê di payîza sala 1959’de hatibû imzekirin, û naverûka wê dibêje ku ev hersê partî rêkeftine ku endamên wan li ewrûpa bibin endam di partî demoqratî kurdistanî îraq de, û serokê partiya me Dr. Nûredîn Zaza nameyek dabû destê min arasteyî Dr. Kemal Fû’ad kiribû di vê derbarê de..).

Bê goman Mam Celal hestekî wî yê kurdistanî kûr hebû, wî qet cudayetî ne dixiste navbera kurdên vî beşê kurdistanê, yan yên bşê din de, lewma wî zû xwendevanên kurd yên sûrî li ewrûpa hembêz kirin, û ew bi germî xistin bin baskê xwe de, û wî baweriyeke baş bi wan dikir, û ew ne di jmartin xerîb û biyanî, û Mam Celal her di salên pênciyan de ji sedsala bîstan, kurdistan mîna xaniyekî bi çar odeyan didît, û digot kurdê ku ji parçyekî kurdistanê biçe parçeyê dinê ew ne mêvane, mîna ku kesek di mala xwe de ji odeyekê biçe odeya dinê, û di vî warî de Zozanî li ser dîtina kurdistanî di bîra Mam Celal de di axive, û ew dîtin di hijmart wek dîtineke istratîcî bi berawird li gel pêwendiyên wî yên tektîkî li gel dewletên ku kurdistan parçekirine, û dibêje: (Mam Celal ji destpêka xwe ya siyasî ve, xebatkerekî kurdistanî bû, naskirî bû bi mêjiyê xwe yê vekirî û ne romansî, û dûr ji siyasetên sozdarî û xeyalî.. lewma wî pêwendiyên xwe bi partiyên kurdistanî re xurt û bihêz dikirin, û agahdar bû ku pêwendiyên wî li gel desthilatên wan dewletên ku kurdistan di nav xwe de parçekirine, ew pêwendî ne li ser hîsabê kurd be di wan dewletan de, ji ber ku wî ew pêwendî mîna pêwîstiyeke tektîkî ya rojane didît, lê pêwendiyên wî li gel kurdên wan welatan pêwendiyeke istratîcî bû..).

Diyare ku çalakiyên rêxistinî yên komela xwendekarên kurd li ewrûpa, xurtir dibûn, û karên wê komeleyê yên siyasî bêtir geşe didan di orta salên şêstî de ji sedsla bûrî, û vê komeleyê xwendevanên kurd ji hemî parçeyên kurdistanî li xwe di girtin û derbasî nav rêzên xwe dikirin, û ji nav wan xwendevanan, xwendevanên kurd yên sûrî bûn jî ku roleke berbiçav lîstibûn di vê komeleyê de, û ji wan girûpeke çalak û aktîv hebû ku pêştir endam bûn di partiya demoqrata kurdî de li sûriya, ku heval (Ebdul Hemîd Derwîş), rêberiya wê partiyê dikir, lê vê dawiyê ev komele çilmisî û bi paşde vegeriya bi sedema nakokiyên ku di orta salên şêstî de serê xwe hildabûn di nav rêzên partiya demoqrata kurdistanî de li îraqê, û dabeşbûna wê partiyê, êdî ew xwendevan jî li ser herdû baskan dabeş bûn, û di vê derbarê de mamoste Yûsiv Zozanî dibêje: (Dema ku ez hatime Beligrad, wê çaxê malbendê vê komelê li Yogislaviya malbendekî çalak bû, û her di wê demê de Dr. Kemal Xoşnaw sekretêrê wê malbendê bû, û her wiha berpirsê rêxistinên PDK- Baskê mekteba siyasî jî bû, û ji wan xwendevanên kurd yên sûrî ku wê çaxê li wir bûn, û ew endam bûn di PDK- Baskê mekteba siyasî de, û weke ku têne bîra min ew xwendevan ev bûn: Ibrahîm Nayif Paşa, Mihemed Nayif Paşa, Beha’i Mihemed, Dr. Silêman ji Dêrikê bû, Mihemed Ebdo ji Kurdaxê, Cûm’a Se’îd ji Kobanê, Fadil ji Kobanê, Ebdul Hemîd Deqûrî û Mihemed Elî Emo û Mihemed Şêxmûs ji Amîdê.. û berî ku em ji sûriya derkevin em tev endam bûn di partiya demoqrata kurdî de li sûriya, baskê Ebdul Hemîd Derwîş, û piştî ku em gihiştin ewrûpa em derbasî nav rêzên PDK- Baskê mekteba siyasî, bûn..).

Yûsiv Zozanî axaftina xwe berdewam dike li ser derbasbûna xwe nav rêzên (YNK), û beşdarbûna xwe di şoreşa nû de bi bê astengî û kêşe, û ji wê zêdetir jî bû ciyê baweriya hevalên xwe û erkên ragihndinî yên giring jî wergirtin, û dibêje: (Tiştekî normal bû ku beşek ji me li gel Mam Celal bi sekinin û li gel YNK ku hatibû damezirandin piştî herivandina şoreşa êlûnê, ji wê zêdetir jî ewe ku jimareyek ji hevalên me yên kevin gelekî çalak bûn di destpêka avakirina YNK’de, û beşek ji wan amade bûn ku beşdarî şoreşa nû jî bibin, mîna ku min bi xwe jî ev kir, lewma yasayî bû ku Mam Celal û serkirdeyên YNK baweriya xwe bi me werînin, û ji wê kêlîka pêşî ve ku ez gihiştim baregehê serkirdayetiya şoreşê li kurdistanê, yekser biraderan li wir ji min xwestin, û bi taybet rehmetî Noşêrwan Mustefa, ku ez di radiyo û ragihandin de bi xebitim.. lewma em xwedanê malê bûn, û hevalê riya xebatê ya dûr bûn, û em qet ne mêvanê xerîb û beyanî bûn..).

Û îro roj jî, Yûsiv Zozanî cîgirê (Dezgihê Serok Mam Celal)‘e, û ji wê zêdetir jî vî têkoşerê kurdistanî (Yûsiv Zozanî), karî bû piştgîriyê ji Cemal Axa (ku naskirî bû Silêmançîtiya xwe ya tûnd), wegire ji bo bi destxistina regeznamê li bajarê Silêmaniyê, û berngariya mestir jî ew bû ku vî xortê kurd yê sûrî karî bû bi serkeftî Cemal Axa bike şahid jî li ser mehir kirina keçekê ji resentirîn malbatên Silêmaniyê..

MAM.. LI ŞAM (32)
(Mam Celal: Yek xanî me heye, ew jî li Şame)

Bi sedema rewşa xebata wî ya dijwar, û erkên wî yên siyasî zehmet, û pêwendiyên wî yên dîblomasî berfireh, Mam Celal nikarîbû mana xwe li ciyekî bi tenî dirêj bike, lê ji ciyekî di çû ciyê dinê û berdewam dihate veguhestin, û li gor gotina Hîro Xan, mîna ku: (Jiyana wî di nava çantekî de bû), lê belê tevî vê jiyana ne aram, Şam ji bo wî her wîstgeyeke serekî bû ji bo pêwendî kirinê bi cîhana derve re, û bi taybet bi cîhana erebî re, bi mebesta komkirina raya giştî li dor pirsa kurdî, û ne xerîb bû ku hîç xaniyekî Mam Celal tunebe yan parçe zeviyekî wî tunebe ji bilî xaniyekî ew jî li Şamêye (Li gereka El‘mezre), û ev yek jî nivîskar û rojnamevanê rojnameya Şeriq El’ewset (Me’ed Feyad), di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Ji bîreweriyên serok Mam Celal), dûpat dike û li ser zimanê Mam Celal dibêje: (Eger tu biçe dezgihên tapo û tomarkirina xaniyan li Silêmaniyê û li Bexdadê, yan jî li her bajarekî ji bajarên îraqê, qet xaniyek yan parçeyek zevî li ser navê min yan jî li ser navê hevjîna min nîne, hîç xaniyekî me tuneye ji bilî yek xaniyî ew jî li Şamêye, û me di sala 1975’de, li wir kiriye..).
Û weke ku bajarê (Koysinceq), mîna ku (Me’ed Feyad), di vê pirtûka xwe de dibêje, ku ew bajar: (Yek ji karîgertirîn sedeman bû di dîrok û pêşeroja Talbanî de.. û rola vî bajarî hebû di sazkirin û avakirina kesayetiya vî xortî de, ew jî bi riya xelik û tekî û qutabxane û pirtûkxane û çayxaneyên bajarê Koya bû, ev xortê ku di pêşerojeke nêzîk de wê bibe kesayetiyeke siyasî diyar û berbiçav..), wisa jî bajarê (Şamê), ku Mam Celal lê vedigeriya çi çaxa ku cî lê teng dibûn di seranserê nîvê dawî de ji sedsala derbas bûyî.

Bajarê Şamê, bûbû qonaxeke diyar û berbiçav li ser riya xebata Mam Celal ku wî bi xortanî dest bi vê xebatê kiribû, û wî yekem car serdana vî bajarî kiribû ew jî di sala (1955)‘de bû, dema ku di xwest beşdar bibe di kongirê xortan yê cîhanî de li Warso, û wê çaxê wî hîna (22) sal ji jiyana xwe derbas nekiribû, û serdana wî ya diwem jî ji Şamê’re li ser pişta barhilgireke genim bû di sala (1957)‘de, û ew bi qaçaxî û bê ku hîç belge yan nasnameyek li gel wî hebe, bi tenê derd û kulên miletê xwe yê hejar û bindest hilgirtibû ser milê xwe û ber bi mezintirîn mehrecana xortên cîhanî ve di çû, û wê çaxê wî karîbû li Şamê mafê penaberiya siyasî û belgeyên seferê yên pêwîst wergire, û her li Şamê kesatiyên giring û karîger naskirin ku bûne mîna xeleka serekî ya pêwendiyan li gel raya giştî ya erebî, fermî û siyasî û kultûrî û civakî.. û karîbû simbolên tevgera siyasî û kultûrî kurdî sûrî û kurdistanî jî li wir binase, her wiha Şam ji bo Mam Celal bûbû dergehekî serekî ji bo cîhana derve, û ji bo derbasbûna nav bazinên raya giştî ya cîhanî, û danasîna van bazinan bi pirsa miletê kurd ya rewa, û rakişandina piştgîriya wan li dor vê pirsê.
Êdî bajarê Şamê bûbû ew hêlîna ku kesayetiya Mam Celal ya siyasî têde hatibû ava kirin, û dergihê ku têre derbasî nav cîhana derve bibe, û her li wir toreke berfireh ji pêwendiyên hemereng avakir bû, û keş û hewayek jêre hatibû peydakirin ku kesatiya wî ya karêzmî were tûjkirin, ew kesatiya ku nayê kurtkirin di hîç naznavekî de ji bilî naznavê (Mam Celal), ku Me’ed Feyad di pêrtûka xwede dibêje ew naznav li cem kurdan bilindtirîn naznave û buhatire ji navê (Serok komar), Feyad ji pêşmergeyekî dêrîn di pirse: (Çima hûn ji Mam Celal re nabêjin serok komar?), ew pêşmerge bersiva wî dide û dibêje: (Her îraqiyek di kare bibe serok komar eger derfet jêre peyda bibe, û partî li ser wî rêk bi kevin, lê belê kesekî îraqî kurd be yan ereb be, nikare bibe Mam Celal. me li şax ew bi vî navî naskiriye, û emê wî her bi vî navî jî nas bikin, û eger ez li mal li gel hevjîna xwe li ser Mam Celal bi axivim bi navê serok komar, bê goman hevjîna min ya ku bi min re li gundekî di nav çiyan de dijî qet nasneke ku ez li ser kê di axivim, lê dema ku ez bibêjim Mam Celal, ewê yekser nasbike ez li ser kê di axivim..).

Bê goman di wê qonaxê de ku Mam Celal li Şam bû, vî bajarî şûna tiliyên xwe yên kûr li ser hestê Mam Celal kolabûn û hiştibûn, û Şam bûbû mîna hêlînekê ku (YNK), di 1975’de, têde hatibû damezirandin, ev partiya ku geşbînî xiste dilê pêşmerge û serkirdeyên siyasî yên ku bi reşbînî çekên xwe ji ser milê xwe xistin û danîn bi sedema rêkeftina Cezayirê ya rûreş, ku di (6.3.1975)’de, di navbera îraqê û îranê de hatibû imzekirin, û her ji Şamê dest bi amadekariyên locistî bûbû ji bo dest bi şoreşa nû were kirin, û çirûska pêşî ji wir hate vêxistin û ew agirê jê hatibû geşkirin hemî dezgehên rêjîma Sedam ya xwînmij sotand û şewitandin, û hemî simbolên wê rêjîma dirinde li kurdistanê hatin hêrivandin û hilweşandin.

Û her ku Mam Celal serdana Şamê dikir, ew xaniyê wî dibû ciyê tevger û çalakiyan, û bi dirêjaya mana wî li wir ew xanî dibû mîna şana mêşê hingiv, û dibû ciyê kombûna şand û mêvan û hevalên Mam Celal bi hemî nerînên xwe yên cuda ve, û li wir civîn û hevdîtin bi himbizî di navbera aliyên siyasî de di hatin kirin. Serok Mam Celal çû ber bi oxir bû û ji vê cîhanê barkir, lê ew xaniyê wî bûbû nîşanekê ji astê girêdana wî bi Şamê ve û hezkirina wî jêre, û bûbû simbolek ji kûrbûna pêwendiyên wî re li gel xelkê wî bajarî bi hemî rengê wan ve, û pêwîste rojekê ev xanî bibe mozexane ku hemî bîrhatin û şûnmayên wî yên zengîn têde were parastin, ku qonaxekê dide nîşandan ji wan qonaxên ku di nav xelkê şamê de dabû derbaskirin, ew xelkên ku wî ji wan hezkiribû û ewan jî jê hezkiribûn, vaye aktera komîdî ya binav û deng (Necah Hevîz), ku xaniyê wê jî di eynî avahiyê deye ku xaniyê Mam Celal jî têdeye, ew bi xwe di hevdîtinekê de li gel rojnamevan (Ibrahîm Hac Ebdê), vê yekê dibêje: (Tiştê ez dizanim ewe ku Mam Celal kesekî dosthez û dilsoz û rastgo bû, û gelekî hêmen bû, û piraniya rojên xwe bi seferê derbas dikir, lewma me ew car caran di demên dûrî hev de didît, ew weke xewnekê di hat û di nav me de çend rojan dima, paşê zû çenteyên xwe amade dikirin û di çû welatên dinê..), û Necah Hevîz berdewam dike û dibêje: (Me hest ne dikir ku ew xerîbe di nav me de, ew jî ji aliyê xwe ve pabend bû bi van pêwendiyan, û wî ti rojan xwe ji erkê cîrantiyê qet ne dida paş, û li gel dirawse û cîranan hemî pêwistiyên avahiyê pêşkêş dikirin, tevî ku ew ne ji daniştiyê avahiyê yên berdewam bû jî, û bi vî şêweyî daniştiyên avahiyê bi tevayî rêz lê digirtin, herwiha wî jî rêz li wan di girt..).
Hêjayî gotinê ye ku deriyê vî xanî demekê bi mûma sor hatibû girtin ji aliyê hikûmeta sûrî ve, bi sedema giftûgoya Mam Celal li gel Sedam Husên sala (1984), paşî carek dinê hate vekirin.

MAM… LI ŞAM (33)

(Nûnerên Yekîtî Niştimanî Kurdistan li Şam)

Şam mîna wistgeheke istratîcî giring bû di çarçewê tora pêwendiyên giştî de ku yekîtî niştimanî kurdistanî ji roja damezirandina xwe ve ava kiribûn, û bingeheke serekî bû ji bo rêkxistina van pêwendiyan li gel hikûmeta sûrî û li gel tevaya tevgera siyasî li welêt, yên kurdî û yên erebî, ev ji bilî ku Şam mîna kenaleke serekî bû ji pêwendiyan re li gel nûneratiyên dewlet û tevgerên erebî yên ku wê çaxê li Şam diman, bi taybet tevgera filestînî, herwiha bûbû pirek kadirên (YNK), û serkirdayetiya wê di ser‘re ber bi ewrûpa ve derbas dibûn, di demekê de ku hemî derî li pêşiya Mam Celal û partiya wî girtî bûn, lewma dereng neman û zû nivîsgeha xwe li Şam vekirin, û baştirîn kadirên xwe destnîşan kirin ji bo ku li wir kar bikin, û di hemî qonaxên pêwendiyan de di navbera Mam Celal û Şam de ew nivîsgeh bûbû mîna baliyozxaneyekê karîger, û dagirtî ji vîn û tîn û çalakiyan..

Piştî damezrandina yekîtî niştimanî kurdistan li Şamê di (1.6.1975)‘de, desteya damezrêner civîna xwe ya yekem bi serokatiya Mam Celal di (17.12.1975)‘de li darxist, û ji biriyarên ku di vê civînê de hatin sitandin, biriyara destnîşan kirina Dr. Fû’ad Me’isûm bû wek yekem berpirsê pêwendiyên giştî yên (YNK), li Şam, bi alîkariya Adil Mûrad, ku ew jî hatibû destnîşan kirin wek berpirs ji pêwendiyên derve re, vaye Adil Mûrad di pirtûka (Dostên Tuleytila)‘de, vê yekê dibêje: (Ez- mebest jê Adil Mûrad- hatim destnîşan kirin di vê civînê de ji bo erkê rêvebirina pêwendiyên derve.. û erkê pêwendiyên giştî li Şamê hate sipartin ji bo Dr. Fû’ad Me’isûm..), ji xwe Dr. Fû’ad pêştir nûnerê şoreşa kurdî bû li Qahîre, û pêwendiyên wî yên berfireh hebûn li gel navenda erebî, û bi taybet ya misrî, çimkî wî xwendina xwe ya bilind li zankoya Ezher bi dawî anî bû, û her ji wir dîbloma dektora jî bi dest xwe xistibû.

Dr. Şehzad Sayib pirsiyaretiya pêwendiyan li Şamê ji Dr. Fû’ad wergirt di sala (1979)‘de, ta (Tebaxa sala 1982), êdî Dr. Şehzad ji Şamê diçe Holenda cem malbata xwe ku li wir dijiyan, û Daro Şêx Nûrî ev post ji Dr. Şehzad wergirt û bû berpirsê pêwendiyan li Şamê ta ku giftûgoyê bi Sedam Hisên re destpêkiribû, êdî desthilatdarên Şamê astengî li pêşiya çalakiyên wan dirust kirin, û fişar dane ser wan, û di dawî de desthilatdarên Şamê biriyar dan nivîsgeha pêwendiyên (YNK), bigirin, wisa jî dergihê mala Mam Celal li Şam hate girtin di sala (1984)’de, û di vê derbarê de Nermîn Osman (Hevjîna Daro Şêx Nûrî), di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Li ser roniya heyvê, me xewnê welat di hûnan): (Me Wê çaxê êdî biriyar da ku em ji sûriya derkevin, ji ber ku rêjîma sûrî bi eşkere digot: Ji nûnerên yekîtî nîştimanî kurdistan tê xwestin ku ji sûriya barbikin û derkevin, û eger ew bixwazin bere wek penaber bimînin, yan jî divê ji vir herin ciyekî ku ew bixwazin, û di kanûna yekê de ji sala 1984, em û malbata Ebdul Rezaq Feylî.. Ji Şamê em çûne Siwîd, û malbata Dr. Fû’ad Me’isûm jî çû ber bi London ve..).

