BÊPARÊ DİNYA YÊ EZİM..

BÊPARÊ DİNYA YÊ EZİM..

Helbest: Abdullah Yavuz

 

 

Ceger sotî dilbidaxim,

Dijîm belê lê ne saxim.

Her gavê bi ax û waxim,

Rebenê sedsalê ezim.

 

Bê reng û bê nav û alim,

Bê dost û pismam û xalim.

Kesek bê ziman û lalim,

Bênavê cîhanê ezim.

 

Bê nasname bê warim,

Di jîyanê da giranbarim.

Hêsîrim ez bendewarim,

Wendayê dinyayê ezim.

 

Birîndarim ez dinalim,

Nexeşim ez pir halim.

Wisa dijîm ev sed salin,

Nexweşè serdemê ezim.

 

Mame bê ilm û îrfan,

Li min rabûne sed tofan.

Nikarim ez hildim heyfan,

Bêrêzê çivata ezim.

 

Bûme çarparî belavbûm,

Rojek tenê ez şadnebûm.

Çiqas ketim dîsa radbûm,

Riswayê parzemin ezim.

 

Ji kûr û dûr da dihatim,

Bakûr başûr rojhelatim.

Bê dîyarî bê xelatim,

Xerîbê warê xwe ezim.

 

Xwedî xakekî kevnare me,

Çandekî hezar sala me.

Bê wate mam pir vala me,

Bë xêrê alemê ezim.

 

Ji nûh û mûsa mestirim,

Ji her olê ez rast tirim.

Bê dost mame bê xatirim,

Bêparê dinyayê ezim.

 

Xelat