Kerkûk û Balindên Şîn
Helbest: Qubadî Celîzade
1
Li Behdînan dar beroyekê bibirin
Darên Kirmanşahê
Xwîn li ber van dihere
2
Li Qendîlê bizneka kîvî
Brîndar bikin
Li Germiyanê
Dest û piyên nêrya dilerizin
3
Hêlina lekelekekê li Sine
Xirab bikin
Leklekên minara Çolî
Dikene girî
4
Çûkek li Efrînê tênî bibe
Li Silêmaniyê
Çûkên vî warî
Avê venaxon
5
Li Diyarbekrê balê kevokekê bişikînin
Li Kerkûkê
kevokên şin nafirin
6
Dar berû
bizin û leklekê
Çûk û kevokên welatê min
weka mene
heji hev du diken
Wergerandin: Nazmî Ferho
XELAT