KEÇA ŞOREŞÊ 

KEÇA ŞOREŞÊ 

Helbest: Seyrana Celad

KEÇA ŞOREŞÊ               

Axx dîsa dil û cergê min sotin,

Keça xas-xevan jorda avêtin,

Allahûeqber bi hovtî gotin,

Xwîna amitam, bê sûcan rotin.

Kevotka kurdan, keça şoreşvan,

Gelê bindest ra tu bûy parêzvan,

Bi xîret, namûs zû barkir karwan,

Hêsir hurikîn ji cote çevan.

Tûnebûna med bi îmze, qole,

Ruhêm tije ye bi kîn û tole,

Miçiqî kanî avzêma çole,

Lê êdî tû car em nabin kole.

Feşên bê Xwedê û bê îmane,

Winda nabe me hêvî, gumane,

Ew derb, azarên dewr û zemane,

Qewat û hêzin dajon dûmane.

Dilê min bûye cilek qelişî,

Didrûm belkî ez bibînim xweşî.

 

12.01.2026s.Ermenistan

Xelat