BIHARA ME ÇÛ

BIHARA ME ÇÛ

Helbest: Baqî Berûkî

 

BIHARA ME ÇÛ.

Bihara me çû payiz hat

Vaye hişk bûn dar û nebat

Me ji xwe re nekir xebat

Piştî payizê zivistan

Ne gul man ne jî gulistan

Çilmisî baxê dilistan

Kulîlkên baxê me firîn

Bilbil ji gulan xeyirîn- (xeyidîn)

Bhara çûyî nayê kirîn

Ciwanî çû bi erzanî

Me qîmetê wî nezanî

Em ketine derdê canî

Umir borî di keyfê de

Me qîm pê anî pirr zêde

Niha mane nîvê rê de

Me digo em ter û ciwanî

Ma hêj ne zû ye ezbenî?

Dinya li halê me kenî

Umrê çûyî êdî nayê

Keyf û lezzeta dinyayê

Wekî kayê bidî bayê

Em ketin  xewn û xeyalan

Salan umrê me kir talan

Hew me dît em bûn ji kalan

Rê gelek dûr û dirêje

Çeltkê me tejî qirêje

Rêwîtiya me bê çêje

Me xîm danî li ser kayê

Me nekir hesabê bayê

Me xêr nedît j'wê serayê

Yên digotin em xweşmêrin

Xwedîyê pere û zêrin

Niha bêxêr û bêkêr in

Em ketin l'ber derdê malê

Şev û roj û meh û salê

Me danegirt qutê çalê

J'bo dinê bûn serxweş û mest

Çi helal çi heram me gest

Me ji bîrkir soza elest

Hevîr tirş bûye dirêje

Tenûr sar bûye ji mêje

Keremke nanî bipêje

Heval çar hezar û çar in

Dost yek e dijmin hezar in

Vir û hîle bar bi bar in

Ger ez bêjim hêj pirr mane

Serpêhatiyên salan e

Barê me gelek giran e

Baqî de ka bes dirêj ke

Heval û hogiran gêj ke

Dilê xwe j'zengê paqij ke.

 

13/11/2025~Sêrt.

Xelat