Şerê Berazan Di Baxên Me De

Şerê Berazan Di Baxên Me De

Nivîs: Hozan Efrînî

Ez dixwezim nivîsa xwe ya bi navûnîşana (Şerê Berazan Di Baxên Me De) bi dirêjahiyê binivîsim û ezê bikim xelek bi xelek û ez vê xeleka yekem dest pê dikim û pêşkêşî xwendevan û şopênerên zimanê kurdî dikim ku girîngî didin bi zimanê zikmakî ya dayîkê a kurdî latînî.

Ji berk u ewên ku girîngî didin zimanê dayîkê ê kurdî dikanin ji rastiya hest û hestyariyên netewî ya kurdî baş nas bikin. Ji berk u dema ku mirov bi zimanê dayîka xwe a şêrîn dipeyîve, wê demê hest bi hestên netewî ê şêrîn dike û girêdana xwe bi ax û bax û çiya û stana Kurdistanê berferehtir û bihêztir dibe.

Wek hûn jî dizanin ku di 21 subata borî de, me hemûyan li ser zimanê dayîkê a ûêrîn nivîsand û bername û çalakî lidarxsitin. Ji berk u ew roj rojeke dîrokî ye ji bo tevahiya gelên cîhanê û bi taybet ji bo gelê kurd, ji berk u gelê kurd ji zimanê dayîka xwe a şêrîn bê beş bibû, ji ber qedexekirina zimanê kurdî ji aliyê rêjîm û desthilatên dîktetoran ve, qqedexekiria zimanê kurdî, her çû zimanê kurdî li cem gelê kurd şûrîntir û xweşiktir kir.

Wek em baş dizanin ku ji hezaran salan ve, şer û ceng û nelihevî û milmilaniya dijber û neyarên gelê kurd di nava bax û baxçeyên Kurdistanê de têne kirin. Ev alozî û nelihevî û wêrankarî, ti carî nehat çareserkirin û gelê kurd ji wê derdê rizgar nebû û hîn jî nebû ye.

Şerê wan berazan tenê li nav bax û baxçeyên me çêdibe, ji ber ku, em xwedanê staneke bê wêne û gelek girîngin ku Kurdistan e. Kurdistan ji aliyê hemû gelên cîhanê ve tê naskirin, lê mixabin ji aliyê desthilatdarên wan ve naye pejirandin û rê Nadin ku tê de aramî û hêminî û aştî bête kirin.

Temaşe bikin ku bêhtir ji 3 şoreşên Kurdan li Kurdistanê li dijî stem û nelihevî û ne dadweriya ku bi serê me kurdan de dikin hatine lidarxsitin û hemû jî bi darên zorê û bi hesin û agir hatine serkotkirin û jinavbirin. Hemû rengên jinavbirinê li serê gelê kurd pêkanîn, Enfal, kîmyebaran, serjêkirin û bidarvekirin û bi eşkenceyan û gelek tiştên din encam dan, lê kurd jinav neçû, dîktetorên welatê rojê ji nav çûn, lê gelê kurd ji nav neçûn.

Temaşe bikin ku çawa şerê berazan tenê li nav baxên me tên kirin û hîn jî, ji me nerazîne û hewil didin ku me ji hole rakin û qirbikin. Şer ji hezaran salan ve di nava bax û baxçeyên me têne kirin û bacê wê jî her em didin.

Dirêjahî di xeleka duyem de ye…..

 

Xelat