Deverên veqetandî di nêrîn û stratejiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de

Deverên veqetandî di nêrîn û stratejiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de

Bi egera cîbicînekirina madeya 140 ya destûra Êraqê, di niha de Başûrê Kurdistanê di warê îdarî de ji du beşên serekî pêktê.

Beşa yekem: Herêma Kurdistanê, ku ji çar parêzgehan pêktê û paytexta wê bajarê Hewlêrê ye.

Beşa duyemîn jî: Deverên veqetandî ku bi heman awayî dikeve sinorê her çar parêzgehên (Kerkûk, Neynewa, Selahedîn û Diyale), bajarê Kerkûkê ji ber rewşa xwe ya erdnîgarî û pêgeha xwe ya dîrokî û aborî û siyasî, bi paytexta deverên veqetandî yên Kurdistanê tê wêne kirin.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê her ji destpêka damezrandina xwe de rihekî xwe ya kûr û peywendiyekî xort hebûye û heye digel welatiyan û hemû çîn û texên Kerkûkê û deverên veqetandî bi giştî.

Di serdema şoreşa nû de û xebata çekdarî de YNKfê, li hemû wêstgehên cuda yên xebata dijwar de wan navçane pişta xwe bi xelkê deverê girê daye, ji aliyekî din ve li hemû qunaxên xebata pêşmegayetî de bi xwîna geş yên qehremanên xwe, nasnameya Kurdistanî bûna wan deveran piştrast kiriye û hêz û îradeya xebat û serkeftinê bexşiye bi xelkê deverê.

Di qonaxa piştî proseya azadî ya Êraqê û ruxana rêjîma Baas jî ku şêwazê xebata çekdarî hate guhertin bo xebata perlemanî, demokratî û yasayî, nakokiyên firehizbî û gehêştin bi desthilatê di rêya proseya hilbijartin û sindoqên dengdanê, YNK`ê bi nêrînek û stratejiyek neguherî û şefaf û realîstbînane, hewla çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û deverên veqetandî careke din daye, ew jî çespandina prensîba hevûdu qebûl kirinê û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên deverê, hewildan ji bo cîbicîkirina xalên mada 140`ê ya destûra Êraqê û derketina çareserkirinekî ji kokê di holê de ji bo deverên veqetandî yên Kurdistanê , dûrketin ji hizra tundrewî û xwesepandina pêkhateyekê bi ser pêkhateyên din yên di sînor deverên veqetandî de, beşdarîkirin di rêvebiriyên xwecihî yên deverê û dabeşkirina postan li ser bîngeha hevsengî û tewafuqa siyasî û nîştimanî, berçavgirtina rêjeya deng û kursiyên her aliyekî û pêkhateyekê deverê, bîngeha vê siyasetê liser destê Serok Mam Celal hatiye dariştinê û geş bûye.

Ev nêrîn û siyaset û stratejiya neguhur û ron ya YNK`ê beramber bi deverên veqetandî weha lê kiriye ku li hemû hilbijartinên encûmena parêzgehan û encûmena nûneran a Êraqê de, YNK`ê weku hêzekî yekem li ser astê hêzên Êraqî û Kurdistanî li deverên veqetandî baweriya zortirîn dengderên deverê bi dest xistiye ku bibîte hêza yekemîn, her wek bikare li sînorê parêzgeha Kerkûkê û deverên veqetandî yên sînorê Neynewa û Selahedîn û Diyale, wek take aliyê Kurdistanî ku kursiyên perlemanê bi dest bixîne.

Sira bidestxistina vê baweriyê jî bo helwêst û siyaseta neguher û realist ya YNK`ê vedigere, ku dûr ji druşimên biriqî yên dilsozî, hertim ji bo çareserkirina pirsgirêkan pişta xwe bi destûra Êraqê û rêya danûstandinan ve girêdaye, take rê jî ji bo dabînkirina keşekî aram a siyasî û îdarî û ewlehî û xizmetguzarî ye li Kerkûkê û deverên veqetandî yên dinê ye û guherîna real a niha û bidawî anîna desthilatên parêzgarê sepandî yê Kerkûkê piştgirêdane bi vê siyasetê ye.

Her di vê çarçoveyê de tê çaverê kirin cemawerê Kerkûkê û deverên veqetandî yên dinê jî ji bo aramî û hatina holê ya rêveberiyek xizmetguzar bi awayekî berfireh pêşwazî li heman siyaseta neguher ya YNK`ê dikin ku bi berdewamî Serok Bafil û serkirdayhetiya YNK`ê dupat dikin.

 

Letîf Nêrweyî

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê

XELAT