Dîroka Avakirina Qişleya Fransî li Dêrîka Hemko

Dîroka Avakirina Qişleya Fransî li Dêrîka Hemko

Artêşa Fransyê piştî şerê cîhanê di sala 1929`an de dest bi avakirina baregeheke leşkerî li nêzîkî dêra kevin a Suryaniyan li devera Dêrîka Hemko ava kir û serdema Osmaniyan jêre Qişle dihate gotin û sala 1930`an temam bûye.

Ew qişle li ser rêya navbera Dêrîkê û Eyn Dîwarê de ye li nêzîkî çemê Dicleyê ku cihekî stratejî ya giring a wê serdemê ye.

Di vê derbarê de dîrokzanê Kurd yê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Konê Reş ji rojnameya Kurdistanî Nwê re gotiye: Piştî şerê cîhanê a yekemîn Fransayê ew qişle ava kiriye û Xiristiyanan û penaberên Bakûrê Kurdistanê û xelkê deverê qesta wê qişleyê kirine ji bo parastina xwe li hemberî êrîşan û li derdora qişleyê nîştecih bûne û piştre bajarê Dêrîka Hemko avabûye ku di sala 1933`an de Dêrîk bûye bajarok û piştre bûye navçe bi navê (Navçeya Dîcle).

Giringtirîn şûnwarên dîrokî yên navçeya Dêrîkê (qişleya Fransî, Dêra Kevin a Suryaniyan, Pira Bafit yan (Pira Romanî) ku dikeve ser çemê Dîcle li gundê Eyn Dîwarê , Aşê Hemko û şikefta Zembîl Froş li kevana çiyayê Qereçox li rojhilatê bajarê Dêrîkê.

Bi gotina Konê Reş, yekem kesê ku li Dêrîkê jiyaye ku wî demî gund bûye navê xwe (Hemko) bûye ji eşîra Hesinan ku paşê bi Dêrîka Hemko hatiye nasînê.

 

XELAT/ Kurdistanî Nwê