Biradost Mîtanî: Xebatên ragihandina YNK ji bo zaravayê kurmancî pir bi nirxin

Zimanzan û nivîskar û dîrokzan "Biradost Mîtanî" ragihand, xebatên mekteba ragihandinê ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê YNK`ê ji bo xizmeta ziman û çanda Kurmancî gelekî bi nirxin û daxwaz jî kir ku li Rojava jî giringî bi zaravayê Soranî bê dayîn.

Xeleka vê carê ya bernameya (Xelata Kurmanca) ku li Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê weşandin û rojnamevan Hozan Efrînî pêşkêş dike bi mêvandariya zimanzan û nivîskar û dîrokzan (Biradost Mîtanî) bû li ser rewşa rêzimana kurdî.

Biradost Mîtanî, di wê derbarê de axivî û got ku, îro li Rojavayê Kurdistanê azadiyek heye û dibistanên rojava ji pola seretay û heta zanîngehan bi zimanê kurdî tê xwendin. Her weha gelek ferheng jî tên amade kirin.

Her weha da zanîn ku, zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pêş dikeve û (Saziya Zimanê Kurdî SZK`ê) ya girêdayî desteya perwerdê ya Rêveberiya Xweser xizmeteke xweşik ya zimanê kurdî dike bi xebateke pisporî û zanistî û encama wê xebatê jî amadekirina rêzimana kurdî ya zaravayê kurmancî bûye.

Li ser pirsa rojnamevan Hozan Efrînî ku çima rênûs û rêzimanên kurdî yek nînin? Biradost Mîtanî got: Gelek rêziman hatine derxistin lê rastî heta niha têgeh nebûne yek û hîna cudahî di rêzimana kurmancî de tê dîtin, niha kar li ser wê yekê tê kirin ku rêziman bê yekxistin. Rêzimana kurmancî bi rêya Rêveberiya Xweser de hemû proje û biryar tên yekxistin û rêzimana kurmancî yaku SZK`ê amadekiriye yekxistina têgehane.

Hozan Efrînî ew yek jî pirsî ku, zaravayê soranî niha bûye akademîk û li dibistanan bi yek rêzimanî û têgehî tê xwendin lê ya kurmancî hîna cudahiya rêzimanî nehatiye rakirin, çi pêwîste ku ya kurmancî jî bighêje asta ya soranî?. Zimanzan û nivîskar û dîrokzan `Biradost Mîtanî` eşkere kir û got: Ez bi xwe dizanim ku tîpên soranî kevintire û rewşenbîr û zimanzan û nivîskarên herêma Silêmaniyê û bi taybetî mamostayê mezin (Tofîq Wehbî) xizmetek mezin ji rêzimana Kurdî ya Soranî re kiriye bi nêrîna min ewe, diviyabû me ew zarave bixwenda û pêşxistiba li nava kurdan de lê mixabin ji ber dagîrkiriya kurdistanê ev parçebûn çêbû. Bi bê zaravayê soranî zimanê me pêşnakeve û divê ev têkiliya zimanê bê pêşxistin.

Rojnamevan Hozan Efrînî ji mamosta Biradost Mîtanî re diyar kir ku, mekteba ragihandinê ya YNK`ê sekoya Kurmancî ava kiriye û pêşxistiye û du bername bi navê (jiyana kurmanca û xelata kurmanca) her weha rojname û malpera Xelatê damezrandiye ji bo xizmeta çand û ferhenga Kurmanca gelo nêrîna wî çiye?.

Biradost Mîtanî tekez kir û got: Ez behsa van têkiliiyan dikim di navbera zaravayên Kurdî de û di vê derbarê de bajarê Silêmaniyê pêşenge di xebata xwe hem ya netewî û hem jî ya rêzimanî û rewşenbîrî de jî. Ew xebatên ku hûn dikin gelek encamên wê pêktîne daku rêzimana kurmancî û soranî pêkve pêş bikeve. Divê Rojavayê Kurdistasnê jî kar û xebatên weha pêş bixe wek ya mekteba ragihandina YNK`ê dike.

Ew yek jî eşkere kir ku, Saziya Zimanê Kurdî jî kar û xebatê li ser peyv û tîpên soranî û rêzimana soranî dike û rola rewşenbîran û nivîskaran jî gelekî diyar têde heye.

 

XELAT