Di pêwendiyeke telîfonî de, ku me di (21.8.2023)’ de li gel nûnerê yekîtî nîştimanî kurdistan (Ebdul Rezaq Tewfîq Koyî), kiribû, di wê pêwendiyê de ew li ser girtina dergihê vê nivîsgehê ta sala (1987), axivî û got ku ew bixwe êdî carek dinê vegeriya Şamê, û li paş hatina wî êdî şandek hate şamê pêkhatibû ji (Noşîrwan Mustefa, Kemal Xoşnaw, Mûlazim Umer û Dr. Xisro Xal..), û Ebdul Rezaq Tewfîq berdewam kir û got ku wê çaxê hate rêkeftin li ser ku nivîsgeha (YNK), careke din li Şamê were vekirin bi serpereştiya (Kemal Xoşnaw), û Ebdul Reza Tewfîq jî wek endam li vê nivîsgehê hate damezrandin, û piştî Kemal Xoşnaw çû, êdî Dr. Xisro Xal hate Şamê û bû berpirsê vê nivîsgehê ta ku ew çû ser dilovaniya xwedê, êdî carek dinê Kemal Xoşnaw vegeriya Şamê û bû berpirsê nivîsgeha (YNK), û paş ku Kemal Xoşnaw çû, li şûna wî (Dana Ehmed Mecîd), hate Şamê û demekê bû berpirsê vê nivîsgehê, paş wî jî Adil Mûrad hate Şamê û bû berpirs nivîsgeha Şamê li şûna Dana Mecîd û li wir berdewam kir ta sala (2003), û li paş wî (Hawjîn Menimî), hate Şamê û ta demeke kurt ew jî bû berpirsa vê nivîsgehê, û piştî ku wê jî ji sûriya barkir û çû, erkê pirsiyaretiya nivîsgeha pêwendiyên (YNK), li Şamê hate sipartin ji (Ebdul Reza Tewfîq)’re, û tevî vê kirîza ku welat têre derbas dibe, lê Tewfîq karîbû vê nivîsgehê bihêle vekirî li Şamê ta roja îro..

Nermîn Osman di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Li ser roniya heyvê, me xewnê welat di hûnan), vê çîrokê dibêje ku di navbera kurê wê (Hawrê), û Mam Celal de rûdabû: (Di dawiya sala 1981‘de, Mam Celal li Şamê li mala me bû, çaxê ku Hawrê ji qutabxanê hate mal, û got ku zarokê taxê şer li gel wî kirine û wî jî li wan daye, êdî zarokan sixêf û xeber ji xwîşka wî re dane, wî jî bi zimanekî erebî yê şikestî bersiva wan dabû û gotibû: Mafî uxit, wate xwîşka min tuneye, Mam Celal jî bi vê bersiva Hawrê sersam û matmayî ma bû.. û piştî çend salan û di civîneke pêwendiyên derve de li ewrûpa hevalekî Mam Celal jêre dibêje: Partî gelek xeber û sixêfan ji mere didin, em çi bikin? Mam Celal jî bersiva wî dide û jêre dibêje: Yê we qet bersiva wan nedin, tenê wek bersiva kurê Daro bidin, û bêjin: Mafî uxit, wate xwîşka me tuneye..).

Hêjayî gotinê ye ku yekîtî niştimanî kurdistan li Qamişlo jî nivîsgihek vekirbû, bi taybet di dema sirhildanê de, ji ber giringiya locistî ya vî bajarî û ji bo piştgîriya şoreşa nû li kurdistana îraqê, û çend berpirsek li dûv hev erkê rêveberiya vê nivîsgehê kirin, j wan (Mehmûd Îdo), û pêşmergeyê dêrîn û kevin Bozê (Bavê Elî), ji bilî herdû kampên meşq û rahênanê ku hatibûn vekirin di çaxê xwe amadekirinê de ji bo şoreşa nû, yek li Qamişlo bi serperiştiya (Ebdul Rezaq Feylî)’ bû, û ya din jî li Dêrikê bû bi serpereştiya (Noşîrwan Mustefa)’bû.

MAM.. LI ŞAM (34)

(Komîta Hemahengiya Kurdistanî)

Nivîskar: Elî Şemdîn

Piştî ku damezirandina Yekîtî Niştimanî Kurdistanî li şamê hate ragihandin sala (1975), û agirê şoreşa nû hate vêxistin sala (1976), Mam Celal êdî bi hemî karîbûna xwe hewil dida ku şêweyekî bide peydakirin ji tevkarî û hemahengiyê re di navbera partiyên niştimanî kurdî de li her çar parçeyên kurdistanê, ew jî bi mebesta dirustkirina bereyeke kurdistanî bû ku rûbirûyî wê rewşa xerab û dijwar bibe, ku hatibû peydakirin di encamê wê rêkeftina kirêt û rûreş de, ku li Cezayirê hatibû imzekirin di navbera rêjîma îraqî û îranî de sala (1975), ku di encamê wê rêkeftinê de şoreşa îlonê li kurdistana îraqê bi wî şêweyê diramatîkî hate hilweşandin, û Mam Celal hewil dida ku karibin ji wê reşbîniyê derbas bibin ya ku pencê xwe yê reş dabû ser serê miletê kurd û tevgera wî li her derî, û her wiha hewil dida ji bo komkirina raya giştî li dor miletê kurdî û pirsa wî ya rewa li beramberî rêjîmên dîktator ku kurdistan di nav xwe de dabeş û parçekirine, û bi taybet li dijî rêjîma Sedam Huseyn yê xwînmij û hov, û di vî warî de Salar Osê di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Celal Talbanî: Buyer û helwîst), û li ser zimanê rojnameya (El- Şerare), vê yekê dibêje: (Mam Celal ji wan kesan bû ku berdewam xwediyê bîrokeya li darxistina kongireyekî bû ji bo partî û rêxistin û desteyên kurdistanî li ser astê rojhilata navîn, ew jî bi mebesta rêkeftinê bû li ser istiratîciyeke hevbeş, û bi mebesta alîkariyê û piştgîriyê bû dinavbera wan hêzên kurdistanî de, û ji bo yekxistina hêz û çalakiyan bû di navbera wan de li ser astê nav dewletî, ku êdî karibin bi yekrêzî di ruyê wan hikûmetan de bi sekinin ku alîkariya hev dikin li dijî miletê kurd û netewa wî..).

Û gava yekem di vî warî de ew bû ku komelek partî û rêxistinên kurdî û kurdistanî li Beyrûtê civiyan di (2.12.1977)’de, ew jî li gor ku Ebdul Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Tevgera kurdî li sûriya dibin roniyê de), dibêje, ev her şeş partî bûn: (Yekîtî Niştimanî Kurdistan/ Umer Mustefa, partiya dîmoqrata kurdistanî îran/ Emîr Qazî, partiya dîmoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya/ Ebdul Hemîd Derwîş, partiya dîmoqrata kurdistanî li îraqê- komîta amadekar/ Şemsedîn Muftî, partiya demoqrata kurdî sûrî/ Ebdul Baqî Mele Mehmûd, partiya dîmoqrata kurdî ya çep li sûriya/ Usmet Fethule).

Di vê civînê de, û li gor ku Derwîş di pirtûka xwe de dibêje, biriyar hate sitandin ji bo piştgîrî û alîkariya şoreşa nû bikin ku li kurdistana îraqê hatibû vêxistin, û biriyar jî dan ji bo damezirandina komîteyekê bi navê (Komîteya xebata niştimanî ya kurdistanî), erkê vê komîtê rêkxistina xebata hevbeşe bû di navbera partî û rêxistinên pêşverû yên kurdistanî de, û beşdaran biriyar dan ku soza civîna dinê li kurdistana îraqê be di miha nîsana (1978)’de, û biriyar wisa bû ku herdû rêxistinên (Hevra, û Şoreşa milî ya kurdistanî), jî beşdarî cîvîna diwem bibin, û ew bi xwe dû rêxistinên kurdîne ji kurdistana turkiye, û herdû jî ji bo sedemên xwe yên taybet li vê civînê beşdar nebûbûn, û ji ber ne li barbûna rewşê li kurdistana îraqê civîna diwem di dema xwe de li Parîs hate li darxistin di (1978)’de, û nûnerê van herçar partiyan bi tenê beşdarbûn: (Yekîtî niştimanî kurdistan/ Umer Mustefa, partiya dîmoqrata kurdistanî îran/ Ebdul Rehman Qasimlo, partiya dîmoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya/ Ebdul Hemîd Derwîş, partiya dîmoqrata kurdistanî li îraqê- komîta amadekar/ Şemsedîn Muftî), û Derwîş di pirtûka xwe de dibêje: (Di vê civînê de li ser rewşa nû hate sekinan din, û bi taybet li ser pêşveçûnên siyasî ku li îrana şahinşahî rûdabûn di wê çaxê de, û li ser pêşhatiyên ku wê ji wan guhertinan werin derketin, ji bûyeran û encaman, û bandor wê li ser tevaya pirsa kurdî li rojhilata navîn, û bi taybet li ser miletê kurd li kurdistana îranê..).

Û li ser bingeha wan biriyarên ku hatibûn sitandin ji aliyê partiyên kurdistanî ve di civîna Beyrûtê de sala (1977), û civîna Parîsê sala (1978), êdî komelek civînên din jî bi pêşniyara Mam Celal li Şamê hatibûn bestin û li darxistin di destpêka sala (1980)’de, di navbera hêz û partiyên niştimanî kurdîde, yên pêwendîdar bi vê rewşê, bi beşdariya herdû partiyên komonist yên (îraqî, û sûrî), û evan herdû partiyan  jî amadekariya xwe ya yekcarî nîşandan ku wê beşdarî her civînekê bibin ku were li darxistin di navbera partiyên kurdî û kurdistanî de bi armanca yekxistina xebata wan ji bo azadiya miletê kurd û serxistina doza wî ya rewa, û di vî warî de jî Derwîş di pirtîka xwe de (Tevgera kurdî li sûriya di bin roniyê de), vê yekê dibêje: (Di encamê van civînan de, Mam Celal, sekretêrê yekîtî niştimanî kurdistanî, ji partiya me re pêşniyar kir û xwest em bi kiriyar gaveke hevbeş bi hevre bavêjin ji bo avakirina komîteyekê bi navê: Komîteya amadekar ya tevkariya partiyên kurdî û kurdistanî, yan jî bi her navekî din be, û ev komîte wê were pêkhatin ji çar partiyan, ew jî evin: Yekîtî niştimanî kurdistan, partiya dîmoqrata kurdistanî îran, partiya sosiyalîsta kurdistanî li turkiya û partiya dîmoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya,  û erkê vê komîteyê danûsitandine li gel hêz û partiyên kurdî û kurdistanî yên din, bi armanca xweşkirina rê li pêşiya li darxistina kongireyekî giştî ji van partiyan re..).

Û piştî ku ev pêşniyara Mam Celal, hatibû gengeşe kirin û giftûgo kirin ji aliyê herdû partiyên bira ve (Yekîtî niştimanî kurdistanî, û partiya dîmoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya), van herdû partiyan bi hevre ew pêşniyar erê kirin, û biriyar jî dan ku êdî vê pêşniyarê pêşkêşî van herdû partiyan jî bikin (Partiya dîmoqrata kurdistanî îran, û partiya sosiyalîsta kurdistanî li turkiya), bi hêviya ku ew jî vê pêşniyarê erê bikin, û her yek ji (Ezîz Mihemed/ Sekretêrê partiya komonîsta îraqî, û Kerîm Ehmed/ Endamê mekteba siyasî ya partiya komonîsta îraqî, û Remo Şêxo Ferhe/ Endamê mekteba siyasî ya partiya komonîsta sûrî), roleke giring û karîger lîstibûn di serxistina vê pêşniyarê de..

Û her li ser bingiha pêşniyara Mam Celal, mamoste Ebdul Hemîd Derwîş di destpêka êlûna sala (1980)’de, serdana Tehranê kiribû bi mebesta dîtina Dr. Ebdul Rehman Qasimlo (Skretêrê giştî yê partiya dîmoqrata kurdistanî îran), û bi mebesta ku danûsitandinê li gel wî bike li ser babetê vê komîteya ku Mam Celal pêşniyar kiribû, û ji bo wergirtina helwîsta partiya wî li ser avakirina vê komîteyê û beşdariya wan di karûbarê wê de.

Mamoste Ebdul Hemîd Derwîş gihişte navçeya (Wawan), ku baregeha mekteba siyasî ya partiya dîmoqrata kurdistanî îran, li wir bû, û her li wir jî sekretêrê vê partiyê Dr. Ebdul Rehman Qasimlo dît û li gel civiya, û hûrguliyên wan karan jêre veguhest û ew agahdar kir, yên ku hatibûn kirin ji bo peydakirina tevkariyê di navbera hêz û partiyên kurdî û kurdistanî de, her wiha nerînên herdû partiyên komonist yên (îraqî, û sûrî), jî jêre diyar kir û nîşan da, û li ser rola partiya dîmoqrata kurdistanî îran, ya posetîv di serxistina vî karî de axivî, Derwîş di pirtûka xwe de (Tevgera kurdî li..), dibêje: (Paşî Dr. Qasimlo bersiva min da û got ku ewan berê ev pêşniyar gengeşe kirine û ew razîne li ser bîrokeya avakirina komîteyeke amadekariyê ji her çar partiyên ku hatine destnîşan kirin ji bo vê armancê, lê ew dibîne ku partiyên komonîst weke çavdêr beşdarî vê komîteyê bibin, ne wek endam, û got jî ku wî bixwe ev nerîn ji heval Ezîz Nihemed re gotiye û ew jî bi vê nerînê razîbûye, û Qasimlo berdewam kir û got ku ewê hevalekî xwe yê serkirdayetiyê bişîne ji bo beşdarî rûnişina yekem bibe di nêzîktirîn dem de..).

MAM.. LI ŞAM (35)

(Komîta amadekariyê ya hemahengî û tevkariyê)

Ne veşartiye, pirojeyekî kurdistanî giring mîna pirojeyê (Komîta hemahengiya kurdistanî), ku hatiye pêşkêş kirin bi armanca yekxistina tevgera kurdî li hemî parçeyên kurdistanê, û bi mebesta avakirina şêweyekî ji şêweyên hemahengî û tevkariyê di navbera aliyên kurdî de, û li ser bingeha bernameyekî kurdistanî giştî ku taybetmendiyên her parçeyekî ji yên kurdistanê li ber çavan bigire, û ji aliyê hin kesayetiyên kurdistanî yên karêzmî ve tê birêve birin, mîna (Mam Celal, û Ebdulrehman Qasimlo, û Kemal Burqayê û Ebdul Hemîd Derwîş), û bi alîkariya hin navdarên komonîstî, mîna (Xalid Begdaş, û Ezîz Mihemed), bê goman diyar bû ku ev piroje wisa bi hesanî û bi bê kêşe deras nabe û naçe serî.

Di sala (1980)’de, komîta hemahengiyê ya kurdistanî, civîna xwe ya pêşî li Şamê li darxisti, û di wê civînê de komîteyek bi navê (komîteya amadekar), damezirand, erkê wê amadekarî bû ji bo li darxistina civîna partiyên kurdî û kurdistanî yên pêşverû, û komîta amadekar yekser dest bi pêwendiyên xwe kirbû li gel van partiyan, nexasim ewên ku li Şamê nûneratiya wan bi xurtî hebû, ji bo ku wan agahdar bikin bi sedemên çêkirina vê komîteyê, û her wiha ji bo armancên wê jî bi wan aliyan bidin nasîn û zelal kirin, ku ew armanc di yek xalê de dihatin diyarkirin ew jî xwe amadekirin bû ji bo li darxistina civîneke giştî bi mebesta komkirina wan partiyan û yekxistina xebata wan ya netewî û niştimanî di yek çarçewê de, lewma vê komîteyê gelek civîn û hevdîtin kirin li gel partiyên kurdî bi omîda ku li gel hev bigihin têgihiştin û li hevkirineke hevbeş, û Ebdul Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Tevgera kurdî li Sûriya di bin roniyê de), dibêje: (Lê belê ev kar bê astengî û kêşe derbas nebû, û komelek partiyên kurdî helwîstên nerênî û nîgetîv beramberî vê komîtê nîşandan, bi behana ku ev komîte bêyî wergirtina nerîna wan hatiye çêkirin, êdî ewan jî hemî hewildanên xwe kirin ku wê komîtê têk bibin û hilweşînin, her wiha herdû partiyên komonîst, ya turkî û ya îranî, ji alî xwe de razînebûn tevkariyê li gel vê komîteya amadekar bikin, bi behana ku ev komîte bi nasnameya xwe netewepereste, û yê wan jî bi nasnameya xwe partiyên navnetewî ne!!?.. ev ji bilî ku ev komîta amadekar bûbû armanc û nîşan ji tîrên hin alî û navendên ne kurdî re, û bi taybet ji wan dewletan re ku kurdistan di nav xwe de parçekirine, yên ku dest bi liv û tevgerê kirin li vir û li wê ji bo ku astengî û keleman têxin pêşiya wê de, û ji bo ku vê komîteya amadekar têkbibin û hilweşînin..).

Ya giring ewe ku Ebdul Hemîd Derwîş ji hevdîtina Dr. Ebdul Rehman Qasimlo vegeriya, ku di sala (1980)’de, wî ew li navçeya (Wawan), li kurdistana îranê dîtibû û li gel civiyabû, û piştî ku Derwîş vegeriyabû wî encamên vê hevdîtinê ji Mam Celal û ji endamên dinê yên komîteya hemahengiya kurdistanî re diyar kir, û helwîsta erênî ya Dr. Qasimlo û partiya wî ji komîta amadekar re veguheste û ronî kir. Li ser bingeha van pêwendiyan, biriyar hate sitandin ku roja civna yekem ya komîteya amadekar were nîşankirin, ew jî li Şamê di dema (19- 24/11/1980)’de, hatibû li darxistin, bi amadebûna: (Yekîtî niştimanî kurdistanî, û partiya sosiyalista kurdistanî- PSK û partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya), herwiha bi amadebûna herdû partiyên komonist ya sûrî û ya îraqî, lê (partiya demoqrata kurdistanî- îran), amade ne bûbû di vê civînê de, û di vî warî de Derwîş di pirtûka xwe de dibêje: (Mamoste Ezîz Mihemed pêşniyarî vê civînê kir ku min wek berpirsê komîta amadekar destnîşan bikin, û heryek ji Mam Celal û mamoste Kemal burqayê jî li ser vê pêşniyarê erêkirin.. êdî di encamê karên berê de û di encamê pêwendiyên berdewam ku di navbera van her şeş partiyan de çêbûbûn, komîta amadekar hate damezirandin û erkê wê jî ew bû ku amadekariyê bike ji bo li darxistina civîna partiyên kurdistanî yên pêşverû..).

Her di çarçewa van karên himbiz û bi tov de ku hatin kirin ji aliyê endamên komîteya amadekar ve ji bo bi serxistina hewildanên vê komîtê, van endaman civîneke berfireh kirin li gel Xalid Begdaş (Emîndarê giştî yê partiya komonista sûrî), û ew civîn li mala Begdaş hatibû li darxistin li Şamê di havîna sala (1981)’de, û yên wê çaxê beşdar bûbûn di wê civînê de, ev kes bûn: (Celal Talbanî/ Sekretêrê yekîtî niştimanî kurdistanî, Ezîz Mihemed/ Seketêrê partiya komonista îraqî, Kemal Burqayê/ Sekretêrê partiya sosiyalista kurdistanî- PSK, Ebdul Hemîd Derwîş/ Sekretêrê partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya, Kerîm Ehmed/ Endamê mekteba siyasî ya partiya komonista îraqî û Remo Şêxo Ferha/ Endamê mekteba siyasî ya partiya komonista sûrî), lê nûnerê (Partiya demoqrata kurdistanî- îran), beşdarî vê civînê nebû, û di dawiya civînê de Xalid Begdaş soz dabû ku ewê hemî hewildanên xwe bide ji bo piştgîriya karê komîteya amadekar bike û li tenişta wê bisekine, ji ber ku ew bawere ev komîte xebatê dike ji bo pirsa rewa ya miletekî bindest di vê navçeyê de.

 Û di wê hevdîtina berfireh de ku endamên komîta amadkar li gel Xalid Begdaş kiribûn, Mam Celal li ser babetê tevkariya di navbera komîta amadekar û partiyên sosiyalista navdewletî (Sosiyal Intirnaşiyonal)’de, ji Xalid Begdaş pirsî, û Derwîş li ser vê pirsê di pirtûka xwe de dibêje: (Bersiva Begdaş li ser pirsa Mam Celal erênî bû, û Begdaş got: Bi nerîna min hûn pêwendiyan bikin li gel partiyên sosiyalista navdewletî ji ber du sedeman, yek ji wan ewe: Ev partî hêzeke siyasî mezin li ewrûpa û li cîhanê nîşan didin, û hûn jî di karin ji wan partiyan sûdê werbigirin eger têkilî û tevkarî di navbera we de dirust bibe, û sedema diwem jî ewe: Alîkariya we li gel wan partiyan bê goman wê partiyên komonist jî han bide ku nêzîkî we bibin û ber bi we ve werin û piştgîriya we bikin, û wê alîkariya bikin, û bi her hal pêwendî û alîkarî di navbera we û van partiyên sosiyalista navdewletî de bê goman giring û bi sûde ji were..).

