EKR û CDO ji bo kongireya penaberên nexweş hemahengiyê dikin
Şandeyek ji Encumena Penaberên Kurdên Rojava – Sûriyê (EKR) serdana navenda Rêxistina Geşepêdana Sivîl (CDO) kirin û ji hêla Rêvebirê Rêxistinê rêzdar Bextiyar Ehmed ve hate pêşwazîkirin.
Di wê hevdîtinê de lidarxistina kongireyeke taybet bi penaberên nexweş yên kurdên Rojava li Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin.
Şanda Encumena Penaberan ji Seroka encumenê Hozan Efrînî, Berdevkê fermi yê encumenê Dawud Çîçek û Berpirsa komîteya bilind a nûnerên Encumenê Roşîn SerîKaniyê, pêk dihat.
Hozan Efrînî ji aliyê xwe ve bi hûrgilî behsa penaberên Rojava û bi taybetî rewşa bê nasnameyan û rewşa penaberên nexweş û pirsa şandina bo welatê sêyem rava kirin.
Rêzdar Baxtiyar Ehmed jî amadebûna xwe ji bo Hevkarî û Pêşkêşkirina hemahengiya dualî dupat kir ji bo sazkirina kongireyekê ji bo penaberên nexweş.
Şandeya Encumenê navenda Ewlekariya Giştî ya karûbarên Sûriyan jî kir û rewşa penaberan û meşandina karûbarên wan şopand û alîkarî pêşkêşî wan kir.
XELAT
