Tablo û karîkaturên Yehya Silo li çar aliyê cîhanê tên naskirin

Tablo û karîkaturên Yehya Silo li çar aliyê cîhanê tên naskirin

Wênesaz û karîkaturîstê kurd (Yehya Silo) ji Rojavayê Kurdistanê ye ku tabloyên wî têne pêşandan û bi yên hunermendên din ên cîhanê re têne berawirdkirin.

Yehya Silo, hunermend û karîkaturîstekî li bajarê Dûsseldorf ya Almanyayê dijî, ji rojnameya Kurdistanî Nwê re got: "Min ji zarokatiyê ve dest bi wênesaziyê kiriye. Piştî ku min xwendina seretayî li gundê xwe temam kir, berdewambûm li xwendina xwe ya lîse û zanîngehê li parêzgeha Helebê. Di salên 1980an de, min li Helebê berdewam kir di hunera wênesaziyê, bi taybetî li navendeke hunerî li Helebê, ku min karê xwe li wir bi awayekî akademîk pêş xist, her ji destpêkê ve, piraniya berhemên min Kurdî û Kurdistanî bûn.

Yehya Silo diyar kir û got: "Di salên min ên li Almanya de, min hunera xwe ya wênesazî û karîkaturan bi awayekî modern pêşxistiye. Berhemên min li Ewropa û cîhanê têne zanîn. Ez her wiha wêne û karîkaturan ji çend rojname û malperên li Almanya, Ewropa û Kurdistanê re dişînim."

Ew yek jî da zanîn û got: Karên min li Sûriyeyê bêtir herêmî bûn, lê li Ewropayê teknîk û şêwaza min a taybet heye. Min kariye bi awayê xwe bixebitim û ji sînorên klasîk derkevim û karê xwe pêş bixim. Li gundê me gelek bermahiyên kevnar ên Romayî hebûn û min ji wan gelek sûd wergirt, nemaze di hunera wênesaziyê de.

Amaje bi wê yekê jî kir; "Her çend ez wekî hunermendek dixebitim jî, ez li Ewropayê bêtir bi karîkaturên xwe têm naskirin. Gelek rojname û malper li Almanya û li çar aliyê cîhanê karîkaturên min diweşînin, di heman demê de hunera karîkaturê pir girîng e û xwedî şêweyekî galeriyê ye."

Di berdewamiya axaftina xwe de Yehya Silo da zanîn ku; Her çend min berê li parêzgeha Helebê karîkatur çêdikirin jî, dezgeheke medyayê tunebû ku wan biweşîne, ji ber vê yekê mirovan ew bikar neanîn, lê li Almanya, bi taybetî li ser medyaya civakî, giringiyeke zêde tê dayîn.

"Karîkatur hunereke girîng e û divê medyaya Kurdî û rojnameyên Kurdî nirxek taybet bidinê, ji ber ku taybetmendiya karîkaturê ew e ku ew hunereke rexnegir e û civak bêyî rexneyê nikare pêş bikeve," Yehya Silo got.

Dibêje jî: "Her sal ez li Almanya, Fransa û Ewropayê pêşangehek ji tabloyên xwe vedikim. Em dixwazin çand û hunera Kurdî li Ewropa û cîhanê bidin nasîn û bi rêya tabloyên xwe xizmeta gelê xwe bikin û peyama huner û çanda Kurdî bi awayekî modern bigihînin cîhanê."

Yehya Silo ji bilî ku, karîkaturîst, şêwekarekî navdar ê kurd e, ew nivîskar û romannivîsekî navdar e, ew ji gundê Ehresê ya li bakurê parêzgeha Heleb ye, ku hejmareke mezin ji Kurdan di dirêjahiya dîrokê de lê jiyane û cihê resen ê neteweya Kurd e. Ew karê xwe yê hunerî jî berdewam dike.

XELAT/ Kurdistanî Nwê