Endazyarê Çandiniyê Mihemed Edhem mîvanê Jiyana Kurmanca ye
Mîvana xeleka îro 12/7/2025 ya Bernama (Jiyana Kurmancan) endazyarê çandiniyê rêzdar (Mihemed Edhem) bû, ku bi xwe ji herêma Efrînê ye û niha li Silêmaniyê dijî.
Di vê hevdîtinê de Mihemed Edhem derbarê girîngiya darên zeytûnê, wekî kesek ji Efrînê axivî û got ku, çandina zeytûnan pir girîng e ji aliyê aborî, tenduristî û jî bo parastina jîngehê.
Endazyarê çandinî Mihemed Edhem ku bi xwe li herêma Efrînê xudanê zeviyên zeytûnan e bal kişand ser sûd û feydeya zeytûn û zeyta zeytûnan kir di warê tenduristiyê de her weha zeyta zeytûnan ji petrolê girantire.
Bernameya "Jiyana kurmancan" li ser kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de danê sibehê demijmêr 10an de tê weşandin bername ji aliyê (Roşîn Serêkaniyê) ve tê pêşkeşkirin.
XELAT/ Roşîn Serêkanî
