Dawud Çîçek: Plana li dijî Kerkûkê û ya li dijî Rojava yeke
Xeleka vê carê ya bernameya Rojava ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevanê bi şiyan ve tê pêşkêş kirin li ser rewşa dawî li Kerkûkê û heman demê de li ser rewşa Dêrazorê û Minbicê li Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêj kirin.
Di vê derbarê de rojnamevan û çavdêrê siyasî Dawud Çîçek ragihand ku, plana li dijî Kerkûkê û ya li dijî Rojavayê Kurdistanê yeke û dijminên gelê Kurd dixwazin nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê biguherin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku xelkê Kerkûkê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê gelek qurbanî dane ji bo parastina nasnameya Kurdistanî bûna Kerkûkê. Her weha rewanşad Serok Mam Celal jî bi siyaseta hakîmane tekez li ser pêkvejiyana hemû pêkhateyên Kerkûkê bi awayekî aştiyan û aram û demokratîk dikir û berevanî li mafê hemû pêkhateyan dikir û digot Kerkûk qudsa Kurdistanê ye.
Derbarê êrişên li ser hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê jî Dawud Çîçek da zanîn ku, dîsa grupên terorîst û DAIŞ bi navê eşîrên erebî êrişî Kurdan dikin û dixwazin planên hêzên navçeyî li dijî destkeftiyên Kurdan cîbicî bikin.
Sekoya Kurmancî
