ŞENGAL

ŞENGAL

 Helbestvan: Lîda Gerdenzerî

Şengala me dil birîne,

Hêsirê şewat dibarîne.

Heval, hogir, dor wê nîne,

Em boy wê dilxemgîne.

Her sal ew bi hêvîye,

Çav ji riyan qerimîe.

Gelo kê bê hewar,

Qey ew benda sîya xweye?

Ezdî mûrîne di cîhanê,

Dinya pê de hev belane.

Çawa wan topî serkin?

Çawa Ezdîxanê bi yek kin?

Derdê Şengal derdek girane.

Çadir hê wir rêz girtine.

Zaryên sêwî, mezin bûne,

Ew hizreta dayka xwene.

De rabin Ezdîno!

Bese temaşekin,

Dilê dijmin, şa ne kin!

Kom û tifaqa xwe bi yek serîkin…

Kurdistana me,

Warê kal bavaye.

Hîmê xwe qedîm kin,

Ezdîxan wir çêkin…

14.04.2024

XELAT