Çar doktorên Kurd bûne yekemên Êraqê
Çar doktorên nexweşiyên jinan û zarokbûnê li sinorê birêveberiya giştî ya tenduristiya Silêmaniyê li ser astê Êraqê pileyên herî bilind (Neyab) bi destxistine û bi serkeftî xwendina xwe ya borda erebî ji bo nexweşiyên jinan û zarokan derbas kirine.
Di wê derbarê de, rêveberiya tenduristiya Silêmaniyê belav kiriye ku, Dr. Evîn Seedî Dawûd kariye pileya yekem a borda Erebî bi dest bixe, Dr. Jiyan Mehmûd Mihemed pileya sêyem û Dr. Raz Sîrwan Hemeşerîf bileya şeşem û Dr. Hozan Mihemed Ehmed jî pileya nehem bi dest xistiye.
Her di wê çarçoveyê de rêveberê giştiyê tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Nesredîn pîrozbahî li her çar doktorên serkeftî kir û hêviya serkeftina zêdetir û berdewamiyê ji wan re xwest bi armanca xizmetkirina welatiyan de.

Dr. Evîn Seedî Dawud

Dr. Jiyan Mehmûd Mihemed

Dr. Raz Sîrwan Hemeşerîf

Dr. Hozan Mihemed Ehmed
Xelat