Bi rastî ev helwîsta Xalid Begdaş, helwîsteke aza û bi wêr bû, ku wê çaxê ew sekretêrê partiya komonista sûrî bû, û ew ji aliyê kurdan ve di hate naskirin bi nerîna xwe ya Kosmopolîtî derbarê netewa xwe ya kurdî, û her wê çaxê ew di hate bi navkirin bi navê (Ragirê komonistên ereb), lê tevî wê jî helwîsta xwe eşkere got û tekeze kir li ser giringiya pêwendiyan li gel (Sosiyalista navdewletî), di demekê de ku komonistan ta wê çaxê hîna jî (Sosiyalista navdewletî), û (Impiriyalista Cîhanî), mîna herdû aliyên yek lîreyî dihejmartin, û bê goman ev helwîsta Begdaş ya berpirsyarane Mam Celal û şanda li gel wî matmayî hiştibûn, û ewan jî her bi berdewam staiyşa vê helwîsta wî bi rêz dikirin, û pesnê wê jî didan.

MAM.. LI ŞAM (36)

 (Hilweşandina komîta hemahengiya kurdistanî)

 

Tevî wan astengiyên gelek ku di ketin pêşiya (Komîteya Amadekar)‘de, û rê li ber karê wê dihate girtin, lê bi saya pêwendiyên xurit dinavbera endamên wê de vê komîteyê karî bû di dema (2-5/3/1982)‘de, civîna xwe bi amadebûna tevaya endaman li bajarê Berlîna Rojava li dar bixe, û ev civîna diwem bû ya komîta amadekar, û di vê civînê de nûnerên her çar partiyên endam di vê komîtê de lê beşdar bûn (Yekîtî Niştiman Kurdistan, Partiya Sosiyalista Kurdistanî- Turkiye, Partiya Demoqrata Kurdistanî– Îran, Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), bi amadebûna nûnerê Partiya Komonista Sûrî ku nûneratiya Partiya Komonista Îraqî jî dikir, û Ebdul Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de di derbarê vê komîtê de, dibêje: (Li pêş ku em lîsta dawî ya biriyaran imze bikin, Dr. Ebdul Rehman Qasimlo ji Parîsê pêwendî bi berêz Ezîz Mamilî nûnerê partiya xwe re kir, û jê xwest ew hinekî çaverê bike û zû wê lîstê imzenekê, ta ku li gel min bi axivê, û çaxê ku bi telîfonê li gel min axivî, hêvî ji min kir ku ez hevalên dinê razî bikim ji bo ku nûnerê partiya wî vê lîstê imzeneke ji ber hin sedemên girêdayî bi rewşa wan ya taybet ve, û tekeze jî kir ku ewê bi yekcarî her bi mînin papend bi naverûka wê lîstê ve, lê endamên komîteya amadekar bi tevayî nerazîbûna xwe nîşandan li ser vê pêşniyara Dr. Qasimlo, û dûpat kirin ku pêwîste nûnerê wî jî li ser vê lîstê imze bike.. û di dawî de Dr. Qasimlo razî bû û erê kiri ku nûnerê wî Ezîz Mamilî jî imze bike mîna endamên dinê..).

Di vê civînê de biriyar hate sitandin ku ew komîte were bi navkirin bi navê (Komîta amadekar ya hemahengî û tevkariyê di navbera partiyên kurdî û kurdistanî yên pêşverû de), her wiha di wê civînê de biriyar hate sitandin ku kovarek were derxistin bi navê (Dengê Kurdistan), ji bo ku bibe ziman halê komîta amadekar bi zimanê kurdî bi tîpên (Latînî, û Erebî), û her di vê civînê de ev kes beşdar bûn: (Kemal Burqay, Ezîz Mamilî, Ebdul Hemîd Derwîş, Dr. Kemal Fû’ad, Remo Şêxo Ferhe).

Komîta amadekar ya hemahengî û tevkariyê di navbera partiyên kurdî û kurdistanî yên pêşverû de, civîna xwe ya siyem jî li Şamê li darxist di dema (6-7/6/1982)‘de, bi amadebûna: (Yekîtî Niştiman Kurdistan, Partiya Sosiyalista Kurdistanî- Turkiye, Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), û bi beşdariya nûnerê (Partiya Komonista Sûrî, û partiya Komonista Îraqî), weke çavdêr, lê nûnerê (Partiya Demoqrata Kurdistanî- Îran), beşdarî vê civînê nebû ji ber ku ne hatibû agahdar kirin bi dema civînê, û di dawî de biriyar hate sitandin ku civîna komîta amadekar ya çarem di dawiya Êlûna sala (1982)‘de, bi tevaya endamên komîtê were li darxistin.

Ji destpêka sala (1983)‘ve, çalakiyên (Komîta hemahengiya kurdistanî), sist bûn û bi paşde vegeriyan, û pêwendiyên endamên wê jî sar bûn û hatin birîn bi sedema nakokiyên ku rûdabûn di navbera hin aliyên vê komîteyê de, û di jêr bandora van nakokiyan de karê (Komîta hemahengiya kurdistanî), hate pûçkirin û rawestan din, û di vê derbarê de Ebdul Hemîd Derwîş dibêje: (Komîta hemahengiya kurdistanî di encamê van nakokiyan de hate pûçkirin di warê piraktîkî de li ser erdê, û her ji ber van sedeman partiya komonista îraqê êdî beşdarî civînên vê komîteyê nebû, û çalakiyên xwe jî dane sekinandin, tevî ku bi fermî xwe venekişand bû ji nav rêzên vê komîtê, û partîiya komonista sûrî jî li gel wê eynî helwîst girt, lewma ev komîte kete rewşeke gelekî zehmet û asê de..), lê tevî vê yekê jî pêwendî mane berdewam di navbera endamên (Komîta hemahengiya kurdistanî)’de, û hewil gelek hatin dan ji bo rakirina astengiyan ji pêşiya karê (Komîta Amadekar), û aktîv kirina çalakiyên wê ku karibe erkê xwe berdewam bike ji bo li darxistina kongirê kurdistanî, û di vî warî de Derwîş dibêje: (Di encamê wan pêwendiyan de ku dinavbera aliyên pêwendîdar de hatin kirin, bi hevre rêkeftin ku civîna komîta amadekar were li darxistin li Parîsê di dema 1-3/11/1983’de, û li vê civînê ev kes beşdar bûn: Dr. Ebdul Rehman Qasimlo/ Sekretêrê partiya demoqrata kurdistanî- îran, û Umer Şêxmûs/ Endamê mekteba siyasî yekîtî niştimanî kurdistanî, û Kemal Burqay/ Sekretêrê partiya sosiyalista kurdistanî- turkiye, û Ebdul hemîd Derwîş/ Sekretêrê partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya, her wiha nûnerên herdû partiyên komonist, yê sûrî û îraqî, ew beşdarî van civînan ne bûn).

Mixabin kelem û astengî ku hebûn, gelekî mezintir bûn ji wan hewildanan dilsoz ku ewan her çar partiyan dikirin di bin çavdêriya herdû partiyên komonist (yê sûrî, û îraqî)’de, û di dawî de jî ev komîte gihişte riyeke girtî bi sedema wan nakokiyên ku rûdabûn di navbera hin aliyên beşdar di wê komîteyê de, ev ji bilî wan guhertinên siyasî ku şerê îraq û îranê bi xwere anîbûn.

Bi rastî ev komîte gaveke bineretî bû ber bi yekxistina rêz û helwîsta tevgera kurdî ve, û bersivdaneke piraktîkî bû ji wan guhertinên ku li dûv hev di navçeyê de rû didan, Derwîş di vî warî de dibêje: (Civîna Parîsê ku di dema 1-3/11/1983’de hatibû li darxistin, ew civîna dawî bû ya komîta hemahengî û tevkariya kurdî û kurdistanî, û ji wê civînê û bi şûnde êdî ev komîte têkçû û hilweşiya, tevî ku tu biriyarên siyasî yên fermî di vê derbarê de ne hatibûn sitandin ji aliyê partiyên endam ve..).

Bi vî şêweyî ew hewildanên dirust hatin beravêtî kirin û neman, ku komelek partiyên kurdistanî pê radibûn ji bo avakirina bereyeke netewî ku hemî partî û aliyên kurdî û kurdistanî di bin sîwana xwe de bi civîe û kom bike, û gotina wan ya siyasî yekbixe, ku ew bere bercewendiyên netewî nîşan bide, û taybetmendiyên xebata tevgera kurdî li her beşekî ji yên kurdistanê bi parêze.

MAM LI ŞAM (37)
Meş di nav mayinan de bê qurbanî
Diyartirin nîşanên kesayetiya Mam Celal ya siyasî, ew bû ku baweriyeke wî ya bilind bi wî hebû çaxê ku pêwendiyên dîblomasî ava dikirin li gel aliyên pêwendîdar bi pirsa miletê kurd ve, û xwendineke hûr û kûr dikir ji nakokiyên di nav wan aliyan de, û karîbû bi serkeftî li ser wan nakokiyan kar bike û wan nakokiyan têxe xizmeta pirsa netewî de, û di vê derbarê de, Salar Osê di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Celal Talbanî: Buyer û Helwîst), dibêje: (Pêwendiyên li gel dewletên dirawse û cîran, mîna ku mirov dinav zeviyekî çandî bi mayinan re bi meşe, û Celal Talbanî jî yek ji wan siyasetmedarên kurd bû yên ji her kesî bêtir şiyar û li hiş bû dema ku di nav wan mayinan de di meşiya bê ku qurbaniyeke ber biçav bide, û bê ku li dijî bercewendiyên miletê kurd û tevgera wî ya rizgarî xwaz raweste.. ) .
Bê goman, giringtirîn pêwendî ewbûn ku Mam Celal li gel serokê sûriya Hafiz El’esed avakiribûn bi bê merc, ew pêwendiyên ku hatine avakirin li ser bingeha dijberî û nakokiyên di navbera herdû rêjîmên Be’is yên (Sûrî, û îraqê)‘de, her wiha li ser bingiha bercewendiyên hevbeş ji bo ruxandina vê rêjîma xwînmij ku ne bitenê ciyê metirsiyê ye li ser kurd û li ser sûriya, lê ciyê metirsiyê bû li ser navçeyê bi giştî, û di vê derbarê de Salar Osê dibêje: (Diyare ku tenha pêwendiyên Mam Celal li gel dewletên cîran ji îraqê re hatibûn avakirin, ew pêwendî bûn ku di navbera Talbanî û sûriya de hatibûn sazkirin ûavakirin, û ew pêwendî bi hesanî ber bi di çûn di seranserê bêtir ji bîst salan ve, tevî ku ew pêwendî di hin qonaxên kurt de carcaran xav û sist bûne jî, lê zû gerim dibûn û di hatin çareser kirin..) , û ji wan qonaxên dilsarbûnê, qonaxa ku YNK ketibû danûsitandinê de li gel hikûmeta îraqî di sala (1983)‘de.
Sedam Husên rêkeftina Cezayir li gel Şahê îranê imzekiribû di (6.3.1975)‘de, bi hêviya ku pirsa kurd li îraqê ji kok ve bibire û wê bi yekcarî ne hêle, lewma Sedam Huseyn wê çaxê dest ji nîvê xaka (Şet El’ereb) û ji gelek navçeyên îraqê yên giring kişand û pêşkêşî îranê kir, beramberî ku şah jî dest ji alîkariya şoreşa kurdî û ji piştgîriya wê bi kişîne û berde, lê Mam Celal û hevalên xwe zû ew hêviyên Sedam beravêtî kirin çaxê ku li Şamê, YNK damezirandin di sala (1975)‘de, û şoreşa kurdî ji nûve vêxistin di sala (1976)‘de, û agirê wê li ser çiyayê kurdistanê bi xwîna pêşmergeyên qehreman geşkirin, ku mefrezeya wan ya pêşî ji Qamişlo bi rê ketibû di (1.6.1976)‘de, û ji ber ku ev buyer û guhertin li dûv hev û zû hatin, lewma hikûmeta îraqî nûçeya damezirandina (YNK), û destpêkirina şerê çekdarî, bawer nekir, û ew nûçe bi qerif û tinaz pêşwazî kir. Me’ed Feyad li ser zimanê Mam Celal dibêje derbarê helwîsta Sedam Husên beramber babetê danûsitandinê di navbera YNK û Hikûmeta îraqî de ku Corc Hebeş pêşniyar kiribû wê çaxê, dibêje: (Dostê me Corc Hebeş pîrozbahiya û dest xweşiya me kir li ser berdewamiya me ji xebata çekdar re, û wî bi xwe pêşniyar kir ku em giftûgoyê bikin li gel hikûmeta îraqî û em li gel rûnin û bicivin, lê Sedam Husên bersiva wî dide û dibêje: Eger darxurmeyek di serê Celal Talbanî de şîn were, ew nikare şeş çekdaran bibe ser çiya..) .
Lê (YNK), bi rêberiya Mam Celal karîbû hebûna xwe di nav milet kurd de di demeke gelekî kurt de bide nîşandan, herwiha karî bû bibe jimareyeke zehmet di hevkêşeya siyasî de li navçeyê bi tevayî, û li kurdistana îraqê bi taybet, û karîbû şoreşekê rêkbixe li çiyayê kurdistanê û bi rêve bibe, û hemî astengî û kelemên ku li pêşiya wan derketibûn derbaskirin û hilanîn, evê yekê fişareke bi hêz dabû ser rêjîma dîktatorî li Bexdadê ku wê çaxê ew ketibû şerekî dijwar de li gel îranê di encamê hilweşandina wî ya yek alî ji rêkeftina Cezayir‘re di (17.9.1980)‘de, û ew neçar bû ku rastiya hebûna YNK û rola wê di rêveberiya cemawerê kurdî de li kurdistana îraqê qebûl bike, û di dawî de jî ew bangikire ser mêza giftûgoyê di sala (1983)‘de, Mam Celal jî ew bang qebûl kir ji ber ku ew bawer bû bi locîka diyalogê di çareserkirina pirsa kurdî de, û bawer bû ku miletê kurd qet dest nebiriye çekan eger ne ji bo neçarkirina zordaran be ku li ser mêza danûsitandinê bi aştiyane rûnin û danîşin, her di vê derbarê de Salar Osê di pirtûka xwe de di bêje: (Di sala 1983’de, leşkerê îraqî di şerê li dijî hêzên îranî de, û şikestxwarina wî di Xurimşehir û deverên dinê de, û derbasbûna hêzên îranî nav xaka îraqê, evê yekê hiştibû ku rêcîma îraqî nîgeran bibe li ser pêşeroja xwe, lewma agirbest pêşniyarî YNK kir, û bidûde jî giftûgoyan dest pêkir di navbera herdû aliyan de ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane ji pirsa kurdî re, û ev pêşniyara rêcîmê ciyê razî bûna Talbanî bû..) .
Tevî vê helwîsta ku Mam Celal sitandibû û razî bûbû diyalogê li gel rêcîma Sedam Huseyn bike, ne ciyê razîbûna rêcîma sûrî bû û ji ber ku hest bi bêhêviyê dikir beramberê hevbendekî mîna YNK, ku bi hemî karîbûna xwe piştgîrî û alîkarî pêşkêşî wî kiribû ji bo ruxandina rêcîma Sedam Husên li şûna ku diyalogê bikê li gel wê rêcîmê, lê belê tevî vê yekê jî evê helwîstê serxwebûna biriyara Mam Celal û pabendbûna wî bi bercewendiyên miletê wî ve nîşan dida. birastî Mam Celal bawer bû bi diyalogê li gel rêcîmeke qels û lawaz meger temenê wî tenha rojek be jî, û ev yek didît baştir ji diyalogê li gel rêcîmeke bi hêz û xurt, her wek nûnerê YNK li Şam (Ebdul Rezaq Tewfîq Koyî), jî dibêje: (Ew sarbûn û xavbûn dinav herdû aliyan de dirêj kir ji sala 1983, ta sala 1987, dema ku ez careke din vegeriyam Şamê, û di paş hatina min re şandeke YNK hate Şamê, ku ji van kesan pêk hatibû: Noşêrwan Mustefa, Kemal Xoşnav, Mulazim Umer û Dr. Xisro Xal, û piştî hevdîtina şanda me li gel hikûmeta sûrî, herdû alî rêkeftin ku ofîsa YNK li Şamê careke dinê were vekirin, û wê çaxê Kemal Xoşnav bû berpirsê wê..) , êdî pêwendî vegeriyan weke caran ta ku Sedam Husên û rêcîma wî ya xwînmij hate ruxandin.

MAM LI ŞAM  (38)
(Armanca me, em vegerin gundê xwe û ji nûve avabikin)

Piştî ku YNK razîbû giftûgoyê bike li gel rêjîma îraqî di sala (1983)‘de, ku di encam de danûsitandinê dest pêkiribû di navbera herdû aliyan de, êdî yekser pêwendî hatin birîn di navbera Mam Celal û hikûmeta sûrî de, û baregehên YNK û ofîsên wê li Şamê û li Qamişlo hatin valakirin û girtin, û kadir û alîgirên wê hatin serbest kirin di navbera ku ji sûriya barbikin û derkevin, yan jî her weke penaber li wir bi mînin, lê vê qutbiriyê gelekî dirêj nekir, û zû ew pêwendî vegeriyan weke caran di navbera YNK û sûriya de, nexasim piştî têkçûna wan giftûgoyan di navbera YNK û hikûmeta îraqî de, ji ber ku turkan zor dabûne ser hikûmeta îraqî ku vê diyalogê hilweşîne û têk bibe ev ji aliyekî, û ji aliyên dinê ve jî ji ber ku hêzên îraqî li bereyên şer bi pêşde çûbûn û serkeftin bi dest xwe anîbûn li dijî hêzên îranî lewma nema guhdan bi wan giftogoyan dikir, û her di sala (1987)‘de, şandeke YNK gihiştibû şamê bi serokatiya Noşîrwan Mustefa, û di encamê vê serdanê de pêwendiyên di qolî li gel Şamê careke dinê hatin vekerin weke caran.
Ev pêwendiyên di navbera YNK û Sûriya de geşekirin û bi pêşde çûn, dibin bandora pêşde çûna serkutkirina rêjîma Sedam Husên ya hovane li dijî miletê îraqî bi giştî û li dijî miletê kurd bi taybetî, ku ew serkutkirin di sala (1988)’de, gihiştibû astê bi kar anîna xaza kîmawî ya qedexekirî li ser astê navdewletî, li dijî bajarê Helepçe û li dijî gund û bajarokên kurdî yên dinê, ku bêtir ji (5) hezar şehîd li şûn xwe hiştibû, û zêdetir ji (15) hezar birîndar, li ber çavê komelgiha navdewletî, her wiha cîbicîkirina wî ji siyaseta komelkujiyê re, û nehiştina miletê kurd bi yekcarî, û Sedam husên ew siyast bi navê (Êrîşên Enfalan), bi navkiribû, ku bêtir ji (183) hezar qurbanî li dûv xwe hiştibûn ji zarok û jin û kal û pîran, û herwiha wêran û kavilkirina û hilweşandina bêtir ji (40) hezar gund û bajarokên kurdî ji ser rûyê erdê, di wê çaxê de li ser zimanê serkirdeyên tevgera kurdî ku di nav reşbîniyê de noq bûbûn, di hate veguhestin û gotin ku armanca wan li kurdistana îraqê bi tenê ew bû ku karibin vegerin gundê xwe yên wêrankirî û ji nûve dest bi avakirina wan bikin û hew!

