Hevşaredara Amedê bi jinan te tevlî spora serê sibê bû
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Anitparkê bi jinan re tevlî spora destê sibê bû.
Bernameyên spora serê sibê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Werzîşê ve ji bo welatî rojê zindîtir dest pê bikin û tenduristtir bin, li 6 cihên cuda didomin: Meydana Bajêr, TemaPark, Parka 75, Anitpark, Parka Koşuyolu û ParkOrman.
Di her qadê de 2 perwerdekar, yek jin û yek mêr, rêberiya welatiyan dikin û ev bername dê 12 mehan bidome. Çalakî her rojên hefteyê di navbera saet 06.30-09.00an de didome û welatî eleqeyeke mezin nîşan didin.


XELAT/ Rûpela Şaredariya Amedê
