Yilmaz Gunay li Kerkûk

Yilmaz Gunay li Kerkûk

Nivîs: Stran Ebdullah

Posterek tevdigere, bi qasî filîmekê zoom û sîber û tîrêjan vedihewîne. Çîrokeke veşartî vedibêje. Ku hem xem û jiyana lehengên li pişt ekrana rengîn hîn hindik e ku mirov bêje. Ew hem xemgîn e û hem jî çiqas li ser wê were gotin hîn jî hindike û kême, hertim li pişt ekranên rengîn jiyana lehengên wê bi mije.

Sala 1974`an bû û em gav bi gav bi hilweşîna Şoreşa Kurdistanê re rû bi rû bûn. Eger li her derê Kurdistanê jiyan asayî nebe jî, ewe li Kerkûkê bi dara zora rejîmê û bi erebkirinê û bi baasî kirin jiyan hatibû asayî kirin.

Mijar mijara sînemaya Kerkûkê ye, ku ew bajare hertim cihê balkêşiya ferhenga Tirkan bûye, heta eger di siyaseta fermi de rola xwe qels û kêm reng bin jî, xem nake herî kêm amadebûna siyasî ne be jî, bila amadebûneke me ya nerm hebe eger sembolîk be jî, divê em ji bo afîşên fîlman de amade bin.

Sînema tekane derfet e, ji ber ku netewperestên kevnar ên Iraqê nedixwestin hebûna Tirkan siyasî be û tirkperestî bi ereban re hevrikiyê bike. Eve ez ji bo dema berê dibêjim!

Bi wî halî jî bînerek heye û pêwîstiya bazarê wê dixwaze ku bi filîmên Tirkî bên têr kirinê. Fîlmên Tirkî li dunyaya rûyên wan li rojhilatê diçû Lubnan, Misir û Êraqê û li Êraqê jî piştî Bexdadê, Kerkûk cihê wan bû. Hem Turkmanan jê hez dikiri û hem jî Kurd û Ereban seyra wan filman dikirin.

Ew fîlim fîlmê `Zeyno` yê ku îro di tomara sînemaya Yilmaz Gunay de nav û naveroka wê heye, berhema sala 1970`î ye. Helbet tiştekî kêmtir ji filmê (Rê) û yên dinê ku paşê ji bo Gunay navûbangê navneteweyî û Kurdistanî peyda dikin.

Li vir (Gunay) ekterekî navdar ê tirk e û kes behsa kurdbûna wî nake. Xanima lîstikvan a jin (Holya Koç Yigît) jî ku şirîkê palawantiyê ye, jineke bi eslê xwe tirkê Bulgaristanê ye û diyar e ku ew jî penaberek e û li Tirkyeya Kemalîst de stêrka wê geş bûye..

Herdu ekter jî li ser ekranê bi fermî tirk in û nûnertiya sînemaya tirkiya yê dikin. Tam deh sal şûnda Yilmaz Gunay di nîveka salên 1980yî de wek kurd û kurmancekî resen diçe Parîsê. Li wir bi tijiya dengê xwe bang dike `Bijî Kurdistan` û ji nava dilê xwe ew wek Kurd dimrê.

Her di salên 1980`an de, nivîskarê Tirk ê ku ji aliyê Kurdan ve tê hezkirin (Ezîz Nesîn) jî, pirtûkekê li ser kurdên tirkiya û tirkên Bulgaristanê dinivîse.

Yanî ew wek pirtûkeke li ser eslê du lehengên posterê ye.

Belkî kêm ji temaşevanên salên 1970-î ên li Kerkûkê ku şansê dîtina fîlmê wan, li sînemayên Elameyn û Atlasê hebû be, zanibûn ku ev lehengê ne xweşik Yilmaz e û ji wane û ji qewmê hêja yê Kurde û piştî bi dehê salan ji derbasbûna ser wê posterê wek mezinê sînemaya tirkî tê nasandinê û dibe bavê sînemaya Kurdî û lehengê cihê şanaziya Kurdayetî ya nûjen.

Lê belê serpêhatî dibêjin ku, piştî herdu Kerkûkî; kak Bekir Şiwanî û Sîrwan Rehîm, destana (Nesîn) a li ser kurdê Tirkiyayê û tirkê Bulgarîstanê werdigerînin ser zimanê kurdî û Kerkûkiyekî akademisiyen jî, Dr. Cebar Qadir pêşgotina wê weha dinivîse (Tirk li Bulgarîstan û Kurd li Turkiyayê).

Delalino temaşe bikin! Posterekî nav rûpela (Swalif Kerkûkiye- Gotinên Kekûkiyan) Şêx Reza Kerkûkî dibêje (çi gobenêkî nayewe) û çi birîneke kûr a Kurdî û Kerkûkî hate kulandin?

Îca hin kes hene ku bi dîtina wan Kurdayetî xormeye û nizanin ku pirsa Kurde û bi serê Kurdan hatiye.

Wergerandin / Dawûd Çîçek

XELAT