Serdana Rewşenbîrên Kurd bo Xelatê

Serdana Rewşenbîrên Kurd bo Xelatê

Îro roja şemî 20/9/2025, du kesayetiyên ronakbîr ên kurd serdana stafa Xelata Kurmancan kirin.

Helbestvanê kurd ê navdar û dadwerê xanenişîn (Qubadî Celîzade) û hunermendê naskirî (Dilşad Kiwîstanî) serdana kovara Xelata Kurmancî kirin ku, ji aliyê sernûser Hozan Efrînî û cîgirê wî Dawud Çîçek û endama stafê Roşîn Serêkanî ve hatin pêşwazî kirin.

Herdu hunermandan derbarê kar û xebatên Xelata Kurmancan, dilxweşiyên xwe anîn ser ziman û karê û xebata kovara Xelatê pîroz kirin û ev kar bi pêngaveke girînd nirxandin ku di xizmeta parastina çand û ziman û hunera kurdî de ye.

Her îro helbestvan Qubadî Celîzade ji aliyê salona Kurdistanî Nwê ve hatibû vexwendin û di wê semînerê de bi amadebûna hêjmarek ji rewşenbîr û nivîskar û rojnamevanan, Celîzade sê pirtûkên xwe yên nû yên helbestan da nasandinê û çend perçeyên helbestên xwe ên nû pêşkêşî amadevanan kir. 

Xelat