Omer Şêxmûs û Encumenê rola Mam Celal bilind nirxandin

Omer Şêxmûs û Encumenê rola Mam Celal bilind nirxandin

Şandeke Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê sardana siyasetvanê dêrîn ê kurd Omer Şêxmûs kir.

Duh roja sêşemê 1-10-2024`an li bajarê Silêmaniyê, şandeke Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye sardana siyasetmedar û akadîmîkarê kurd û endamê desteya damezrêner ê YNK`ê (Omer Şêxmûs) kir û gurzeke gul pêşkêş kirin.

Di wê hevdîtinê de, derbarê rewşa penaberên kurdên Rojava li Herêma Kurdistanê hate gotûbêj kirin û tekez li ser dîtina riyên destekdayînê û alîkariya penaberan hat kirin.

Her weha derbarê rola rewanşad serok Mam Celal di damezrandina Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê de, gelek bilind nirxandin, ku Mam Celal destpêşxerê damezrandina Encumenê bûye taku penaberên Rojavayê Kurdistanê xwe bi xwe rêve bibin.

Her du aliyan li ser erk û xebatên serok Mam Celal kokbûn ku Mam Celal xwedî roleke mezin di piştgiriya kurdên Rojavayê Kuridstanê de bû.

Xelat