HORÎ- Çarenivîsa Kurdên Bê Nasname

Şareza li karûbarên bênasnameyan (Mihemed Mîrza) ku bi xwe xelkê bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye û bênasname ye bû mîvanê Bernama HORÎ ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê û li ser mijara Çarenivîsa Kurdên bênasname li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêj kirin.

Kek (Mihemed Mîrza) ku yek ji kesên ku ketiye ber şalawê serjimêriya 1962`an a hikûmeta Sûriyê ya berê û ji regeznameya welatîbûnê hatine bêpar kirin di vê hevpeyvînê de bal kişand ser rewşa kesên bênasname yan jêre dibêjin (Mektûm) li Rojavayê Kurdistanê ku ji hemû mafên mirovî û welatîbûnê hatine mehrûm kirin. Her weha ji bo çarenivîsa wan kurdan di Sûriyeya nû hate gotûbêj kirin û têde daxwaza wê yekê jî hat kirin ku divê ew biryarên bênasnamekirina bi hezaran kurd were hilweşandin.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin. 

XELAT