Qelem Şûre?
Helbestvan: Bêçarê Kurd
Qelem rake berjor hilde
Çavên jînê pê xweş kilde
Xiniz korke zû wî berde
Rastî yê tu bi ser milde
De zû rabe rê vek bira
Mîha çav reş nede gura
Hirç û keftar tên bi hevra
Çima te vemirand çira
Bi pênûsa xwe qureyî
Nav kerîda her dureyî
Tu kedkarê bo bereyî
Qurnazî tu bê sureyî
Bi xwîna min tu nelîze
Vê rastî yê j'min bibhîze
Ev welat tev kur û qîze
Xwîn dane wan tu zik dîze
Qelem şûre xweş dibire
Reşbelekan baş bikire
Gava ku rast kar ke sire
Cîhan pêkve kole kire
18/11/2024-Kobanî
**********
Li xwe veger?
Derman gelek hêsane
Her kes li ba xwe zane
Heger balê bidinê
Wê zû bibe dermane
Li malê hev dikujin
Zarokan pê dimijin
Li nerindî ya qijin
Ev êş ya me hemyane
Şerê bira nek li mal
Zarokên xwe neke çal
Zend û benda zû vemal
Da ku bibî însane
Ger yeketî dixazî
Jin û zarok bik razî
Xweşî bid ap û xwarzî
Serkeftin ji xwe xewane
Axîna me ji kûr tê
Xizîn ji devê şûr tê
Ji bira yê qembûr tê
Gelo çima wendane
Di malê da biçîne
Li taxê zû hilîne
Der dor giş bik evîne
Da ku şakî jiyane
18/11/2024-Kobanî
XELAT