Berhemên 1`mîn Dîdara Nîştîmanî ya Serok Mam Celal tê belavkirin

Berhemên 1`mîn Dîdara Nîştîmanî ya Serok Mam Celal tê belavkirin

Saziya Serok Celal Talebanî û Saziya Behrilelûm, berhemên 1`mîn Dîdara Nîştîmanî ya ji bo Serok Mam Celal di 2 cîldên pirtûkan de belav dike.

Îro roja şemiyê 21/9/2024 bi rêrûsmekê li bajarê Bexdadê hemû Berhemên Yekemîn Dîdara Nîştîmanî ya rewanşad Serok Mam Celal tên belav kirin.

Pirtûk ji aliyê Dr. Îbrahîm Behrilelûm ve hatiye amade kirin û ji 653 rûpelan pêktê û ji aliyê peymangeha Eleelemîn a xwendina bilind bi piştevaniya Saziya Xêrxwazî Behrilelûm tê belav kirin.

Bi boneya şeşemîn salvegera koça dawî ya rewanşad serok Mam Celal di roja 3/10/2023`an de û bi amadebûna Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî û Serokomarê Êraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd  û rayadarên Êraqê û nûnera Neteweyên Yekbûyî li Êraqê, li bajarê Necefê, yekemîn Dîdara Nîştîmanî ya Serok Mam Celal Talebanî birêveçû.

 

XELAT/ PUKMEDIA