BA YÊ EVÎNÊ
Helbest: Seyrana Celad
Ev çi hala û hewale,
Dilêm digrî û dikale,
Dike qîrîn hewar gazî,
Jê tê dengê nale-nale.
Çawa Banî xatûna kubar,
Ser zembîlfroş evîndar,
Bû maşoqa wî feqîrî,
Netewand li ber mîr serî.
Ça Şamîrama asûra,
Bibû bengî ya şah Ara,
Li ber evîna bê çare,
Derket ji hidûd wek hare.
Xwîşka Hêrakil xas Anna,
Bû dilketya Sayat-Nova,
Qedexe kirin huba wan,
Hevdu qetandin du dilan.
Ez jî Seyra Serhedême,
Hayastanê walidîme,
Hêz, moveta min Mecnûne,
Dûre, mîna Kurdistane.
Bo evînê tune sînor,
Ba yê wê nermik, kerr û kor,
Dorpêç dibe li her kesan,
Dest dernaxe ji qefesan.
31/5/2023
Yerîvan/ Ermenîstan
Sekoya Kurmancî