Li Qamişlo Şahiya Derçûna 162 Xwendekaran
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê şahiyek ji bo derçûna xwendekarên Peymangeha Amadekariya Mamosteyan û Peymangeha Pêşeyî li bajarê Qamişlo orgenîze kir.
Di şahiyê de 162 xwendekarên sala xwendinê ya 2023-2024`an ên Peymangeha Amadekariya Mamosteyan û Peymangeha Pêşeyî bawernameyên xwe bi dest xistin. Ev beşa xwendekaran ji Peymangeha Amadekariya Mamosteyan derdiçin û ji bo Peymangeha Pêşeyî jî ev beşa yekemîn e.
Her weha di şahiyê de mamosteyên peymangehan hatin xelatkirin.





XELAT
