Paşxistina Hilbijartinên Şaredariyan li Rojavayê Kurdistanê

Paşxistina Hilbijartinên Şaredariyan li Rojavayê Kurdistanê

Endamê Nûneretiya Rojavayê Kurdistanê li Herêmê (Fethula Huseynî) ragihand, li ser pêşniyarên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan bo meha tebaxê hatine paşxistin.

Fethula Huseynî bû mêvanê bernameya HORÎ ya di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de ji aliyê Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin, têde Paşxistina Hilbijartinên Şaredariyan li bakûr û rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêj kirin.

Fethula Huseynî amaje bi wê yekê jî kir ku, aliyên siyasî daxwaz ji komisyona bilind a hilbijartinan ya bakûr û rojhilatê Sûriyê kiriye ku pêwîstiya wan bi demê heye daku amadekariyên baştir bên kirin, her weha ji bo nasandina berbijêrên şaredariyan, eve jî biryareke di cihê xwe de bûye.

Derbarê helwesta Amerîka û hevpeymaniya Navdewletî jî Fethula Huseynî diyar kir ku bi awayekî ne rasterast hevpeymaniya navdewletî daxwaza paşxistina hilbijartinan jî kir lê ya esasî li ser pêşniyara fraksyonên bakûr û rojhilarê Sûriyê bûne.

Endamê Nûneretiya Rojavayê Kurdistanê li Herêmê Fethula Huseynîm, eşkere jî kir ku giftûgo û danûstandinên Kurdî- Kurdî careke din li Rojavayê Kurdistanê zindî dibin ku ev jî cihê dilxweşiyê ye. 

XELAT