127 welat beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê bûn
Bi beşdariya hezar û 100 fîlman ji 127 welatan cîhanê, 6emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê li Almany abo demê 3ê rojan birêceçû.
Di vê derbarê de organîzatorê festîvalê Pîter Elî, rojnameya Kurdistanî Nwê re got: "Hezar û 100 fîlm ji 127 welatan beşdarî festîvalê bûn. Çend fîlm û kurtefîlmên li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê hatin nîşandan, her wiha fîlmek dirêj a derhêner Cengo Şerîfî ku behsa windahiyên şerê Kobanê dike, hatin nîşandan.
Pîter Elî got jî : "Armanca me li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê ewe ku em nîşanî cîhanê bidin ku em Kurd xwedî fîlm û sînemaya xwe ne. Em dixwazin bi rêya fîlm û sînemayê çand û dîroka xwe bi cîhanê bidin nasîn. Ji ber ku em di demên berê de di warê sînemayê de pir qels bûn, lê niha rewş guheriye û em dixwazin rol û pozîsyona Kurdan di sînemayê de xuya û çalak be.
Pîter Elî aşkira jî kir ku, niha me derhênerên pir baş û navdar ên wekî Newzad Şêxanî û Cano Rojbayanî hene, ku ew jî beşdarî festîvalê bibûn.

Pîter Elî
XELAT/Kurdistanî Nwê
