Yasazanekî kurd koça dawî kir
Yasazan û ronakbîrê naskirî yê kurd Çêner Elî Cola ji ber nexweşiyê, koça dawî kir.
Nemir Çêner Elî Cola kurê hunermendê mezin û naskirî (Elî Cola) ye ku parêzerekî bihêz û bi tiwane bû, xwediyê helwêst û erkên netewî û nîştimanî bû. Endamê encumena navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû. Rojnamevan û nivîskar û ronakbîrekî kurd bû ku rola xwe di gelek destkeftên yasayî de hebû.
Bi koça dawî ya nemir Çêner Elî Cola, gelê kurd yasazanekî xwe yê bi hêz û bi tiwane ji dest da.
Em jî weku stafa Xelata Kurmancan sersaxiyê li malbata nemir dikin û ji Xwedayê mezin û Mîhreban xwezyarin ku nemir Çêner bi beheşta xwe ya berîn şad û aram bike.
Xelat
