Bêdengiya Xerîbiyê
Helbestvan: Karîna Osêyan
Ez xerîb im
Jiyan dimeşînim
Ez penaber im
Bê cih û bê warim
Carina ez digirîm
Carina dikenîm
Carina jî bêdeng
Xwera dimînim
Carina ronahî me
Lê ditemirim
Carina jî tarî me
Lê şewqê didim
Carina ez kevokim
Lê bê per û baskim
Carina jî wêran im
Û carina bextewar
Carina mij dûman de
Ez li xwe digerim
Carina jî li wir
Ez sebir dikim
Carina ez gul im
Carina jî bilbilm
Carina ez jiyan im
Carina jî dimrim.
XELAT