Bİ AZAD ŞÎN BE WEK DARA ÇİNAR Ê
Helbest: Mehmet Çobanoglu
Ne şevê min şev, ne rojê min rojin
Welle tama cîhanê jî nemaye
Li xebatkarê cîhanê bindestin
Bertîl, derew, îstîsmar zêde heye
Ne şevê min şev, ne rojê min rojin
Gelên mezlûm, êdî hûn şiyar bin
Bila hêvî li cîhanê şîn bibe
Xebatkarê cîhanê serflraz bin
Ne şevê min şev, ne rojê min rojin
Rabe, rabe ey çavên min li xewê
Ez jî te ronîya rojê daxwazim
Dilê min dibêje rabe, vê xewê
Ne şevê min şev, ne rojê min rojin
Bi derew û xapandinê mexdûr im
Dilê min nikare êş qebûl bike
Ez di destê zilmê bêxedûr im
Ne şevê min şev, ne rojê min rojin
Bextewariya xweş rengê hinar ê
Li ser stirên kaktusê jî gul vede
Bi azad şîn be wek dara çinar ê
Mehmet Çobanoglu
19.06.2024
İstanbul
XELAT