Lewma Şam wê çaxê bûbû hêlînek ji tevaya serkirdeyên îraqî re, û herwiha ji serkirdeyên tevgera kurdî re jî ku ewan Şam ji xwe re kiribûn bingihek ji bo komkirina rêzên xwe, ji bo amadekirina hêzên xwe li dijî rêjîma xwînmij ya îraqî ku bê dudilî kurdan li kurdistana îraqê qir dike, û mîna ku Sertîp Cewher di pirtûka xwe ya bi navnîşana (Dîdara Şam)‘de, li ser zimanê Ebdul Rezaq Koyî (Nûnerê YNK li Şamê), dibêje ku li Şamê di sala (1990)‘de, ev baregeh lê hebûn: (Baregehê YNK, û yê PDK, û yê Partiya Komonîsta Îraqî, û yê Paritya Yekîtî Demoqratî Kurdistanî, û Baregehê Elî Sincarî, û Baregehên hin partiyên erebî jî mîna Baregehê Partiya Dawa, û yê Aşûriyan..) , û serkirdayetiya van partiyan, û bi taybet Mam Celal ji wir xebata xwe berdewam kirin ji bo gunehbarkirin û pirotistokirina rêjîma xwînmij li Bexdadê, û tazîkirina guneh û tawanên wê rêjîmê li pêş raya giştî ya cîhanî, û karkirin  ji bo peydakirina alîkarî û piştgîriyê ji miletê kurd re, û xistina pirsa wî ya netewî bin roniyê de, û di vî warî de ragihandina sûrî wê çaxê roleke berbiçav lîstibû di eşkerekirina kiriyarên hovane de ku Sedam Husên li dijî miletê kurd didane meşandin, û gurkirna raya giştî ya erebî li dijî vê rêjîma xwînrêj ya ku ne bi tenê ciyê metirsiya miletê îraqî bû, lê belê ciyê metirsiya miletên navçeyê bi tevayî bû, ev ji bilî ku hin dewletên dinê hebûn piştgîriya vê rêjîmê dikirin û behane ji kiriyarên wê yên nijadperestî re didîtin, û berevaniya wê rêjîmê dikirin û ew bi navdikirin bi navê (Parêzerê dergehê rojhilat), û di vê derbarê de Mam Celal di (Dîdara Temen)‘de, vê yekê dibêje: (Bi giştî çend dewleteke erebî û girûpên siyasî di civaka erebî de hebûn ku bi eşkere li tenişt Sedam husên di sekinîn, û dewletek mîna Kiwêtê bi yek gotinê jî ne axivî çaxê ku vê rêjîma xwînrêj bajarê Helebçe bi çekê kîmawî topbaran kir.. Lê belê her sûriya tenha bû ji nav dewletên erebî ku rexne li siyaseta Sedam girt û ew siyaset dijî bercewendiyên netewa erebî hijmart û li qelem da..) .
Bê goman Mam Celal li ser bingiha van guhertinan û astê metirsiya wan li ser miletê kurd û li ser pirsa wî ya netewî, hewil dida ji bo haştkirina aliyên kurdî, û bi dawî anîna nakokiyên wan, û di encamê wan hewildanan de Mam Celal bi alîkariya Idrîs Berzanî karî bûn bereya kurdistanî ragihînin di (7.5.1988)‘de, ku wê çaxê evan partiyan di çarçewê wê bereyê de ciyê xwe girtibûn (YNK, PDK, Partiya Sosiyalîsta Kurdistan, Partiya Pasok, Partiya Gel ya Dîmoqratî kurdistanî, Partiya Zehmetkêşa Kurdistanî û Partiya Komonîsta Îraqî- Şaxê Kurdistan..), ji bo ku karibin bergiriyê li xwe bikin û li beramberî zordariya rêjîma Sedam Husên bi sekinin ku di kiriyarên xwe yên hovane de li dijî miletê kurd gihiştibû astê herî bilind.  
Hêjayî gotinê ye ku ew li hevhatin û haştbûna ku di navbera (YNK, û PDK)‘de, wê çaxê rûdabû, bi şêweyekî yekser bandora xwe dabû ser aliyên tevgera kurdî li sûriya jî, ku ew jî di nav xwede parçe bûbûn dibin bandora wan nakokiyan de ku kurdistana îraqê têre derbas dibû, û ew haştbûn bûbû navtêdanek ji aliyên kurdî sûrî re ku nakokiyên xwe rakin û li pişt xwe bihêlin, û bigihin li hevhatinekê di navbera xwe de, û bi taybet di navbera (Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, û Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya - EL‘partî)‘de, û di encamê vê li hevhatinê de van herdû partiyan li gel partiyên kurdî sûrî yên dinê, karî bûn lîsteyeke hevbeş pêkbînin, û bi hevre têkevin hilbijartinên perlementoya sûrî ya xûla sala (1990), û di dawiya wan hilbijartinan de wê lîstê serkeftin bi dest anî, û ew cara yekem bû di dîroka tevgera kurdî li sûriya ku karîbû bi yekrêziya xwe serkeftinê bi dest xwe bîne, û berbijêrên xwe ku wê çaxê pêkhatibûn ji (Ebdul Hemîd Derwîş, Kemal Ehmed Derwîş û Fû’ad Elîko), bi dengan bigihîne perlemana sûrî.

MAM LI ŞAM (39)

(Îş bi dawî hat..)

Di (19.7.1990)‘de, Mam Celal ji Parîsê gihişte Şamê, û her di wê çaxê de bîroka ku Sedam Husên wê êrîşî Kiwêt bike di serê wî de digeriya, ev bîroka ku Mam Celal pêşbînî dikir bi dûrbîniya xwe ya zelal ji xwendina wan buyeran re ku li dûv hev rûdidan di encamê şerê îraq û îran de, her wiha di encamê xwe amadekirina rêjîma îraqê ji bo tolsitandinê ji kurdistana îraqê bi riya bumbe barankirina wê bi xaza kîmawî û cîbicî kirina êrîşên (Enfalan), û wêran kirina gund û bajarokên kurdî û nehiştina wan bi yekcarî û buyerên dinê yên wêranker ku li navçeyê bi giştî û li kurdistana îraqê bi taybet rûdabûn.

Mam Celal ev bîroka derbasbûna leşkerê îraqê nav welatê Kiwêt ji naverûka gotina Sedam Husên wergirtibû, ku di (17.7.1990)‘de, gotibû bi boneya salvegera bi destxistina partiya Be’is ji desthilatê re li îraqê, ku di wê gotina xwe de êrîşeke tûnd û tûj dabû ser dewletên kendava erebî bêyî ku tu dewletan bi nav bike, wê çaxê Sedam di gotina xwe de movikek gotibû gelekî hişê Mam Celal kişandibû, û her wî jî ew movik bêtir ji carekê dûbare dikir, ew jî ev bû: (Baştire ku serê me bibirin, û ne em ji birçîna bimirin..) , wê çaxê Mam Celal li Parîsê mêvanê mala Dr. Ehmed Bamernî bû, ku ew dibêje dema ku Mam Celal ev gotin ji radiyo bihîst bû, û ji xweşiyê bang kir, û got: (Îş bi dawî hat Ehmed, kêşeyê destpêkir di navbera îraqê û dewletên kendavê de!..)  .

Di (18.7.1990)‘de, Mam Celal du berpirsên Ferensî dîtibûn (Yek ji wan berpirs bû di wezareta Ferensî ya derve de bû, û yê dinê ji wezareta bergiriyê bû), wate berî ku ji Parîsê biçe Şamê bi du rojan, çimkî Mam Celal hercara ku serdana Parîs dikir ew bi berpirsên ferensî re di civiya û giftûgo li gel wan dikir li ser wan pirsan ku ji herdû aliyan re giring bûn, û Dr. Ehmed Bamernî ew jî her li gel Mam Celal bû di vê civînê de, dibêje ku gengeşa wan li ser pirsa kurd û li ser xurtbûn û bi hêzbûna tevgerên îslamî bû li rojhilata navîn, û dibêje ku ew di dawiya civîna xwe de li ser lêdwana dawî sekinîn ku Sedam Husên di kongirê lûtka erebî de gotibû, ku di Nîsana sala (1990)‘de li Bexdadê hatibû li darxistin, û di wê gotina xwe de gotibû: (Ez qet dûdiliyê nakim di şewitandina nîvê welatê Israyîlê de, eger Îsrayîl êrîşê bike ser her dewleteke erebî.. ) , û Bamernî axaftina xwe berdewam dike û dibêje ku herdû berpirsên ferensî di gotina xwe de ji Mam Celal re dûpat û tekeze dikirin ku zaniyarî li cem wan hene leşkerê îraqê di amadebaşiyê deye li dijî Israyîlê, lê li gor ku Dr. Bamernî di pirtûka xwe de tekeze dike û dibêje ku di vê derbarê de Mam Celal nerîneke wî ya cuda hebû li ser vî babetî, û wî ji wan re got: (Ez bawerim ku Sedam hêzên xwe xistine amadebaşiyê de li dijî Kiwêt..)  , û Bamernî dibêje ku herdû berpirsên ferensî çavrêyî vê pêşbîniyê ji Mam Celal ne dikirin, lewma herdûkan li Mam Celal vegerandin û bersiva wî dan, û gotin: (Berêz Talibanî, pirsa me bi şaşî şirûve neke, gelo te ev nerîn ji hîç jêderekî bihîstiye? Lê Mam Celal bersiva wan dide, û dibêje: Na! Nexêr ev bi tenê têgihiştin û pêşbîniya min ya kesayetiye li gor zaniyariyên ku li cem min hene, û hûnê nêzîk jî rastiyê bibînin. ) .

Gelekî dereng nema, ew pêşbîniya Mam Celal rast derket û hate cî, û Sedam Husên dagîrkirina Kiwêt di sibiha roja (2.8.1990)‘de, di radiyo ya Bexdadê de, ragihand, ku di got: (Li ser daxwaziya hêzên Kwêtî yên şoreşgêr, leşkerê me yê aza û mêrxas derbasî nav bajarê Kiwêt bû, û bi mebesta ku alîkariyê pêşkêşî birayên me yên kiwêtî bikin, û ji bo ku wan ji desthilata êlperestî ya malbata Al El’subah rizgar bikin)   , êdî berpirsê rojhilata navîn di wezareta ferensî ya derve de ku Mam Celal li Parîsê pêş du heftan li gel wan civiya bû, yekser telîfonî Ehmed Bamernî dike û wî agahdar dike ku Sedam Husên Kiwêt dagîr kiriye, û jê dixwaz kir: (Em bilez dixwazin careke din Talibanî bibînin..) , lê Dr. Bamernî besiva wî dide û dibêje: (Bibûre! Mam Celal niha li Şame..) , berpirsê ferensî gotina xwe berdewam dike, û dibêje: (Wî agahdar bike ku em dixwazin li gel bi axivin li her şûnekê ew bixwaze li Ewrûpa, û em amadene biçin cem wî ji bo em wî bibînin meger li Şam be jî..) .

Bê goman, bi qasî ku piroseya dagîrkirina Kiwêtê raya giştî ya navdewletî matmayî hiştibû, ewqasî jî vê piroseyê rastiya pêşbîniyên Mam Celal eşkere û diyar kir, û kesayetiya Mam Celal ya karêzmî jî xistibû bin roniyê de, û têgihiştina wî ya siyasî nîşan dabû, herwiha pêşbîniya wî ji pêşerojê re û xwendina wî ya zelal ji guhertinan re ku îro îraq û navçe têre derbas dibin, û tevî ku Mam Celal nekete bin bandora nexweşiya pozbilindî û ezeziya kesayetî de, lê wî her xwe amade dikir ji wê berpirsiyaretiya dîrokîre ji bo çareserkirina qeyran û kirîzeyên ku têne pêşiya xebata wî, ev karê hovîtî ku Sedam li dûv xwe hiştibû çaxê ku êrîşî Kiwêt kiribû, ku dewletên cîhanî û navçeyî neçar kiribûn ku bê dûdilî biriyara xwe ya dawî bidin li dijî Sedam Husên û ruxandina rêjîma wî ya xwînmij ku êdî bûbû ciyê metirsiya tevan, û evê yekê hêzên hevpeymana navdewletî bi serokatiya wîlayatên yekgirtî yên Emerîka neçar kiribûn ku di şeva (17.7.1991)‘de, êrîşeke azmanî xurt û himbiz bike ser nîşanên leşkerî û istiratîcî yên îraqî, ku di paşî de jî di (22.2.1991)‘de, êrîşên bejayî jî li dijî leşkerê îraqî dest pêkirin.

Lewma Mam Celal hewil da ji bo li darxistina kongirê oposiyona îraqê li Beyrûtê di (7.3.1991)‘de, bi alîkariya hemî serkirdeyên îraqî yên dinê yên ku bi hevre di bin sîwana (Komîta karê hevbeş)‘de, ku hatiye damezirandin di sala (1990)‘de, û wê çaxê ev alî di nav xwe de kom dikirin: Bereya Kurdistanî, Partiya De’iwa ya Islamî, û Encûmena Bilind ya Şoreşa Islamî li Îraqê, û Partiya Be’is ya Erebî Iştîrakî- serkirdayetiya baskê îraqê yê girêdayî bi sûriya ce, Partiya Komonîsta Îraqî, û paşî jî ev herdû rêxistinên ser bi Riyad ve, lê hatin zêde kirin, ew jî evin: Tevgera Wîfaqa Niştimanî bi serokatiya Eyad Elawî, û Rêxistina Encûmena Îraqî ya Azad bi serpereştiya Se’ed Salih Cebir..).

MAM LI ŞAM.. (40)

(Mam Celal bû serokê kongirê opozisyona Îraqî li Beyrût)

Piştî dagîrkirina Kiwêt ji aliyê hêzên Sedam Husên ve, di (2.8.1990)‘de, her weke ku Mam Celal bi xwe ev kar zû pêşbînî kiribû, û piştî ku hêzên leşkerî yên hevpeymana navdewletî bi serokatiya Emerîka hatin ji bo rizgarkirina Kiwêt û derxistina leşkerê îraqê bi zorê, û di çarçewê wan guhertinên li dûv hev ku van buyerên diramatîkî bi şûn xwede anîbûn, di vê çaxê Mam Celal roleke giring û navendî lîstibû dinavbera aliyên opoziyona îraqî de bi hemî rengê wê yên netewî û olî ve, nexasim ew aliyên ku Şam ji xwere kiribûn bingih ji xebata xwe re ji bo ruxandina Sedam Husên û rêjîma wî ya xwînmij, ew aliyên ku di bin sîwana Komîteya Karê Hevbeş de kar dikirin, û di vî warî de Mam Celal di (Dîdara Temen)’de, vê yekê dibêje: (Rojekê Ebdul Helîm Xedam nameyeke devkî ji min re şand û têde gotibû: Silavê serok ji tere hene, û ji te dixwaze ku tu hewil bide opozisyona îraqî yek bixe û aliyên wê di kongirekî de kom bike, û dibêje ji ber pêwendiyên te yên baş li gel hemî aliyan, tu tenê dikare vî erkî cîbicî bike..) , û bi rastî jî ew hewlên Mam Celal serkeftin û di encam de jî kongireyekî berfireh ji oposyona îraqî re li Beyrûtê di (10.3.1991)’de, hate lidarxistin bi serokatiya Mam Celal.

Merasîmê destpêkirina kongir bi çend se’etan dereng ketibû bi sedema ku Mam Celal dereng gihiştibû hola kongir, evê yekê nîgeranî û dûdilî xistibû nav dilê beşdaran de ji tersa ku kongir têk biçe ji ber negihiştina Mam Celal di dema ku hatibû nîşankirin ji destpêkirina karûbarê kongir re.

Çimkî kesekî ji beşdaran nizanî bû ku Mam Celal di wê çaxê de bi serdaneke nehînî çûye Enqere bi hevaltiya Mihsin Dizeyî ku nûneratiya Mesûd Berzanî dikir di vê serdanê de, û li wir guftûgoyeke dîrokî dikin li gel hikûmeta turkî, ku paşî ew giftûgo bûne rêxweşker ji dîtina serokê turkî (Torgot Ozal)’re, li koşka cimhûrî di (14.6.1991)’de, ev serokê ku Cengîz Çandar ew bi (Tabo Şikêner) , bi navdikir, û li ser giringiya van giftûgoyan Kamîran Qeredaxî di gotareke xwe de dibêje ku di malpera (Derac)’de belavkiriye: (Ew giftûgo bi serkeftî bi dawî hatin, û aliyê kurdî ew giftûgo mîna pêşveçûneke mezin li qelem dida, nexasim ku ew cara yekê bû kurd karibin pêwendiyeke rastûxo û rûbirû li gel dewleteke cîran û dirawse li ser astekî siyasî herî bilind bikin, ne weke caran ku bi riya dezgehên ewlekariyê û istixbaratên wan dewletan di hatin kirin..) , û piştî ku Mam Celal ji Enqere gihiştine Beyrûtê bi riya Şamê, êdî kongir di roja dinê de dest bi karên xwe kir, û civînên xwe bi serkeftî berdewam kir, tevî ku hin aliyên şofînî astengî dirûst dikirin jî li vir û li wir li pêşiya kongir, û di vî warî de Mam Celal di (Dîdara Temen)‘de, vê yekê dibêje: (Bi her hal me aliyên opozisyonê kom kirin, û me kongir jî li darxist, bi gomana min eger ne bi saya rola me ya karîger ku me di nav hola kongir de lîstibû, tu kesî nikarî bû aliyên rast û yên çep yên oposiyonê di yek holê de li tenişt hev bidane rûniştin..) , herwiha rojnamevanê kurdî Kamîran Qeredaxî ku ew jî li wî kongirî wek peyamnêrê rojnameya (El‘heyat), beşdar bûbû, di gotareke xwe de buyerekê dibêje ku wî mêjiyê şofînî li dijî kurd nîşan dide li cem hin aliyên opozisyonê, û bi taybet li cem oposiyona Islamî, û dibêje ku di nav wan beşdaran de kesekî bi şaşik û cibe hebû bi navê (Celal El’dîn Sexîr), xwe wek berdevkê girûpên islamî yên beşdar di kongir de diyar kiribû, û wî di dema bênvedanên kongir de di dawiya hola kongir de di sekinî û dest bi xwendina daxwiyaniyan dikir di derbarê operasiyonan de di axivî ku (Hêzên Islamî), li dijî hêzên îraqî cîbicî dikirin li başûrê îraqê û li kurdistanê, û ev yek ne ciyê razîbûna beşdarên kurd bû ku ewan her ew agahdar dikirin ku serhildana li kurdistan bi rêve diçe ne hêzên islamî cîbicî dikin, û jêre digotin ku hêzên pêşmerge bi xwe wê serhildanê bi rêve dibin, lê ew hewildan bê sûd bûn, û El’sexîr her berdewam kiribû li ser helwîsta xwe û navê pêşmerge piştguhê xwe dixist, û li şûna gotina pêşmerge navê hêzên islamî bi kar dianî, Qeredaxî dibêje ku: (Di dawî de, û di çaxê ku El’sexîr daxwiyaniyeke nû di xwend li ser operasiyonên hêzên islamî li kurdistanê, êdî helbestvanê kurd Şêrgo Bêkes nema xwe ragirt û nema xwe kontirol kir, û êrîş berda ser Sexîr û bi yaqa wî girt û bi hêz ew hejand, û di ruyê wî de qîj kir û got: Li kurdistan hîç hêzeke islamî tuneye, tenha hêzên pêşmerge hene, êdî ji wê çaxê û bi şûnde El’sexîr nema navê hêzên islamî li kurdistan anîbû ser zimanê xwe, û li şûna wî bi tenê navê pêşmerge di gotina xwe de bi kar dianî..) .

Di wî kongirî de ji (YNK), ev kes jî beşdar bûbûn: (Ehmed Bamernî, Umer Debabe, Daro Şêx Nûrî, Şehzad Sayib, Letîf Reşîd, Mihemed Sabir, Mihemed Tewfîq Rehîm û Selah Reşîd..), û piştî bi dawî hatina kongir van hemiyan xwe amade kirin li gel Mam Celal vegerin kurdistana îraqê ji bo ku beşdariyê bikin di raperîn û serhildana kurdî de, û di vê derbarê de Ehmed Bamernî di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Çend yadeweriyek li gel Mam Celal), dibêje: (Hemiyan xwestin li gel Mam Celal vegerin kurdistan, lê Mam Celal gote wan: Tenha Ehmed li gel min wê were..) .

