Min bişînin…
Helbestvan: Xaylaza Reşîd
Min bişînin, bişînin
Li van dera bişînin
Ji meriva dur bim ez
Bese zulmê bibînim.
Zulm sînora çûye der
Dinê hildaye serenser
Ji meriva dûr bim ez
Însan nema tev ruhber.
Zar-tifala didizin
Ruhê şîrin ra dilîzin
Ji meriva dûr bim ez
Dest û pê wan birizin.
Xof nemaye dilê wan
Xwîn rijyaye çevê wan
Ji meriva dûr bim ez
Ne lazime hebûna wan.
Min bişînin, bişînin
Ji van dera bişînin
Ji meriva dûr bim ez,
Bese zulmê bibînim.
08.09.2024
XELAT