Serpî û sûdên wê ji mirovan re
Wek tê zanîn ku di nava civaka Rojhilata Navîn de, xwerina serûpê di asteke gelek bilind de ye û bi taybet li Kurdistanê.
Her weha li Kurdistanê jî, li Başûrê Kurdistanê bû ye cihê xwerina kêfê û xweşî, bi taybet li parêzgeha Silêmaniyê ku her kesê jê hes dike, ji ber germa havînê nikare bi roj bixwe, radibe hevalên xwe vedixwîne ser xwerina serûpiyan bi nîvê şevê ku piştî demjimêr 12an. Her weha dimînin heya demjimêr 6ê sibê û bi taybet li devera Xaneqe û derdora wê.
Li gorî hinek lêkolînvanên tenduristiyê ku xwerina serûpiyan hem metirsîdar e û hem jî gelek bi sûde. Wek tê gotin ku serûpê têde donê ne têrkirî heye û ew jî dibe sedema bilindkirina kolîstirolê di xwînê de û piştre jî rastî nexweşiyên dil û damarên xwînê tê eger pir û bi awayekî tewşankî bixwin.
Her weha eger bi awayekî baş û rêkûpêk bixwin wê gelek sûdbexiş be û bi vê rengî li xwerê ye:
Wê estiyan bihêz bike..
Gelek dewlemende bi megnîsyomê ku tenduristiya leşê mirovû damaran bihêz dike.
Her weha bi esanî xwerinê dihêre ku hejmareke mezin ji endamên xwerakê û fosforê jî lixwe digre ku dibe sedema bihêzkirina tenduristiya estî û diranan.
Li gel wan hemû endamên sûdbexşiyê de jî, zing û hesin ku dibe sedema bihêzkirina bergirî laşê mirovan.
Xelat-Ajansan
