Naveroka Peyvika KURD û ya KURMANCê

Naveroka Peyvika KURD û ya KURMANCê

Nivîskar û Zimanzan: Zeynelabidîn Zinar

Jixwe diyar e ku KURD navê vî neteweyî ye ku li Rojhilata Navî li ser axa xwe ya bi navê Kurdistanê dijî.

Beşeke mezin ji Neteweyê Kurd, wek “kurmanc” hatiye binavkirin.

Gelek car tê dîtin ku hin kes peyvika kurmancê piçûk dibînin. Bi wateya ku Kurdên kurmanc ne eşîr in, kêmik û bê rûmet in.

Ev dîtin, şaşiyeke mezin e.

Wateya peyvika kurmancê ev e:

. KURD + MAN + DI CÎ DE.

Yani Kurdên ku li cihê xwe mane.

Diyar e ku kurtkirina peyvan û qurmiçandina tîpan ji bêjeyan, di nava Kurdan de pir heye.

Min dîtiye ku ji melayekî bi nave Mela Ebdussemed re gotine MAVSEME.

Di navê vî melayî de 14 tîp hene, lê di navê kurtkirinê de tenê 7 tîp hene.

Peyvika KURMANCê jî, kurtkirina ji 13 tîpan tenê 7 tîp weke KURMANC hiştine û niha jî bi kar tînin.

De îcar binerin, rastiya KURD + MAN + DI CÎ DE yê çewa hatiye heşifandin.

Divê neyê jibîrkirin ku zimanê fermî yê Împeretoriya MAD/Medê, kurdiya kurmancî bûye û alfabeya wê jî 44 tîp bûne. Ji ber hindê ye ku îro li dora ji %70 Kurd bi kurmancî dipeyivin.

05/ 05/ 2024. 00:23

XELAT