Bilind û birûmet be bîranîna rojnamegeriya kurdî
Bi helkefta 127 saliya rojnamegeriya Kurdî, silav û rêzên min li giyanê mamostayê mezin “Miqdad Medhet Bedirxan” û hemû şehîd, qurbanî û rêwiyên di warê rojnamegeriya Kurdî de.
Ev roja ku di dîroka kurd û Kurdistanê de weke bîranîn û yadgariya malbata Bedirxanî`yane bi zindî maye û wê her bi zindî jî bimîne, ev rastiye jî bo me piştrast dike ku kurên dilsoz ên vê nîştimana parçebûyî, ku li sirgûnê jî, hê jî dilê wan li ser têkoşîna rewa ya neteweya xwe ye. Dema ku Osmaniyan beşeke ji xelkê me yê Bakurê Kurdistanê koçber dikin û ji warên wan dûr dixînin, Bedirxaniyan; Ji Qahîreyê banga şoreşa ronakbîrî kirin û li ser destê wan di 22ê Nîsana 1898an de yekemîn hejmara rojnameya Kurdistanê hat derxistin.
Miqdadê, beheştî her di hejmara yekem de wiha dinivîse: “Min bi navê Kurdistan rojnameyek derxist. Armanca min ew e ku di warê çand, siyasî, ziman, aborî û zanistî de gelê kurd hişyar bikim.”
Di vê bîranîna pîroz de, li ser asta rojnamevanên Bedirxanî û hemû kesên ku rojname û rojnamevaniya kurdî anîne heta roja îro; Em destê xwe datînin ser singe xwe û bi germî pîrozbahiya wan dikin ku niha û demên pêş de ev erkê dijwar digrin stûyê xwe.
Salvegera rojnamegeriya kurdî bilind û bi rumet be û pîroz be.
Nivîskar: Gelawêj xan
Xelat
