Dûrbîniyên Mam Celal û kak Nuşîrwan.. Mihemed Emîn Pênciwênî

Dûrbîniyên Mam Celal û kak Nuşîrwan.. Mihemed Emîn Pênciwênî

yekem....

Serhildana gelêrî û berxwedana gelên Sûriyê nû dest pê kiribû, di wê demê de rejîmên Tûnis, Misir û Lîbyayê yek li pey hev hildiweşiyan.

Bihara Erebî coş û kelecana kolanên welatên Ereb gurr kiribû, di heman demê de rejîma Beşar Esed ji gelek deverên Rojava vekişiya û li hin deveran hêzên şoreşger ên Kurd li Rojava dest danîn ser saziyên hikûmetê.

 Ji aliyeke din ve çalakvanên PYDê û şervanên rojava ji bo rêberî, rêxistin û bilezkirina şoreşa Rojava vedigeriyan welatê xwe û kom bi kom di rêya (Fîşxabûr) re derbas dibûn.

Li başûr jî, hin ji van çalakvanan dest bi teşwîqkirin û komkirina penaberên sûrî, di nav wan de Kurd û neteweyên din kirin, ji bo teşwîqkirin û şopandina şoreşê êdî deng weha belav dibûn ku ha îro yan sibê Beşar Esed wê bikeve.

 

Wê demê Rewan Şad (Mam Celal) sand pê min û got: “Kî ji Kurdên Rojava û kadroyên wan li van deran hene, ji min re bangî wan bikin.

 Di wê demê de kadroyekî PYDê hebû bi navê Dr. (Hisên Koçer) li gel du hevalên din em çûn mêvandariya Mam Celal li Qela Çiwalan , Mam Calal berê xwe da

 me û got: Hûn ji rewşa Sûriyê û Rojava çi dizanin ji min re behs bikin. Wan kadroyên Rojava jî ku her roj bi Sûriye û Rojava re peywendiyên wan hebûn, tiştên ku dizanîbûn tam ji me re gotin ku, waye Bin Elî, Qezafî û Mubarek çûn, Beşar jî dê di demek nêzîk de biçe û emê vegerin welat.

 Paşê Mam ji wan re bi dirêjî behsa dîroka avabûna dewleta Sûriyê û serhildan û şoreşên Kurdên Rojava kir û got: Beşar nakeve û dimîne ji ber wê yekê hemû pirên xwe li gel Beşar Esed hilneweşînin bila herî kêm qasî (têleke purê Miawiye) di navbera xwe û Beşar de bihêlin daku hûnê di pêşerojê de fêdê jê bibînin , got jî dema ez dibêjim Beşar nakeve ji ber van sedeman nakeve:

 Yekem: Rejîma Beşar ne wek rejîmên ku li ber çavê me hilweşiyane yên ku we behs kirin, Beşar hemû movikên dewletê kontrol kiriye di nava malbata xwe de, wek hêza artêş, îstixbarat, ewlekariya navxweyî, hêzên hewayî, banka navendî û têkiliyên navneteweyî. di nav pismam û zavayên xwe de parve kiriye.

 Duyem: Îran û Rûsiya rê nadin Beşar bikeve, ji ber ku alternatîva Beşar Îxwanî û îslamiyên tundrew û hêzên dagîrker ên Tirkiyê ne, ev alternatîf ji bo Kurd û gelê Sûriyê xerabtir û kujertir e.

 Sêyem, Îsraîl ji vê tevgerê ditirse û qebûl nake, heta Îsraîl razî nebe, hêzên îslamî yên tundrew tu carî nikaribin dest deynin ser welatên ku sînorên dewleta Îbranî ne.

 Çarem, qet dûr nabînim hêzên Rûsî û Îranî berdewam bin û erdnîgariya herêmê kontrol bikin, her weha wê hêzên Amerîka û hêzên hevpeymanan jî bên Sûriyê, wê yekê jî bizanin ku ew deverên ku ev hêz têda kom dibin deverên (Xaz û patrolê) ya Sûriyê ne ev jî derfetek zêrîne jib o Kurd ku bikarin bi aqilane vê lîstikê bilîzin di vê navçeya agirîn de. Ji ber wê yekê ez dibêjim hemû pirên xwe li gel Beşar hilneweşînin.

 Mam Celal berê xwe da min û got: “Pênciwênî, tu jî here li ser navê min ji biraderên Qendîlê re bêje.

Zeman hat û zeman çû gotinên Mam Celal wek xwe hatine cihe û rast derketin.

- Mihemed Emîn Pêncwênî