Baran bi xurtî dibarî çaxê ku Mam Celal di sibiha roja Newrozê de ku di kete (21.3.1991)‘de, bi otombîlê ji Şamê bi rêketibû ber bi Qamişlo ve bi hevaltiya Dr. Ehmed Bamernî, û piştî ku gihiştine Qmişlo ew li ûtêla (Medînet El‘şebab), daketin, û baran jî bi berdewamî di seranserî sê roj û sê şevan de bi bê rawestan û bi xurtî her di barî, Ehmed Bamernî dibêje: (Xelkê Qamişlo bi qeflan dihatin serdana Mam Celal dikirin, û jêre digotin: Ev baran cenabê te bi xwere aniye, sipas ji xwedê re û sipas ji tere jî..) .

MAM LI ŞAM… (41)

(Metirsiya derbasbûna Dicle)

Bê goman xwendina Mam Celal ji guhertinên dawî re ku navçe û îraq bi giştî û kurdistana îraqê bi taybeî, têre derbas dibûn, û şopandina wî ya hûr û kûr ji buyerên raperîn û serhildana berfireh re, ku kurdistan bi tevayî dabû ber xwe û ji hêzên Sedam Husên rizgar kiribûn, ev guhertin bi xwe bûn ku hiştin Mam Celal bilez ji Şamê vegerê kurdistana îraqê ji bo ku beşdarî serhildanê bibe, û ji nêzîkve serkêşiya wê bike û bi rêve bibe, li ser bingiha biriyarên kongirê Beyrûtê yê oposiyona îraqê, herwiha li ser bingiha wê rêkeftina li gel hikûmeta turkî rêkeftibûn ji bo ruxandina Sedam Husên, evan sedeman hiştibûn ku Mam Celal Şamê bi şûn xwe de bihêle, û bi lez vegere kurdistanê ji bo ku ji wir rewşê bi rêve bibe.

Di (21.3.1991)‘de, Mam Celal bi otombîlê û dibin baranê de ji Şamê ber bi Qamişlo ve birêket bi armanca ku di nêzîktrîn dem de ji wir derbasî nav xaka kurdistana îraqê bibe, lê ew li bajarê Qamilêlo sê roj û sê şevan dereng ma di çavnêriya ku ew baran bi sekine ku bi xurtî dibarî û bûbû sedemê bilind bûna astê ava çemê Dicle û rabûna lehîyê, û di encam de rê jî hate girtin li pêşiya derbasbûna Mam Celal û şanda li gel wî ku pêk hatibû ji komelek hevalên wî (Cebar Ferman, Yûsiv Zozanî, Ehmed Bamernî..), û hijmarek ji rojnamevan û peyamnêrên rojnameyan û nûnerên rêxistinên mirovî yên navdewletî, çimkî derbasbûna aliyê dinê yê çemê Dicle bi riya belemeke piçûk gelekî metirsîdar bû, ku wê çaxê ew belem (qeyik), tenha alav bû ji bo derbasbûnê di dergihê Sêmalka ve, û wê çaxê Sêmalka tenha dergeh bû ji bo çûna kurdistana îraqê.

Di wê çaxa ku Mam Celal li bajarê Qamişlo bû, ciyê rûniştina wî li otêla (Medînet El‘şebab), bûbû qerebalix û bi biran xelkê bajêr dihatin wir ji bo bixêr hatina wî bikin û piştgîriya xwe li gel serhildana tevayî ku li kurdistana îraqê destpêkiribû,  bidin nîşandan, herwiha bi dihan şandên siyasî û kultûrî û cemawerî di hatine wir ji bo bixêr hatina Mam Celal bikin û wî bibînin, û di vî warî de hevalên partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya bi erkê rêkxistina hatina wan şandan radibûn bi hemahengî li gel ofîsa Qamişlo ya (YNK), ku wê çaxê bi rehmet bê Bozê Mîranî (Bavê Elî), ew ofîs bi rêve dibir.

Û di êvara (24.3.1991)‘de, dezgehên ewlekariyê li bajarê Qamişlo Mam Celal agahdar kirin ku sibe baran radiweste li gor zaniyariyên keşnasiyê, û êdî dema ku ew bixwazin dikarin biçin, û di vê derbarê de Dr. Ehmed Bamernî ku li gel Mam Celal bû, dibêje piştî bihîstina vê nûçeyê Mam Celal yekser got: (Ehmed li otêlê dengoyekê belav bikin ku Mam Celal vedigere Şamê, û serok Haviz Esed dixwaze wî bibîne berî ku vegerê kurdistanê..) , û ev bi xwe tektîk bû ji bo ku Mam Celal dema vegera xwe veşêre, lewma serê sibiha roja (25.3.1991), hemî matmayî man çaxê ku dîtin karwanê Mam Celal ber bi dergihê sînorî yê Sêmalka (Fîşxabûr)‘ve birêket û çû.

Her li Şamê cîgirê serokê rêxistina pizîşkên bê sînor (Marsêl Lorwa), û nûnerê wî jî li sûriya (Nîkol Domîtiz), tevlî şanda Mam Celal bûn, ku herdiwan dixwestin vê serdanê bi nehînî bikin û bi bê ku kes bizanibe, lewma ewan xwe wek rojnamevanên serbixwe nîşan didan, û tevlî wê hijmara gelek bûn ji rojnamevanan yên ku ji hemî dewletên cîhanê hatibûn, û hewildidan ku zû derbasî îraqê bibin ji bo rûmalkirina buyerên wê serhildana ku hemî bajar û bajarok û gundên kurdistan îraqî girtibûn û dabûne ber xwe, û ji bo ku bibin şahidhal li ser rizgarkirina wan.

Her li ser riya dergihê sêmalka, Bamernî ji nişka ve ji Mam Celal dipirse aya ew avjeniyê dizane yan na, lê Mam Celal bersiva wî bi na dide, û piştî gihiştina wan dergihê sêmalka dibînin ku çem har bûye û ava wî bi heriyê sor bûye û qurmê daran û şaxê wan jî li gel xwe dibe, û dibînin ku çawa xortekî nûhatî belemeke piçûk dajoyê û bê rawestan ji vî aliyê çem diçe aliyê dinê, û hercarê ji sê kesan zêdetir na rahêjê wan, ev ji bilî ku motorê qeyikê carcaran di nîvê çem de di sekinê û vedimre, lê şifêrê wê zû pêve digihe û îş pê dike, û evê yekê pasewanê Mam Celal nîgeran kiribûn, û tirseke mezin xistibû dilê wan de, û didîtin ku derbasbûn bi vê belemê jiyana Mam Celal dixe metirsiyê de.. û di vê derbarê de Ehmed Bamernî dibêje ku ew yek kêlîkê ji Mam Celal dûrnediket, û didît ku jiyana Mam Celal erkekî dîrokiye li ser milê wî, û ew berpirsiyare li beramberî wicdanê xwe û li beramberî miletê xwe: (Bi rastî min di zanî bû eger em bikevin nav avê de, şens qet arîkariya me nake ku em bi hev re sax ji nav vê ava xurt derkevin, û eger kareseteke weke vê rû bide ez qet lêbûrînê li xwe nakim ku min nikarî bû nehêlim rû bide, herwiha miletê kurd jî qet lêbûrînê li min nake, ji ber ku hebûna Mam Celal di vî çaxî de gelekî giring û çarenivîse, lewma pêwîst bû ez gelekî şiyar bim, û ez bi her şêweyekî wî bi selametî bigihînim aliyê dinê..) .

Bi şêweyekî metirsîdar ku nêzîk bû ji xwekujiyê re, Mam Celal bi wî laşê xwe yê giran li ser pişta wê belema piçûk siwar bû û rûnişt, û Ehmed Bamernî li aliyê wî yê rastê rûnişt, û li aliyê çepê jî xortek rûnişt ku baş şareza bû bi avjeniyê, û belemê dest bi meşê kir di nav pêlên ava çem re, û riya xwe vekir ta ku bi zehmetî gihişte aliyê dinê, ku li wir Hîro Xan û komelek pêşmergeyên sekirtariyeta Mam Celal û bi sedan xelkek di pêşwaziya wî de sekinî bûn, tevan çend kêlîkek zehmet û metirsîdar derbaskirin ta ku Mam Celal ji avê bi selametî derbas bû, û di vê derbarê de Ehmed Bamernî dibêje: (Raste derbasbûn me çend kêlîkan bi tenî dirêjkir, lê li cem min weke çend katjimêran bû..) .

MAM LI ŞAM.... (42)

(Tapo Şikên..) 

Di encamê wan guhertinên wêranker de ku li îraqê rûdabûn piştî şerê Sedam Husên li gel îranê (1980- 1988), û bi karanîna wî ji çekê kîmawî re li dijî miletê kurd li kurdistana îraqê û cîbicîkirina piroseyên Enfalan yên kirêt di sala (1988)‘de, û dagîrkirina hêzên wî ji dewleta Kiwêt re di sala (1990)‘de, û derxistina wî ji kiwêt bi darê zorê ji aliyê hêzên nav dewletî ve, û raperîna berfireh ku li kurdistana îraqê rûdabû, û koçberiya melyonî di sala (1991)‘de, evan guhertinan tevan derî vekirin ku tevaya miletê îraqê û miletê kurd bi taybet doza ruxandina rêjîma Sedam Husên bikin ku bûbû ciyê metirsiyê li ser tevaya cîhanî. Û di vî warî, Mam Celal bi dûrbîniya xwe ya zelal zanîbû ku ev rêjîma xwînmij nayê ruxandin eger komelgiha navdewletî û bi taybet dewleta emerêkî li tenişt miletê kurd ne sekine, û piştgîriya wî neke ji bo avakirina sîstemeke fîdralî li îraqê ku mafê kurd yê netewî têde parastî be, herwiha Mam Celal têgihiştbû ku ev yek girêdayî ye bi astê nêzîkbûna serkirdayetiya kurdî li kurdistana îraqê ji hikûmeta turkî re, çimkî emerîka nikare piştgîriya kurdan bike bi bê razîbûna aliyê turkî ku li gel aliyê emrîkî di yek hevbenda leşkerî ya hevbeş de ye ew jî di çarçewê hevbendiya Nato de, û her di wê çaxê de jî Mam Celal zanîbû ku nêzîkbûna tevgera kurdî ya îraqî ji aliyê turkî re li dîwarê wî şerî di sekine ku bi salan berdewame dinavbera hikûmeta turkî û partiya karkerên kurdistanê de, ku xwe di çiyayên Qendîl de asê kiriye û cîgirtiye, evê yekê hiştibû Mam Celal li riyekê bigere ku karibe pencereyekê veke di wî dîwarê bilin de ku ketiye navbera kurd û turkan de, ku nahêle hîç pêwendiyeke yekser û rastûxo bi serkirdayetiya îraqî re ava bibe. Mam Celal hewil dida ku kilîlekê bibîne karibe jêre dergehê koşka komarî li turkiya veke, û ew kilîl jî (Cengîz Candar)‘bû, ku Mam Celal li Beyrûtê ew naskiribû di sala (1973)‘de, ew têkoşerê turkî yê çeprew ku reviyabû sûriya di encamê kodeta leşkerî de ku li turkiya rûdabû di (12.3.1971)‘de, û derbasî nav rêzên tevgera rizgarîxwaz ya felestînî bû, û dawî bû rawêjkarê serok komarê turkî (Torgot Ozal), û karîbû wî bide razîkirin ku doseya pirsa kurdî veke, û hewil bide Mam Celal jî bibîne û pêşwaziyê lê bike di koşka komarî de di (14.6.1991)‘de, û di vî warî de Candar di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Şemendefira Mîzobotamiya ya bilez..), dibêje: (Min yekem pêwendî avakir dinavbera serok komarê turkî Torgot Ozal û Celal Talbanî de, û vê pêwendiyê dîwarek ji bûzê şikand ku di dîroka komara tirkî de hatibû avakirin ji berî heştê û nih salan ve..) . Wê çaxa ku Mam Celal li Şam bû di dawiya salên heştêyî û destpêka salên notî de, rêberê partiya karkerê kurdistanê (Ebdule Ocelan) jî li wir bû, û pêwendiyeke xurt dinavbera wan de hebû, lewma Candar ji serok komarê turkî (Torgot Ozal)‘re pêşniyar dike ku ew amadeye têkiliyê li gel Mam Celal bike bi mebesta ku hevdîtinekê jêre li gel Ocalan rêkbixe, û li gel hev hewil bidin çareseriyekê bibînin ji vê pirsê re, ji ber ku Candar bawer dikir ku turkiya qet nikare dergehê xwe li ser rojhilata navîn bide vekirin bê ku pirsa kurdî li turkiya bide çareser kirin, û Ozal jî vê pêşniyara Candar erê dike bê ku ti sozan di vî warî de pêşkêşî bike, Candar jî di vî warî de dibêje: (Ez bûm yê ku pêşniyar kir Ocelan were dîtin, û çaxê ku min ev baweriya xwe ji Ozal re eşkere kir û got, wî tiştek pozetîv yan jî nîgetîv negot û xwe bi ti sozan ve girêneda, tenê ev got: Tu pêşî biçe û vegere, paşî emê bibînin çi bikin..) . Bê goman, Ozal zanîbû ev hingav çendî metirsîdare, ku ji wîre nêzîktirbû ji xwekujiyê, çimkî turkiye ditirsiya ku qewareyeke kurdî li kurdistana îraqê were avakirin piştî hilweşandina rêjîma navendî li Bexdadê, û di tirsiya ku karîgeriya xwe bide ser miletê kurd li turkiya, lewma ew berdewam nîgeran bû ji bidestxistina miletê kurd ji her destkefteke netewî re li îraqê, ji tirsa ku bandora wê bigihe kurdan li turkiya jî, lê tevî vê yekê jî Ozal wêrabû vê gava dîrokî bavêje li ser bingiha baweriya wî bi pêwistiya çareserkirina pirsa kurdî li turkiye bi her buhayekî be jî, lewma Candar ji ser zimanê Ozal dibêje: (Ez qerzdarê miletê xwe me û ev qerzê wî yê dawiye li ser milê min.. çareserkirina vê pirsê qerze di situyê min de ez wek serok komar..) . Bi vê baweriya xurt Torgot Ozal biriyar da ku pêşwaziya Mam Celal bike di koşka komarî de di (14.6.1991)‘de, û ev cara yekê bû di dîroka kurdî de ku serok komarekî turkî li koşka komarî pêşwaziyê bike li rêberekî kurd mîna Mam Celal, ku Mam Celal bi xwe ev dîdar bi dîrokî binav kir, û got ku ev dîdar ne weke tu dîdarên dinê ye, û li gor ku Candar li ser zimanê Mam Celal dibêje: (Eger ne kurd be, tu kesekî din tênagihê wateya pêşwaziya serok komarê turkî ji kurdekî re di postê min de.. û bi vê yekê serok Ozal mezintirîn tapo şikand di dîroka komara turkî de, û ev yek ne mumkin bû bê hebûna serok komarekî tapo şikên mîna wî di koşka komarî de..) . Êdî Cengîz Candar gilopa kesik ji serok komar Torgot Ozal sitand, ku biçe Şam û li wir Mam Celal bibîne û bi hevre kar bikin ji bo razîkirina serkirdeyê kurd (Ebdule Ocelan), ku di kongireyekî rojnamevanî de li bajarokê Bir Eliyas ya libnanî agirbestê ragihîne di (20.3.1993)‘de, hijmareke gelek ji rojnamevana li wî kongirî beşdar bûn, û di vê derbarê de Cengîz Candar dibêje: (Min Celal Talbanî rêberê YNK agahdar kir bi hatina xwe, ku wê çaxê ew li Şam bû, û roleke giring û yekalîker lîst di ragihandina vê agirbestê de..) .

MAM LI ŞAM (43)

(Fikir bi çekan nayê tune kirin)

Çaxê ku Mam Celal li Şamê bû, wî bi berdewamî rêberê partiya karkerên kurdistanê (Ebdule Ocelan), didît û pêwendiyeke xurt ji hevaltî û rêzgirtinê di navbera wan de hebû, û hemahendiyeke kûr li ser gelek helwîst û pirsên siyasî ew di gihandin hev ku ciyê giringiya herdû aliyan bû, û li ser bingiha wan pêwendiyan Mam Celal bi alîkariya herdû rojnamevanên navdar (Cengîz Candar, û Kamîran Qeredaxî), karîbû navbeynkariyê bike di navbera Ebdule Ocelan û serokê turkî Torgot Ozal de ku wî pêştir li koşka komarî pêşwazî kiribû li Mam Celal di (14.6.1991)‘de, û tevan bi hevre karkirin ku bigihin agirbestekê ji bo sekinandina şer di navbera herdû aliyan de, û rê xweşbikin li pêşiya hewlên xêrxwazan ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane ji pirsa kurdî re li turkiye, û di encamê wan hewildanan de Ocelan hate razî kirin ku ji aliyê xwe ve yek mangê agirbestê ragihîne, û ev agirbest ya yekem bû ji wê çaxa ku şerê dijwar destpêkiribû di navbera herdû aliyan de ji sala (1984)‘ve.

Û ji ber ku Mam Celal dixwest vê destpêşxeriya dîrokî cîbicî bike, ew li gel rojnamevanê diyar (Kamîran Qeredaxî), vegeriya Şamê di orta avdara sala (1993)‘de, û pêwendî kirin li gel Ebdule Ocelan bi mebesta amadekirin û ragihandna vê agirbestê di kongireyekî rojnamevanî de li bajarokê Biriliyasê di (20.3.1993)‘de, bi beşdariya komelek ji rojnamevanan, û di pêşiya wande Cengîz Candar (Rawêjkarê serokê turkî Torgot Ozal), û Usmet Îmist (ew jî hatibû şandin ji aliyê rawêjkarê serokê hikûmetê yê wê çaxê Silêman Demerêl’ve), û Mam Celal Hewil da Ocelan razî bike ku qazancê ji vê derfeta giring wergire, ew derfet jî ew bû ku kesekî siyasî biwêr û aza heye mîna Torgot Ozal li ser serê desthilatê li turkiye, û bwere ku şêweyê leşkerî di çareserkirina pirsa kurdî de qet bi sernakeve, û bi hemî baweriya xwe destê xwe dirêj dike ji bo diyaloga aştiyane, û di vî warî de Cengîz Candar di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Şemendefira Mîzopotamiya ya bi lez), li ser zimanê Ozal dibêje: (Fikir bi xwe tîrorê geş û xurit dike, û bere em eşkere bibêjin ku yên piştgîriya tîrorê dikin her ji nav welatiyên me derdikevin, û divê em bizanin ku ev kêşe bi dana peran çareser nabe, lê sedemeke fikrî jêre heye, û ev yek tê wê wateyê ku rehendekî fikrî heye di naverûka vê kêşeyê de, û hûn nikarin bi çekan vî fikirî tunebikin, hûn îro neçarin ku mafên kêm neteweyan bidin wan..)  .

Di çarçewê amadekariyên pêwîst de ji bo serxistina kongirê rojnamevanî ku biriyar bû ji aliyê (Ebdule Ocelan)‘ve, di êvara Cejna Newroza (1993)‘de, were li darxistin li bajarokê libnanî (Biriliyas), lewma Mam Celal li mala xwe li Şamê pêşwazî li Ocelan kir, û di roja dinê de Mam Celal jî bi hevaltiya her yek ji (Kamîran Qeredaxî, û Mûlazim Umer û Ebdul Rezaq Tewfîq), serdana Ocelan kir li mala wî, û Mam Celal dest bi şirûve kirina hûrguliyên amadekariyên kongirê rojnamevanî li gel Ocelan kir, û wî hûrguliyên piçûk jî  jibîr nekirin û li gel wî basa wan kir, û Mam Celal pirsa cil û bergên wî jî kir, û pirsî ka wê ew bi çi cilan derkeve pêş dezgihên ragihandinê, û dema Mam Celal zanî ku wê Ocelan bi cil û bergên leşkerî (Kakî), wê di kongirê rojnamevanî de derkeve, û li gor ku Kamîran Qeredaxî li ser zimanê Mam Celal di guhêzê, û di gotareke xwe de bi navnîşana (Çaxê ku min Ebdule Ocelan razî kir gerefêtê li xwe bike), dibêje ku Mam Celal li ser vê yekê nerazîbûna xwe diyar kir, û ji Ocelan re got: (Heval! Divê ku tû di axaftina xwe û cil û bergê xwe de dîplomasî be li gel rojnamevaniya cîhanî, ji ber ku tê bikeve bin ronakiyê de, û wê lêdwan û sûretên te di dezgihên ragihandina cîhanî de belav bibin, û wê werin danîn ser mêza serokên dewletan ji ber giringiya wan lêdwan û sûretan.. û her ji ber vê yekê ez pêşniyar dikim ku tû qatekî xweşik li ber xwe bike..) , lê Qeredaxî ji vê pêşniyara Mam Celal zêdetir got: (Heval Apo! Divê ku tû gerefêtê jî li xwe bike) , bi bê dilê xwe Ocelan bi vê pêşniyarê jî razî bû piştî ku Mam Celal jî piştgîriya wê kir.

