Ji Hasan Kordede 5 Helbest...

Ji Hasan Kordede 5 Helbest...

Welatê min?

Helbest: Hasan Kordede

Welatê min?

Ey welatê bihuştî

Nizanim kê ti kuştî

Xwîna meyî pir zelal

Ji bo te can biriştî..

Sînga fodil bi qorî

Bûm û qîrak qeliştî

Bazên te yî bask belek

Li ser çîyan veniştî..

Te dibînin wek dêra

An mizgeft û keniştî

Serê te her bilind be

Enîya te hilmiştî..

Xazgînî yê te têne

Di todê da rûniştî

Zava bi çek û rextin

Te dilê min guviştî..

Serê te yî bilind be

Tu ji bo me her tiştî

Ez te nadim cîhanî

Bi xwîna min tu şiştî..

 Azadî ya te bînim

Wek tilism û niviştî

Vî zimanê te yî xweş

Tîpa herî neqiştî..

Ji bo me xweş zozanî

Xweza û hem siruştî

Bi yezdan te bernadim

Tu ji bo min her tiştî..

Tu di evîna minda

Wek tofan û lêmiştî

J'wê vîna bê dawî re

Wek pozgur û darpiştî..

28/05/2024-Serzorî

-------------------------------

Pênûsa min digirî?

 

Ez diçim ser lênûsê

Diçim ser lênûsê

Ku binivîsim

Kiryarên rojane

Ji boyerê bê sinc

Lê digirîm

Pênûs digirî

Û nema

Dineqşîne tîpan

Ji ber bê sincî ya mirovan

Ji bê wijdanî

Hêrs dibim

Kel radibe

Girî rê na de

Çawa ev dinya şên bû

Bingeh çî ye

Nizanim

Pênûs dixeyi de

Lênûs says dimîne

Bê reş belek..

Bêçarê Kurd

29/05/2024-Serzorî

--------------------------------------

Zimanê kurdî?

 

Ji ezdam ta bi hewda

Ew xelate ji xweda

Bavê nûh gemî avda

Dîsa min ew berneda..

Ji berhîmda ma xelat

Hor û lor bûne lebat

Sor û gor dikin xebat

Bav û kalan pê soz da..

Zaz û kurmanc kin lava

De hûn bikin silava

Bikin ronî bo çava

Banga xwe têkin yezda..

Mîd û mad kirin heste

Zendevîsta ji deste

Şanî me dan di beste

Baxê gulan pê avda..

De hûn jî wî bernedin

Bax û bistan jê avdin

Pergala xwe pê radin

Ta hûn bighên comerda..

Ez hêvîme ji we lav

Ji dil dikim we silav

Rast we mitî şîrê xav

Dêk bav hêvî di we da..

Ger ev ziman têk biçe

Kar û xebat giş pîçe

Kurdistanê bik axçe

Ku te ziman xweş avda..

30/05/2024-Serzorî

Bêçarê Kurd

-------------------------------------

Dojeha bi saxî?

 

Agir berdan me bi roj

Mafê mirov winda ne

Kanî dewlet edalet

Kurd dibine talane

Hewqas ajal disojin

Qêrín diçe ezmane

Xweda çavê xwe girtin

Bang diçe asîma ne

Felek dikî temaşe

Çima tem dan însane

Dad û meda te eve

L'dayina xwe poşmane

Kurm û kêze disojin

Dojeha li jiyane

Bihna tonî naghê te

Tejî destek da wane?

05/06/2024-Serzorî

-------------------------------

Fitwe heye ji min ra?

 

Rû bi rû bûn fût û fen

Kin û dirêj kirin ben

Dane berxwe ajotin

Heram kirin li min ken..

Gotin lêvan ne'j bo maç

Gerden nabê deynî xaç

Gotinên me bikin tac

Ta hûn neçin wek reben..

Fitwe nadim ku helal

Ji lêvan ava zelal

Wînê ol bikin mirdal

Peyt kirin lê ev min ben..

Mam bê hikmet û nezan

Di jînêda wer xizan

Perîşanim ji derdan

Qedexe ye li min ken..

Ji xwera rêk derxistin

Lêv dan lêva zik mistin

Memik li sîga sistin

Bê susretin lêv û çen..

Eyb û fedî çine ew

Rêka me ye bê derew

Şev û rojan nakin xew

Nêzîk li xwekin kefen..

Şêxê me wî derfet da

Tol ji şeytan me hilda

Em ketne rîya xweda

Tarîqete ne ku fen..

06/06/2024-Serzorî

XELAT