Qubad Talebanî: Êrîşa li ser Rojava êrîşa li ser rumet û kerameta Kurdane

Qubad Talebanî: Êrîşa li ser Rojava êrîşa li ser rumet û kerameta Kurdane

Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di peyamekê de ragihand: Ev êrîş ne tenê li ser Rêveberiya Xweser û Rojavayê Kurdistanê ye belkû li ser rumet û kerameta Kurdane.

Eve jî naveroka peyama Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ye:

"Em li ber cîhan û serdestan nagerin ku me biparêzin, belkû em tînin bîra wan ku ev ne cara yekem e ku ew li dijî Kurd piştgirî didin neyarên Kurdan, û her carê piştî bi salan ji bo wan diyar dibe ku zerer dîtine. Tenê ewqas bese ku were bîra wan ku serdemekê pişta rêjîma Baasiyan digirt li dijî gelê Kurd. Lê Kurd man û Baas bi dunyayek karesat û tawan çû û nema.

Em tînin bîra hemû mirovekî xudan wijdan li cîhanê ku eve ne tenê hêrişe li ser Rêveberiya Xweser û Rojavayê Kurdistanê ye, belkû êrîşe bo ser rumet û kerameta Kurde li hemû cîhanê, êrîşe li ser hêz û miletekî ku zêdetir ji 12 salane li şûna cîhanê şerê terorê kiriye û gelên Sûriyê bi bê cudahî û bi hemû pêkhateyên wê parastine.

Em şanaziyê bi wê hesta hevpeywendî û hevsozî ya hemû gelê Kurd dikin û eve jî tennê misogeriya man û nemana me ye.

Em bi erkê xwe dizanin ku hemû hewlekê bidin ji bo alîkariya kur û keçên me yên wêrek li Rojava û rawestandina ew rewşa dijwar û aloz û aramkirina rewşê û misogerkirina mafên wan li nava destûra daîmî de."

 

Xelat