ROJAVA- Kongireya Hesekê ya yekhelwêstiya pêkhatan
Berpirsê Peywendiyên Encumena Sûriya Demokrat MSDê (Hesen Mihemed Elî) roja yekşemê 10/8/2025 bû mîvanê bernama ROJAVA ya kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de (Hesen Mihemed Elî) bal kişand ser Kongireya Hesekê ya yekhelwêstiya pêkhatan û giringiya wê wek pêwîstiyeke ji bo pêşeroja Sûriyê û avakirina sîstemeke ne navendî û beşdarbûna hemû pêkhate û aliyên Sûriyê di avakirina Sûriyeya nû de.
Her weha Hesen Mihemed Elî diyar jî kir ku bakûrê Rojhilatê Sûriyê muzayîkeke ji pêkhateyên Sûriyê ye û ew nimûneya rêvebirinê ya li rojhilatê Firatê heye divê li hemû Sûriyê were pêkanîn.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
