ÇIRÛSKA NETEMIRÎ

ÇIRÛSKA NETEMIRÎ

Helbestvan: Siltana Memê

 

Çirûsk-çirak li ezmana, birq veda û hêwirî,

Jê xuliqîn hezar boyax, cîhan rengîn sêwirî

Govend girtin sterkên recal, bû sergovend hîvero,

Bû şemala şeva terî, çira-agir nemirî.

Find-fenera şewq veda bûn, li wê zerya erşê jor,

Diteyîsîn zêr û zîvîn, tawaz-tawaz dor bi dor,

Dimilmilî nermê tûklî, rengê hubrê terîstan,

Dixulxulî jîyan şevê ronahî lê bibû mor.

Ji şemdanê nûr dipekya, çûrisk hûr-hûr dibaryan,

Dibûn birqok şehra terî, hêdî-hêdî digeryan,

Rewşa şevê dixemilî, mînanî eyd û cejnê,

Keçên Kezî Perezêrîn, bi deng, stran difiryan.

Li çîroka şeva pîroz, min jî xwe ra kir guhdar,

Temaşe kir reşî-ronyê, hub û hestên evîndar,

Nûr-nedera netemirî, bûka naze şevînê,

Himaîle bindarûkê, de keremkin mêvandar.

 

15.10.2025s

Xelat