Mirovdostan ji bîr nekin

Mirovdostan ji bîr nekin

Nivîskar: Hozan Efrînî

Mirovdost an jî mirovperwer wê herdem di bîra mirovên pak û xweş de bimînin. Ji berk u dema ku mirov karê mirovdostî dike, wê demê cihê xwe di nava mirovan de saz dike û wê bibe xista dîrokê.

Kesayetiyên kurd ên welatperwer û welatparêz û mirovdost bi awayekî berfereh hatine rojeva civaka gelê kurd, çi li Bakur, çi li Başûr, çi li Rojava û çi li Rojhelata Kurdistanê be, ew kesayetî wê bimînin ji dewlemendkirina dîrokê.

Yek ji mirovdostên ku em çêrê dikin, Xelîl HESEN ELÎ ji gundê Keferdelê jorîn, di hembêza malbateke kurdperwer û welatparêz û mirovdost de jiyaye û di sala 1959'an de çavên xwe hilaniye û hatiye dinê. Navê bavê Hesenê Meyrikê û navê dêkê Zênebê Alo Axa xwîşka Elî Riza bavê siyasetvanê dêrînê kurdaxê Mihemed Elî Riza bavê Ristem e.

5 bira û 3 xwîşik hene, ev navên wanin; Endazyar Mihemed Delal bavê Zekeriya, Edhem bavê Rêber, nemir Bekir bavê Mihemed û Fedilî. Her weha birayê Minîre û Salhe û Zelûhê ye.

Hevjîna xwe Fatme Şûkrî Osman ji gundê Basûtê ye, Nemir Xelîl Bavê 3 zarokan bû.... Ocalan û Zîlan û Mêdiye.

Dema ku ez van nerînan tînim ser nivîs, taku ez hinek rastiyên li ser kesayetiya mezin û xweşdivî yê xalê xwe Xelîl bînim rojevê. Ji ber ku ew di hemû aliyekê de, xwedî helwesta rasteqîne a kurd û Kurdistanê bû.

Di peywendiyên xwe ya civakî de, xalê min Xelîl Elî herdem xwedî rûkenî û dilgeş û geşbînî bû, û li gel hevalên xwe pir dilsoz û di kar û çalakiyên wlatparêziyê de, xwedî roleke sereke û bi bandor bû. Her weha ji bona parastina dirêjahiya peywendiyên dirust di navbera wî û heval û dost û hogir û malbata xwe de, xwedî bandoreke mezin û girîng û li ber çavan bû. Kesekî li kar û erk û îşê xwe bû. Mirovperwer û dostperwer û kurdpewrwer bû. Lê kesekî pir bi hêz û dilgerim û wêrek bû, lê hemû liv û tevger û karên xwe bi mêjk û hizir û hişmendî dikir.

Xalê min ji aliyê peywendiyên netewayî ve, gelek dilsoz û xwedî helwest û hestên bilind û nirxdar bû, û dikanî hemû tiştên xwe di xizmetî parastina doza gelê xwe de bi karbîne û rastiya netewaya xwe bike rastiya vejandina çareseriya doza gelê xwe. Her weha bi xwe alîgirê tevgera kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bû. Xwedî hest û helwestên parastina doza kurdî bû. Ti carî xwe ji erkên netewayetî dûr nexistibû. Hemû hêz û tiwaneya xwe pêşkêşî hêla netewî û mirovdostî dikir. Ew kesayetiyekî cuda bû, hest û henese û bîrkirineke cudatir bû. Dizanî çawa û çi demê alîkar û xizmetkar be bi mirovên pêwîstdar re.

Ez di vê rojêde xalê xwe Xelîl bi bîrtînim û hemû kar û xebat û erkên wî ên mirovdostî û welatperwerî tînim ber çavên xwe û dibêjim: Dilovaniya Xwedê li rewanpakiya te be û cihê te beheşta berîn be û her dem rewan şad be.

 

22/9/2024

XELAT