KAXRÊ YA BÊKES

KAXRÊ YA BÊKES

Nivîskar: Hozan Efrînî

Efrîna Sêwî an jî bêkes, hemû gundwarên wê man e bêkes û bê xwedî. Ev yek kes nikane nepejirîne, ji ber ku rastiyeke li ber çavane û rojane bi serê gelê Efrînê de tê. Mirov û Zeytûn û dar û daristan û dibistan û cihên dêrîn û kevnar û kela û perestgehên olî jî bêkes û sêwî mane.

Efrîn (Çiyayê Kurmênc) ji 18-3-2018`an ve gelek zor û hehmetî dîtin û xweragirtin û heya roja îro jî li ber xwe didin. Çi li hundir Efrînê li nav lepên çete û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê û çi li hundir kampên koçberên li Şehbayê ku ji ber bê alîkariya UNê û gef û dorpêçkirina komên ser bi rêjîma Sûriyê ve dinalin. Ên derbasî nava Herêma Kurdistanê jî bûne her mêjk û hizrên wan nelihevin û herdem bîr li vegera Efrînê dikin.

Kesayetiya Efrînî beriya dagîrkirina Çiyayê Kurmênc, cuda bû û piştî wê cudatir bû ye. Beriya 18-3-2018`an Efrîniyan jiyaneke gelek watedar û girîng dikirin û rewşa wan a jiyanî û aborî û parastinî tiji tiji bû. Êdî ji welatên derve jî vedigeriyan Efrînê û dest bi avakirina gundwarên xwe dikirin û bax û bîstan û baxçeyên kal û bavên xwe vedijandin û xweşik û dewlemend dikirin.

Xwendina kurdî ji dibistanan ve heya peymangeh û zanîngehan li xwe digirt û tev bi kurdî bûn. Zimanê jiyanê jî her bi kurdî bû. Peywendî û danustandin û jiyankirin her bi kurdî bû. Asta aborî û bazirganiya xelkê di asateke pir bilind û girîng de bû. Baştirîn û bihatirîn û nûhtirîn otombîlên nûjen û giranbuha diketin Efrînê.

Zevî û mal û xanî ewqas giran bibûn û nirxên wan bilind bibûn, nedihat hişên mirovan. Efrîn eger wiha dirêj bikira wê niha ne kêmtirî Dubayê bûya. Ez ji dil û raman dibêjim ne bi gotinên xweşdil rêkleman dikim, ev gotinên min ji bo dîrokê ne. Dema ez dinivîsim, ez ji dîrokê re dinivisînim. Erê kêmkurtî û kêmasî di rêvebirina Kurdî a xweser de hebûn, û buyerên mala Şêx Nesan û ya gundê Birc Ebdalo li Efrînê, cihê xemgînî û şermezariyê ye, lê îro wek tê zanîn ku ew buyerên ku rûdane û bune cihê nerazîbûna me giştikan û heya roja îro jî hinek kenal û aliyên siyasî wan buyeran bibîrtînin û bikartînin wek kerteke siyasî li hemberî aliyên siyasî dijber. Lê mixabin piştî dagîrkirina Efrînê, rojane buyerên girtin û kuştin û revandin û zîndankirin û eşkencedan û pere jêstandin û zeytûn hilkirin û mal jêstandin û derxistina bi darê zorê berferehtir bûne, lê mixabin ti kes bi fermi çêrê nake û daxwaza dadweriyê nake. Gelo ev ne cihê pirs û pirsyariyê ye.

Li gorî rastiyên buyerên roja 16-9-2024`an ku li gundê Kaxrê rûdane, hemû aliyên Kurdî û Kurdistanî bêdengî û bê agahiyên xwe nîşandan. Ev yek tê wê wateyê ku gundê Kaxrê bêkes û sêwî ye.

Dema ku mirov li wan rastiyan binêre û baş bişopîne û werbêj bikin li gel berê û niha taku ew rastiyên veşartî û ên bê çareser werin holê.

Heya niha dengê rasterast û helwestên rasteqîne ji aliyên siyasî ên fermi kurdî an jî Kurdistanî derneketiye û bêdengiyeke bê wêne heye. Gelo ev çi rewşe.? Gelo ev rewş wê çawa were aramkirin û çi demê Efrînî wê ji vê rewşa han rizgar bibin. Heya niha ne ti partî û aliyên kurdî projeyên xwe taybet ji bo Efrînê û xelkên Efrînê nînin.

Ji ber wê yekê ezê herdem û her roj bibêjim Efrîn bêkes û Sêwî ye, di nav de jî, gundê dilşewitî û stemlêkirî Kaxrê jî her bêkes û sêwî ma ye.

Li vir gelê Efrînê dipirse: Gelo wê heya kêngî aliyên siyasî Kurdistanî bêdeng bin. Gelo wê heya kêngî rewşenbîr û ronakbîr û çalakvanên kurd wê bi bîrdoziya partiyên siyasî bîr û hizir bikin û wek tûtiya (Bexbexa) bin.

Gelo wê çawa rê li van binpêkirinan were girtin. Gelo wê çi demê ENKSê dest ji endamtiya koalisyona Sûrî berde û vegere nav rêzên gelê kurd.

Gelo wê çi demê rêkeftina di navbera aliyên siyasî kurdî de were morkirin û yekrêziya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bê saz kirin û hemû bi hev re daxwaza parastina herêma Efrînê ji UNê û welatên peywendîdar bikin.

Ji ber ku, eger yekbûn û yekrêzî nebe, wê demê, rewşa Efrînê wê her biçe dijwartir bibe û wê derbasî nav hemû Rojavayê Kurdistanê bibe.

Ji ber vê banga min ji hemû kesayetiyên çalakvan û ronakbîr û siyasetmedar û rewşenbîrên kurd û ên Efrînî bi taybet û Rojavayê Kurdistan bi giştî, werin em hev bigrin, werin em ji hev hezbikin, werin em jihev nêzîk bibin, werin em bi yek deng û yek helwest daxwaza parastina Efrînê bikin. Wê demê wê hemû Rojavayê Kurdistanê jî parastî û aram be.

 

18-9-2024

 

XELAT