Pêş ku ji mala Ocelan derkevin û bi meşin, Kamîran Qeredaxî ji Mam Celal xwest ku eger derfet hebe li gel Ebdule Ocelan dîdareke rojnamevanî bike ji bo rojnameya (El‘heyat), êdî Ocelan jî li ser daxwaza wî erê kir, û di wê hevdîtinê de Ocelan agirbesteke demkî ji bo sekinandina şer ji aliyê xwe ve ragihand, û Qeredaxî jî ew dîdar di roja ragihandina agirbestê de belav kir, û Qeredaxî bi xwe li ser vê dîdarê di axive û dibêje: (Dîdareke dirêj bû, Ocelan têde eşkere kir ku bi rastî ewê li Biriliyas agirbestê ragihîne bi boneya hatina cejna newrozê, û wê çaxê Ocelan dirêj axivî li ser nerîna xwe derbarê pirsa kurdî, û daxwaz kir ku turkiya were guhertin ber bi dewleteke fîdralî ve ku kurd têde mafê xwe bi dest bixin di avakirina herêmeke fîdralî de, û her li ser bîroka xwe jî sekinî ku doza avakirina rêveberiyên xweser yên dîmoqratî dike..) .

Û ji ber hestiyariya doseya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), û giringiya vê doseyê ji aliyê hikûmeta sûrî’ve, Mam Celal dizanî bû ku ev hewildan bi ser nakevin bê ku hikûmeta sûrî razî bibe yan jî erê bike li ser vê destpêşxeriya ku biriyar bû were ragihandin ji aliyê rêberê (PKK)‘ve, lewma Mam Celal li gel serokê sûriya (Hafiz Esed), civiya beriya li darxistina kongirê Ocalan yê rojnamevanî bi çend rojan, ji bo ku wî têxe sûrtê rasteqîne yê rewşê de, û naskirî bû ku civînên Mam Celal li gel serokê sûrî bi se’etan dirêj dikir.

Herwiha Mam Celal dizanî bû jî ku erêkirina serokê turkî Torgot Ozal li ser vekirina doseya kurdî li turkiya û li îraqê bi vê mêraniya ku tapoyên netewî yên dewleta turkî şikandibûn, wê dijatiya navendên hêza netewperestên kilasîkî (yên dewleta veşartî li turkiye), gur û har bike, û wê jiyana wî jî bikeve metirsiyê de, lewma Mam Celal gelekî hewil dida vê destpêşxeriya ku amade kiribû bi alîkariya Cengîz Candar bi serbixe, ku di pirtûka xwe ya nû de ya bi navnîşana (Erkê turkiya yê zehmet: Şer û aştî li gel kurdan), dibêje ku: (Serok Ozal bi tenha xwe di nav mayin û bumban de di meşiya, ji ber tu kesekî din tunebû ku barê serekî yê vê piroseya aştiyê ya pirsa kurdî hilgire û ber bi pêş ve bibe.. û rawestandina şer ta mangekê ji aliyê Ocelan ve diyariyeke giranbuha bû ji Ozal re ji bo karibe derfetê bi dest xwe bixe ji bo çareserkirina dijberiya kûr û dijwar li turkiya, û eger karibin agirbestê cîbicî bikin û bi parêzin û bi kar bînin ku rê were xweşkirin ji bo bi dawî anîna şer û çareserkirina vê kêşeyê, û di encam de ev yek wê rola Ozal xurtir û bi hêztir bike di siyaseta navxweyî de..) .

MAM LI ŞAM (44)

(Vaye xwîn gihişte kabokan)

Hemiyan giringiya vê gavê zanîbû ku rêberê partiya karkerên kurdistanê (Ebdule Ocalan), wate ragihandina wî ji agirbest re di kongireyekî rojnamevanî de, di êvara cejna newroza sala (1993)‘de, û şer ji aliyê xweve ta mihekê dabû sekinandin, û ew cara yekem bû ku agirbest tê ragihandin ji çaxê ku (PKK), şerê çekdarî li dijî dewleta turkî ragihandbû di sala (1984)‘de, û bi rastî (PKK), ew agirbest bi berpirsiyaretî cîbicî kiribû, ji ber ku mîna Cengîz Candar jî dibêje: (Derbasbûna cejna newrozê bi bê kêşe û astengî wê bibe nîşana bi hêzbûna Ocelan û partiya karkerên kurdistanê, û bi be nîşana bandora wan li ser cemawerê kurdî, herwiha wê bibe nîşanek li ser rastiya vê agirbestê..) Nîgeranî zêdetir di bû bi nêzîk bûna dawî hatina vê agirbestê, û hemî bi tirs çavnêrê gavên dîtir bûn ku divabû aliyên pêwendîdar bavêjin, bi taybet serokê turkî Torgot Ozal ku ew jî ji aliyê xwe ve bi berpirsiyaretî gavên xwe di avêtin ji ber ku wî dizanî bû eger ev derfet ji dest wî biçe bê ku karibe vî şerî bisekinîne ku li ser pirsa kurdî li turkiye bi rêve diçe, bê goman wê şer xwirtir bibe û wê bibe sedemê ku xwîn wek lehiya çeman bi rije û bi herike, û di vê derbarê de Cengîz Candar li ser zimanê serokê turkî Torgot Ozal dibêje: (Cengîz tû dizane ez ji çi di tirsim? Eger tîror careke din vegere, ewê dûqat veger, û xwîn jî wê bigihêje kabokan..) .

Bê goman Mam Celal û bi sedema pêwendiyên wî yên taybet li gel Ebdule Ocelan, karîbû roleke karîger bilîze di serxistina vê destpêşxeriyê de û rizgarkirina wê ji têkçûnê, lewma tevan û bi taybet serokê turkî Torgot Ozal çavê wan li riya Mam Celal bû ku hewildanên xwe berdewam bike ku pêştir li gel Cengîz Candar dest pêkiribûn û di encam de ew agirbest hatibû ragihandin ku dema wê nêzîkî dawî dibû bêyî ku dezgehên fermî yên turkî û navendên biriyarê yên dewleta veşartî, hîç alîkariyekê bikin ji bo serxistina wê destpêşxeriyê, yan gavekê di beramber de bavêjin, bi berûvajî vê yekê li benda derfetan bûn ku wê agirbestê beravêtî bikin û têk bibin ji bû ku Torgot Ozal bajon dîwarekî girtî.. Û çaxê ku nîgeranî li cem Cengîz Candar gihişte astê bilind êdî tenha rê li pêşiya wî mabû ku pêwendiyê bi dostê xwe Mam Celal re bike û aloziya serok komar torgot Ozal jêre şirûve bike ew aloziya ku têde dijiya di beramberî dijberên xwe de, û ji Mam Calal xwest ku hemî hewildanên xwe bide ji bo ku Ebdule Ocelan razî bike agirbestê dirêj bike bi bê merc, û Candar di pirtûka xwe ya bi navnîşana (Şemendefira Mîzobotamiya..)‘de, dibêje: (Min rewşa Torgot Ozal ya aloz ji Mam Celal re şirûve kir, û min jêre got ku pêwistiya serok komar heye bi dirêj kirina agirbestê ji bo ku karibe li ber xwe bide li beramberî dijberên xwe, û min got: Lê divê were zanîn ku kultûra dewleta turkî razî nabe bi sepandina mercan û sînordar kirina demê.. Ji ber ku bi vê yekê tenê Ozal dikare bi hêz bibe û li ber xwe bide, ku êdî karibe çareyekê bide peyda kirin ji vê pirsê re..) .

Dem gelek derbas nebû, û zû Mam Celal ji Şamê pêwendî bi Candar‘re kir û mîzgînî dayê û got ku rêberê partiya karkerê kurdistanê Ebdule Ocelan bi daxwaziyên serok komar Torgot Ozal razî bûye û li ser wan daxwaziyan erê kiriye, û got ku ew amadeye ji bo dirêjkirina dema agerbestê bê mercên pêşwext, û bi vê yekê Mam Celal gok careke dinê vegerand yarîgeha Torgot Ozal yê ku di got li gor ku Candar li ser zimanê wî di pirtûka xwe de vediguhezê, û dibêje: (Kêşe li vir ewe ku em nehêlin ev derfet ji dest me bi filitê û here..) . Ya dirust ewe ku Ebdule Ocelan rêberê (PKK), pabend bû bi agirbesta ku ji aliyê xwe ve di (20.3.1993)‘de, ragihand bû, û gelekî amadebû ji bo cîbicî kirina wê agirbestê bi bê kêşe, û zû amadebûna xwe nîşan dabû ji Mam Celal re ku wê careke dinê vê agirbesê dirêj bike di (16.4.1993)‘de, ta demeke ne diyar, bi bê kêşe û bi bê hîç mercekî pêşwexit jî, bi mebesta dana derfeta pêwîst ji serok komarê turkî re ji bo ku karibe zora dijberên xwe bibe di dewletê û dezgihên wê de, û ji bo ku pirojeya xwe ya çareser kirina pirsa kurdî li turkiye bibe serî, lê mirin ji Ozal xwirtir bû û derfet nedayê, û di (17.4.1993)‘de, hate ragihandin ku bi celta dil miriye, di roja ragihandina dirêjkirina agirbestê, û vê yekê ew agirbest gihnde ber diriyê girtî, û ev nûçeya mirina Ozal ji nişkave Ebdule Ocelan matmayî hiştibû, li gor ku Candar dibêje: (Kamîran Qeredaxî ji min re got ku wê çaxê ew li mala Ocelan bû li Şamê, çaxê ku wî ev nûçe bihîst, û bi çavê xwe wî Ebdule Ocelan matmayî dît, û Ocelan yekser ji Cemîl Bayik pirsî: Çawa vê yekê rûda?) .

Mirina serok Torgot Ozal bi celta dil, bi fermî di (16.4.1993)‘de, hate ragihandin, lê belê malbata wî û hin aliyên dinê hîna jî gomanê li vê çîrokê dikin, û dibêjin ku ew bi jehrê hatiye kuştin li gor ku di malpera (TRT), ya erebî de hatiye belavkirin, ev raport dibêje: (Malbata Ozal gomanê dixe ser çîroka mirina wî de ku dibêje ew bi celta dil ya normal miriye, û jinebiya wî Semra dibêje ku ew bi jehrê hatiye kuştin, û malbata wî di seranserê bîst sala de daxwaz kiriye ku laşê wî were taqîkirin, ji bo ku sedemên rasteqîne ji mirina wî re werin naskirin..) . Bi her hal, ew qirşikê ku pişta devihê şikand, mîna ku tê gotin, û bû sedem ku ew agirbest bi dawî were û şer gurtir bibe bêtir ji berê, û hişt xwîn bigihe kabokan mîna ku Ozal pêşbînî kiribû, ew bû ku girûpek çekdar bi serpereştiya (Şemdîn Sakik), êrîş kiribûne ser otombîla leşkerî ya veguhestina serbazan li ser riya Bîngol- Al’ezîzê, di (24.5.1993)‘de, û di vî warî de Cengîz Candar li ser zimanê Mam Celal dibêje: (Ocelan ferman nedabû ku agirbest were şikandin, û ji wê êrîşê bê agah bû, lê hin aliyên dinê operasiyona kuştina wan serbazan dabû bi bê agahdariya Ocelan..) .

MAM LI ŞAM   (45)

(Çûna Şamê li ser pişta Barhilgirê..)

Yek ji kêşeyên serekî ku Mam Celal lê rast dihat û gazin jê dikirin, astengî û kêşeyên çûn û hatina kurdistanê bû ji ber tunebûna belge û dîkomentên yasayî yên derbasbûna wî di sînor û derwazeyên fermî re, yan jî ji ber fermanên qedexekirina derbas bûna wî nav xaka hin dewletan, lewma Mam Celal neçar dibû ku bi belge û dîkomentên sexte di wan derwazaeyan re derbas bibe, yan di sînorên ne fermî re bi qaçaxî derbas bibe, ji ber vê yekê jî jiyana Mam Celal gelek caran di kete metirsiyê de, û di vî warî de Şam bûbû hêlîna Mam Celal ya serekî ku li wir hemî belge û dîkomentên pêwîst peyda dikirin û bi destê xwe dixistin ji bo ku karibe serdana dewlatên derve bike û bangeşê ji pirsa xwe ya netewî re bike, mîna ku bi qaçaxî ji îraqê derketibû, bi belgeyên sexte yên taybet bûn bi kesekî din bi navê (Mihemed Mûsa Sadiq), û bi wan belgeyan xwestibû ji îraqê derbasî sûriya bibe û biçe Şamê ji bo ku ji wir êdî karibe biçe li kongireyê cîhanî yê xortan beşdar bibe li Warso di sala (1955)‘de, herwiha derbasbûna wî cara diwem jî di derwaza (Til Koçer)‘ve, bi wan belgeyên sexte, ji bo ku biçe li mehrecana cîhanî ya xortan beşdar bibe li Mosko sala (1957), wê çaxê ew li ser sînorê di navbera sûrî û îraqê de hatibû girtin, û ew rojekê hatibû sekinandin di zîndana Hesekê de ta ku bi riya efserekî kurd hatibû berdan û azad kirin, her wiha careke din jî sala (1970), rê li ber Mam Celal hatibû girtin ku di derwaza (Tenef)‘re, derbasî nav xaka sûrî bibe, ew jî bi sedema ku pêştir fermanek di derheqa wî de hatibû sitandin ku qedexeye ew derasî sûriya bibe û wê carê şens wî alîkariya wî kiribû û karî bû pêwendiyê bike bi Hafiz Esed’re, ku wê çaxê ew hîna serok wezîr bû û nebûbû serok komar li sûriya, lê metirsîtrîn serpêhatî ji nav van serpêhatiyên Mam Celal di derbasbûna sînoran de, metirsiya derbasbûna wî di sala (1991)‘de, di çemê Dicla’re bû, çaxê ku wî xwestibû vegere kurdistanê bi riya derwazeya (Fîşxabûr)‘ve, yê ne fermî, û bi riya Qeyikeke kevin û riziyayî di nav pêlên ava çemê Dicla re, û wê çaxê bi rastî jiyana wî ketibû metirsiyê de, ji ber ku lehiyeke xurt rabûb di encamê barana xurt ku wê salê gelekî barî bû.

Di geştekê ji wan geştan de, me Mam Celal di miha Tebaxa sala (2000)‘de, li mala heval (Ebdul Hemîd Derwîş),li bajarê Qamişlo dît û em li gel wî civiyan, wê çaxê ew ji kurdistana îraqê hatibû û bi riya derwaza sînorî ya Fîşxabûrê ve derbas bûbû, û piştî bênvedaneke kin em û birek ji hevalên partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya, li gel wî çûne firokxana Qamişlo ji bo ku em li wir xatir jê bi xwazin û wî bi rê bikin ber bi bajarê Şamê ve, ji bo ku êdî ew ji wir ber bi ewrûpa ve biçe û geştekê bike di nav dewletên ewrûpî de bi mebesta tazî krina tawanên Sedam Hisên û pirotisto kirina kiriyarên wî li ber çavê raya giştî û razî kirina komelgiha navdewletî bi giringî û pêwistiya ruxandina wî ji ber ku ew rêjîm êdî bûye ciyê metirsiyê li ser hemî cîhanê, û ji ber ku hikûmeta sûrî zanîbû ev serdana wî çendî giringe, û têgihişt bû ku Mam Celal wê çi rolê bilîze di pêşe roja îraqê de, lewma rêveberiya firokxana Qamişlo pêşwaziyeke gerim jêre kirin li ber çavê bidihan xelkên ku hatibûn wî bi rêbikin û xatir jê bi xwazin, û di çaxê rê û resmê pêşwazî kirinê de rêvebirê firokxanê gotineke kurt û dagirtî hestê hezkirinê pêşkêşî Mam Celal kir, û di gotina xwe de tekeze kir ku ewan îro ev firokxana vekir li ser rûmeta Mam Celal, ji ber ku ewan ji pêş çend mihan ve ew firokxana rawestandibûn ji bo nûjenkirin û avakirina wê, û got jî ku ev firoke taybet hatiye ku te bi guhêze Şamê wek mêvanekî berêz û qedir giran..

Bi rastî ev pêşwaziya gerim ku li firokxanê ji Mam Celal re hatibû kirin ji aliyê rêvebirê firokxanê û rêveberiya wê ve, ne Mam Celal bi tenê matmayî hiştibû, lê hemî kesên li wir beşdar jî matmayî mabûn, û mîna hercar Mam Celal ew derfet winda nekir, û yekser gotineke watedar û zengîn pêşkêş wan kir, têde sipasiya rêvebirê firokxanê kir li ser pêşwaziya wan ya gerim, û wî jî tekeze kir ku ew qet ji bîr nakin ku sûriya li tenişta wan sekiniya û alîkariya wan kiriye di dijwartirîn û xirabtirîn qonaxên xebata wan de ji bo ruxandina dujminê wan yê hevbeş Sedam Hisên, her weke ku wî bi vê gotina xwe di xwest hestê xwe ji wan re eşkere bike ku rêjîma îraqê li ber ruxanê ye.

Û pêş ku derbasî nav firokê bibe, û ber bi Şamê ve bi fire, Mam Celal ji bîr nekir ku vê serdana xwe bi serpêhatiyeke bi dawî bîne ku ev serpêhatî di naverûka xwe de xebata wî ya bêtir ji pêncî salî kurt dike, û got ku ew di havîna sala (1957)‘de, li derwaza Til Koçer li ser sînorê di navbera sûrî û îraqê de ew hatibû girtin bi sedema derbasbûna wî di sînor re bi belgeyên sexte ji bo ku biçe Warso beşdarî kongirê cîhanî yê xortan bibe bi navê yekîtiya xort û xwendevanên kurdistanê, û paş ku hatibû girtin ew veguhestibûn zîndana Hesekê, û ew ji wir bi Rewşen Xan re pêwendiyê dike û wê bi rewşa xwe agahdar dike, û bi hewildanên wê Mam Celal her wê şevê tê azadkirin, û pêş ku ji zîndanê derkeve rêveberiya zîndanê ji wî di pirsin eger kesekî li bajarê hesekê dinasê ji bo ku li cem wan bi xewe, yan jî divê li zîndanê bi mîne ta bibe roj, ji ber ku wê çaxê û di wê şevê de hîç otombîlek tunebû wî bi gihîne Şamê, û tenha rê ew bû ku li ser riya giştî ya ku diçe Helebê, raweste ta ku barhilgirek mezin ji yên ku di wê demê de çewalê genim û ceh di guhezin ji Cezîrê ta bajarê Helebê, ji bo ku êdî ji wir biçe Şamê, lê belê Mam Celal di xwest bilez ji zîndanê derkeve ji bo ku zû bigihe Şamê û hewil bide bi zûtirîn dem dîkoment û belgeyên pêwîst peyda bike ku karibe beşdar bibe di kongirê ku wê li Mosko were li darxistin, lewma wê şevê ew dû katjimêran li ser riya ku diçe Helebê di sekine û çavnêrî dike, ji nişkave barhilgireke mezin barkirî bi çewalên genim li ber wî di sekine, û ji ber ku ciyê wî li cem şufêr di pêşiya barhilgirê de tunebû lewma ew neçar bû ku biçe paşiya wê û li ser wan çewalan siwar bibe ji bajarê Hesekê ta bajarê Helebê..

Mam Celal ev serpêhatiya xwe ji guhdaran re bi dawî anî û got ku tiştê balkêş û ciyê geşbîniyê ye, ewe ku îro ew vê pêşwaziya gerim bi çavê xwe di bîne, û li ser pişta firokeyeke taybet ji Qamişlo diçe şamê, piştî ku ew berî pêncî salî bi xwe ji Hesekê çûbû Şamê li ser pişta barhilgireke mezin û barkirî bi çewalên genim..

