Mamoste Hamid serdana Xelata Kurmanca kir
Îro roja duşemê 4-11-2024`an li bajarê Silêmaniyê mamoste (Hamid Ebdî) serdana sekoya kurmancî kir û germtirîn pîrozbahî li kar û xebatên malpera Xelatê kir û bi karekî girîng nirxand.
Di wê serdanê de, ku şanda mamosteyên Kampa Barîke ya Erbetê ji aliyê sernûserê Xelatê (Hozan Efrînî û cîgirê sernûser Dawud Çîçek) ve hat pêşwazî kirin, piştre di derbarê girîngiya malpera Xelata Kurmancan û rola wê di pêşxistin û parastina çand û huner û dîroka kurdî de, bi zelalî hate gotûbêj kirin.
Hêjayî gotinê ye ku mamoste Hamid Ebdî wek nûnerê Yekîtiya Mamosteyên Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku ser bi Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye li Kampa Barîke ya Erbetê hatiye destnîşankirin û bi xwe wek mamosteykî fermi di dibistana Amûdê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê de dixebite.
XELAT