Dayîkeke kurd banga rizgarkirina jiyana zarokê xwe dike
Dayîkeke kurd a Rojavayê Kurdistanê bi navê (Şêrîn Mistefa) banga rizgarkirina jiyana zarokê xwe yê nexweş dike.
Malbata kurd a rojavayê Kurdistanê zarokekî xwe yê nexweş heye û serî li hemû nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê dane û jêre hatine gotin ku zarokê wan li herêmê çareser nabe û dibê li welatên Ewropayê neştergerî jêre bê çêkirin.
Dayîka zarok her roj êşa zarokê xwe dikşîne û pizîşk jêre dibêjin ku du meh ji zarok re maye bijî. Şêrîn Mistefa ji Govara Xelatê re ragihand û got; hemû nexweşxaneyan û doktoran ji wê re gotiye ku zarokê wê li herêma çareseriya xwe tune ye.
Dayîka zarokê nexweş bi rêya Xelatê, bang li hemû kurdan û rêxistinên biwarê mafê mirovan û ên tendurîstiyê û xêrxwazan dike ku alîkariya wan bikin daku zarokê xwe bighînin Ewropayê ji bo çareseriya tenduristî ji bo zarokê wan (Siyamend) û dîsa jî vegerin Kurdistanê.

Xelat/ Roşîn Serêkanî