MAM LI ŞAM (46)

(Bi Qur’an Mam Celal bûye serok..!!)

  Nûçeya hilbijartina Mam Celal wek serokê îraqa fedralî di (6.4.2005)‘de, ciyê dilxweşî û şehnaziya her kurdekî resen bû li seranserê cîhanê, ji ber ku ew yekem serok bû bi şêweyê dîmoqratî hatiye hilbijartin di dîroka îraqê de, û yekem kesayetiya kurdî ye ku vî postê bilind û payedar werdigire wek nûnerê pêkhateya kurdî di dewleteke giring de mîna dewleta îraqê, ev ji bilî ku Mam Celal bi xwe jî giringiyeke zêdetir dabû vî postî bi riya ezmûna xwe ya zengîn û bi saya kesayetiya xwe ya karêzmî, û pêwendiyên xwe yên berfireh û şehrezatiya xwe ya bilin di hemî biwaran de, û vê buyerê guhertineke dîrokî kiribû şêweyê xebata miletê kurdî de, û pirsa wî ya netewî jî xistibû bin roniyê de..

Bi rastî ev buyera dîrokî ya giring, çendî ciyê guhdana navdewletî û herêmî û navxweyî bû, ewqasî jî çavê beşekî giring ji civaka sûrî ber bi xwe ve kişandibû, û pêwendiyeke wan xelkan ya kûr ji hevaltî û heskirinê hebû li gel Mam Celal ku ew pêwendî hatibûne avakirin çaxê ku Mam li Şam bû.

Ev ji bilî ku civaka kurdî li sûriya, û bi taybet hevalên partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya û cemawerê wê yê berfireh bi lîlandin pêşwazî kirin li nûçeya serkeftina Mam Celal û hilbijartina wî wek serok komar ji dewleta îraqê re, û aheng û dîlan jî hatin lidarxistin bi vê boneya dîrokî, û ji wan ahengên ku wê çaxê hatin li darxistin bi vê boneyê, ahenga li pêşiya xaniyê Mam Celal bû, , ku dikete taxa (Mezre‘a), li paytexta sûrî (Şam), û xelkeke pir û komelek şandên siyasî û kultûrî û bi hemî rengê xwe yên netewî û olî û siyasî ve beşdarî vê ahengê bûbûn, û di dîdareke rojnamevanî de ku rojnamevan (Ibrahîm Hac Ebdê), li gel ektera sûrî (Necah Hefîz), sazkiribû, çimkî Necah Hefîz bi xwe jî beşdarî vê ahengê bûbû ji ber ku ew yek ji xelkên wê avahiyê bû ku mala Mam Celal bi xwe jî têde bû, û di vê derbarê de Necah Hefîz dibêje: (Min hest bi şehnaziyê dikir, û ez gelekî asûde û dilxweş bûm çaxê ku min bihîst Mam Celal bû serokê îraqê, ew bi xwe cîranê min bû û vaye bû serok, bê goman ev yek ciyê şehnazî û dilxweşiya mine..), û di derbarê serdana Mam Celal ya yekem de ku bi fermî hatibû Şamê wek serokê îraqê, ektera sûrî Necah Hefîz bi mixabinî dibêje: (Di serdana Mam Celal ya dawî de bo sûriya, min nikarî bû ez wî bi şêweyî pêwîst pêşwazî bikim, min di xwest ez pêşiya dergihê avahiyê bi gulan bi xemilênim û rêz bikim, û ez zarokê taxê tevan bînim ku gulan pêşkêşî cenabê wî bikin wekû derbirîneke rasteqîne ji hezkirina me jêre, lê mijûlbûna wî ya gelek û pirogiramê serdana wî ya himbiz, û paswanên wî ku dora wî girtibûn û çavdêriya hertiştekî piçûk û mezin dikirin, herwiha rê û resmê fermî ku serdana wî dorpêç kiribû, ev tev bûbûne rêgir li pêşiya me ku em wî bi şêweyekî pêwîst û şayiste pêşwazî bikin çaxê ku serdana mala xwe kir..).

Bê goman rûdana buyerekê mîna vê buyera dîrokî weke xewnekê bû li cem nifşên berê ji miletê me, û vaye ew xewin hate dîtin li ser erdê bi saya xebata vî miletî û qurbaniyên wî yên pîroz, û xweştirîn nûkte di vî warî de hatiye gotin, ewe ku gundiyekî kurd li sûriya hebû, ew jî Ibrahîmê Gewrê bû, ku naskirî bû bi henekê xwe, û wê çaxê ew nexweş bû bi nexweşiya penceşêrê, û li ber mirinê bû, û piştî wî jî bihîst bû ku Mam Celal bûye serok komarê îraqê, wî berê xwe dabû xelkê civatê ku wê şevê li cem wî civiya bûn ji bo ku êşa wî bidin jibîr kirin, û dilê wî xweş kirin û ji xwedê dixwestin wî ji nexweşiya wî rizgar bike, lê Ibrahîmê Gewrê weke hercar xwest civatê ji wê rewşa xemgîn derxe û dilê wan xweş bike, ji nişkave ji wan re got: (Xwe gelekî bi nexweşiya min ve mijûl nekin, mirin rastiyeke kes jê rizgar nabe, û dizanim ku ez dimrim îro be yan sibe, lê ez daxwaziyekê ji we dixwazim, ew jî ewe çaxê ez bimirin hûn quranekê bi min re têxin gorê de..), beşdarên civatê tev matmayî man ji vê daxwaza wî, û bîrkirin ku ew ne li hişe û ew ji ber êşa xwe nizanê çi dibêje, lê Ibrahîmê Gewrê axaftina xwe berdewam kir û got: (Hûn dizanin çima ez vê daxwaziyê ji we dikim? Ji ber ku ez dizanim hûnê min di goristana gund’de veşêrin ku miriyên wê hemî dost û meriv û hevalên minin, ew jî wê werin dora min û wê yekser ji min bi pirsin: Çi li wê dinyayê hebû? û te çi nûçe ji wê diniyayê ji mere bi xwere anîne? ji xwe ezê ji wan re bibêjim ku Mam Celal bûye serokê îraqê, bê goman miriyên wê goristanê gotina min bawer nakin û wê min derewîn derbixin, wê çaxê divê quranek li berdestê min hebe ez pê sûnd bixwim ku ev nûçeya ez ji wan re dibêjim raste û ne derewe..), êdî tevan mebesta çîroka wî naskirin û têgihiştin û keniyan, û ji wê etmosfêra xemgîniyê ku têde bûn derketin.

Bê goman ev çîroka sade bi şêweyê xwe, û zengîn bi naverûka xwe, rastiyekê nîşan dide ku pêştir mîna xewnekê bû ta berwara (6.4.2005), û qet kesî bawer nedikir ku ev xewin rûbide û were dîtin, û em bibînin kurdek dibe serok komarê îraqa fîdral, lê vaye vê xewnê rûda di kesayetiya Mam Celal de ku wî bi xwe jî ev kursî mezin kir bi karê xwe yê serkeftî û bû pireke hevbeş di navbera hemî pêkhateyên miletê îraqê de, û bû konekî berfireh hemî aliyên nakok di bin de kom bûn û civiyan, bi hemî rengên xwe yê netewî û olî û fikrî ve, û ev postê serokatiya îraqê bi rola Mam Celal ya karîger mezintir bû, ev rola ku Elî Sîstanî bi xwe nav lê kiribû (Semam El‘eman), û mezintirîn û diyartirîn nîşan ji vê rola karîger re ku Mam Celal pê radibû wek serok komar, ev valahiye kûre ku bi çûna xwe li şûna xwe hiştiye, ku êdî deriyên îraqê û kurdistanê dîsan li ber hemî nakokiyên navxweyî û derekî vebe, û ev yek bi xwe bû ku serok Nêçîrvan Berzanî dûpat kiribû di kongireyekî rojnamevanî de, ku di (13.3.2014)‘de, li Hewlêr li darxistibû, û têde li ser rola Mam Celal gotibû: (Nemana cenabê Mam Celal, û bi taybet di vê qonaxê de, bandoreke wî diyar hebû di rûdana gelek kêşe û astengiyan de, nexasim di navbera herêma kurdistanê û hikûmeta fîdralî de, û di navbera pêkhatiyên siyasî yên dinê di meydana siyasî de li îraqê, ji ber ku rola fexameta serok Talbanî û hebûna wî bi xwe mîna cemserekî bû aliyên siyasî li îraqê bi hemî nerîn û rengên xwe ve li dora xwe kom dikirin û nêzîkî hev dikirin..).

MAM LI ŞAM (47)

(Mam Celal di bîrhatinên Zaza de)

Bê goman, çaxê ku Mam li Şam bû di naverasta salên pênciyan de ji sedsala bîstan, wî roleke pêşeng û karîger lîstibû di şiyar kirina miletê kurd de li sûriya, bi alîkariya rewşenbîrên kurd yên dinê ku wê çaxê ew jî koçberî sûriya bûbûn û li şamê runiştbûn, û bi xurtî piştgîriya damezrênerên pêşî kiribû û ew han dabûn li ser bîrokeya damezrandina yekem partiya siyasî kurdî li sûriya, û alîkariya wan kiribû di nivîsandina dîkomentên wê partiyê de, û avakirina serkirdayetiya wê, û destnîşankirina Nûredîn Zaza wek yekem serok ji vê partiyê re, ku bi fermî hatibû ragihandin di (14.6.1957)‘de.

Û beşekî berfireh ji miletê kurdî li sûriya û tevgera wî ya siyasî, û bi taybet endamên partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya, û alîgirên wê sipasiya vê rola dîrokî di kirin ku Mam Celal wê çaxê lîstibû, û xwe deyndar di dîtin ji beşdariya wî ya karîger re di damezirandina tevgera wan ya siyasî de, û şehnazî dikirin bi Mam Celal wek kesayetiyeke karêzmî û simboleke netewî ta roja îro, lê belê hebûn yên ku li dijî vê rolê radiwestan, û pişt guh xistibûn li ser bingeha helwestên xwe yên siyasî yên bi kîn, çi di belav kirina tometên ne rast, yan jî bi dirust kirina dengoyên derew û bê binema, ta ku gihiştbû astekî hinan ji wan ev rola wî ya diyar û naskirî pişt guh xistibûn, ku wî lîstibû di piştgîriya damezrênerên pêşî de û beşdariya wî li gel wan di bîrokeya damezrandina yekem partiya kurdî de li sûriya, û sextekirina dîrokê bi mebestên siyasî yên qirêj û ne paqij, û ev guhertina wan ji rastiyan re, û sextekirina wan ji dîroka tevgera kurdî re li sûriya, gihişte astê sextekirina bîrhatinên kesayetiyeke giring mîna Nûredîn Zaza ku wî di bîrhatinên xwe de pesnê rola Mam Celal kiriye ku wê çaxê li teniştî damezrênerên pêşî sekiniye, û alîkariya wan kiriye di damezirandina partiya demoqrata kurdî de li sûriya, û sûd wergirtina wan ji şehrzayetiya wî re di nivîsandina dîkomentên partiya nû de, her wiha sûd wergirtin ji ezmûna wî ya rêxistinî re di avakirina laşê vê partiyê yê rêxistinî de, û handana cemawer û rêxistinên siyasî û kultûrî û civakî ku li dora wê kom bibin, û di vî warî de em di karin kiriyara (Ronî Mihemed Dimilî), wek mînak bînin, ku ew bi karê wergerandina pirtûka Dr. Nûredîn Zaza ya bi navnîşana (Jiyana min ya Kurdî) , rabûye û ji zimanê firensî wergerandiye ser zimanê erebî, û rûpelê (140) ji çapa  ferensî ya ku di sala (1993)‘de, hatiye çapkirin rakiriye û wernegerandiye ser zimanê erebî, û di çapa erebî de belav nekiriye, û ev karê sexte kiriye bi şêweyekî dûr ji pirensîpên pîşeya wergerandinê, tenê ji ber ku di vê rûpelê Dr Nûredîn Zaza rola Mam Celal di damezirandina partiya kurdî sûrî de, nîşan daye û bi zelalî eşkere kiriye, û vaye em wergerandina kurdî ya dirust ji vê rûpela (140)‘re, ku di çapa ferensî ya bi nav nîşana (Ma vie de kurde) ,de heye, lê mixabin ji bo mebestên xwe yên siyasî çewt û qirêj (Ronî Mihemed Dimilî), di çapa erebî de belav nekiriye û piştguh xistiye, û ji nû ve em ji xwendevanan re bi kurdî belav dikin: (Mam Celal, ku wê çaxê ew yek ji diyartirîn serkirdeyên partiya demoqrata kurdistanî ya îraqî bû, û penaberê siyasî bû li sûriya, ew di karê min de beşdar bû û alîkar bû di şirûvekirin û xwendina peyrewa navxweyî ya partiya xwe ya demoqratî kurdistanî de, û me bi hevre berawird dikir bi rewşa kurdî re li sûriya, û ev xewna min hate cî di dawiya sala 1957’de, û partiya demoqrata kurdî li sûriya bi rastî hate damezrandin, û armanca vê partiyê ew bû ku berevaniya hebûna kurd ya niştimanî bike li sûriya, û doza mafê wan yê kultûrî û îdarî bike di çarçewê sîstemeke dîmoqratî ji bo tevaya welêt de, û piştî danîna pirogerama bingehî yekser endamên komîteya cîbicîkar ya demkî hate hibijartin ta ku kongir were bestin, û ew komîte bûbû mîna desteya bilind ya partiyê, her wiha paş ku ez hatim hilbijartin wek serok ji partiyê re, komîta cîbicîkar ya hilbijartî dest pêkir endamê xwe rêkxistin, û di demeke gelekî kurt de partiyê gelek endam li xwe kom krin tevî ku mercên helbijartina wan pir asê bûn jî, û me bi nehînî dest pêkir bi belavkirina berhemên nivîsandî bi zimanê kurdî û erebî ji bo fêrkirina kurdan, û agahdarkirina wan bi rewşa wan bi giştî, û bi taybet li deverên kurdî li sûriya, û li dewletên erebî û cîhanî jî bi giştî..) .

Û tiştê ku gotina Nûredîn Zaza (Serokê partiya demoqrata kurdî li sûriya), tekeze û dûpat dike derbarê rola ku Mam Celal lîstiye di piştgîriya serkirdayetiya partiya nû û serokê Dr. Zaza, û alîkariya wî ji wan re ji bo xurtkirina rêzên partiya wan û civiandina xelkê li dora wan, ewe ku nivîskar (Samî Ehmed Namî), di pirtûka xwe (Dîmenin ji dîroka winda)‘de, di bêje ku Mam Celal û Dr. Zaza di dawiya sala (1957)‘de, gihiştibûn Qamişlo ji bo ku pêwindiyê bikin li gel kesatiyên kurdî yên diyar li Cezîrê, û li gel komeleyên siyasî mîna (Komeleya yekîtiya xortên demoqrat yên kurd li sûriya), û ew razîkirin ku werin nav rêzên vê partiya nû, û di vî warî de Samî Ehmed Namî dibêje: (Çaxê ku partiya demoqrata kurdî li sûriya hate damezirandin, Dr. Nûredîn Zaza xwendina li Swîsera temam kiribû, û vegeriya bû sûriya, û wê çaxê jî Celal Talbanî xwendina xwe li kolêca maf li zankoya şamê berdewam dikir, û evan herdû têkoşeran bi roleke karîger rabûbûn ji bo komkirina hemî rêxistinên kurdî li sûriya di çarçewê yek partiyê de, û her ji bo vê armancê bi xwe ew hatibûn bajarê Qamişlo di 28.11.1957’de..) .

MAM LI ŞAM (48)

"Rêjîm na ruxê di dema nêzîk de.."

Kirîza sûrî ku di (15.3.2023)’de rûdabû, çavên Mam Celal ber bi xwe ve kişandibû, ku wî bi xwe buyer û guhertinên vê kirîzê bi giringiyeke kûr di şopand, ew jî li ser bingiha postê xwe wek serok komarê dewleta îraqê ya ku hevbeşe bi sînorekî berfireh li gel dewleta sûriya, û li ser bingeha ku ew li vê dewletê jiyaye di dijwartirîn qonax de ji xebata xwe, û pêwendiyên diqolî yên siyas ew û serkirdeyên vê dewletê di gihandin hev di seranserê bêtir ji sîh salî de, ev ji bilî nîgeraniya wî li ser miletê wî ku diwem neteweye li sûriya piştî netewa erebî, lewma xwendineke wî ya durust û zelal hebû ji vê kirîzê re, û nerîneke wî ya taybet hebû di helsengandina buyer û pêşveçûnên li ser erdê, û ji ber vê yekê xwendina Mam Celal ji encamên wê kirîzê re, gelekî hûr û kûr bûn, û gelekî balkêş bûn ji wan kesan re ku li bendî ruxandina rêjîma şamê bûn, ewên di dîtin ku ev rêjîm wê di dema çend hefteyan de bi ruxe.

Birastî, raya wê çaxê di dît ku wê rêjîm bi ruxe di nêzîktrîn dem de, ji ber ku hemî nîşanên li ser erdê ev yek diyar di kirin, ne xasim ku baliyozê emerîkî li şamê ( Robert Ford), di (7/7/2011)’de, nîşana yekem dabû nîşandan di vî warî de, çaxê ku ew bi xwe li bajarê Hema’yê beşdar bûbû li gel xwepêşanderan li dijî rêjîmê, ku wê çaxê xwepêşandanên berfireh li vî bajarî bi rêve di çûn, û li ser bingiha vê nerîna şaş serkirdayetiya tevgera kurdî li sûriya neçû dîdara serokê sûrî Beşar Esed di destpêka nîsana (2011)’de, û aliyên kurdî tevan ji bilî (PYD), dest bi avakirina Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriya (ENKS), kirin di (26.10.2011)’de, û vê encûmenê derbas bûna xwe ya nav rêzên (Itîlafa Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Oposiyona Sûrî), di (27.8.2013), ragihand, û ew karê xwe di nav rêzên vê Itîlafê de ta roja îro berdewam dike ji bo ruxandina rêjîmê lê bê hîç encamek.

Bê goman Mam Celal wê çaxê pêşeroja kirîza sûrî ne di valahiyê de di xwend, lê wî sûd werdigirt ji ezmûna xwe ya siyasî ku di xebata xwe ya zêdetir ji şêst salî di rêveberiya tevgera kurdî de bi dest xistibû, û bi saya dûrbîniya xwe ya tûj di şirûvekirina buyeran û lêkdana wî ya dirust ji wan buyeran re, û li ser bingiha şepola wan zaniyariyên ku di gihiştine destê wî ji jêderên rastgo û bawerpêkirî, û bi riya tora pêwendiyên wî yên berfireh, ku di encam de Mam Celal zû pêşbînî kir ku ev rêjîma sûrî na ruxe, û didît ku sûriya bi xwe jî wê were kişandin nav şerekî navxweyî dûr û dirêj, di demekê de ku tevan tekeze dikirin wê ev rêjîm bi ruxe û hilweşe, û di pêşiya wan de nivîskar û rojnamevanê tirkî yê navdar Cengîz Candar ku di pirtûka xwe de (Şemendefira Mîzopotamiya ya bi lez), li ser zimanê Mam Celal dibêje: (Wê diyar bibe ku rêjîma sûrî dikare xwe ragire û berdewam bibe bêtir ji gomanan, û sûriya bi xwe jî wê were rakişandin ber bi şerekî navxweyî ve, bi riya teqînan û bi riya otombîlên bumbekiriî û kuştinê ku hêzên ewlekariyê wê cîbicî bikin, wate ewe ku bi riya tîrorê û xurtkirina tûndûtîjiyê wê ev şer gelekî dirêj bike..) .

