Ew warê dûr

Ew warê dûr

Nivîskar: Omer Dilsoz

 

Nêzik, ew tişt e ku mirov dikare xwe bigihînê an ew der e ku mirov hest bi hebûna wê dike? Nêzikî bi rihî ye an bi cestî?

Ya mirov hîs dike nêzik e an ya mirov çav di çav de ye lê dil xwedê dizane li ku ye?

Her ku ez nêzî zarokatiya xwe dibûm û dûrî “îroya” xwe diketim, pirsên min nêziktir dibûn. Gelaşûka pirsan ez di nava xwe de mîna kelempereke berbaketî dizîzikandim.  

Ez dûr diketim ji warê îro û bi çavbazkî ber bi warê “dûr” ê li wir ve diçûm. Min hest pê dikir, erê warek li wir hebû û ez niha nêzî wî dibûm.

Kelegerma dilê wî warî ji dûr ve xwe di serçavên min dida. Bêhna wî dihate min. Nişmî û mîna dilê zaroktiyê pak û beyar, gîsnpêneketî…

Niha, şûnebaka bêderekê ji umrê min maye. Pirêze, zîwan û barek kayê.

Her dera canê min ji dasiyên dirr ên heyatê xwînî ne û dilê min ê westiyayî, mîna spîndareke av li ser miçiqî pel lê zer bûne, kurman dadaye gewde û qurmê wê, niha darkoke ser qeda wê dinikulîne. Pepûk awaza xwe ya ji zaroktiyê dizî, dipertifîne guhê ba û reşebayên zîz. Li çarmendar ji ser bextê xwe dipûkîne.

Dil niha awaza goyînekê li ser ziryanê dilbikul dixwîne. Dil niha ziryan e ser kavilan, bi heft dengan dizarîne. Dûr û winda.

Herê, wê pêla pêyên min gihîştin ser erda te, herê waro, wê kêlîka xwîna min ripîna dilê te jenî û hest bi zarokê sergerdan ê li perika dilê te kir, xwîn li canê min geriya. Germahiya te bihost bi bihost xwe nêzî keviya dilê min kir, mîna ava dikişe mişara zeviyeke bi xeml û adan, dengên berze welê di nava bîstanê dilê min de bûn bilbilên çilawaz, rengên çilmisî welê li tewergeha dilê min xemla hezar biharan vedan û bêhna zaroktiyê li min “şîn” bû.

Sebiyê di dergûşa dilê min de nivistî haş bû û reşebayê xumamî perdeyên xwe ji ber çaviya min dan alî û hemû rengên çilmisî dîsa li min çirûskîn.

Erê waro, tav li tu derê bi qasî ser te, nabiriqe li ber çavê min.

Tu deng bi qasî şireşira ava te li guhên min xweş nayên, ebed! Tu bêhn, naşibin bêhna gil û giya, pûng û catriya li beyarên çel û çiyayên te.

Jixwe hewce nake ez behsa gul û nêrgiz, sîsn û alalên berpal û sertarên te bikim.

Hemû xweşî li ser paxila te, nêzik in û hemû keser û kovan dûr.

Her ku ez hatim ber keviya dilê te û êwirîm, ez ser hemdê xwe çûm, çimkî ez ne xwedî bûm, ne jî mêvan di koşka dilê te de. Haviyekî bi rê û rêlan ketî, westiyayî û dûrî xwe…

Min gava pêg li nav pêlên ava te ya zelal û şîrî kir, canê min bû şûjin, dilê min xwe da ber tayeke serogerm û ava te bedena min a dûrçûyî û dûrketî, neheband. Naban bûm li ber guhana te, wekî berxika Mominê… Zîz û dilmayî.

/Mominê herde herde Moma dayê/

/Mominê werde werde sebra dinyayê/

Ez di ber keviya dilê te, wekî şengebiyekî li keviya avê dixezike, pel û rûbar lê diçilmisî, wisa li ser rûbarê te çilmisîbûm, kundan li ser pag û kavilên wî dixwend.

Ne tam ava bûm, ne jî tam kambax. Mabûm keviya dilî. Qamjêheriftî, kempêketî, derztêketî… û sil.

Ez zeynokek avê bûm, ji zeviya xwe sil, kaniyek çilçavî bûm, her çil çavî hişk û hola.   

Ho waro! Warê li nav çiyayên bilind, di geliyê kûr de, li dûriya herî dûr, li koviya herî kovî: min dizanibû kengî mirov berê xwe bide te, mirov dûr diçe ji her derê, ji her tiştî, ji hemû dinyayên nav vê rûerda me ya gewrik û xopan. Tu mirovî vedişêrî mîna zarokekî xwe di bin deviyên dor bengehê vedişêre û dîdekanê bi xweziyên xwe re dike. Hinekî birsî, hinekî pirkûsandî lê dil tisî, zîv û zelal wekî ava kaniyê te. Tu guh û zimanê mirov ji qirêjiya vê dinyaya jengû dişoyî. Ji dengên kirêt, ji gotinên tal, ji merêza dilan… 

Ew çima çiyayên te ew qasî bilind, ezmanê te ew qasî hêşîn, tava te ew qasî birqîn û geş, bêhna te ew qasî xweş e!

Li tu bihosta rûqala erdê ji tonên keskahiya te, peyda nabin, ebed! Tu tenê di çavên zarokekî de dikarî bê dîtin, tenê qasî xewnên zarokekê dikarî hebî di nav gelşa vê dinyaya kambax de.

De ka bibêje min, kîjan qencî tu ji xwe re wekî hêlîn veşartî?

Ho warê dûr, kê tu û ez xistin navbera zaroktiya min a li paxila te nivistî? Ka ez!

Ez a niha çend dûr im ji te! Dengê min tê te?

Na, wî zanayê bi nav û deng rast negotibû –kengî kesek bar bike ji warekî an jî kesek were warekî, dest pê dike çîrok! Na. Ebed! Çîroka min û te hê jî dest pê nekiriye, ez û tu, li wê dûriya neqeba hev, li ser wê derazinga teng, li wê hingoriya şevçiraxkuj remidîne beramberî hev. Ne ez dişêm gavekê bar bikim û biçim ji te, ne jî ev dûriya te ya yaxî min tîne ber siya te.

Ez û tu, çîrokek bê destpêk in.

Ez û tu çîrokek bê dest-pêg-in.          

Dest û pêyên me di qeyda hîcranê de!  Şibhê wê strana kevin a ser kêla goreke li dilê lahîtekê bûye niviştî, nivistî ne em, di singa kevirekî hişk ê hola de. Repisî, bêdeng, û bê hewar!

Ho warê min ê dûr!

Bêje reşebayên xwe, bila hemû strîzerkên te li tehtê dilê min bikute, mîna bakutekê. Ezî razî me bi jana te. Min hilde wê dûriya xwe ya yaxî û min bi baranên xwe bişo. Bi babelîskên xwe kezî û biskên min bade, û bi tava xwe min binvîne: Lorî lorî, berxê min lorî! Dayê qurban, bavo b’gorî!

 

Xelat/ Diyarname