Şivanê Dêra Anababtays: Serkeftina li Kerkûkê destkefta hemû kurda ye

Şivanê Dêra Anababtays ya Amerîkî a li bajarê Silêmaniyê (Hesen Ehmed) ragihand, Kurdistan bi ew cudahiyên ku heye xweşe, Kurdistan bi ew rengên têde heyî û bi pêkvejiyanê xweşe.

Xeleka bernameya vê carê li ser pêkvejiyana pêkhateyan bûye çi etnîkî û çi jî yên olî û civakî bûye bi taybetî jî piştî hilbijartina (Rêbwar Taha) wek kurdek û namzetê YNK`ê ji bo parêzgarê Kerkûkê ku gelek pêkhate li wî bajarî dijîn û pêwîstî bi parêzgarekî ye ku bikare rêveberiya wî bajarî bike û mafê hemû pêkhateyên olî û netewî biparêze ji Kurd û Ereb û Tirkuman û Keldûaşur û pêkhateyên dinê ew jî bi siyaseta hekîmane ya rewanşad Serok Mam Celal dibê.

Bernameya HORÎ ku di radyoya Dengê Gelê Kurdiatanê li bajarê Silêmaniyê tê weşandin û ji aliyê Hozan Efrînî vet ê pêşkêşkirin li ser (Pekvejiyana Pekhatan) bûye bi mêvandariya mamosta (Hesen Ehmed) Şivanê Dêra Anababtays ya Amerîkî a li bajarê Silêmaniyê.

Di serî de (Hozan Efrînî) ew serkeftina Kurd li Kerkûkê pêkhatî pîroz kir, bi taybetî jî kak (Rêbwar Taha) wek parêzgarê nû yê Kerkûkê û daxwaz ji mêvanê xwe kir ku ew li ser pêkvejiyana pêkhatan çi dibêje?.

Di vê derbarê de destpêkê Hesen Ehmed got: Ez bi navê xwe û bi navê kenîseya Anababtays a Amerîkî pîrozbahiyê li parêzgarê nû yê Kerkûkê dikim û her weha ez wê serkeftinê li hemû kurdan dikim û hêvîdarim parêzgarê nû bikare xizmeta xelkê Kerkûkê bike ji ber ku Kerkûk wekû Silêmaniyê bajarê rewşenbîran e û divê bajarekî aram û aştî be. Ez nimêj dikim ji Xwedê re ku li kêleka wî bisekine û di karê xwe de serkeftî be û xizmeta gelê Kerkûkê bike û pêkvejiyana rasteqîne li wir ava bike.

Şivanê Kenîseya Anababtays diyar jî kir ku, nameya hezretî "mesîh" aştî û hezkirine ku daxwazê ji me dike ku em aştî û hezkirinê pêkbînin di jiyanê de, ez û te jî em mecbûrin ji hev hez bikin. Îro dema Kurdek li Kerkûkê dibe parêzgar nayê wê wateyê ku Ereb û Tirkuman biçin bajarekî dinê belkû divê em bi hevre bijîn û divê hemû pêkhate pêkve dest bidin hev dakû pêşerojeke xweşî bibînin û biafirînin. Divê em cudahiyên hev qebûl bikin û tiştên hevbeş yên di navbera hevdu de xort bikin.

Hozan Efrînî got; Rewanşad Mam Celal digot (Kerkûk hêlana hemû netew û pêkhateyane û yek rê heye ew jî riya aştî û biratî û pêkvejiyanê ye, eve çiqas di roja îro de wê cihê xwe bigre û taybetî piştî ku parêzgarê nû Kurde. her weha di demekî de ku desthilatên Êraq ya berê înkara tirkumanan dikirin, Mam Celal qîmetek mezin dida wan ku mafên xwe bi azadane bikar bînin. Hûn wek şivanê kenîsê hûn çi dibêjin?..

Şivanê Dêra Anababtays got; bi rastî rêbaza rewanşad Mam Celal rêbazeke biratiyê û pêkvejiyanê bûye û pêşeroj bi awayekî zelal didît, peyama me jî ew ji bo pêkhateyên Kerkûkê ku ji hevdu hezbikin û jiyana aştiyane biparêzin û pêwîstiya me hemûyan bi hev heye bi awayekî kêfxweşî û hezkirin û aştiyane.

Derbarê rewşa herêma Efrînê de jî şivanê dêrê diyar kir ku; Efrîn êş û azarekî mezine û got; ez bi xwe Efrînî me û ew tiştê li Efrînê çêdibe gelekî xirape, kuştin û îşkence,yanî kevirên me birin û darên me birin û mirovên me birin yaku mabû poşê li erdê mayî bû, ewjî agir berdanê. Lê ez ji xelkê xwe yê Efrînê re her nimêj dikim, dayîk û bavê me ne, birayê me, em ji wan re nimê dikin û xwedê wan kesên çek di destan de û bang li wan dikim ku dest ji wan çekan berdin û vegerin aştiyê û vegerin pêkvejiyanê û dunya her weha namîne û dawiya xerapiyê wê were û lazime em li pêşroja xwe binêrin, gotinek heye dibêjin (Xwîn bi xwînê tê şuştin lê ez dibêjim nexêr (xwîn bi avê tê şuştin).

Hesen Ehmed tekez li wê yekê jî kir ku, Kurdistan bi ew cudahiyên ku heye xweşe, Kurdistan bi ew rengên têde xweşe û îro dema em li nav bajarê Silêmaniyê li Seholeke êvarê çayekê vedixwin tu nizanî ewê li tenişta te muslimane yan mesîhî, xwedî bawere yan bêbawerî, lê bihevre em diaxivin û dikenin û destxweşiyê li hevdikin û pêkve dijîn ev azadiya îro li Kurdistanê heye tiştekî gelekî xweşe.

Di dawiyê şivanê dêra Anababtays a Amerîkî li Silêmaniyê (Hesen Ehmed) daxwaz ji Hozan Efrînî kir ku ji bo Kurdistanê nimêj bike. Dûvre şivan Hesen Ehmed ji bo aştî û pêkvejiyanê û Kurdistanê nimêj kir.

 

XELAT