Min bi xwe ev lêdwan ji devê Cengîz Candar bihîstiye, dema ku ez li semînera wî beşdar bûbûm, ya ku wî li bajarê Silêmaniyê li darxistibû di (10.2.2016)‘de, û komeleke berfireh ji rêxistin û kesayetiyên rewşenbîrî û siyasî û civakî lê beşdar bûbûn, û ji wan babetên giring ku Candar li ser sekinî bû di semînera xwe de, babetê kirîza sûrî bû, û pêşbîniya Mam Celal yê dirust ji encamê vê kirîzê re, herwiha Candar diyar kir ku ew poşmane li ser dîtina xwe ya şaş derbarê pêşbîniyên Mam Celal ku digot rêjîm na ruxe, Candar di semînera xwe de got: (Ez bi poşmaniyê hest dikim çaxê ku helwîsta Mam Celal di bîra xwe tînim ya ku di got rêjîma Beşar Esed na ruxe, wê çaxê min berûvajî vê helwîstê didît, û min goman dikir ku Mam Celal bi vê helwîsta xwe piştgîriya rêjîma şamê dike, lê zû buyeran rastiya helwîsta wî û dûrbîniya wî nîşan da, lewma ez pêwîst dibînim ku ez poşmaniya xwe eşkere bikim û lêborînî jê bi xwazim li ser nerîna xwe ya şaş wê çaxê derbarê helwîsta Mam Celal..) .

Ya balkêş ewe ku me bi xwe jî (Heval Hemîd Derwîş , û ez), me ev helwîst ji Mam Celal bihîst çaxê ku em mêvanê wî bûn li havîngiha Dokan di êvara pêncşemê (3.11.2011)‘de, bi beşdariya her yek ji van hevalan (Yûsiv Zozanî, û Ebdul Rezaq Tewfîq), û piştî ku Mam Celal bixêrhatina heval Hemîd Derwîş kir bi hatina wî bo bajarê Silêmaniyê, êdî jê pirsî: Nûtirîn guhertin çine di kirîza sûrî de? û pêşeroja rêjîmê çiye? Hevalê Hemîd bi kurtî li ser guhertin û buyerên dawî sekinî ku sûriya têre derbas dibe bi sedema şepola wan xwepêşandan û nerazîbûnê ku wê çaxê sûriya dabû ber xwe, û got ku raya giştî di kolan û şeqamên sûrî de bi giştî û yên kurdî bi taybet ewe ku wê rêjîm bi ruxe di demeke kurt de ne zêdetir ji şeş mihan, êdî Mam Celal bersiva me da û got: (Bê goman hûn şarezatirin bi guhertinên li ser erdê li sûriya, lê ez dibînim ew kertên hêzê ku di destê rêjîmê de hene gelekin û xurtin, û ev yek nade nîşandan ku ev rêjîm wê didemeke nêzîk de bi ruxe..) .

Bê goman ev helwîsta Mam Celal aliyên tevgera kurdî li sûriya matmayî hiştibûn, ev aliyên ku bi piraniya xwe ve li gel oposyona sûrî sekinî bûn û doza ruxandina rêjîmê dikirin, lê alozbûna buyeran û guhertinên li ser erdê rastiya şirûveyên Mam Celal yên dirust û dûrbîniya wî ya zelal di xwendina rehendên kirîza sûrî de zû nîşandan û zelal kirin, û Mam Celal baş zanîbû ku ev rêjîm qet dûdiliyê nake di bikaranîna hêzê de li dijî dijberên xwe, û Cengîz Candar di vê derbarê de li ser zimanê Mam Celal di pirtûka xwe de (Şemendefira Mîzopotamiya..), dibêje: (Rêjîma sûrî, rêjîma kêmneteweyekê ye, û ji desthilataeke islamî sunî di tirsê, lewma ew qet dudiliyê nake di tiştekî de ji bo mana xwe, û ewê bi tûndî hêzê bikar bîne di vî warî de..) .

MAM LI ŞAM (49)

Mam Celal: Ez li gel we me

Biqasî ku Mam Celal valahiyeke kûr hiştibû di gorepana siyasî ya derekî û navxweyî de, bi sedema nexweşketina wî bi celta mêjî di (17.12.2012)‘de, ewqasî jî nexweşiya wî nîgeraniyeke bi hêz dirust kirbû li cem partiya me (partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya), û li cem serkirdayetiya wê ku pêwendiyeke dîrokî di navbera wê û Mam Celal de hebû bi dirêjiya zêdetir ji pêncî salî ve, lewma piştî vegera Mam Celal ji geşta çareseriyê li dervî welêt û hatina wî bo Silêmaniyê, şandekê ji serkirdayetiya partiya me di (16.4.2014)‘de, li Debeşan serdana wî kir bi mebesta ku li tendirustiya wî ji nêzîk ve bi pirsin, û ew şand pêkhatibû ji heryek ji (Ebdul Hemîd Derwîş, Umer Cafer, Ehmed Silêman, Ehmed Berekat, Selman Hiso Ibrahîm, Elî Şemdîn û Leyla Hesen), û di wê serdanê de hevalan dilxweşiya xwe nîşandan li ser pêşdeçûna rewşa Mam Celal ya tendirustî, û bi dirêjayî axivîn li ser rola wî ya dîrokî û karîger di nav refên tevgera rizgarîxwaza kurdî de di seranserê zêdetir ji pêncî salî ve.

Û li ser daxwaza pizîşkên Mam Cela, hevalan di wê dîdarê de dirêj axivîn li ser wan bîrhatinên hevbeş di navbera wan û Mam Celal de, bi mebesta aktîv kirin û çalak kirina hişê wî, lê Mam Celal bi xwe her bi bê dengî li axaftinên hevalan bi giringî di şopand, û bi xemgîniyeke kûr li wan bîrhatinan guhdar dikir, û bi aramî temaşeyî rûçikêm me dikir bi şweyekî ku me hestên heskirinê di çavên wî de di xwendin.

Dîdara me li gel Mam Celal bêtir ji nîv katjimêrê dirêjkir, ew di seranserê wê dîdarê de qet ne axivî, tenê rûçikên rûyê wî hestê wî diyar dikirin, û çaxê ku me xwest xwahevîzî lê bikin û xatir jê bixwazin, hevalê me Ebdul Hemîd Derwîş hewil da ku bi şêweyekî normal li gel wî bi axivê, lewma berê xwe da Mam Celal û got: (Cenabê serok, Heval vedigerine Qamişlo, tu tiştekî ji wan dixwaze?), êdî tiştê balkêş ku rûda û em hemî matmayî hiştibûn ew bû çaxê ku Mam Celal ji nişkave bi vê gotinê axivî, û gotina wî wek birûskê ji devê wî derket û bi zelalî derbasî guhê me bû, û got: (Ez li gel we me) .

Belê! Mam Celal her li gel me bû bi hemî hest û helwîstên xwe, û alîkarekê bi hêz bû ji partiya mere di seranserê nîv sedî de, û em jî bi bê dûdilî li gel wî bûn di dema xebata wî de li dijî dîktatoriyet û sitemkariyê, û em hemî li gel hev bûn bi hevsengî û tevkarî û dilsozî û bi bê ciyawazî, û ew jî her li gel tevan bû bi hemî karîbûn û tiwana xwe di çarçewê bercewendiyên netewî û niştimanî yê bilind de..

Di orta salên pêncî de ji sedsala bîstan, û çaxê ku Mam Celal piyê xwe yekem car li ser xaka Şamê danî, yekser bîrokeya navtêdana kurdên sûriya di serê wî de meya, û ji wan xwest ku ew jî mîna kurdên îraqê partiya xwe ya siyasî damezirînin, bi armanca ku ew partî erkê bergiriyê bide ser milê xwe ji bo bi dest xistina mafê netewî yê miletê kurd li sûriya, bê ku Mam Celal serê xwe ji gefên Ebdul Hemîd Serac re dîne, wê çaxê ku ew li Şamê li gel civiya bû di sala (1957)‘de, û Mam Celal hemî pêwendiyên xwe yên berfireh û ezmûna xwe ya zengîn xistine xizmeta damezrênerên pêşî (Osman Sebrî, Ebdul Hemîd Derwîş, Hemze Niwêran)‘de, ji bo ku vê destpêşxeriya dîrokî li ser erdî cîbicî bikin di (14.6.1957)‘de, bi alîkariya Ebdul Rehman Zebîhî ku ew jî wê çaxê li Şamê bû..

Ev pêwendî di navbera Mam Celal û serkirdayetiya partiya me de roj bi roj her xurtir û bi hêztir dibû, ta ku Mam Celal jî di (1.6.1975)‘de, Yekîtî Niştimanî Kurdistan li Şamê damezirand, û şoreşa xwe ya nû ragihand ku mefrezeya wê ya yekem ji mala kesatiya kurdî ya navdar û welatparêz Xelîl Ebdê (Sor), li bajarê Qamişlo, di (1.6.1976)‘de, bi rêket, wê çaxê (PDPKS), di çarçewê karîbûna xwe de qet dûdilî nekir di pêşkêşkirina hemî şêweyê piştgîrî û alîkariyê ji (YNK) û şoreşa wî ya nû‘re, û pêwendiyên diqolî di navbera herdû partiyên bira de êdî kûrtir û xurtir bûn di xizmeta miletê kurdî û pirsa wî ya netewî û rewa de, û tevî astengî û kelemên ku li pêşiya van pêwendiyan carcaran derdiketin li vir û li wê, lê belê ew pêwendî her xurtir bûn û qet ranewstan, û herdû partiyan bi hevre di dawiya salên heftêyî de ji sedsala bîstan bi hevbeşî li gel hin aliyên kurdistanî yên din hewil dan ji bo pêkanîna komîteyeke kurdistanî û vê komîtê ji nav xwe komîteyeke amadekariyê destnîşan kir ku erkê amadekariya li darxistina kongireyekî kurdistanî li ser milê xwe bigire, lê gelek mixabin hin helûmercên babetî wê çaxê rêgirtin li pêşiya cîbicîkirina vî erkî, û ev pêwendiyên diqolî di navbera herdî partiyên birade li ser bingeha hevsengî û rêz li hev girtin hatibûne avakirin.

Mam Cela, bi koça xwe ya dawî di (3.10.2017)‘de, birîneke kûr di dilê me de vekir, bi qasî kûrbûna bandora wî li ser buyerên navçeyê û îraqê û kurdistanê, çimkî ew kilîla aramiyê bû ji wan buyeran re..

Tê her saxbe di dilê me de bi rêbaza xwe ey serok..

MAM LI ŞAM (Xeleka 50 û ya Dawî)

"Wefadariyek ji bo rewanê Mam Celal"

Vaye em di destpêka sala nû (2024)‘de, gihiştin dawiya vê zincîrê ji gotarên ku me di rojnameya (Kurdistanî Niwê)‘de, belav kirine bi navnîşana (Mam li Şam), ku me xelaka wê ya pêşî di (18.12.2022)‘de, belav kirbû, bê ku wê çaxê naverûka xeleka dawî di hişê min de zelal be, û her di wê çaxê de jêder û çavkaniyên pêwîst li ber destê me tunebûn ji bo cîbicîkirina vê lêkolîna hestiyar li ser aliyekî winda ji jiyana kesatiyeke bi saw mîna Mam Celal ku serî li rexnegir û şirûvekaran gêj kirbû, ev ji bilî ku ev karê min yê yekem bû di warê nivîsandinê de ji bo goşeyeke heftane û dîkomentkirî bi jêder û çavkaniyan, ji rojnameyeke bi rêz re mîna (Kurdistanî Niwê).

 Bi rastî ez dûdil bûm derbarê vê ezmûnê ku encamê wê ji bo min baş zelal ne bûn di destpêkê de, lê navtêdana nivîskar û rojnamevanê hêja mamoste Sitiran Ebdule ji min re, ku ew wê çaxê berpirsê dezgihê ragihandina (YNK)‘ê ya navendî bû, dawî bi dûdiliya min anî, û ez handam ku derbasî vê ezmûnê bibim, û ez jî bi dilxweşî bi vî karî razîbûm û min bi berdewamî xelek li dûv xelekê nivîsî bê rawestan ta ku ez gihiştime xeleka dawî ya (50), û di seranserê van xelekan de hestek li cem min hebû ku ez bi dûv xwe de radikişandim, ew jî hestê wefadariyê bû ji vî kesê mezin re ku jiyana xwe hemî terxankiribû ji bo pirsa xwe ya netewî, û bi serkeftî derfet peyda dikirin ji naxê bêhêvîtiyê, û weke dêwekî ji bin xweliyê di hate der ji bo ku milet û welatê xwe rizgar bike ji nav pencê xwînmijê serdemê Sedam Husên, û bibe yekem serokê hilbijartî ji dewletekê re mîna dewleta îraqê, herwiha ev hewildana min di vî warî de mîna rêzgirtinekê bû ji rola Mam Cela  ya dîrokî re di damezirandina tevgera kurdî de li sûriya, û berdewamiya wî di alîkariya vê tevgerê de..

Belê, nivîsandin li ser Celal Talbanî bi hemî navnîşanên xwe ve wek (Mirov, Siyasetmedar, Pêşmerge, Rewşenbîr û Serok..), ji bo min ciyê dûdiliyê bû, ji ber ku kesayetiya wî bûbû meydaneke berfireh ji gelek lêkolînan re, û bûbû ciyê guhdana dihan nivîskar û lêkolîner û pisporan, her wiha bûbû babetek balkêş ji naverûka gelek gotar û nameyên master û dektora yên ku hatine nivîsandin li ser aliyên cuda ji jiyana Mam Celal û li ser hemî aliyên çarenivîs yên xebata wî nivîsîne, ew xebata ku sînorên netewî û niştimanî derbas kiribûn û gihişt bû nav sînorên cîhanî jî, lewma nivîsandin li ser vî babetî ciyê metirsiyê bû ku mirov derbasî nav bazinê dûbarekirinê bike, û bê ku karibin tiştekî nû zêdebike di vî warî de.

Em dikarin vê nûbûnê di wan xelekên xwe de bixwînin, û wek zêdebûneke bi sûd ji paşmayên Mam Cela re bi hejmêrin, û wek zengînbûnekê ji pirtûkxaneya kurdî re nîşan bidin, ev nûbûn jî ewe ku me karî bû em derbasî nav aliyekî giring û ne naskirî ji jiyana wî bibin, ku pêştir van nivîs û lêkolînan tu guhdan weke pêwîst nedabûyê de, ew alî bi xwe pêwendiyên ku Mam Celal bi Şamê ve girêdidan wek bajar û wek cugrafiya ku pêkdihat ji (Sûriya, Libnan, Urdin û Filestîn), û me hewil da ku em roniyê bixin ser vê pêwendiya ku hatibû avakirin ji sala (1955)‘ve, ew jî çaxê ku Mam Celal hîna xortekî nûhatî bû di Şamê re derbas bûbû û di çû Warso ku beşdarî mehrecana cîhanî ya xwendevan û xortan, û serdanên wî berdewam bûn û nehatin birîn ta salên dawî ji jiyana wî, êdî Şam bûbû hêlînek ew hembêz dikir çi dema ku rê lê dihatin girtin, û bûbû piştîvaneke merd hemî pêdawistiyên xebatê û berdewamiya wê jêre pêşkêş dikir, herwiha bûbû wistgehek ji wir ber bi herçar aliyên cîhanê ve diçû, ew cîhana bê ol ku sînorên xwe li pêşiya pirsa wî ya netewî girtibûn ta demeke nêzîk, herwiha nûbûn di lêkolîna me de ewe ku me hewil da em rola Mam Celal ya karîger û çarenivîsaz ku lîstiye di meyandina bîrokeya damezrandina yekemîn partiya kurdî li sûriya, diyar bikin û bidin nîşandan, û piştgîriya wî ji damezrênerên pêşî re, û alîkariya wan bi hemî karîbûna xwe, ev rola ku mixabin ti guhdan pê nehate kirin, lê belê hate piştguhxistin û jibîrkirin, bi mebest yan bê mebest.

Vê lêkolînê aliyekî giring ji jiyana Mam Celal diyar kir, ew jî ciyê şûna penca Şamê ye di avakirina kesayetiya wî ya karêzmî de, û peydakirina keşûhewayeke guncaw ji bo avakirina kenalên giring ji pêwendiyên dîblomasî yên berfireh li gel aliyê erebî, û dîdara wî li gel rêberê erebî Ebdul Nasir di sala (1963)‘de, bûbû kilîla serekî ji bo kunkirina wî dîwarê bilind dinavbera kurd û ereban de, herwiha Şam bûbû mîna hêlînekê (YNK) têde hate avakirin, û her ji wir dest bi amadekariyên pêwîst bûbû ji bo vêxistina şoreşa nû li çiyayê kurdistanê, û Şam wê çaxê mîna pirekê bû derfet ji Mam Celal û partiya wî û kadirên wî yên siyasî û çekdarî re dabû peydakirin ku bi hesanî hat û çûna kurdistana îraqê bikin, di demekê de ku hemî sînor li pêşiya wan girtî bûn, ev ji bilî ku ev lêkolîn li ser pêwendiyên diqolî sekiniya dinavbera Mam Celal û aliyên tevgera kurdî de li sûriya, û bi taybet (PDPKS), û sekretêrê wê heval Ebdul Hemîd Derwîş, di seranserê nîv sedê derbasbûyî de.

Me ev zaniyarî û buyerên ku di vê lêkolînê de hatine belavkirin, me ew ji nivîsar û dîdarên Mam Celal yên rojnamevanî û telviziyonî wergirtine, û me ew guhestine ji nivîsar û bîrhatinên ku komelek nivîskar û siyasetmedarên navdar nivîsîne, ku di naverûka xwe de li ser rola wî ya siyasî û dîplomasî li ser hemî astên netewî û niştimanî û cîhanî axivîne, ev ji bilî pêwendî kirin divê derbarê de bi jimareyek ji hevalên wî ku li gel wî jiyabûn di qonaxên cuda de, û hîna jî li jiyanê ne, ewan jî bi zanyariyên xwe yên dîrokî ev lêkolîn zengîn kirin, û li vir em ji wan kwsan dixwazin, ewên guhdanê bi vî babetî dikin, ku me zengîn bikin bi her zaniyariyekê yan dîkomentekê yan belgeyekê ku vê lêkolînê xurtir û bi hêztir bike, û wê valahiya ku heye dagire..

Min ev zincîra gortaran bi zimanê erebî nivîsîne, û mamoste Goran Fethî (Ew yekek ji nivîsarên rojnameya Kurdistanî Niwê ye), ev zincîr wergerande ser zimanê kurdî (Zaravê Soranî), û min bi xwe jî wergerandiye ser (Zaravê Kurmancî), û ev gotar li dûv hev hatin belavkirin her roja yekşemê di rûpelê (6)‘de, ji rûpelên rojnameya (Kurdistanî Niwê), herwiha hatine belavkirin bi zimanê erebî û kurdî (Soranî, û Kurmancî), di tevaya malperên elîktironî de yên ser bi dezgihê ragihandina (YNK)‘ê ya navendî’ve (Pukmedia.com, marsaddaily.com, Xelat.org, knwe.org..), herwiha biriyare ku bi dengî jî were xwendin û weşandin di radiyoya (Dengê Gelê Kurdistan)‘de, û ev xelek bi zimanê erebî û kurdiya soranî hatine belvkirin di malpera dezgihê Serok Mam Celal de (pjtfoundation.org), û bi kurmancî tê belavkirin di kovara Deng de (kovaradeng.com), ku partiya sosiyalista kurdistan (PSK), werzeyî çap û belav dike, û di malpera xwede jî belav dike (Roja Welat), û di malpera eliktironî ya (PDPKS)‘de belav dike, û di malpera (Dîmoqratî.info)‘de jî tê belavkirin..

Di dawî de, pêwîste were gotin ku ev lêkolîn ne dûre ji hin kêmasî û şaşiyan, ji ber ku lêkolîn di vî warî de, weke me berê jî gotiye, gelek zehmet û dijware, nexasim di warê jêder û zaniyariyên taybet bi vî aliyî ji jiyana Mam Celal, lê tevî vê yekê jî ez gelek asûdeme û dilxweşim ku ez derbasî sala nû dibim û min ev karê xwe bi dawî aniye, û ez vî karê xwe bi rêz pêşkêşî canê Mam Celal dikim, wek wefadariyekê û rêzgirtinekê ji rola wî ya pêşeng re, ku ew yekem kes bû dendikê damezrandina tevgera kurdî li sûriya çand, û yekem bû ku ji Şamê destpêkir pêwendî û têkilî avakirin li gel aliyê erebî, û her yekem kurd bû ku piyê xwe li ser xaka baregiha neteweyên yêkgirtî danî wek serokê îraqê yê hilbijartî, û li ser sikoya wê bi zimanê dayika xwe bi şahnazî axivî.

XELAT