Konê Reş pirtûka `Qamişlo Bo Te Silav` îmza kir

Konê Reş pirtûka `Qamişlo Bo Te Silav` îmza kir

Bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê Nivîskarê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê mamosta Konê Reş pirtûka xwe ya bi navûnîşana (Qamişlo Bo Te Silav) da nasandin û îmza kir.

Merasîma danasîn û îmzakirina pirtûka mamosta Konê Reş bi amadebûna hêjmarek ji nivîskar û helbestvan û mamosteyan li navenda Yekîtiya Rewşenbîran ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo hate li darxistin.

Pirtûka Konê Reş (Qamişlo Bo Te Silav) helbestên taybet ku bi zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî ji bo zarokan nivîsîne tê de berhev kirine û pêşkêşî zarokên Kurd dike.

XELAT