HORÎ- Erka Bizava Aştiya Navxweyî?
Endamê Desteya Bilind ê Bizava Aştiya Navxweyî- BAN (Salihê Mûsê), roja şemiyê 6/9/2025 bû mîvanê Bernama (HORÎ) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Kesayetiyê dêrîn yê rewanşad serok Mam Celal Talebanî û xebatkarê netewî Salihê Mûsê derbarê erkê Bizava Aştiya Navxweyî- BAN axivî û got: Bizava BAN pêwîstiyeke ji bo gelê Kurd ji berk u hêzeke fikrî û ya reform û aştiyê ye daku ji tund û tûjiyê dûrkevin û giringiyê dide diyalogê.
Salihê Mûsê bal kişand ser wê yekê ku, Bizava Aşîtiya Navxweyî niha li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê şaxê xwe avakirine, gelek mirovên akademîk û rewşenbîr û ronakbîr têde başdarin û hemû partî û ol û pêkhatên civaka kurdî dikarin bibin endam.
Her weha bal kişand ser wê yekê jî ku rola jinê di nava bizavê de gelekî aktîve û gelekî jêhatî û jîrin bi taybetî jî rola jinê di aştiya navxweyî de gelekî li pêşe.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT
