Li Rojavayê Kurdistanê "Zarhunera Havînê" birêve diçe
Bi hatina demsala havînê, Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest bi plansaziyeke berfireh li hemû bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê kirine.
Di çarçoveya bernameya "Zarhunera Havînê" de 893 zarok fêrî şano, mûzîk, govend û wênesaziyê dibin û çalakiyên curbicur li hemû bajar û navçeyan tên lidarxistin.
Bername bi navê “Zarhunera Havînê” û bi diruşmeya “Emê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin” 1’ê Hezîrên hatiye destpêkirin û wê heta 16ê tebaxê bidome. Li gorî bernamê li kantona Cizîrê 658 zarok û Kantona Firatê 235, Li van navendan 25 mamoste ders didin zarokan.



XELAT/ Zarhunera Havînê
