ROJAVA- YNKê û Yekrêziya Rojavayê Kurdistanê
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSDê li Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwîş roja Çarşemê 4/6/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de Hoşeng Derwîş bal kişand ser rola Yekîtiya Nîtşimanî ya Kurdistanê û bi taybetî rola rewanşad Serok Mam Celal di piştevanîkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya YNKê ji xebat û tekoşîna rojava re ku îro destkeftiyên mezin hatine bidestxistin.
Her weha Hoşeng Derwîş behsa rola YNKê di yekrêzî û yekhelwêstiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
